Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê coşa 1’ê Gulanê

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 1'ê Gulanê bi coşeke mezin hat pîrozkirin. 
 
1’ê Gulên Roja Yekîtî, Têkoşîn û Piştevaniyê ya Karkeran li 5 navendên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi beşdariya bi hezaran kesî hat pîrozkirin. Di pîrozbahiyan de peyamên ji bo têkoşîna yekpare hatin dayîn.
 
KANTONA QAMIŞLO
 
Pîrobahiya li Kantona Qamişlo li gundê Mizgeftê yê girêdayî bajarê Tirbesiyê hat lidarxistin. Di pîrozbahiyê de wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, alayên Yekîtiya Kedkaran, TEV-DEM û saziyên sivîl ên civakî û pankartên wekî “1’ê Gulanê li kedkarê mezin Rêber Abdullah Ocalan pîroz be” hatin vekirin. Bi hezaran kes amade bûn. Pîrozbahî piştî deqeyeke rêzgirtinê bi axaftinan dom kir.
 
Endama Rêveberiya Kongra Star Hêvî Silêman axivî û 1’ê Gulanê li hemû kedkar û gelan pîroz kir. Hêvî Silêman bal kişand ser ked û têkoşîna jinan a li Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê û xwest ku jin têkoşîna xwe bikin yek. Hêviyê bal kişand ser girîngiya felsefeya  Rêber Abdullah Ocalan a ji bo azadiyê û got: “Dem dema azadiyê ye, dema tunekirina siyaseta kapîtalîzmê ya ku keda kedkaran tune dike ye.”
 
Rêveberê Yekîtiya Kedkarên Herêma Cizîrê Şêro Mehemed Şero jî diyar kir ku kedkar stuna Şoreşa Bakur û Rojhilatê Suriyeyê ne û dikarin civakê hîn zêdetir pêş bixin. Şêro bal kişand ser têkoşîna yekpare ya ji bo maf û azadiyê û banga bilindkirina xebatan kir. Şêro bang li gelê Bakûr jî kir ku di hilbijartinan de bi dengên xwe AKP’ê têk bibin.
 
Pîrozbahî bi muzîk û govendê bi dawî bû.
 
KANTONA HESEKÊ
 
Li Kantona Hesekê pîrozbahî li Gundê Çolbistanê yê girêdayî Dirbêsiyê bi beşdariya sedan kesan pêk hat. Di pîrozbahiya ku ji aliyê TEV-DEM’ê ve hat organîzekirin de rêveber û endamên partiyên siyasî û rêxistinên civakî jî amade bûn.
 
Piştî rêzgirtinê Hevserokê TEV-DEM’ê Xerîb Hiso axivî û 1’ê Gulê pîroz kir. Hiso anî ziman ku ev roj di heman demê roja berxwedan û fedakariyê ye û wiha dom kir: “Kedkar di têkoşîna xwe ya cîhanê de bi ser ketin. Kedkar civak bixwe ne”.
 
Hevseroka Yekîtiya Kedkaran a Hesekê Heyfa El Elî jî 1’ê Gulanê li Rêber Abdullah Ocalan û kedkaran pîroz kir. Heyfayê da zanîn ku çîna kedkaran beşa têkoşer û fedakar a civakê ye, lewma sîstema kapîtalîst ji bo ku wan li gorî berjewendiyên xwe bikar bînin gelek zulm li wan kiriye.
 
Pîrozbahî bi stranên komên muzîkê û govendê bidawî bû.
 
ŞEHBA
 
Pîrozbahî li kampa Penaberan a Serdem bi beşdariya hezaran kesan hat lidarxistin. Di pîrozbahiya ku wêneyên Rêber Abdullah Ocalan hatin vekirin de, piştî rêzgirtinê nirxandinên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatin guhdarkirin. Hevseroka TEV-DEM’ê ya Kontano Efrîn-Şehbayê Gulê Cehfer axivî û 1’ê Gulanê pîroz kir. Gulê diyar kir ku karker û kedkar civakê birêve dibin û got: “Şoreşa me îspat kir ku kedkar fedakarên civakê ne.”
 
Gulê bal kişand ser dorpêça li ser herêmê û bang li rêxistinên navnetewî û mirovî kir ku ji bo rakirina vê dorpêçê hewl bidin.
 
Pîrozbahî bi muzîk û govendê bidawî bû.
 
MINBIC
 
Pîrozbahî ji aliyê Komîteya Şaredariyan û Yekîtiya Kedkaran a Minbicê ve li Garaca Şaredariyê hat lidarxistin. Di pîrozbahiya ku gelek rêvber û endamên saziyên civakî, partiyên siyasî û şêxên eşîran jî beşdar bûn de, Hevseroka Yekîtiya Kedkaran Asya Elêwî axivî. Asyayê bal kişand ser rola kedkaran a di avakirina pergala netewa demokratîk de.
 
Asyayê da zanîn ku dewleta tirk a dagirker dixwaze pergala bi keda zarokên vî gelî hatiye avakirin tune bike û bang li rêxistinên navnetewî kir ku dijî van êrîşan xwedî helwest bin. 
 
Hevserokê Meclîsa Zagonsaz a Rêveberiya Sivîl û Demokratîk a Minbic û Gundewarên wê Mehemed Elî El-Ebo û Rêveberê Garaja Şaredariya Minbicê Ezîz Hiso jî axivî û bal kişandin ser têkoşîna kedkaran.
 
Pîrozbahî bi muzîk û govendê bidawî bû.
 
DÊRAZOR
 
Li bajarê Dêrazorê jî pîrozbahî li herêma Sebee Kîlo (Heft Kîlo) ji aliyê Meclîsa Sivîl a Bajêr ve hat birêvebirin. Di pîrozbahiya alên TEV-DEM’ê hatin vekirin de, bi stran û govendê 1’ê Gulanê hat pîrozkirin. Di pîrozbahiyê de her wiha karker ji ber keda wan hatin xelatkirin. 

Sernavên din

02/05/2023
18:00 Li Semsûr û Meletiyê coşa Partiya Çepên Kesk
17:49 Îfadeya li dozgeriyê ya rojnamevanan temam bû
16:46 Li Kurdistan û Tirkiyeyê coşa Partiya Çepên Kesk: Em ê vê pergalê bi hev re biguherînin
16:42 Hat xwestin ku kujerê Ûytûn were cezakirin
16:05 Di lêpirsîna navenda wê Stenbol de hejmara binçavkiriyan derket 32’yan
16:05 Malbata Şenyaşar: Em ji bo jiyana mirovî ava bikin li ber xwe didin
16:03 Sê cenaze anîn nexweşxaneya Mêrdînê
15:20 Gergerlîoglû, giliyê Soylû yê ji hilbijartinên 14’ê Gulanê re got ‘darbe’ kir
15:04 Li Amedê nûnerên baweriyên cuda li ser heman sifreyê hatin ba hev
14:31 Li ODTU’yê bertek nîşanî binçavkirinan dan
13:26 Kaya: Zimanê me wê bibe zimanê perwerdehiyê
12:59 Danişîna doza qezaya Dêrikê hate lidarxistin
12:43 Ji Wezareta Karên Hundir pergala ‘şopandina hilbijartinê ya paralel’
12:42 Dozgeriyê dest bi îfadeyên rojnamevan Muftuoglû û Yilmaz kir
12:34 Li Hezexê 19 binçavkirî hatin berdan
12:24 Qedexeyên roja hilbijartinê eşkere bûn
12:06 Partiya Çepên Kesk li Bazarcixê ye: Em ê di 14’ê Gulanê de mezintirîn govendê bigirin
11:46 201 kesên di 1’ê Gulanê de li Stenbolê hatibûn binçavkirin hatin berdan
11:34 Peyamên ji qadên 1’ê Gulanê: Gel dê di 14’ê Gulan dê qedera xwe diyar bike
11:18 Li Stenbolê serdegirtinên malan: Herî kêm 17 kes hatin binçavkirin
11:15 Bîra salên 90’î ‘Emîn Abê’ di rêya Meclisê de ye
11:03 Li dijî Partiya Çepên Kesk êrişa nijadperest: Ne êrişkar lê şofêrê wesayîtê hat binçavkirin
11:01 Di mehekê de hezar û 81 caran bombebaran
10:52 Parêzerên ji bo hevdîtina li gel Ocalan carek din serlêdan kir
10:19 Qedexeya li gundên Çiyayê Bagokê hat rakirin, tevgera leşkerî didome
10:06 Ji bo gundê elewî rê nîne!
09:47 Qeyûm, walî û qeymeqam ji bo propaganda AKP’ê li qadan e
09:18 Li gundên Nisêbinê qedexeya derketina derve hat ragihandin
09:17 Li Semsûrê li dibistanên xesardîtî perwerdehî!
09:01 Bertek nîşanî namzetê AKP'ê yê fuzehez dan: Em ê nehêlin dijminê kurdan bên hilbijartin
09:01 Waliyê Şirnexê tevî cerdevanan ji bo AKP'ê li dengan digere!
09:00 ROJEVA 2'YÊ GULANA 2023'YAN
08:25 Ji Hevseroka DFG’ê Mufutoglû xebatên rojnamevaniyê hatin pirsîn
01/05/2023
22:57 Tê payin ku rojnamevanên di binçavan de sibê sewqî edliyeyê bên kirin
22:24 Li Rihayê ciwan ji bo Partiya Çepên Kesk li hev kom bûn
19:39 HDP: Em rê nadin dezgehên qirêj û provokasyonan
19:31 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê coşa 1’ê Gulanê
19:18 Li Kolik û Çewligê buroyên hilbijartinê hatin vekirin
19:12 Li Çewligê 1'ê Gulanê
18:36 Rojanemavn Gok navnîşana girtîgeha ku tê de ye parve kir
17:15 Kedkaran li Amedê bang kir: Ev pergal an dê biguhere yan dê biguhere
16:23 Kedkar li Qada Tandogan in: Em ê li dijî faşîzmê mil bidin milê hev
16:07 Li Mêrsîn û Edeneyê coşa 1’ê Gulanê
16:05 'Roja wê hat, dewran guherî, em ê vê pergalê biguherînin’
14:52 Li Qada Gundogdûyê 1’ê Gulanê: Tayîp wê biçe ev kar wê biqede
13:55 Li Dêrsimê pîrozbahiya 1’ê Gulanê: Em ê bi hev re biguherînin
13:53 Li Şirnexê 1’ê Gulanê hat pîrozkirin: Keda me dê serbikeve
13:46 Mitînga 1’ê Gulanê ya Stenbolê: Ked a me ye, siberoj a me ye
13:32 Bi deh hezaran kes dimeşin Maltepeyê: AKP wê têk biçe, kedkar wê bi ser bikevin
13:12 Îfade wergirtina rojnamevanên di bin çavan de dest pê kir
12:59 Keskîn Bayindir: Em ê bi berxwedana karker û kedkaran vê îktidarê bişînin
12:28 Operasyona leşkerî ya li herêma Omeriyanê didome
12:27 Ji rojnamevanên girtî peyama 1’ê Gulanê: Faşîzm wê têk biçe
12:06 Berxwedana ji bo Taksîmê: Tevî rojnameger Kuray, 39 kes hatin binçavkirin
12:05 Ferît Şenyaşar: Em ê bibin dengê 301 madenvanan
11:54 Îşkenceya li dijî rojnamevan Yilmaz hate gilîkirin
11:52 Mitînga 1’ê Gulanê ya Wanê: Em ê di 14’ê Gulanê de desthilata faşîst bişînin
11:44 Tifaqa Azadî û Demokrasiyê ya Kurd dê piştgiriya Kiliçdaroglû bike
11:42 Li Dêrsimê meşa 1’ê Gulanê
11:35 Bajar bi bajar qadên 1’ê Gulanê
11:17 Li Şirnexê 14 herêm hatin qedexekirin
11:07 DÎSK’ê çelenk danî li ber Bîrdariya Taksîmê
11:07 Ji Demîrtaş peyama 1’ê Gulanê: Dê karker û kedkar dawî li vê desthilata talanker bînin
10:59 Parêzerên hatin berdan: Ji bo têkçûna desthilatê em ê ewlehiya sindoqan biparêzin
10:56 Xwebûn bi manşeta ‘Faşîzm dê têk biçe’ derket
10:54 Namzetê Partiya Çepên Kesk Îpekçî: 14’ê Gulanê dê bibe hilbijartina azadkirina rojnamevanan
10:30 Polîsan êrişî kesên dixwestin biçin Taksîmê kirin: 6 kes hatin binçavkirin
10:22 Ji bo teqawidiyan banga 14’ê Gulanê: Xwedî li pêşeroja xwe derkevin
10:11 Endamê Koma Mûnzûr Gungoren: Em ê bi Partiya Çepên Kesk re li dijî yek zilamî bibin yek deng
10:03 Rojnamevanên jin: MKGP navnîşanek girîng a piştevaniyê ye
09:57 Li Taksîmê dorpêça 1’ê Gulanê
09:36 Banga ji bo mitînga Denîzliyê ya Partiya Çepên Kesk
09:33 Namzetê Partiya Çepên Kesk Bozan: Em ê li Mêrsînê dengên xwe ji sedî sed zêde bikin
09:07 Partiya Çepên Kesk dest bi xebatên mîtînga Tekirdagê kir
09:00 Ji bo xemsariya karesatê veguhere 'doza komkujiyê' gilî kir
09:00 ROJEVA 1'Ê GULANA 2023'YAN
30/04/2023
22:47 Li Marsîlyayê Mîtînga Partiya Çepên Kesk
20:03 Li Êlihê ciwanan bi meşekê binçavkirinan protesto kir
19:13 Partiya Çepên Kesk li her derê ye
18:43 'Armanc diyar e, deng ji bo Partiya Çepên Kesk'
18:05 Rojnamevanên di binçavan de: Em biqudret in
17:51 Di operasyona li hemberî ESP'iyan de hejmara binçavkiriyan gihîşt 23'yan
16:58 ‘Em ê 14 rojan bênavber bixebitin û li roja azad hişyar bibin’
16:30 Muzîkjenên kolanan bertek nîşanî ‘qedexeyê’ dan: Em kurd in lewma mudaxaleyî me dikin
16:29 Şandeya Partiya Çepên Kesk û DBP’ê serdana parêzer û hunermendan kir
16:19 Li Hatayê bîranîn: Em ê di 1’ê Gulanê û 14 Gulanê de ji wan hesab bipirsin
16:09 Uçar û Aydenîz ji bo piştevaniyê çûn serdana DFG û MKGP’ê
16:08 ‘Piştî tîpên S her der bûye Îmrali’
15:52 Malbata Şenyaşar: Tu kes ji vîna gel bihêztir nîne
15:47 Polîsan di bin çavan de êrişî rojnameger Yilmaz kirin
13:59 ‘Ya esasî ne tecrîd lê berxwedan e’
13:38 Doza ‘heqaret li Erdogan kiriye’ li zarokê 13 salî hat vekirin
13:37 Hevseroka DFG’ê Muftuoglû û rojnamevan Yilmaz birin Enqereyê
13:21 Li Edeneyê ji bo mitînga 1’e Gulanê banga tevlibûnê
12:59 Şanoya Bajêr a Amedê bernameya xwe ya meha gulanê eşkere kir
12:34 Tevî biryara bêçalakîtiyê jî êriş bênavber didomin
12:33 HDP: Ev operasyonên binçavkirinê darbeya li dijî hilbijartinê ye
11:23 ‘Parastina girtiyên nexweş, parastina mafên mirovan e’
11:17 Li Şirnexê otobûsa leşkeran wergeriya: 2 mirin 45 jî birîndar bûn
10:58 Mêrdîniyên li Îzmîrê: Em ê dengên Partiya Çepên Kesk du qat zêde bikin