Dê hesaba lawê xwe yê hate qetilkirin li Meclisê bipirse

img
ANTALYA - Namzeta parlamenteriyê ya Partiya Çepên Kesk a Antalyayê Zohre Tedîk diyar kir ku ji hesabê ji faîlên lawê xwe yê di Komkujiya Garê ya Enqereyê de jiyana xwe ji dest da bipirse wê li Meclisê be û wiha got: “Li dijî kesên welat ber bi tarîtiyê ve birin divê weke karker, jin, kedkar zêdetir bixebitin.”
 
Di êrişa bombeyî ya li dijî Mitînga Ked, Aştî û Demokrasiyê de ku di 10’ê Cotmeha 2015’an de li Gara Enqereyê hate lidarxistin 104 kes hatin qetilkirin. Yek ji van jî Korkmaz Tedîk bû. Endama Desteya Rêveberiya Giştî ya Partiya Kedê (EMEP) Zohre Tedîk a dayika Korkmaz Tedîk e di rêya Meclisê de ye. Partiya Çepên Kesk dayik Tedîk ji Antalyayê weke namzet nîşan da. Tedîk, di sala 1963’yan li gundê Oren ê navçeya Akçadag a Meletiyê hate dinê. Tedîk di temenê biçûk de tevgerên şoreşger nas kirin. Tedîk a di sala 93’yan li Enqereyê bi cih bû, piştî kete şaredariyê tev li têkoşîna sendîkayî bû. Tedîk a di heman demê de têkoşîna mafên mirovan dide, demekî dirêje ji bo ji berpirsyarên Komkujiya Garê hesab bipirse têdikoşe. 
 
LI PEY FAÎLÊN KOMKUJİYÊ YE
 
Tedîk a têkildarî pêvajoya namzetiya xwe axivî, wiha got: “Salên 1992-1996'an salên ku herî zêde binçavkirin û windakirin hatin jiyîn. Em li Enqereyê ji bo her mirovekî ji ber cînayetên kontra yên li Kurdistanê winda kir têdikoşiyan. Tevî ku ez û hevserê xwe  kedkarên cemaweriyê jî bûn, em her tim di têkoşîna demokrasî û mafên mirovan de li pêş bûn. Ji ber vê yekê zarokên me di qadên têkoşîna çîna karker de bi me re bûn. Em hemû malbat beşdarî Mitînga Aştiyê ya 10’ê Cotmehê jî bûn. Korkmaz li wir hat qetilkirin. Ji wê demê û vir ve, weke malbatên 10’ê Cotmehê, têkoşîna min a ji bo darizandina kujerên rastîn dewam dike.”
 
ÇIMA MECLIS?
 
Tedîk, da xuyakirin ku Tifaqa Ked û Azadiyê li dijî rejîma yek zilamî pêdiviyek e û wiha berdewam kir: “Xizanî, nelirêtî, zêdebûna buhayan û binpêkirina mafên mirovan ên li vî welatî, tu deman weke di dema rejîma AKP-MHP'ê de pêk nehatin. Bi sed hezaran karkerên ku tenê ji ber ku sendîkayî ne an jî daxwaza mûçeyeke ku weke mirovan pê bijîn kirin ji kar hatine derxistin hene. Li vî welatî ji mafên demokratîk parçeyek biçûk jî nemaye. Çep û sosyalîst ji bo hêviyê bidin gelan di bin banê Tifaqa Ked û Azadiyê de hatin cemhev.”
 
Tedik a ku diyar kir ku ew ji Partiya Çepên Kesk ji bo bibe dengê kesên mafan digerin ê li Meclîsê, bûye namzet, komkujiyên di dema desthilatdariya AKP'ê de pêk hatine bi bîr xistin. Tedîk da xuyakirin ku di mîtînga li Enqereyê ya bi daxwaza aştî û demokrasiyê hat lidarxistin de kurê xwe winda kiriye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ev 7 sal in ez li edliyeyan li edaletê digerim. Dema ku doza me ya edaletê dewam dikir, di vê komkujiyê de tenê 9 endamên DAIŞ'ê hatin darizandin. Ji bo kujerên rastîn li Meclisê bên darizandin ez dê têbikoşim. 2 mehan carekê dozeke me heye, lê li gorî daxwaza me hesab nehat pirsîn. Serokwezîrê demê, Wezîrê Karên Hundir, Midurê Polîsan ê Enqereyê... Ji bo ku di vê bûyerê de destê kê hebe yek bi yek bên darizandin ez ê li Meclisê bim. Ez ji Partiya Çepên Kesk namzet im ku li kolanan, li Meclisê, li her cihî li cem hemû gelên bindest û vederkiriyan cih bigirim.”
 
‘BILA WELAT VENEGUHERE SERDEMEKE TARÎ’ 
 
Tedîk, anî ziman ku Tifaqa Cûmhûr bi Partiya Hur Dava (HUDA-PAR) re hevkarî kir û jinûve “hesaba rojên tarî” dike û wiha pê de çû: “AKP ji bo di 7’ê Hezîranê de desthilata xwe bidomîne ev komkujî pêk anîn. Di axaftinên wê demê de digotin ku bi komkujiyên wê demê hatine kirin dengên xwe bilindkirine. Îro bi hevkariya HUDA-PAR'ê ya berdewama Hîzbûllahê ya salên 90’î dixwazin li wan demên tarî vegerin. Bi DAIŞ'ê re xwedî heman zîhniyetê ye, tu cudahiya wan nîne. Eger vegerin ser desthilatê, wê welat li wê serdema tarî ya komkujiyan vegere. Em ê li her derê li kolanan li Meclisê li dijî wan bin. Em ê tu carî nehêlin ew bi ser bikevin. Li hemberî yên welat ber bi tarîtiyê ve birin; Divê em weke karker , jin , kedkar hîn bêhtir bixebitin.”
 
ELEQEYEKE ZÊDE 
 
Tedîk, anî ziman ku li Antalyayê tax bi tax xebatên hilbijartinê dikin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Li Antalyaya ku xizanî, feqîrî evqas zêdebûyî de em li bazarê bi kîjan jinê re axivî bin gazin dikirin. Gel êdî dixwaze vîne ku baweriyê bide wan hebe. Weke Partiya Çepên Kesk ev vîn û hêz li cem me heye. Nêzîkatiya gelê Antalyayê ya ji bo me gelek baş e, ji ber ku em alternatîf in. Em ê ji bo karker, jin, xwendekar, kedkar kurtasî ji bo hemû kesên hatine vederkirî li wir bin, em ê serbikevin, gel dê serbikeve.”
 
 
 
 

Sernavên din

05/10/2023
13:20 Rêveberiya Xweser: Tirkiye sûcên şer dike
13:15 Li başûrê Kobanê motorsîkletek hat bombebarankirin
13:14 Rojnameger Arslan û Babat beraet kirin
13:06 Destûr nehat dayîn ku hevjîna Celalettîn Can pê re hevdîtinê bike
13:05 Li Enqereyê di madenê de hezaz çêbû: 15 kes birîndar bûn
13:04 Têkildarî îdiaya Fîdan a ‘ji Sûriyeyê hatin’ daxuyanî hate dayîn
12:55 Dê bi daxwaznameyê pirsan ji Tantan bikin
12:53 Parlamenteran têkildarî rewşa girtiyên nexweş serî li Komîsyona Meclisê dan
12:52 Di operasyonên binçavkirinê de rewşa dawî
11:15 Tûpê mitbexê 30 lîre hat bihakirin
11:11 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê û girtîgehê dan
11:09 21 kesên hatin binçavkirin sewqî edliyeyê hatin kirin
10:39 Hejmara kesên di lehiya Libyayê de mirin bû 4 hezar û 333
10:27 Dewleta tirk piştî axaftina Fîdan êrişî Hesekê kir
09:47 Li Anka-Derê dersên kurdî dest pê dikin
09:44 Cenazeyê Şahîn ê HPG’î li Erdîşê hate veşartin
09:11 'Werin em fihûş û tiryakê ji kuçeya xwe biqewirînin'
09:10 Bîreke li dijî bîra fermî ya 12'ê Îlonê
09:09 Xendek û dîwarên li sînor binpêkirina mafan zêdetir dikin
09:08 Serhildana Kobanê: Çi qewimî, kê çi got?
09:07 Heqê rêya vî gundî ji hezar lîreyan dest pê dike
09:05 Li pêşiya tehliyeyan ne qanûn lê sedemên siyasî astengî ne!
09:03 Jinên rojhilatê Kurdistanê: Abdullah Ocalan mifteya azadiyê da me
09:00 Ji bo Komîsyona Îmraliyê bang li Meclisê kir: Divê Ocalan were ziyaretkirin
09:00 ROJEVA 5'Ê COTMEHA 2023'YAN
04/10/2023
23:12 Polîsan cenazeyê Şahîn ê HPG'î revand
21:33 Mezlûm Ebdî, Hakan Fîdan derewand
19:56 Şahidê doza parêzer Karakaş: Polîs xwest wî bieciqîne
18:22 Nagîhan Akarsel li Qamişloyê hat bibîranîn
16:54 Rojnamevan Merdan Yanardag hate berdan
16:22 Hêzên rejîmê telefonên endamên malbata Garawand desteser kirin
16:08 Berdana girtiyê 30 salî 6 meh hat taloqkirin
15:49 Nagihan Akarsel li ser gora xwe hat bibîranîn
15:46 Fîdan Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hedef girt
14:43 Divê Rêveberiya Xweser di hevdîtinên çareseriyê de cih bigire
13:47 Doza Ahmet Turk: Ji bo ku em siyaseta demokratîk dikin tên darizandin
13:42 Doza Kobanê bi parastinên siyasetmedar û parêzeran berdewam dike
13:13 Di danişîna Dogan de daxwaza ‘rawestandina darizandinê’ hate redkirin
13:03 Doza ‘akademiyê’ ya rojnameger û siyasetmedaran hate taloqkirin
12:19 Li Îranê hêzên rejîmê êrişî jineke ciwan a 16 salî kirin
12:08 Li Hatayê bi pileya 4.0 erdhej çêbû
11:15 Kovara Jîneolojiyê: Têkoşîna Nagîhanê li hemû cîhanê deng vedide
11:11 Bernameyên Erdogan ji ber nexweşiya wî hatin betalkirin
10:45 Di 3 rojan de 112 kes hatin binçavkirin
10:19 Avên binerd ên Giyadînê di hedefa şîrketan de ne
10:03 Parêzer Erol: Îmrali makînaya demê ye, siberoja we nîşan dide
10:00 Rezên Amedê îsal gelek berhemdar nebûn
09:03 Qeyûmê Êlihê çav berdaye Bazara Genim!
09:02 Komploya navdewletî: Di 25 salan de 720 milyar dolar hatin xerckirin
09:01 Banga ji bo 9'ê Cotmehê: Dê meşeke girseyî tecrîdê bişikîne
09:00 Şêniyên taxê kom bûn: Em ê tiryakê biqedînin
09:00 ROJEVA 4'Ê COTMEHA 2023'YAN
03/10/2023
22:01 Di doza Dîlan Kortakê de dadgehê biryara nepeywirdariyê da
20:55 Doza der barê endamê Meclîsa Ciwanan a HDP'ê yê berê de hat taloqkirin
20:35 Doza Kobanê: Dê cezayekî çawa li Erdogan bê birîn?
19:15 ‘Em ê li hember sûcên kesên biunîforma bêdeng nemînin'
16:22 Bîranîna Komkujiya Vartînîsê: Ne 30 sal lê 300 sal jî derbas bibin em ê ji bîr nekin!
15:56 Jinên ji ber “Ji Pirsûsê re edalet” xwestin hatibûn girtin, hatin berdan
15:31 MKGP’ê ji bo Nagîhan Akarsel daxuyanî da
15:05 Ayşenûr Arslan hate berdan
15:04 Di êrişa Îranê de kolberek hate qetilkirin
14:57 DAD: Divê canên me bên berdan
13:08 Rojnameger Ayşenûr Arslan hate binçavkirin
12:51 Li Rojhilatê û Îranê di meha îlonê de herî kêm 463 kes hatin binçavkirin
12:47 Akin: Ji bo makeqanûneke nû divê rê were paqijkirin
12:33 Li malekê cihazê guhdarkirinê yê aydê miduriyeta polîsan hate dîtin
12:19 Dosyeya ajokarê teqsiyê ku digotin ‘Di pevçûnê de hat kuştin’ 6 sal in nepen e
11:57 Navên kesên di çalakiya Enqereyê de jiyana xwe ji dest dan hatin aşkerekirin
11:56 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê careke din serlêdan kirin
11:55 DFG: 4 rojnameger hatin girtin û xwegihandina 268 nûçeyan hate astengkirin
11:53 Tundiya polîsan a di çalakiya Dayikên Şemiyê de hate belgekirin
11:07 Doza tacîzkirina 43 xwendekaran: Şahid nehat, danişîn hate taloqkirin
10:57 Polîsekî li Îzmîrê jinek qetil kir
10:41 10 kesên di protestokirina binçavkirinan de hatibûn binçavkirin hatin berdan
10:37 Li Dêrsimê 6 kes hatin binçavkirin
10:36 Têkildarî êrişa Enqereyê li 18 bajaran zêdetirî 90 kesan hatin binçavkirin
10:33 Bandora barîna barana zêde didome
10:25 ENAG: Enflasyon bû ji sedî 95,33
10:24 Burokratê qeyûm ê îthal li pey xwe nelirêtî hişt
10:06 ‘Li cihekî ku azadî lê tê xespkirin nikarin qala makeqanûneke nû bikin’
10:00 Danişîna ewil a rojnameger Merdan Yanardag sibê ye
09:54 Li dijî wêraniya qeyûm banga hevgirtinê kir
09:03 Turkdogan: Hiqûqa li Îmraliyê li Tirkiyeyê pergaleke dualî afirand
09:02 ‘Jin projeya nîvcomayî ya Abdullah Ocalan pêk tînin'
09:01 'Tecrîd dê bi têkoşîneke yekbûyî bê berterefkirin'
09:00 TJA, dê li her 3 herêmên Stenbolê li qadê be
09:00 ROJEVA 3’YÊ COTMEHA 2023’YAN
02/10/2023
21:18 Li Qoserê jinek hat kuştin
18:55 Doza Kobanê: NY'yê jî wekî HDP'ê bang kir
18:41 Polîsan cenazeyê Ogûzê HPG'î revand
18:31 Jinan taciza nên bi unîfroma protesto kirin: Em ê bêdeng nemînin
17:30 Cenazeyê Yilmaz Ozalp hat veşartin
17:06 TJA: Îktîdarê qad ji tecawizkarên biunîforma re vekir
16:45 Çalişir ê 30 sal piştre hat berdan bi girseyî hate ziyaretkirin
16:35 Li Mêrdînê ciwanek hate girtin
16:33 Di çalakiya protestokirina binçavkirinan de polîsan êriş kirin
15:55 Gelê Qersê dê di hilbijartina herêmî de bersiv bide qeyûm
15:07 Şandeya jinan ji bo Nagîhan Akarsel bi Neteweyên Yekbûyî re hevdîtin kir
14:46 Ji bo lêpirsîna siyasetmedarên binçavkirî biryara ‘nepeniyê’ hate dayîn
14:41 Saziyên zimanê kurdî: Wê operasyonên we serê me netewînin