PENa Kurd: Çi bikin jî dê nekarin Çapemeniya Azad bêdeng bikin

  • rojane
  • 16:26 29 Nîsan 2023
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - PENa Kurd bi daxuyaniyekê bertek nîşanî girtin û binçavkirina rojnamegeran da û wiha got: “Naxwazin rastiyên wan ên qirêjî derkevin holê lewma rojnamegeran hedef digirin û karên wan krîmînalîze dikin. Lê çi bikin jî dê nekarin Çapemeniya Azad bêdeng bikin.” 

 
PENa Kurd, têkildarî girtin û binçavkirinên navendên wan Amed û Enqereyê de daxuyaniyeke nivîskî weşand. PENa Kurd di daxuyaniya xwe de bang li hemû rojnameger û rêxistinên pîşeyî kir ku bi yek dengî li dijî van êrişan derkevin û dengê xwe bilind bikin. 
 
BI NÊZBÛNA HILBIJARTINÊ RE ZEXT ZÊDE BÛN
 
Di daxuyaniyê de hat gotin ku li bakurê Kurdistanê êriş û zextên li dijî xebatkarên Çapemeniya Azad dewam dikin û ev tişt hatin parvekirin: “Rojnamegerên li dû rastiya heqîqetê hema bêje her roj tên binçavkirin û girtin. Di 11 mehên dawî de li dijî rojnamegeran gelek caran operasyon hatin kirin. Di çarçoveya lêpirsîneke Serdozgeriya Komarê ya Amedê de li 21 bajaran der barê 216 kesan de biryara binçavkirinê hatibû dayîn. Ji van kesan 144 kes hatibûn binçavkirin. Ji kesên binçavkirî 48 jê hatin girtin. Di nava kesên hatin binçavkirin de rojnameger, siyasetmedar, hunermend û parêzer hene. Rojnameger Mehmetşah Oruç, Bêrîtan Canozer, Abdurrahman Gok û Remzî Akkaya bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê’ hatin girtin. Her wiha îro dîsa di çarçoveya lêpirsîna navenda wê Enqereyê de Hevseroka DFG’ê Dîcle Muftuoglû û Edîtorê Ajansa Mezopotamyayê Sedat Yilmaz hatin binçavkirin. Niha hilbijartinên 14’ê Gulanê nêz dibin û ji bo îktidara AKP-MHP’ê bi ser bikeve jî zext û êrişên xwe zêde dikin. 
 
ROJNAMEGERÊN HATIN GIRTIN
 
Di 8’ê hezîrana 2022’yan de di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê de Midûra JINNEWS’ê Safiye Alagaş jî di nav de bi giştî 22 kes hatin binçavkirin û di 16’ê hezîranê de 16 rojnameger hatin girtin. Îdianameya rojnamegeran 10 meh şûnde hate amadekirin û rûniştina yekem wê di 11’ê tîrmehê de bê dîtin. Di 29’ê cotmeha 2022’yan de jî di çarçoveya lêpirsîneke cuda ya Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê de Midûra Karên Nivîsan a MA’yê Dîren Yurtsever, nûçegihan Berîvan Altan, Ceylan Şahînlî, Denîz Nalim, Emrûllah Acar, Hakan Yalçin, Selman Guzelyuz, nûçegîhanên JINNEWS’ê Habîbe Eren û Oznur Deger hatin girtin. Rûniştina 9 rojnamegeran wê di 16’ê gulanê de bê dîtin. 
 
GIRTINÊN DAWÎ AMADEKARIYÊN HILBIJARTINÊ YÊN ÎKTÎDARÊ NE 
 
Îktidara AKP-MHP’ê ya heyî çapemenî kiriye bin kontrola xwe û bi vê yekê re zimanekî êrişkar, cudakar û zayendperest bi kar tîne. Ev yek jî bingeha tundiya li ser jinê û civakê ava dike û dibe sedem ku jin û civak hîn zêde bên çewisandin. Ji bo qirêjî û kêmasiyên vê iktidara heyî dernekeve jî Çapemeniya Azad hedef tê girtin. Bi operasyona herî dawî ya li dijî Çapemeniya Azad, hunermed, siyasetmedar û parêzeran eşkere xuya dike ku ev di heman demê de jî amadekariya îktidara heyî ya ji bo hilbijartinên 14'ê Gulanê ye. Ev îktidar ji bo di hilbijartinê de bi ser bikeve operasyonên çavtirsandinê û çewisandinê pêk tîne. Lê belê gelê kurd hêza xwe ji kevneşopiya xwe ya têkoşer digire û heta niha tu carî serî netewandiye. Wê ji niha şûnde jî serî netewîne û gavê paşde neavêje. 
 
DIXWAZIN KARÊ ROJNAMEGERAN KRÎMÎNALÎZE BIKIN
 
Sîstema heyî ya ku dixwaze kar, xebat û çalakiyên tên kirin krîmînalîze bike, her tim ji êrişên li ser Çapemeniya Azad re dest pê kiriye. Heta niha kîjan îktidar hatibe di destpêkê de êrişî rojnamegeran û Çapemeniya Azad kirine. Ev jî qarneyê vê sîstema heyî ya tarî derdixe holê. Bi awayekî derhiqûqî û bi îddiayên pûç û vala xebatkarên Çapemeniya Azad tên cezakirin. Rojnameger Abdurrahman Gok ê ku li Amedê hate girtin bi wêneyê Kemal Kurt ê kişand rastiyeke mezin derxist holê. Bi wî wêneyî hat eşkerekirin ku Kemal ji aliyê polîsan ve hatiye qetilkirin. Dîsa rojnameger Bêrîtan Canozer û Safiye Alagaş bi salan e dibin dengê hemû jinên cîhanê. Her wiha Ahmet Kanbal jî tarîtiya 30 salan a li şaredariyên ku qeyûm tayînî ser wan hat kirin derxist holê. Ji ber rojnameger rastiyê derdixin holê ji ber ku kêmasî û neheqiyên îktidara heyî derdixin holê loma jî bûn hedef. Ev sîstema heyî bi salan e di bin navê ‘endamtiya rêxistinê, propagandaya rêxistinê’ de dixwaze rojnamegeran asteng bike û dengê civakê nedin bihîstin. Herî dawî jî zagona dezenformasyonê anku zagona sansurê hat derxistin û bi vê re hat xwestin rojnameger bên eciqandin, bêdeng bimînin û nema karê xwe bikin. Li dijî van hemû zext û zordestiyan rojnamegeran gotin, ‘Em ê karê hevalên xwe nîvco nehêlin, em ê pênûsa hevalên xwe li erdê nehêlin.’ Em jî wekî PENa Kurd dibêjin em ê xwedî li ked, xebat û têkoşîna rojnamegerên Çapemeniya Azad derkevin. 
 
BANGA JI BO DERXISTINA DENG 
 
Ji bo pêşîlêgirtina van êrişan jî divê em bi yek dengî tev bigerin, hemû rojnameger û rêxistinên pîşeyî yên rojnamegeran bertekê nîşanî van girtinan bidin. Em bang li raya giştî dikin ku li dijî operasyonên mafê azadiya ramanê binpê dikin dengê xwe bilind bike. Li dijî operasyonên qirkirina siyasî, operasyonên hilbijartinê wê têkoşîna gelê kurd dewam bike. Wê tu hêz nikaribe mafê girtina nûçeyan a civakê asteng bike. Wê tu kes nikaribe rastî, heqîqet û Çapemeniya Azad bêdeng bike."
 

Sernavên din

30/04/2023
12:33 HDP: Ev operasyonên binçavkirinê darbeya li dijî hilbijartinê ye
11:23 ‘Parastina girtiyên nexweş, parastina mafên mirovan e’
11:17 Li Şirnexê otobûsa leşkeran wergeriya: 2 mirin 45 jî birîndar bûn
10:58 Mêrdîniyên li Îzmîrê: Em ê dengên Partiya Çepên Kesk du qat zêde bikin
10:55 Ji Zîlana 17 salî ev 2 roj in tu agahî nayên girtin
10:54 Rojnamegerên li Stenbolê hatibûn binçavkirin hatin berdan
10:41 Ji Antalyayê bang: Di 1’ê Gulanê de dakevin qadan, di 14’ê Gulanê de herin ser sindoqan
10:40 Înfaza nivîskarê girtî Algunerhan cara duyemîn hate şewitandin
10:21 Namzetê suryan: Em dikarin bi cudahiyên xwe jiyaneke nû ava bikin
09:36 Li dijî ESP’ê operasyona hilbijartinê: Hevserok Tumuklu û gelek kes hatin binçavkirin
09:36 Rojnamevan Kanbal: Ji bo ku Soylû twît parve bike, me kirin binçavan
09:28 Xelkê Wanê: Desthilata AKP’ê vê carê teqez dê têk biçe
09:12 Li girtîgehê li xizma girtî ku platîn di nigê wê de ye ferzkirina X-Rayê
09:10 Partiya Çepên Kesk: Em li kuçeyê dibînin ku em ê ji Mûglayê parlamenterekî bişînin meclisê
09:09 '1'ê Gulanê dê bibe nîşaneya 14'ê Gulanê'
09:07 Girtiyê nexweş Kodîn cardin hat girtin
09:00 ROJEV 30’YÊ NÎSANA 2023’YAN
29/04/2023
21:15 Ahmet Turk: Bêyî kurdan dê nikaribin gavekê jî biavêjin
20:29 Rojnamevanên ku girtina hevpîşeyên xwe protesto kirin hatin binçavkirin
20:17 Parêzer Ataş û keseke din jî hatin berdan
19:51 Li Tarsûsê mîtîng: Em ê di 14'ê Gulanê de biharê bînin
18:44 Li gundên Semsûrê hê jî pirsgirêka tuwaletê nehatiye çareserkirin
18:27 'Jin dê AKP'ê bikin partiya tabelayê'
17:55 Leşkerek mir
17:50 Ûçar: 14'ê Gulanê ne darbe ye, bihar e
17:06 AKP’iyên tevî cerdevanan xebatên hilbijartinê dikirin ji gund hatin qewirandin
16:57 Partiya Çepên Kesk li her çar aliyan bi coşeke mezin tê pêşwazîkirin
16:56 Demîrtaş bersiv da gotinên Ahmet Şik: Tu HDP’ê ji Selahattîn cuda bikî tiştek namîne
16:50 Bûldan: Em dixwazin di 15’ê Gulanê de ji sibeyeke bêhiqûqî nebin re şiyar bin
16:26 PENa Kurd: Çi bikin jî dê nekarin Çapemeniya Azad bêdeng bikin
16:17 Sancar li Rihayê serdana gelek cihan kir
16:02 Hat xwestin ku girtiya nexweş Neslîhan Çetîn bê dermankirin
15:59 Jin dê 14’ê Gulanê bi serkeftinê tacîdar bikin
15:57 Basin-Îş: Binçavkirin û girtina rojnamevanan pirsgirêka hemû civakê ye
15:56 Bi girseyî serdana şîna Mehmet Karahan hat kirin
15:46 Partiya Çepên Kesk li quntara Çiyayê Kumtik bi jinan re civiya
15:30 Li Amed, Êlih û Îzmîrê aqûbeta windakiriyan hate pirsîn
15:14 Hiqûqnasan perwerdeya ewlehiya hilbijartinê dan
14:58 28 sal in nexweşî lê peyda bûne
14:33 Bîlançoya operasyona hilbijartinê: 48 kes hatin girtin, 91 kes hatin berdan
14:28 Herêma Serhedê xwe bi rengê Partiya Çepên Kesk xemilandiye
14:17 NY’ê biryar da ku girtina rojnamegeran ji nêz ve bişopîne
14:15 ‘Soylû rayeya xwe ya wezaretê ji bo mûxalefetê bêdeng bike bi kar tîne’
14:07 Li Bodrum û Ceyhanê civîna gel
13:54 Kesên di operasyona navenda wê Enqereyê de hatin binçavkirin
13:46 Dibe ku hûn rojnamevan Abdurrahman Gok bigirin lê belê hûn nikarin pênûsa wî bigirin!
13:38 Malbata Şenyaşar: Heta ku edalet neyê, aştî û aramî jî nayê
13:30 HDP: Ayten Donmez bi delîlên sexte hate girtin
13:19 DFG: Hûn dê nekarin Çapemeniya Azad bêdeng bikin
12:34 Li Wanê otobusa rêwiyan wergeriya: 16 kes birîndar bûn
12:29 Polîsan êrişî Dayikên Şemiyê kirin
12:23 ‘Dê ‘ewlehiya sindoqan’ li Balikesîrê nebe pirsgirêk’
12:22 Hevseroka Giştî ya OHD’ê Yeter: Operasyon li rêgeza ewlehiya hiqûqî hev nayê
12:18 Basin-Îş: Wê nikaribin dengê çapemeniya azad qut bikin
12:01 Hêzên demokrasiyê yên Mêrsînê dê di 1’ê Gulanê de li qadan bin
11:45 Ji Baroya Hatayê ji bo hilbijartinê seferberiya ‘ewlehiya sindoqan’
11:31 Li Êlihê banga 1’ê Gulanê: Em li dijî talan û diziyê qadan tije bikin
11:00 Damezirînera ICAVI'yê bang li jinan kir: Baweriya xwe bi sozên îslamiyên siyasî neyînin
10:58 Avahiya terkkirî veguherandin cihê têkoşînê
10:24 ‘Rojnamegerên ku dê dev ji heqîqetê bernedin hene’
10:21 Bêyî ku doza înşeata mizgeftê biqede ji bo hilbijartinê hat temamkirin
10:07 Jin 1'ê Gulanê pêşwazî dikin: Em heqê keda xwe nastînin
09:56 Bertekên li dijî binçavkirin û girtinan: Em ê dev ji heqîqetê bernedin
09:47 Tesîsa ceyranê û valakirina çopê dibe sedema mirina sewalan
09:00 ROJEVA 29’Ê NÎSANA 2023’YAN
08:32 Hevseroka DFG’ê Muftuoglû û rojnamevan Yilmaz hatin binçavkirin
28/04/2023
23:59 Parêzer Temûr û rojnamevan Kanbal hatin berdan
23:20 Rojnamevan Kanbal bi nûçeya der barê du birayên hatin qetilkirin de hat sûcdarkirin
22:31 Tê gotin ku cerdevanan li Elkê 2 xanî şewitandine
21:54 Bûldan: Gelan biryara xwe daye, wê biguherînin
21:50 Akin: Navnîşana guherînê Partiya Çepên Kesk e
20:45 Sancar: Hêza guherandina vê pergalê em in
20:23 Li Kovanciyanê buroya Partiya Çepên Kesk hat vekirin
19:09 Li Mûşê 2 ciwan hatin girtin
18:17 Dayika ku hestiyên kurê wê bi kargoyê jê re hatin şandin hat girtin
18:08 Hejmara kesên li Amedê hatin girtin gihîşt 39'an
17:56 Seroka IFJ’ê Pradalîé: Girtina rojnamevanan nayê qebûlkirin
17:45 Rojnamevanên di binçavan de anîn Edliyeyê
16:47 Li Wanê ji bo mitînga 1’ê Gulanê banga tevlibûnê hate kirin
16:35 Xebatên hilbijartinê didomin: Ev hilbijartina man û nemanê ye
16:23 Kesên di 1’ê Gulana 1977’an de li Taksîmê hatin qetilkirin, hatin bibîranîn
15:50 Li ber Edliyeya Amedê protesto: Em natirsin, em li vir in
15:44 Ji bo Roboskî edalet hat xwestin
15:43 ÎKK’a Amedê ya TMMOB’ê bertek nîşanî girtinan dan: Em ê serî netewînin
14:44 Demîrtaş bertek nîşanî binçavkirin û girtinan da: Ev komploya Qesrê, Soylû û Bozdag e
14:36 Mîtînga Misircê: Em ê dijminên kurdan di 14'ê Gulanê de bişîni
14:26 ‘Wê ev operasyon dawiya wan bîne’
14:13 Tifaqa Ked û Azadiyê wê piştgiriya Kiliçdaroglû bike
13:36 Malbata Şenyaşar: Cilnimêj eniyên qirêj paqij nake!
13:33 Semra Guzel: Ya ku tê darizandinê rastiya gelê kurd e
12:30 Dozger xwest rojnamevan Çelîk û Yayla bên cezakirin
12:09 Rojnamevan Aktan: Beriya hilbijartinê dixwazin li Kurdistanê rewşek tarî biafirînin
12:03 14 kesên di bin çavan de sewqî edliyeyê hatin kirin
11:32 Li gundên ser sînor Partiya Çepên Kesk bi coş hate pêşwazîkirin
11:30 Li Amedê hejmara kesên hatin girtin derket 28'an
11:05 Şanoya Bajêr a Amedê: Hevalên me tev hatin berdan, niha jî dora temaşekirina lîstikê ye
10:45 Guney: Sicîla Tirkiyeyê di warê azadiya çapemeniyê de nepaqij e
10:39 Li Hatay û Mereşê erdhej çêbû
10:32 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serî li serdozgeriyê dan
10:22 Li Bûrsayê kesayeta bi têkoşînê navdar e di rêya Meclisê de ye