Li Bûrsayê kesayeta bi têkoşînê navdar e di rêya Meclisê de ye

  • jin
  • 10:22 28 Nîsan 2023
  • |
img
BÛRSA - Namzeta parlamenteriyê ya Bûrsayê Ceylan Erol Erdogan ku di zarokatiya xwe de li rojavayê Tirkiyeyê rastî nîjadperestiyê hat û ji 18 saliya xwe ve di nava têkoşîna li dijî vê de cih girt, armancên xwe yên li Meclisê vegot û got: “Min têkoşîn tercîh nekir, ez di nav de ji dayik bûm.”
 
Partiyên siyasî û namzet ji bo hilbijartinên parlamenteriyê û Serokkomariyê yên piştî 16 rojan bên lidarxistin xebatên xwe bênavber didomînin. Partiya Çepên Kesk ku di lîsteyên parlamenteriyê de cih dan ji her beşên civakê di van hilbijartinan de yek ji partiya ku herî zêde tê şopandine. 
 
Yek ji namzeta ku di rêza ewil de cih digire jî namzeta parlamenteriyê ya Bûrsayê Ceylan Erol Erdogan e. Erdogan a ji herêma yekemîn ji rêza yekemîn hate nîşandan yek ji kesayeta bi têkoşîna xwe ya 18 saliya xwe ve tê dayîn tê nasîn e. 
 
Erdogan a li gundê Gol ê Mûşê di sala 1989’an de ji dayik bû, ji ber polîtîkayên zextê yên dewletê yên di sala 1993’yan de dema hêj zarok bû neçar ma ku koçî Bûrsayê bikin. Erdogan a piştî gundê wan ji aliyê leşker û cerdevanan ve hate şewitandin koçî navçeya Yildirim kirin, dibistana seretayî û lîse li Bûrsayê û zanîngeh jî li Rihayê xwend. Zextan li vir jî pey Erdogan a zewicî ye û du zarokên wê hene û malbata wê bernedan. Erdogan a têkoşîn tercîh kir, di salên ewil ên Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) hate avakirin de bi awayekî çalak di nav xebatan de cih girt. 
 
Di kongreya ewil a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a di 15’ê cotmeha 2012’an de hatiye avakirin de li navçeya Yildirimê bû hevseroka jin a ewil. Erdogan a demekê berdevkiya Kongreya Jinên Azad (KJA) a bi Biryarnameya di Hikmê Qanûnê de (KHK) hate girtin kir du serdeman Hevserokatiya navçeya HDP’ê kir. 
 
Erdogan, weke namzeta parlamenteriyê ya Partiya Çepên Kesk a Bûrsayê têkoşîna xwe didomîne. 
 
ZEXTÊN DEWLETÊ Û KOÇA JI NEÇARIYÊ 
 
Erdogan, diyar kir ku ji ber zextên dewletê ji gundê ku jê dayik bû bi çend perçeyên tiştan ên di kaseya kamyonete de ketin rê û wiha got: “Dema me bi xizmên me re ji Mûşê koçî Bûrsayê kir, dayika min û jin apa min ducanî bûn. Bi çend perçe tiştên me bi xwe re anîn em sirgûnî bajarekî me nedizanî bûn. Gundê me hatiye şewitandin, ji kolan û cihên me dizanin û ji nişka ve ji hevalên nas veqetiyan û dihatin cihekî me dizanî. Em weke aborî qet bê çare nîbûn lê di rewşên wisa de aboriya te jî bi kêrî tiştekî nayê. Tevî ku biçûk jî bûm tiştên ku min hîs kirin, hêj ji bîr nekirine.”
 
CIHEKARÎ Û VEDERKIRIN
 
Erdogan a anî ziman ku gelek malbatên ji gelek bajarên bakurê Kurdistanê hatin koçkirin li navçeya Yildirimê gihiştin hev, bi lêv kir ku pirsgirêka herî girîng a li vir jiyan ziman e û wiha got: “Min ji bilî zimanê xwe yê dayikê kurdî tiştekî din nedizanî. An ku li cihên ku em çûnê min zehmetî dikişand ku bi mirovan re biaxivim û wan mirovan ji ber ji te fêhm nedikir tenê li te dinêrîn. Dema ez çûm dibistana seretayî hînî tirkî bûm. Xwediyê mala me hebû qet ji bîr nakim, ji ber travmaya min a zarokatiyê bû. Bi çavê ‘terorîstan’ li me dinêriyan. Em bi cihekarî û vederkirinê re rûbirû man.”
 
‘EZ DI NAVA TÊKOŞÎNÊ DE JI DAYIK BÛM’ 
 
Erdogan diyar kir ku zextên dewletê li Bûrsayê jî dest ji wan berneda û wiha domand: “Dema me koçî Bûrsayê kir em bi apê min wan re di heman malê de dijiyan. Lêgerîna apê min hebû ji ber wê yekê polîsan her tim bi ser mala me de digirtin. Dema apê min nedidîtin şûna wî bavê min dibirin. Bavê min çend rojan îşkence dikirin û pişt re berdidan. Van travmayên cidî didan jiyîn. Ez bi çîrokên şewitandina gundên me, zilma dewletê li me dikir û laşên ku li Mûşê di avêtin Çemê Mûrat mezin bûm. Em bi polîtîkayên cihekarî û vederkirinê mezin bûn. Ji ber vê dikarim bêjim ez di nava têkoşînê de ji dayik bûm.”
 
KOMKUJIYA 10’Ê COTMEHÊ YA ENQEREYÊ
 
Erdogan a da zanîn ku ji 18 saliya xwe ve bi awayekî çalak di nav xebatan de cih digire, bi bîr xist ku hefteya ku da nîşanê bike weke peywîrdar çû mitînga Enqereyê ya DAIŞ’ê lê komkujî pêk anî û wiha got: “Di dema Komkujiya Garê ya Enqereyê de ez li mitîngê peywîrdar bûm. Gelek hevalên me li wir birîndar bûn. Ji Bûrsayê hevalê me Ramazan Çalişkan jiyana xwe ji dest da. Ne pêkane ku mirov tiştên li wir qewimîn ji bîr bike. Zextên dewletê tu car nekare bitepisînin. Di sala 2017’an de ji ber xebatên siyasî ez hatin girtin. Ez 6 mehan di Girtîgeha Jinan a Yenîşehîr a Bûrsayê de mam. Polîtîkayên dewletê yên koçberiyê, binçavkirinê û girtinan em tu caran ji têkoşînê venekirin. Ewqas bedelên hatin dayîn hene. Kevneşopiya me ya têkoşînê heye. Soza me ji jinan, ciwanan, gelê kurd, kesên di vê têkoşînê de jiyana xwe ji dest dan û dayikan re heye. Ji ber vê em tu car dest ji têkoşîna xwe bernadin.”
 
TÊKOŞÎN HÊZ DIDE
 
Erdogan, anî ziman ku ji bilî têkoşîna wî ya polîtîk berpirsyartiya du zarokên xwe jî girt ser xwe û wiha lê zêde kir: “Hûn bêjin ev yek ‘zehmet e’ belê zehmet e lê nirxên me me li ser piyan dihêle. Têkoşîn mirovî xurt dike û zarokên min li pêşiya têkoşînê ne asteng in. Ji bilî vê hêz dide. Tu caran derdekî min ê ez li malê rûnim û ji bo zarokên xwe pêşerojekê amade bikim nebû. Bi milyonan zarokên kurdan niha tê xwestin ku mehkûmî pêşerojeke nediyar bên kirin. Ji ber vê yekê tu car dest ji têkoşînê berneda.”
 
NAMZETIYA LI BÛRSAYÊ
 
Erdogan, diyar kir ku Bûrsa cihekî mêrsalar, sunnî û netewperest e lê weke jineke kurd û mûxalîf ev li pêşiya wê ne asteng e ku li Bûrsayê nebe namzet. Erdogan, bi lêv kir ku bi nêrîna jinê mirov dikare avadaniya mêrsalar û netewperest biguherîne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bûrsa xwedî avadaniyeke mûhafazakar û netewperest e. Li vir qet hewce nake ku jin bibin xwedî gotin û derkevin qadan. Dibe ku li cihekî wisa, kirina siyasetê zehmet be lê malbata min û hevjînê min di vê mijarê de ji min re her tim bûn alîkar. Partiya Çepên Kesk yekane partiya ku nûnertiya wekhev esas digire ye. Em armanc dikin ku vîn û gotina jinan veguhêzin Meclisê.”
 
ARMANCA VEGUHERTINA MECLISÊ 
 
Erdogan, bal kişand serdestiya mêr a li Meclisê û axaftina xwe wiha berdewam kir: “Dema em li Meclisê dinêrin em Bûrsayê dibînin. Weke Partiya Çepên Kesk em ê Meclisê bi morê boyax bikin. Divê em pêşeroja vî welatî ji kesên xwediyê taximên cilan biparêzin. Heke li Meclisê hejmara jinan zêde be, budçe naçin ji bo şer ji ber ku şer nabe. Em ê bi hev re aştiyê ava bikin. Ji ber wê em dixwazin li dora namzetên jin bibin xelek.”
 
MA / Esra Solîn Dal
 

Sernavên din

30/04/2023
12:33 HDP: Ev operasyonên binçavkirinê darbeya li dijî hilbijartinê ye
11:23 ‘Parastina girtiyên nexweş, parastina mafên mirovan e’
11:17 Li Şirnexê otobûsa leşkeran wergeriya: 2 mirin 45 jî birîndar bûn
10:58 Mêrdîniyên li Îzmîrê: Em ê dengên Partiya Çepên Kesk du qat zêde bikin
10:55 Ji Zîlana 17 salî ev 2 roj in tu agahî nayên girtin
10:54 Rojnamegerên li Stenbolê hatibûn binçavkirin hatin berdan
10:41 Ji Antalyayê bang: Di 1’ê Gulanê de dakevin qadan, di 14’ê Gulanê de herin ser sindoqan
10:40 Înfaza nivîskarê girtî Algunerhan cara duyemîn hate şewitandin
10:21 Namzetê suryan: Em dikarin bi cudahiyên xwe jiyaneke nû ava bikin
09:36 Li dijî ESP’ê operasyona hilbijartinê: Hevserok Tumuklu û gelek kes hatin binçavkirin
09:36 Rojnamevan Kanbal: Ji bo ku Soylû twît parve bike, me kirin binçavan
09:28 Xelkê Wanê: Desthilata AKP’ê vê carê teqez dê têk biçe
09:12 Li girtîgehê li xizma girtî ku platîn di nigê wê de ye ferzkirina X-Rayê
09:10 Partiya Çepên Kesk: Em li kuçeyê dibînin ku em ê ji Mûglayê parlamenterekî bişînin meclisê
09:09 '1'ê Gulanê dê bibe nîşaneya 14'ê Gulanê'
09:07 Girtiyê nexweş Kodîn cardin hat girtin
09:00 ROJEV 30’YÊ NÎSANA 2023’YAN
29/04/2023
21:15 Ahmet Turk: Bêyî kurdan dê nikaribin gavekê jî biavêjin
20:29 Rojnamevanên ku girtina hevpîşeyên xwe protesto kirin hatin binçavkirin
20:17 Parêzer Ataş û keseke din jî hatin berdan
19:51 Li Tarsûsê mîtîng: Em ê di 14'ê Gulanê de biharê bînin
18:44 Li gundên Semsûrê hê jî pirsgirêka tuwaletê nehatiye çareserkirin
18:27 'Jin dê AKP'ê bikin partiya tabelayê'
17:55 Leşkerek mir
17:50 Ûçar: 14'ê Gulanê ne darbe ye, bihar e
17:06 AKP’iyên tevî cerdevanan xebatên hilbijartinê dikirin ji gund hatin qewirandin
16:57 Partiya Çepên Kesk li her çar aliyan bi coşeke mezin tê pêşwazîkirin
16:56 Demîrtaş bersiv da gotinên Ahmet Şik: Tu HDP’ê ji Selahattîn cuda bikî tiştek namîne
16:50 Bûldan: Em dixwazin di 15’ê Gulanê de ji sibeyeke bêhiqûqî nebin re şiyar bin
16:26 PENa Kurd: Çi bikin jî dê nekarin Çapemeniya Azad bêdeng bikin
16:17 Sancar li Rihayê serdana gelek cihan kir
16:02 Hat xwestin ku girtiya nexweş Neslîhan Çetîn bê dermankirin
15:59 Jin dê 14’ê Gulanê bi serkeftinê tacîdar bikin
15:57 Basin-Îş: Binçavkirin û girtina rojnamevanan pirsgirêka hemû civakê ye
15:56 Bi girseyî serdana şîna Mehmet Karahan hat kirin
15:46 Partiya Çepên Kesk li quntara Çiyayê Kumtik bi jinan re civiya
15:30 Li Amed, Êlih û Îzmîrê aqûbeta windakiriyan hate pirsîn
15:14 Hiqûqnasan perwerdeya ewlehiya hilbijartinê dan
14:58 28 sal in nexweşî lê peyda bûne
14:33 Bîlançoya operasyona hilbijartinê: 48 kes hatin girtin, 91 kes hatin berdan
14:28 Herêma Serhedê xwe bi rengê Partiya Çepên Kesk xemilandiye
14:17 NY’ê biryar da ku girtina rojnamegeran ji nêz ve bişopîne
14:15 ‘Soylû rayeya xwe ya wezaretê ji bo mûxalefetê bêdeng bike bi kar tîne’
14:07 Li Bodrum û Ceyhanê civîna gel
13:54 Kesên di operasyona navenda wê Enqereyê de hatin binçavkirin
13:46 Dibe ku hûn rojnamevan Abdurrahman Gok bigirin lê belê hûn nikarin pênûsa wî bigirin!
13:38 Malbata Şenyaşar: Heta ku edalet neyê, aştî û aramî jî nayê
13:30 HDP: Ayten Donmez bi delîlên sexte hate girtin
13:19 DFG: Hûn dê nekarin Çapemeniya Azad bêdeng bikin
12:34 Li Wanê otobusa rêwiyan wergeriya: 16 kes birîndar bûn
12:29 Polîsan êrişî Dayikên Şemiyê kirin
12:23 ‘Dê ‘ewlehiya sindoqan’ li Balikesîrê nebe pirsgirêk’
12:22 Hevseroka Giştî ya OHD’ê Yeter: Operasyon li rêgeza ewlehiya hiqûqî hev nayê
12:18 Basin-Îş: Wê nikaribin dengê çapemeniya azad qut bikin
12:01 Hêzên demokrasiyê yên Mêrsînê dê di 1’ê Gulanê de li qadan bin
11:45 Ji Baroya Hatayê ji bo hilbijartinê seferberiya ‘ewlehiya sindoqan’
11:31 Li Êlihê banga 1’ê Gulanê: Em li dijî talan û diziyê qadan tije bikin
11:00 Damezirînera ICAVI'yê bang li jinan kir: Baweriya xwe bi sozên îslamiyên siyasî neyînin
10:58 Avahiya terkkirî veguherandin cihê têkoşînê
10:24 ‘Rojnamegerên ku dê dev ji heqîqetê bernedin hene’
10:21 Bêyî ku doza înşeata mizgeftê biqede ji bo hilbijartinê hat temamkirin
10:07 Jin 1'ê Gulanê pêşwazî dikin: Em heqê keda xwe nastînin
09:56 Bertekên li dijî binçavkirin û girtinan: Em ê dev ji heqîqetê bernedin
09:47 Tesîsa ceyranê û valakirina çopê dibe sedema mirina sewalan
09:00 ROJEVA 29’Ê NÎSANA 2023’YAN
08:32 Hevseroka DFG’ê Muftuoglû û rojnamevan Yilmaz hatin binçavkirin
28/04/2023
23:59 Parêzer Temûr û rojnamevan Kanbal hatin berdan
23:20 Rojnamevan Kanbal bi nûçeya der barê du birayên hatin qetilkirin de hat sûcdarkirin
22:31 Tê gotin ku cerdevanan li Elkê 2 xanî şewitandine
21:54 Bûldan: Gelan biryara xwe daye, wê biguherînin
21:50 Akin: Navnîşana guherînê Partiya Çepên Kesk e
20:45 Sancar: Hêza guherandina vê pergalê em in
20:23 Li Kovanciyanê buroya Partiya Çepên Kesk hat vekirin
19:09 Li Mûşê 2 ciwan hatin girtin
18:17 Dayika ku hestiyên kurê wê bi kargoyê jê re hatin şandin hat girtin
18:08 Hejmara kesên li Amedê hatin girtin gihîşt 39'an
17:56 Seroka IFJ’ê Pradalîé: Girtina rojnamevanan nayê qebûlkirin
17:45 Rojnamevanên di binçavan de anîn Edliyeyê
16:47 Li Wanê ji bo mitînga 1’ê Gulanê banga tevlibûnê hate kirin
16:35 Xebatên hilbijartinê didomin: Ev hilbijartina man û nemanê ye
16:23 Kesên di 1’ê Gulana 1977’an de li Taksîmê hatin qetilkirin, hatin bibîranîn
15:50 Li ber Edliyeya Amedê protesto: Em natirsin, em li vir in
15:44 Ji bo Roboskî edalet hat xwestin
15:43 ÎKK’a Amedê ya TMMOB’ê bertek nîşanî girtinan dan: Em ê serî netewînin
14:44 Demîrtaş bertek nîşanî binçavkirin û girtinan da: Ev komploya Qesrê, Soylû û Bozdag e
14:36 Mîtînga Misircê: Em ê dijminên kurdan di 14'ê Gulanê de bişîni
14:26 ‘Wê ev operasyon dawiya wan bîne’
14:13 Tifaqa Ked û Azadiyê wê piştgiriya Kiliçdaroglû bike
13:36 Malbata Şenyaşar: Cilnimêj eniyên qirêj paqij nake!
13:33 Semra Guzel: Ya ku tê darizandinê rastiya gelê kurd e
12:30 Dozger xwest rojnamevan Çelîk û Yayla bên cezakirin
12:09 Rojnamevan Aktan: Beriya hilbijartinê dixwazin li Kurdistanê rewşek tarî biafirînin
12:03 14 kesên di bin çavan de sewqî edliyeyê hatin kirin
11:32 Li gundên ser sînor Partiya Çepên Kesk bi coş hate pêşwazîkirin
11:30 Li Amedê hejmara kesên hatin girtin derket 28'an
11:05 Şanoya Bajêr a Amedê: Hevalên me tev hatin berdan, niha jî dora temaşekirina lîstikê ye
10:45 Guney: Sicîla Tirkiyeyê di warê azadiya çapemeniyê de nepaqij e
10:39 Li Hatay û Mereşê erdhej çêbû
10:32 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serî li serdozgeriyê dan
10:22 Li Bûrsayê kesayeta bi têkoşînê navdar e di rêya Meclisê de ye