Yagiz: Bi êrişên li Başûr re dixwazin kurdên welatparêz tune bikin

  • rojane
  • 09:03 22 Nîsan 2023
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Siyasetmedarê kurd Nasir Yagiz bertek nîşanî êrişên li Herêma Federe ya Kurdistanê li dijî welatparêzên kurd tên kirin da û wiha got: “Neparastina kurdan a li Kurdistanê cihê rûreşiyê ye. Bi van êrişan dixwazin kurdên welatparêz tune bikin.” 
 
Li Herêma Federe ya Kurdistanê êrişên li dijî welatparêz û siyasetmedarên kurd ên ji bakurê Kurdistanê koç bûn berdewam in. Di encama êrişên bi hevkariya MÎT û PDK’ê de heta niha bi dehan kes hatine qetilkirin. Di sala borî de tenê li Silêmaniyeyê herî kêm 5 êrişên sûîqestê hatin kirin. Di êrişa 4’ê cotmeha 2022’yan de edîtora Kovara Jineolojiyê, endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê, akademîsyen û rojnameger Nagihan Akarsel li Silêmaniyeyê hate qetilkirin. Di êrişa 28’ê tebaxa heman salê de endamê Meclisa Rêveber a Tevgera Azadî Şeyl Xurid Ezîz (Mamoste Şemal) hate qetilkirin. Di êrişa 17’ê gulanê ya heman salê de li Taxa Bextiyarî welatparêzê ji bakurê Kurdistanê Zekî Çelebî bi giranî birîndar bû û di 18’ê gulanê de jiyana xwe ji dest da. Di êrişa 17’ê îlona 2021’an de endamê Komîteya PKK’ê Yasîn Bulut (Şukri Serhed) li Silêmaniyeyê hate qetilkirin. Di 16’ê îlona 2021’an de ji welatiyên Bakur, Ferhad Bariş Kondu li Silêmaniyeyê di êrişekê de bi giranî birîndar bû. Îsal jî welatparêzê kurd Huseyîn Tûrelî li Dihokê di êrişeke sûîqestê de hate qetilkirin. Hikûmeta Herêma Kurdistanê têkildarî van êrişan tu lêpirsînên bibandor nedan destpêkirin û ji kujeran hesab nepirsî. 
 
Endamê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û siyasetmedarê Kurd Nasir Yagiz têkildarî êrişên li Başûr li dijî siyasetmedar û welatparêzên kurd tên kirin, bi ajansa me re axivî. 
 
'HIKÛMET TEVDÎRAN NAGIRE’
 
Yagiz, diyar kir ku rêveberiya PDK'ê li hemberî van êrişan tu tevdîran nagire û wiha got: “Beşekê girîng a konsepta tunekirina kurdan a dewleta tirk, li başûrê Kurdistanê tê meşandin. Polîtîkayên qirkirin, çewisandin, tirsandin û revandinê yên dewleta tirk didomin. Hevkarên tarî yên herêmî bi alîkariya MÎT'ê rola pêşeng dilîzin û hewl didin encamekê bi dest bixin. Welatparêzên kurd Mehmet Zekî Çelebî, Yasîn Bulut û Nagihan Akarsel ku ji ber aloziyên siyasî yên Tirkiyeyê hatibûn vê derê, di çarçoveya vê armancê de hatin qetilkirin. Herî dawî jî hevalê me Huseyîn Tûrelî li Dihokê ku navenda herî qelebalix û herî mezin a bazirganiyê ye, hate qetilkirin. Berê jî li dijî hevalê me Huseyîn sûîqestek hatibû kirin. Lê tevî van sûîqestên siyasî jî hikûmeta herêmê tu tevdîran nagire. Di vê mijarê de hevalên me gelek hewldanên dîplomatîk kirin lê dîsa jî rê li ber cînayetan nehat girtin. Bêhelwestbûna hikûmeta Başûr a li dijî vê rewşê, dilê her kurdekî diêşîne.”
 
'ARMANC KURDÊN WELATPARÊZ IN'
 
Bi domdarî Yagiz diyar kir ku ji êrişan armanc tê kirin ku nasnameya kurdatiyê li herêma Kurdistanê were tunekirin û wiha pê de çû: “Kesên hatin qetilkirin, hevalên me yên li sirgûnê ne ku ji ber pirsgirêkên siyasî hatine başûrê Kurdistanê. Hikûmeta Herêma Kurdistanê nikare aramiyê pêk bîne. Ji bo hevalên me şert û mercên însanî pêk ne anîn. Sedema van cînayetan desthilatdariya Başûr a di nava krîzê de û MÎT e. Bêguman kurdên noker di şexsê PDK’ê de cesaretê didin van hêzên tarî. Siyasetmedarên kurd weke cihê herî biewle vê derê dibînin û tên. Cihê xemgîniyê ye ku li vir tên kuştin. Hevalên me ji ber nasnameya xwe ya birûmet, ji ber têkoşeriya xwe tên hedefgirtin. Hedefa van êrişan, tunekirina nasnameya kurd a azad a berxwedêr e. Mafê jiyanê yê mirovan yek ji mafên herî bingehîn e ku li her derê cîhanê ji aliyê Neteweyên Yekbûyî (NY) ve hatiye misogerkirin. Divê hikûmeta Başûr vê rastiyê bizane û hevalên me biparêze. Neparastina hevalên me, ji bo hikûmeta Başûr cihê şermê ye. Ev hişmendiyeye ku nahêla yekitiya kurdan jî pêk bê.” 
 
'NY JI VAN SÛÎQESTAN BERPIRSYARE'
 
Di berdewamê de Yagiz destnîşan kir ku NY bi bêdengiya xwe ya li hemberî êrişan cesaretê dide hikûmeta herêmê û axaftina xwe wiha qedand: “Nûnertiya me di vê mijarê de hem bi nivîskî hem jî rû bi rû hevdîtin kirin. Me fikarên xwe yên der barê vê mijarê de anîn ziman û xetereya li ser jiyana siyasetmedarên Bakur vegotin. Xetere li ser jiyana me heye û mafê me yê xweparastinê heye. Dê hevdîtinên me zêdetir bibin. Em forma xwe ji NY’ê digirin û mafê penaberiyê digirin. Berpirsyarê van bûyeran NT û hikûmeta Başûr e. Heta îro jî NY’yê der barê van sûîqestan de daxuyaniyek nedaye. Li Silêmaniyeyê 3 hevalên me şehîd bûn. Piştî şehadeta Huseyîn jî ji aliyê NY’yê ve tu daxuyanî nehatin dayîn. Hemû cîhan kêmasî û bêhesasiyeta rêveberiya Kurdistanê dibîne. Bêdengiya NY’yê hêzê dide hikûmeta herêmê. Kurd li ser axa xwe nayên parastin. Ev êşeke pir giran e. Li şûna lêgerîneke navneteweyî, divê hikûmeta herêmê pêşî li vê bigire. MÎT’ê heta niha li Başûr bi sedan baregeh vekirine. Bêguman ev yek jî xetereyê li ser jiyana kesên ji bo penabertiyê form ji NY’yê girtin çêdike. Banga me ji hêzên navneteweyî, saziyên mafên mirovan û siyasetmedarên kurd re heye; divê mafên welatiyên li vir bên misogerkirin û parastin.” 
 
MA / Zeynep Durgut 
 

Sernavên din

22/04/2023
20:56 Edîtora Jinnewsê Gulşen Koçûk hate berdan
20:39 Di bin çavan de heqaret û îşkence li Dayikên Şemiyê kirine
19:54 Li Bazarcixê du kesê din jî jiyana xwe ji dest dan
18:32 Partiya Çepên Kesk li Bûrsa û Tekîrdagê bi gel re civiya
18:16 Dewleta tirk Amediyê bombebaran kir
18:08 Li Dêrsim û Tetwanê buroyên hilbijartinê yên jinan hatin vekirin
17:08 Li Cizîrê jin vexwendin mitîngê
17:04 Partiya Çepên Kesk gund bi gund xebatên hilbijartinê dike
16:51 Partiya Çepên Kesk li Semsûrê cejna mexdûrên erdhejê pîroz kir
16:31 ÎHD: Em ê li hemberî bêhiqûqiyan serî netewînin
16:27 Tedawiya girtiyê nexweş Kavak tê astengkirin
15:44 Partiyên muxalîf bi boneya cejnê çûn serdana Partiya Çepên Kesk
14:54 Nameya girtiya nexweş: Êdî taqeta min nema ye
14:44 Şaredarê AKP’î ji mexdûrê erdhejê re got: Wê demê di bin konan de nemîne
14:35 Meclisa Ciwanan a Partiya Çepên Kesk çalakî li dar xist: Ciwan, dînamîka sedsala nû ne
14:17 Xizmên Windakiriyan aqûbeta helbestvan Tanîle Varujan pirsîn
13:13 Li Newala Hespistê liv û tevgera hewayî
13:06 Li Qilebanê rewdegurê 30 bizin mirar kir
13:02 Partiyên muxalefetê bi boneya cejnê çûn serdana HDP’ê
13:01 Polîsan êrişî Dayikên Şemiyê kirin: 17 kes hatin binçavkirin
12:50 Malbata Şenyaşar: Bila dilên me di rêya edaletê de bibin yek
12:40 Pirtûka ‘Xweşikiyên Bihûştê li Dojehê Tên Afirandin’ gihişt ber destê xwîneran
11:36 Hejmara qurbaniyên erdhejê derket 50 hezar û 783’yan
11:31 Xebatên ji bo dîtina 3 ciwanên ketine Çemê Munzurê berdewam in
09:59 Nivîskar Namazie: Dawiya rejîma Îranê êdî nêz bûye
09:59 Dê hesaba lawê xwe yê hate qetilkirin li Meclisê bipirse
09:13 Ji têkoşîna kedê heta namzetiya wekîltiyê: Dê bibe xelasiya civakê
09:12 Namzet û rojnameger Dogan ala bavê xwe dewr girt: Hêvî dikim ku layiqî tekoşîna wî bibim
09:07 Hatîmogûllari: Çareserkirina pirsgirêka kurd dê bi rakirina tecrîda li Îmraliyê pêkan be
09:03 Yagiz: Bi êrişên li Başûr re dixwazin kurdên welatparêz tune bikin
09:00 Li Geliyê Botanê xemla biharê
09:00 ROJEVA 22'YÊ NÎSANA 2023'YAN
21/04/2023
21:36 Sancar li Erzînê ye: Hatay ji 14’ê Gulanê re amade ye
21:04 Sirri Sureya Onder: Ev hilbijartina hebûn û tunebûne ye
20:13 Li Semsûrê li dijî Kiliçdaroglû provokasyon
20:01 Li Agiriyê jinek hate qetilkirin
19:54 Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Ûçar li Stenbolê ye: Ew dê biçin em ê serbikevin
18:21 Li Sûdanê di cejnê de jî şer didome: Herî kêm 330 kes mirin
18:07 KNK: Roja Rojnamevaniya Kurdî li hemû rojnamevanên têkoşer pîroz be
17:53 Sancar ê li Hatayê axivî: Armanca me ew e ku em vê desthilata mirinê bişînin
17:19 Wesayîta ku 3 kes tê de bûn kete Çemê Mûnzûr
17:10 Partiya Çepên Kesk bêrawestan xebatên xwe didomîne
16:28 Bayindir: Em ê hesabê erdhejê ji desthilatê bipirsin
15:51 Li Samandagê hevdîtina bi gel re: Dê piştî 14’ê Gulanê ji bo me bibe cejn
14:57 Malbata Şenyaşar cejn li pêşiya edliyeyê pêşwazî kir
14:55 Bi boneya Cejna Remezanê goristan hatin ziyaretkirin
13:19 Sancar: Em ê îktîdarê têk bibin û pergalê biguherînin
12:36 Parastina Bajar a Amedê bi boneya cejnê çû serdana Partiya Çepên Kesk
12:13 Gorên berxwedêrên 'Jin, jiyan, azadî' bi girseyî hatin ziyaretkirin
11:52 Mutalaaya Doza Kobanê: Dadgehê ji bo hilbijartinê tişta jê dihat xwestin kir
11:08 Gora Vedat Aydin hate ziyaretkirin: Îro bi milyonan kes alaya têkoşînê li ba dikin
10:44 Konukçu: Jin bêalternatîf nînin
10:39 Delîl tune ye, lê sûcdar e!
10:19 Namzetê Partiya Çepên Kesk ê Hatayê: Em ê herî kêm 2 wekîlan derxînin
09:53 Dê li bajarê ku bi darê zorê jê hatibû koçberkirin bibe parlamenter
09:19 'Semsûrî êdî guherînê dixwazin'
09:09 Banga ji bo hilbijêrên li derveyî welêt: Dengek dikare dîktatorekî hilweşîne
09:06 Partiya Çepên Kesk dê li Stenbolê bi 68 hezar û 500 kesî sindoqan biparêze
09:04 ‘Em ê bibin deng û wijdanê yên vederkirî'
09:03 Namzetê Agiriyê Heval Bozdag: Li dijî xespkirina mafê tenduristiyê Partiya Çepên Kesk
09:00 ROJEVA 21'Ê NÎSANA 2023'YAN
20/04/2023
21:07 Li Bazarcixê bahoz rabû: 2 kes mirin, 150 kes birîndar bûn
20:31 Partiya Çepên Kesk li Bazarcixê maseya krîzê danî
18:23 Ji HDP û MEBYA-DER'ê serdana goristanan
17:10 Xebatên Partiya Çepên Kesk didomin: Me soz da em ê yek zilamî bişînin
16:56 Malbata Şenyaşar: Di 14’ê Gulanê de dê azadî û edalet were
16:55 Li Îdirê xebatên hilbijartinê: Karê îktîdarê dizî ye lewma divê em sindoqan baş biparêzin
16:31 Li Bazarcixê bahoz rabû: Herî kêm 20 kes birîndar bûn
15:51 Li Amedê serdana goristanê hat kirin
15:38 Xelkê Amedê: Em ê cejna li pêşiya me bê Tayyîp derbas bikin
15:29 HPG’ê têkildarî Garê daxuyanî da
14:54 ÎHD: Îşkence li 52 girtiyan hatiye kirin û berdana 32 girtiyan hat astengkirin
14:38 Waniyên ku nekarîn danûstandina cejnê bikin: Em ê di hilbijartinan de bersiva pêwîst bidin
14:34 Bi boneya cejnê serdana gora Denîz Poyraz kirin
13:57 Partiya Çepên Kesk li Semsûrê çû serdana goristanan
13:43 Di erefeya cejnê de Semsûr: Qêrîn û hawar
13:31 Ferît Şenyaşar: Îktîdara ku vê zilmê dike li ber têkçûnê ye
13:30 Dewleta tirk gundên Amediyeyê bombebaran kirin
13:16 Li Sîteya Pîşesaziyê ya Mêrsînê şewat derket: 4 kesan jiyana xwe ji dest dan
12:40 Ji HDP’ê û Partiya Çepên Kesk peyama cejnê: Em dikarin 14’ê Gulanê veguherînin cejna duyemîn
12:38 Wezaretê ji bo Abdullah Ocalan bersiv da AYM’ê: Ji ber sedemên ne bi destê me
12:13 Parêzerên Abdullah Ocalan bi boneya cejnê serlêdan kirin
11:47 Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk Akin: Lêgerîna Erdogan li Amedê pûç derket
11:29 Li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê girtî bi sedyeyê ve tên kelemçekirin
10:47 Ji elewiyan bang: Em tevek di bin sîwana Partiya Çepên Kesk de bibin yek
10:23 Çîçek Otlû: Em ê têkoşîna li kolanan bibin Meclisê
09:53 Namzeta Partiya Çepên Kesk a Wanê Sayyîgît: Em ê her 8 parlamenteran jî bi dest bixin
09:39 ÎHD ji bo ewlehiya hilbijartinê dê serî li YSK'ê bide
09:15 'Ji bo dawî li vê hepsîbûnê bê em ê biçin ser sindoqan'
09:07 Namzetên Îdirê: Werin em di bin banê Partiya Çepên Kesk de bibin yek
09:03 KCK’ê li dijî provokasyonan hişyarî da
09:02 Hevseroka Komeleya Birca Belek: Em nehêlin berhemên me wekî yên xwe nîşan bidin
09:02 Namzetê Semsûrê Kenanoglû: Li herêma erdhejê a girîng ewlehiya sindoqan e
09:00 ROJEVA 20'Ê NÎSANA 2023'YAN
19/04/2023
23:42 Sancar: Armanca me, em di parlamentoyê de bibin hêza diyarker
23:11 Awayê dawî yê pûsûleyên dengan diyar bû
23:03 Turelî li warê xwe hat veşartin
22:47 Xebatên ji bo meşa jinan didomin
22:36 Li Bazîdê namzet bi meşaleyan hatin pêşwazîkirin
22:25 KESK bû mêvanê sifreya fitariyê ya malbata Şenyaşarê