Mitînga 1’ê Gulanê ya Wanê: Em ê di 14’ê Gulanê de desthilata faşîst bişînin

img
 
WAN - Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz a di mitînga 1’ê Gulanê ku bi hezaran kes tevlibûn de axivî, bi gotina “Hûn her roj bi hezaran kesan binçav bikin jî kurd wê dest ji têkoşîna xwe bernedin” anî ziman ku dê di 14’ê Gulanê de “tifaqa faşîst” winda bike. 
 
Bi pêşengtiya Platforma Şaxên Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK), Şaxa Genel-Îş a Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK), Baroya Wanê, Odeya Bijîşkan a Wan Colemêrgê, Şaxa Odeya Bijîşkên Diranan û Lijneya Koordînasyona Bajar (ÎKK) a Yekitiya Odeyên Endezyar û Avahîsazên Tirk (TMMOB) li Wanê pîrozbahiya 1’ ê Gulanê Roja Yekitî, Têkoşîn û Piştevaniyê hate lidarxistin. Bi hezaran kes tev li mitîngê bûn. Kedkarên ku beriya mitîngê li du baskan hatin ba hev, bi kortejên dirêj ber bi Parka Mûsa Anter ve dest bi meşê kirin. 
 
‘HÛN NIKARIN ÇAPEMENIYA AZAD BÊDENG BIKIN’ 
 
Li pêşiya kortejê pankarta “Hûn dê nekarin bêdeng bikin” a Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) û Platforma Rojnamegerên Jin ên Mezopotamyayê (MKGP) ku ji hêla rojnamegeran ve hate hatibû hilgirtin hate vekirin. Di tevahiya meşa kortejê de dirûşmên “Çapemeniya Azad nayê bêdengkirin”, “Bijî Yekê Gulanê” û “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin” hatin berzkirin û kedkar gihiştin qadê. 
 
Di baskê meşê yê din de jî Partiya Çepên Kesk, HDP’î û DBP’î meşiyan. Li ser dikê pankartên “Kî ne em? Gelê serfiraz, dijminê dijmin, dostê aştîxwaz, em xweş mirov in” û “Em ê teslîmî bêsîgortebûn, newekhevî, paşverûtî û rantê nebin. Ji bo hêvî û têkoşînê mezin bikin bijî 1’ê Gulanê” hatin daliqandin. Pankarta “Ji bo serkeftinê pêdivî bi wêrektiyê heye. Şoreşa Kurdistanê li Rojhilata Navîn ronesanseke. Jiyana ku beriya wê tê kirin ne bi mûcîzeyan bi şoreşê pêkan e” ya ji gotinên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li qadê hate gerandin. Piştî rêzgirtinê ewilî koma muzîkê ya Egîtîm Sen’ê derket ser dikê. Dirûşmeyên kedkarên ku bi stranên hatin gotin govend gerandin kêliyekê jî nesekinîn.”
 
‘EM Ê TESLÎMÎ VÊ PERGALÊ NEBIN’ 
 
Serokê Şaxa Egîtîm Sen’a Wanê Mûrat Atabay ê li ser navê Komîteya Amadekar axivî, wiha got: “Hesaba hemû hilweşînin hatin kirin em kedkar dê bipirsin; em ê vê pergala rant, newekhevî û xizaniyê hilweşînin. 1’ê Gulana 2023’yan wê bibe destpêkeke nû. Em ji bo pêşerojeke ku polîtîkayên şer bi dawî dibin, pirsgirêka kurd çareser bibe, kes ji ber nasnameya xew mûameleya çîna duyemîn nebîne, azadiya fikr û îfadeyê neyê cezakirin, ked û laîktî lê serwer be têdikoşin.”
 
TTB: WELAT NE MEHKÛMÎ TARÎTIYÊ YE
 
Piştî Atabay Sekreterê Giştî yê TTB’ê Vedat Bûlût axivî û wiha got: “Hemû karkerên cîhanê ji bo dîktariyê ji holê rakin hatine bahev. Nêze ku em dawiyê li polîtîkayên hilweşîner ên desthilatê bînin. An dê ev tarîtî berdewam bike an jî em ê welatekî ku kedkaran mafên xwe bi dest bixin ava bikin. Tirkiye ne mehkûmî vê tarîtiyê ye. Em welatekî ku adil, wekhev û xwe gihandineke tenduristiya bê pere dixwazin û em ê vê bi dest bixin.”
 
KESK: EM Ê DI 14’Ê GULANê DE JI REJÎMA YEK ZILAMÎ RE BÊJIN NA
 
Hevserokê Giştî yê KESK’ê Mehmet Bozgeyîk jî wiha axivî: “Bi qirkirinên siyasî dixwazin me bêdeng bikin lê ye ji xwe ye. Me 21 salan bîat nekir û em ê wan di 14’ê Gulanê de bişînin. Me di demekî nêzîk de du erdhej jiyan; me dît ku polîtîkayên talan û rantker ên desthilatê têk çûn. Gelê me bi rojan di bin kavilan de ma li benda xelaskirinê. Yekane sedemê van hemûyan pergala yek zilamî ye. Em hemû dê bibin yek xwe bi rêxistin bikin û li dijî rejîma yek zilamî bi ruhê seferberiyê xwedî li pêşeroja xwe derkevin. Bi salane polîtîkayên israra di şer de û neçareserkirina pirsgirêka kurd tê ferzkirin. Ev welat bi polîtîkayên tecrîd, bişaftin û zextan her roj hinek din kûrtir dibe, li dijî kesên çareserkirina pirsgirêka kurd dixwazin zext zêde dibin. Bi van polîtîkayan bi hezaran mirovên me bi kumpasan diavêjin girtîgehan û digirin. Ji ber vê yekê tercîha me ya 14’ê Gulanê gelek girîng e û em ê ji pergala yek zilamî re bibêjin na.”
 
DBP: DI SOSYALÎZMÊ DE ISRAR DI MIROVBÛNÊ DE ISRAR E
 
Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz jî ev tişt gotin: “Kedkar îro li dijî desthilata faşîst li qadan e. Îro, jin, kedkar, ciwan li dijî vê pergala kapîtalîst ala sosyalîzmê radikin. Ji ber ku em dizanin israra di sosyalîzmê de israra di mirovbûnê de ye. Ji bo em pêşerojê ava bikin em ê bi hev re biçin 14’ê Gulanê. Kesên îro li qadan li cem hev disekinin destê hev bernedin ji ber em ê sibeya 15’ê gulanê vê govendê dîsa bigerînin. AKP û MHP çawa dijminê jinan, demokrasiyê, ciwanan, baweriyan be dijminê kedkaran e jî. Ji ber vê em ê têkoşîna xwe mezin bikin û hesabê ji vê desthilata faşîst bipirsin. Heke niha Wan qeyrana aboriyê di asta herî jor de bijî sedemê vê AKP ye. Ji ber vê em ê AKP’ê bikin partiya tabelayê. Digotin ev desthilat naçe lê me di sala 2019’an de paş ve bir û em ê di 14’ê Gulanê de jî bi desthilata faşîst bidin windakirin. Têkoşîna gelê kurd qasî ji bo azadiya Kurdistanê ji bo demokratîkbûyîna Tirkiyeyê ye.”
 
‘EM Ê DEST JI TÊKOŞÎNÊ BERNEDIN’
 
Aydenîz, a qala operasyonên qirkirinê yên siyasî kir axaftina xwe wiha domand: “Bi rojane bi bikaranîna sepanên dewletê yên bi zorê operasyonên siyasî dikin. Çiqas operasyonan bikin jî ye ji xwe ye, ji ber ku we winda kir. Kurd tu car paş ve gavê naavêjin. Hûn her roj bi hezaran kesan binçav bikin jî wê ev gel dest ji têkoşîna xwe bernede. Heke pirsgirêka kurd bi rê û rêbazên demokratîk neyê çareserkirin Tirkiye demokratîk nabe. Em ê bi têkoşîna kurdan û kedkaran demokrasiyê bînin Tirkiyeyê. Ji ber vê yekê em bawer dikin ku sibeya 15’ê Gulanê dê bibe roja ku em komara demokratîk ava bikin. Divê em ji bîr nekin ku her roj li qadan bimînin û ji her derê re ji herkesê re vebêjin ku 14’ê Gulanê çiqas girîng e. Em bawer dikin ku bi sekna gel û kedkaran a ligel hev em ê bi vê desthilata faşîst bidin windakirin.”
 
Piştî axaftinan mitînga 1’ê Gulanê bi stranên Aryen Komê bi dawî bû.
 

Sernavên din

02/05/2023
16:46 Li Kurdistan û Tirkiyeyê coşa Partiya Çepên Kesk: Em ê vê pergalê bi hev re biguherînin
16:42 Hat xwestin ku kujerê Ûytûn were cezakirin
16:05 Di lêpirsîna navenda wê Stenbol de hejmara binçavkiriyan derket 32’yan
16:05 Malbata Şenyaşar: Em ji bo jiyana mirovî ava bikin li ber xwe didin
16:03 Sê cenaze anîn nexweşxaneya Mêrdînê
15:20 Gergerlîoglû, giliyê Soylû yê ji hilbijartinên 14’ê Gulanê re got ‘darbe’ kir
15:04 Li Amedê nûnerên baweriyên cuda li ser heman sifreyê hatin ba hev
14:31 Li ODTU’yê bertek nîşanî binçavkirinan dan
13:26 Kaya: Zimanê me wê bibe zimanê perwerdehiyê
12:59 Danişîna doza qezaya Dêrikê hate lidarxistin
12:43 Ji Wezareta Karên Hundir pergala ‘şopandina hilbijartinê ya paralel’
12:42 Dozgeriyê dest bi îfadeyên rojnamevan Muftuoglû û Yilmaz kir
12:34 Li Hezexê 19 binçavkirî hatin berdan
12:24 Qedexeyên roja hilbijartinê eşkere bûn
12:06 Partiya Çepên Kesk li Bazarcixê ye: Em ê di 14’ê Gulanê de mezintirîn govendê bigirin
11:46 201 kesên di 1’ê Gulanê de li Stenbolê hatibûn binçavkirin hatin berdan
11:34 Peyamên ji qadên 1’ê Gulanê: Gel dê di 14’ê Gulan dê qedera xwe diyar bike
11:18 Li Stenbolê serdegirtinên malan: Herî kêm 17 kes hatin binçavkirin
11:15 Bîra salên 90’î ‘Emîn Abê’ di rêya Meclisê de ye
11:03 Li dijî Partiya Çepên Kesk êrişa nijadperest: Ne êrişkar lê şofêrê wesayîtê hat binçavkirin
11:01 Di mehekê de hezar û 81 caran bombebaran
10:52 Parêzerên ji bo hevdîtina li gel Ocalan carek din serlêdan kir
10:19 Qedexeya li gundên Çiyayê Bagokê hat rakirin, tevgera leşkerî didome
10:06 Ji bo gundê elewî rê nîne!
09:47 Qeyûm, walî û qeymeqam ji bo propaganda AKP’ê li qadan e
09:18 Li gundên Nisêbinê qedexeya derketina derve hat ragihandin
09:17 Li Semsûrê li dibistanên xesardîtî perwerdehî!
09:01 Bertek nîşanî namzetê AKP'ê yê fuzehez dan: Em ê nehêlin dijminê kurdan bên hilbijartin
09:01 Waliyê Şirnexê tevî cerdevanan ji bo AKP'ê li dengan digere!
09:00 ROJEVA 2'YÊ GULANA 2023'YAN
08:25 Ji Hevseroka DFG’ê Mufutoglû xebatên rojnamevaniyê hatin pirsîn
01/05/2023
22:57 Tê payin ku rojnamevanên di binçavan de sibê sewqî edliyeyê bên kirin
22:24 Li Rihayê ciwan ji bo Partiya Çepên Kesk li hev kom bûn
19:39 HDP: Em rê nadin dezgehên qirêj û provokasyonan
19:31 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê coşa 1’ê Gulanê
19:18 Li Kolik û Çewligê buroyên hilbijartinê hatin vekirin
19:12 Li Çewligê 1'ê Gulanê
18:36 Rojanemavn Gok navnîşana girtîgeha ku tê de ye parve kir
17:15 Kedkaran li Amedê bang kir: Ev pergal an dê biguhere yan dê biguhere
16:23 Kedkar li Qada Tandogan in: Em ê li dijî faşîzmê mil bidin milê hev
16:07 Li Mêrsîn û Edeneyê coşa 1’ê Gulanê
16:05 'Roja wê hat, dewran guherî, em ê vê pergalê biguherînin’
14:52 Li Qada Gundogdûyê 1’ê Gulanê: Tayîp wê biçe ev kar wê biqede
13:55 Li Dêrsimê pîrozbahiya 1’ê Gulanê: Em ê bi hev re biguherînin
13:53 Li Şirnexê 1’ê Gulanê hat pîrozkirin: Keda me dê serbikeve
13:46 Mitînga 1’ê Gulanê ya Stenbolê: Ked a me ye, siberoj a me ye
13:32 Bi deh hezaran kes dimeşin Maltepeyê: AKP wê têk biçe, kedkar wê bi ser bikevin
13:12 Îfade wergirtina rojnamevanên di bin çavan de dest pê kir
12:59 Keskîn Bayindir: Em ê bi berxwedana karker û kedkaran vê îktidarê bişînin
12:28 Operasyona leşkerî ya li herêma Omeriyanê didome
12:27 Ji rojnamevanên girtî peyama 1’ê Gulanê: Faşîzm wê têk biçe
12:06 Berxwedana ji bo Taksîmê: Tevî rojnameger Kuray, 39 kes hatin binçavkirin
12:05 Ferît Şenyaşar: Em ê bibin dengê 301 madenvanan
11:54 Îşkenceya li dijî rojnamevan Yilmaz hate gilîkirin
11:52 Mitînga 1’ê Gulanê ya Wanê: Em ê di 14’ê Gulanê de desthilata faşîst bişînin
11:44 Tifaqa Azadî û Demokrasiyê ya Kurd dê piştgiriya Kiliçdaroglû bike
11:42 Li Dêrsimê meşa 1’ê Gulanê
11:35 Bajar bi bajar qadên 1’ê Gulanê
11:17 Li Şirnexê 14 herêm hatin qedexekirin
11:07 DÎSK’ê çelenk danî li ber Bîrdariya Taksîmê
11:07 Ji Demîrtaş peyama 1’ê Gulanê: Dê karker û kedkar dawî li vê desthilata talanker bînin
10:59 Parêzerên hatin berdan: Ji bo têkçûna desthilatê em ê ewlehiya sindoqan biparêzin
10:56 Xwebûn bi manşeta ‘Faşîzm dê têk biçe’ derket
10:54 Namzetê Partiya Çepên Kesk Îpekçî: 14’ê Gulanê dê bibe hilbijartina azadkirina rojnamevanan
10:30 Polîsan êrişî kesên dixwestin biçin Taksîmê kirin: 6 kes hatin binçavkirin
10:22 Ji bo teqawidiyan banga 14’ê Gulanê: Xwedî li pêşeroja xwe derkevin
10:11 Endamê Koma Mûnzûr Gungoren: Em ê bi Partiya Çepên Kesk re li dijî yek zilamî bibin yek deng
10:03 Rojnamevanên jin: MKGP navnîşanek girîng a piştevaniyê ye
09:57 Li Taksîmê dorpêça 1’ê Gulanê
09:36 Banga ji bo mitînga Denîzliyê ya Partiya Çepên Kesk
09:33 Namzetê Partiya Çepên Kesk Bozan: Em ê li Mêrsînê dengên xwe ji sedî sed zêde bikin
09:07 Partiya Çepên Kesk dest bi xebatên mîtînga Tekirdagê kir
09:00 Ji bo xemsariya karesatê veguhere 'doza komkujiyê' gilî kir
09:00 ROJEVA 1'Ê GULANA 2023'YAN
30/04/2023
22:47 Li Marsîlyayê Mîtînga Partiya Çepên Kesk
20:03 Li Êlihê ciwanan bi meşekê binçavkirinan protesto kir
19:13 Partiya Çepên Kesk li her derê ye
18:43 'Armanc diyar e, deng ji bo Partiya Çepên Kesk'
18:05 Rojnamevanên di binçavan de: Em biqudret in
17:51 Di operasyona li hemberî ESP'iyan de hejmara binçavkiriyan gihîşt 23'yan
16:58 ‘Em ê 14 rojan bênavber bixebitin û li roja azad hişyar bibin’
16:30 Muzîkjenên kolanan bertek nîşanî ‘qedexeyê’ dan: Em kurd in lewma mudaxaleyî me dikin
16:29 Şandeya Partiya Çepên Kesk û DBP’ê serdana parêzer û hunermendan kir
16:19 Li Hatayê bîranîn: Em ê di 1’ê Gulanê û 14 Gulanê de ji wan hesab bipirsin
16:09 Uçar û Aydenîz ji bo piştevaniyê çûn serdana DFG û MKGP’ê
16:08 ‘Piştî tîpên S her der bûye Îmrali’
15:52 Malbata Şenyaşar: Tu kes ji vîna gel bihêztir nîne
15:47 Polîsan di bin çavan de êrişî rojnameger Yilmaz kirin
13:59 ‘Ya esasî ne tecrîd lê berxwedan e’
13:38 Doza ‘heqaret li Erdogan kiriye’ li zarokê 13 salî hat vekirin
13:37 Hevseroka DFG’ê Muftuoglû û rojnamevan Yilmaz birin Enqereyê
13:21 Li Edeneyê ji bo mitînga 1’e Gulanê banga tevlibûnê
12:59 Şanoya Bajêr a Amedê bernameya xwe ya meha gulanê eşkere kir
12:34 Tevî biryara bêçalakîtiyê jî êriş bênavber didomin
12:33 HDP: Ev operasyonên binçavkirinê darbeya li dijî hilbijartinê ye
11:23 ‘Parastina girtiyên nexweş, parastina mafên mirovan e’
11:17 Li Şirnexê otobûsa leşkeran wergeriya: 2 mirin 45 jî birîndar bûn
10:58 Mêrdîniyên li Îzmîrê: Em ê dengên Partiya Çepên Kesk du qat zêde bikin
10:55 Ji Zîlana 17 salî ev 2 roj in tu agahî nayên girtin
10:54 Rojnamegerên li Stenbolê hatibûn binçavkirin hatin berdan