Basin-Îş: Wê nikaribin dengê çapemeniya azad qut bikin

  • rojane
  • 12:18 29 Nîsan 2023
  • |
img
ENEQERE - Nûnerê Basin Îşê yê Herêmê Tûrgût Dedeoglû diyar kir ku her ku hilbijartin nêz dibe zextên li ser kedkarên çapemeniya azad jî zêde dibin û got: “Wê nikaribin dengê çapemeniya azad qut bikin. Wê nikaribin rojnamevanan bêdeng bikin.” 
 
Piştî ku pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyeyê di salên 2013-2015’an de bi dawî bû, dîsa polîtîkayên şer ketin dewrê. Ev polîtîka herî zêde li dijî siyasetmedar, parêzer, rewşenbîr û rojnamegerên kurd hatin kirin. Her ku hilbijartinên Serokkomariyê û Parlamenteriyê yên di 14'ê Gulanê nêzîk dibin, zextên li ser rojnamevanan zêde dibin. Di 8’ê Hezîrana 2022’yan de di encama serdegirtinên li ser kargehên produksiyonên kurd, JINNEWS’ê de 16 rojnameger hatibûn girtin. Piştre di 25’ê Cotmeha 2022’yan de jî di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê de di serdegirtina buroyên Ajansa Mezopotamya (MA) û JINNEWS’ê de 11 rojnameger hatin binçavkirin. Ji rojnamegerên hatin binçavkirin 9 jê hatin girtin. Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê de di 25'ê Nîsanê de zêdeyî 140 kesî di serdegirtina malan de hatibûn binçavkirin. Di van serdegirtinan de Edîtorê MA’yê Abdurrahman Gok, nûçegihanê MA’yê Mehmetşah Orûç, Nûçegihana JINNEWS'ê Bêrîtan Canozer, rojnameger Remzî Akkaya, Mîkaîl Barut bi îdiaya "endamtiya rêxistinê” hatin girtin. Herî dawî îro jî Hevseroka Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) û edîtora MA’yê Dîcle Muftuoglû û Edîtorê MA’yê Sedat Yilmaz hatin binçavkirin.
 
Nûnerê Basin Îşê ya girêdayî Konfedarasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) Tûrgût Dedeoglû operasyonên binçavkirin û girtinê yên li dijî rojnamevanan nirxand. 
 
‘HELWESTA LI DIJÎ HILBIJARTINÊ YE’ 
 
Dedeoglû van operasyonên wek tevdîrên îktidarê yên beriya hilbijartinê ye li dijî Çapemeniya Azad pêk tîne nirxand û got: “Binçavkirina Hevseroka DFG’ê Dîcle pir eşkere vê helwestê nîşan dide. Ev tişt nayê qebûlkirin. Rojnamevanên hatine binçavkirin, endamên Basin Îşê ne. Her wiha di jêpirsînên li emniyete de ji rojnamevanan tê pirsîn ku çima endamên Basin Îşê ne. Ev yek jî rewşa Tirkiyeyê ku gihîştiyê nîşanî me dide. Em dibêjin ku ev operasyon helwestek li dijî hilbijartinê ye.” 
 
‘WÊ NIKARIBIN ROJNAMEVANAN BÊDENG BIKIN’ 
 
Dedeoglû bal kil kişand zêdebûna zextên li ser Çapemeniya Azad û wiha got: “Wê hin bêtir bi tundî bi ser çapemeniya azad ve werin ku dengê wê qut bikin. Îro belkî du rojnamevan hatibin binçavkirin, dibe ku sibê bibin çar rojnamevan. Ne mimkûn e ku dengê çapemeniya azad qut bikin. Ne dikarin bi binçavkirin û girtinan dengê çapemeniya azad qut bikin ne jî dikarin pêşiya nûçeyên rojnamevanan bigirin. Van li gorî xwe van tevdîran girtiye. Wê tu demê nikaribin dengê çapemeniya azad qut bikin. Wê nikaribin rojnamevanan bêdeng bikin. Dibe ku operasyonên xwe berfirehtir bikin lê wê nikaribin dengê heqîqetê qut bikin. Li dijî binçavkirin û girtina rojnamevanên kurd kes dengê xwe dernaxe. Ev yek jî dibe sedema ku îktidar hin bêtir bêserûber bi ser rojnamevanan ve were. Heke îro dora rojnamevanên kurd be wê sibê jî dora rojnamevanên muxalîf, çepgir be. Divê em bi deng û zimanek bilind û hişk van neheqiyan şermezar bikin û pêşî lê bigirin.” 
 
MA /  Yusra Batihan
 
 

Sernavên din

30/04/2023
12:33 HDP: Ev operasyonên binçavkirinê darbeya li dijî hilbijartinê ye
11:23 ‘Parastina girtiyên nexweş, parastina mafên mirovan e’
11:17 Li Şirnexê otobûsa leşkeran wergeriya: 2 mirin 45 jî birîndar bûn
10:58 Mêrdîniyên li Îzmîrê: Em ê dengên Partiya Çepên Kesk du qat zêde bikin
10:55 Ji Zîlana 17 salî ev 2 roj in tu agahî nayên girtin
10:54 Rojnamegerên li Stenbolê hatibûn binçavkirin hatin berdan
10:41 Ji Antalyayê bang: Di 1’ê Gulanê de dakevin qadan, di 14’ê Gulanê de herin ser sindoqan
10:40 Înfaza nivîskarê girtî Algunerhan cara duyemîn hate şewitandin
10:21 Namzetê suryan: Em dikarin bi cudahiyên xwe jiyaneke nû ava bikin
09:36 Li dijî ESP’ê operasyona hilbijartinê: Hevserok Tumuklu û gelek kes hatin binçavkirin
09:36 Rojnamevan Kanbal: Ji bo ku Soylû twît parve bike, me kirin binçavan
09:28 Xelkê Wanê: Desthilata AKP’ê vê carê teqez dê têk biçe
09:12 Li girtîgehê li xizma girtî ku platîn di nigê wê de ye ferzkirina X-Rayê
09:10 Partiya Çepên Kesk: Em li kuçeyê dibînin ku em ê ji Mûglayê parlamenterekî bişînin meclisê
09:09 '1'ê Gulanê dê bibe nîşaneya 14'ê Gulanê'
09:07 Girtiyê nexweş Kodîn cardin hat girtin
09:00 ROJEV 30’YÊ NÎSANA 2023’YAN
29/04/2023
21:15 Ahmet Turk: Bêyî kurdan dê nikaribin gavekê jî biavêjin
20:29 Rojnamevanên ku girtina hevpîşeyên xwe protesto kirin hatin binçavkirin
20:17 Parêzer Ataş û keseke din jî hatin berdan
19:51 Li Tarsûsê mîtîng: Em ê di 14'ê Gulanê de biharê bînin
18:44 Li gundên Semsûrê hê jî pirsgirêka tuwaletê nehatiye çareserkirin
18:27 'Jin dê AKP'ê bikin partiya tabelayê'
17:55 Leşkerek mir
17:50 Ûçar: 14'ê Gulanê ne darbe ye, bihar e
17:06 AKP’iyên tevî cerdevanan xebatên hilbijartinê dikirin ji gund hatin qewirandin
16:57 Partiya Çepên Kesk li her çar aliyan bi coşeke mezin tê pêşwazîkirin
16:56 Demîrtaş bersiv da gotinên Ahmet Şik: Tu HDP’ê ji Selahattîn cuda bikî tiştek namîne
16:50 Bûldan: Em dixwazin di 15’ê Gulanê de ji sibeyeke bêhiqûqî nebin re şiyar bin
16:26 PENa Kurd: Çi bikin jî dê nekarin Çapemeniya Azad bêdeng bikin
16:17 Sancar li Rihayê serdana gelek cihan kir
16:02 Hat xwestin ku girtiya nexweş Neslîhan Çetîn bê dermankirin
15:59 Jin dê 14’ê Gulanê bi serkeftinê tacîdar bikin
15:57 Basin-Îş: Binçavkirin û girtina rojnamevanan pirsgirêka hemû civakê ye
15:56 Bi girseyî serdana şîna Mehmet Karahan hat kirin
15:46 Partiya Çepên Kesk li quntara Çiyayê Kumtik bi jinan re civiya
15:30 Li Amed, Êlih û Îzmîrê aqûbeta windakiriyan hate pirsîn
15:14 Hiqûqnasan perwerdeya ewlehiya hilbijartinê dan
14:58 28 sal in nexweşî lê peyda bûne
14:33 Bîlançoya operasyona hilbijartinê: 48 kes hatin girtin, 91 kes hatin berdan
14:28 Herêma Serhedê xwe bi rengê Partiya Çepên Kesk xemilandiye
14:17 NY’ê biryar da ku girtina rojnamegeran ji nêz ve bişopîne
14:15 ‘Soylû rayeya xwe ya wezaretê ji bo mûxalefetê bêdeng bike bi kar tîne’
14:07 Li Bodrum û Ceyhanê civîna gel
13:54 Kesên di operasyona navenda wê Enqereyê de hatin binçavkirin
13:46 Dibe ku hûn rojnamevan Abdurrahman Gok bigirin lê belê hûn nikarin pênûsa wî bigirin!
13:38 Malbata Şenyaşar: Heta ku edalet neyê, aştî û aramî jî nayê
13:30 HDP: Ayten Donmez bi delîlên sexte hate girtin
13:19 DFG: Hûn dê nekarin Çapemeniya Azad bêdeng bikin
12:34 Li Wanê otobusa rêwiyan wergeriya: 16 kes birîndar bûn
12:29 Polîsan êrişî Dayikên Şemiyê kirin
12:23 ‘Dê ‘ewlehiya sindoqan’ li Balikesîrê nebe pirsgirêk’
12:22 Hevseroka Giştî ya OHD’ê Yeter: Operasyon li rêgeza ewlehiya hiqûqî hev nayê
12:18 Basin-Îş: Wê nikaribin dengê çapemeniya azad qut bikin
12:01 Hêzên demokrasiyê yên Mêrsînê dê di 1’ê Gulanê de li qadan bin
11:45 Ji Baroya Hatayê ji bo hilbijartinê seferberiya ‘ewlehiya sindoqan’
11:31 Li Êlihê banga 1’ê Gulanê: Em li dijî talan û diziyê qadan tije bikin
11:00 Damezirînera ICAVI'yê bang li jinan kir: Baweriya xwe bi sozên îslamiyên siyasî neyînin
10:58 Avahiya terkkirî veguherandin cihê têkoşînê
10:24 ‘Rojnamegerên ku dê dev ji heqîqetê bernedin hene’
10:21 Bêyî ku doza înşeata mizgeftê biqede ji bo hilbijartinê hat temamkirin
10:07 Jin 1'ê Gulanê pêşwazî dikin: Em heqê keda xwe nastînin
09:56 Bertekên li dijî binçavkirin û girtinan: Em ê dev ji heqîqetê bernedin
09:47 Tesîsa ceyranê û valakirina çopê dibe sedema mirina sewalan
09:00 ROJEVA 29’Ê NÎSANA 2023’YAN
08:32 Hevseroka DFG’ê Muftuoglû û rojnamevan Yilmaz hatin binçavkirin
28/04/2023
23:59 Parêzer Temûr û rojnamevan Kanbal hatin berdan
23:20 Rojnamevan Kanbal bi nûçeya der barê du birayên hatin qetilkirin de hat sûcdarkirin
22:31 Tê gotin ku cerdevanan li Elkê 2 xanî şewitandine
21:54 Bûldan: Gelan biryara xwe daye, wê biguherînin
21:50 Akin: Navnîşana guherînê Partiya Çepên Kesk e
20:45 Sancar: Hêza guherandina vê pergalê em in
20:23 Li Kovanciyanê buroya Partiya Çepên Kesk hat vekirin
19:09 Li Mûşê 2 ciwan hatin girtin
18:17 Dayika ku hestiyên kurê wê bi kargoyê jê re hatin şandin hat girtin
18:08 Hejmara kesên li Amedê hatin girtin gihîşt 39'an
17:56 Seroka IFJ’ê Pradalîé: Girtina rojnamevanan nayê qebûlkirin
17:45 Rojnamevanên di binçavan de anîn Edliyeyê
16:47 Li Wanê ji bo mitînga 1’ê Gulanê banga tevlibûnê hate kirin
16:35 Xebatên hilbijartinê didomin: Ev hilbijartina man û nemanê ye
16:23 Kesên di 1’ê Gulana 1977’an de li Taksîmê hatin qetilkirin, hatin bibîranîn
15:50 Li ber Edliyeya Amedê protesto: Em natirsin, em li vir in
15:44 Ji bo Roboskî edalet hat xwestin
15:43 ÎKK’a Amedê ya TMMOB’ê bertek nîşanî girtinan dan: Em ê serî netewînin
14:44 Demîrtaş bertek nîşanî binçavkirin û girtinan da: Ev komploya Qesrê, Soylû û Bozdag e
14:36 Mîtînga Misircê: Em ê dijminên kurdan di 14'ê Gulanê de bişîni
14:26 ‘Wê ev operasyon dawiya wan bîne’
14:13 Tifaqa Ked û Azadiyê wê piştgiriya Kiliçdaroglû bike
13:36 Malbata Şenyaşar: Cilnimêj eniyên qirêj paqij nake!
13:33 Semra Guzel: Ya ku tê darizandinê rastiya gelê kurd e
12:30 Dozger xwest rojnamevan Çelîk û Yayla bên cezakirin
12:09 Rojnamevan Aktan: Beriya hilbijartinê dixwazin li Kurdistanê rewşek tarî biafirînin
12:03 14 kesên di bin çavan de sewqî edliyeyê hatin kirin
11:32 Li gundên ser sînor Partiya Çepên Kesk bi coş hate pêşwazîkirin
11:30 Li Amedê hejmara kesên hatin girtin derket 28'an
11:05 Şanoya Bajêr a Amedê: Hevalên me tev hatin berdan, niha jî dora temaşekirina lîstikê ye
10:45 Guney: Sicîla Tirkiyeyê di warê azadiya çapemeniyê de nepaqij e
10:39 Li Hatay û Mereşê erdhej çêbû
10:32 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serî li serdozgeriyê dan
10:22 Li Bûrsayê kesayeta bi têkoşînê navdar e di rêya Meclisê de ye