KCK’ê li dijî provokasyonan hişyarî da

  • rojane
  • 09:03 20 Nîsan 2023
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - KCK’ê piştî qetilkirina Huseyîn Turelî li Dihokê, daxuyaniyek da û diyar kir ku divê hemû kes li dijî provokasyonên dewleta tirk hişyar be. 
 
Welatiyê bi navê Huseyîn Turelî ku ji ber dozên xwe yên li Tirkiyeyê koçî Herêma Federe ya Kurdistanê kiribû û di 17’ê nîsanê de li Navenda Kargehan a Famîly Mall a Dihokê di encama êrişeke çekdarî de hate qetilkirin. Cenazeyê Turelî duh anîn navenda Êlihê û li Goristana Asrî hate definkirin. Li gorî Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF); Komîteya Karên Derve ya KCK’ê têkildarî mijarê daxuyaniyek da û bal kişand ser cînayetên li Herêma Kurdistanê tên kirin. KCK’ê di daxuyaniya xwe de bang kir ku her kes li dijî provokasyonên rejîma AKP-MHP’ê hişyar bin. 
 
Daxuyaniya KCK’ê ya têkildarî mijarê wiha ye: “Gelên Tirkiyeyê, ji bo pêşeroja xwe ketine merheleya dawîn a hilbijartineke ku ji bo wan gelek giring e. Hilbijartinên 14’ê Gulanê ji bo pêşeroja welêt û herêmê gelek girîng in û zêde nemaye jê re. Banga me li raya Tirkiyeyê, herêmê û hêzên navneteweyî ew e ku li dijî provokasyonên dewleta tirk a faşîst û hikûmeta mafya-terorê baldar bin.
 
DAXUYANIYÊN TIRKIYEYÊ DEREWAND
 
Desthilatdariya mafya-teror a AKP-MHP’ê ku rû bi rûyê têkçûyînê ye, bi êrişa terorî ya li ser balafirgeha navneteweyî ya Silêmaniyê nîşanê her kesî da ku wê serî li her rê û rêbaza qirêjî bide. Ev êrişa nemerdane û girtina ser sûcê terorê yê navneteweyî, hewl daye ku bi çalakiyên tevgera me yên li balafirgeha Silêmaniyê û li seranserê bajêr bi hincet bike. Wezîrê Karên Derve yê hikûmeta mafya-terorê Mevlût Çavûşoglû, li ser ekranên televizyonê bêyî ku fedî bike, daxuyaniyên derew ên dûrê rastiyê dane. Tevgera me ya Azadiyê, diyar kir ku di rewşa kontrolkirina balafir û bajarê Silêmaniyê de ye. Em dixwazin bi eşkerehî ji gelê xwe yê hêja û raya cîhanê re bibêjin ku tiştên ku dewleta tirk têkildarê balafirgeha Silêmaniyê û derdora wê diyar kirine, tev derew in. Mijara esas ew e ku dewleta tirk aciziyê ji têkoşîna hevpar a YNK, HSD û hêzên Koalîsyona Navneteweyî li dijî DAIŞ’ê, dike. Zemînê argûmanên feraseta faşîst a bi pêşengtiya klîka Erdogan-Bahçelî, PDK bi siyaset û rêveberiya xwe datîne.
 
HEWLÊR Û DIHOK BÛNE NAVENDÊN BIRYARGEHÊN MÎT’Ê
 
Salên dawîn li Silêmaniyê û derdora wê gelek welatparêz û hevalên me bi êrişên rêxistina terorê MÎT’ê şehîd bûne. Di van hemû êrişan de hemû kujer ji Hewlêrê hatine û paşê çûne Hewlêrê. Di van hemû êrişan de hevkariya MÎT-PARASTIN’ê bi belgeyan îspat bûye. Hewlêr û Dihok, bûne mîna biryargehên MÎT’ê ku rêxistineke terorî ye. Mînaka herî dawîn a vê hevkariya sûc, 17’ê nîsanê li navenda Dihokê qetilkirina welatparêz Huseyîn Turelî yê ji Bakurê Kurdistanê ye. Ji ber ku dewleta tirk a faşîst xwestiye Huseyîn Turelî bigire, Huseyîn Turelî nêzîkê deh sal berê reviyaye başûrê Kurdistanê û li wir bi cih bûye û esnafî kiriye. PDK ku tevgera me dike hinceta êrişên Silêmaniyê, wê vê kuştinê bi çi îzah bike, bajarên lê desthilatdar e kirine wek sî û stara kujerên kurdan. Gel meraqa bersiva wan dike. Hêj ku xwîna Huseyîn ziwa nebûye, çapemeniya PDK’ê ku di bin kontrola MÎT’ê de ye, ji bo me bike berpirsê vê êrişê jî, gelek hewil dide. Em qetilkirina bi nemerdî ya Huseyîn Turelî ku mirovekê me yê welatparêz e, şermezar dikin, dibêjin bila serê malbatê û gelê me yê welatparêz sax be. Di şexsê heval şehîd Huseyîn Turelî de, em cardin dixwazin diyar bikin ku wê heyfa hemû şehîdên me bê hilanîn.
 
HIŞYARIYA LI DIJÎ PROVOKASYONAN
 
Bi boneya vê êrişê, agahiyên ku me ji çavkaniyên girîng wergirtine jî didin ber çavan û dixwazin her kesî li dijî provokasyonên dewleta tirk a faşîst û hikûmeta mafya-teror hişyar bikin. Dewleta faşîst a mêtinger, hikûmeta mafya-teror ku ji her aliyî ve ketiye tengasiyê, ji tirsa wê ji dest bide dilerize, ji bo aramiya herêmê xera bike, dînamîkên herêmê bîne hemberê hev, em dizanin ku dixwaze li Iraq, Sûriye, Rojava û Başûrê Kurdistanê teqîn, êriş û sûîkastan bike û bixe stûyê tevgera me.
 
Di vê çarçoveyê de, bi taybetî divê rayedarên Iraq û başûrê Kurdistan û gelê wê li dijî lîstikên hikûmeta teror-mafya ya dewleta tirk hestyar û baldar bin.
 
Rêveberiya me bala xwe da agahiyên ku wê dewletaTirk a mêtinkar û neyarê Kurdan wê serî li dek û dolab û provokasyonan bide, biryara bêçalakîtiyê ku me ji ber erdhejê dabû, ragihand ku heta bi piştî hilbijartinên 14’ê Gulanê dirêj kiriye.
 
Bi geşedanên dawîn û agahiyên ku me girtine, rastiya biryara me cardin derket holê.
 
Em bang li hikûmeta Iraqê, derdorên polîtîk rayedarên Başûr, hêzên din û hêzên navneteweyî dikin di vî warî de bi berpirsyarî rabibin û tevdîrên bergir bigirin.”
 

Sernavên din

22/04/2023
20:56 Edîtora Jinnewsê Gulşen Koçûk hate berdan
20:39 Di bin çavan de heqaret û îşkence li Dayikên Şemiyê kirine
19:54 Li Bazarcixê du kesê din jî jiyana xwe ji dest dan
18:32 Partiya Çepên Kesk li Bûrsa û Tekîrdagê bi gel re civiya
18:16 Dewleta tirk Amediyê bombebaran kir
18:08 Li Dêrsim û Tetwanê buroyên hilbijartinê yên jinan hatin vekirin
17:08 Li Cizîrê jin vexwendin mitîngê
17:04 Partiya Çepên Kesk gund bi gund xebatên hilbijartinê dike
16:51 Partiya Çepên Kesk li Semsûrê cejna mexdûrên erdhejê pîroz kir
16:31 ÎHD: Em ê li hemberî bêhiqûqiyan serî netewînin
16:27 Tedawiya girtiyê nexweş Kavak tê astengkirin
15:44 Partiyên muxalîf bi boneya cejnê çûn serdana Partiya Çepên Kesk
14:54 Nameya girtiya nexweş: Êdî taqeta min nema ye
14:44 Şaredarê AKP’î ji mexdûrê erdhejê re got: Wê demê di bin konan de nemîne
14:35 Meclisa Ciwanan a Partiya Çepên Kesk çalakî li dar xist: Ciwan, dînamîka sedsala nû ne
14:17 Xizmên Windakiriyan aqûbeta helbestvan Tanîle Varujan pirsîn
13:13 Li Newala Hespistê liv û tevgera hewayî
13:06 Li Qilebanê rewdegurê 30 bizin mirar kir
13:02 Partiyên muxalefetê bi boneya cejnê çûn serdana HDP’ê
13:01 Polîsan êrişî Dayikên Şemiyê kirin: 17 kes hatin binçavkirin
12:50 Malbata Şenyaşar: Bila dilên me di rêya edaletê de bibin yek
12:40 Pirtûka ‘Xweşikiyên Bihûştê li Dojehê Tên Afirandin’ gihişt ber destê xwîneran
11:36 Hejmara qurbaniyên erdhejê derket 50 hezar û 783’yan
11:31 Xebatên ji bo dîtina 3 ciwanên ketine Çemê Munzurê berdewam in
09:59 Nivîskar Namazie: Dawiya rejîma Îranê êdî nêz bûye
09:59 Dê hesaba lawê xwe yê hate qetilkirin li Meclisê bipirse
09:13 Ji têkoşîna kedê heta namzetiya wekîltiyê: Dê bibe xelasiya civakê
09:12 Namzet û rojnameger Dogan ala bavê xwe dewr girt: Hêvî dikim ku layiqî tekoşîna wî bibim
09:07 Hatîmogûllari: Çareserkirina pirsgirêka kurd dê bi rakirina tecrîda li Îmraliyê pêkan be
09:03 Yagiz: Bi êrişên li Başûr re dixwazin kurdên welatparêz tune bikin
09:00 Li Geliyê Botanê xemla biharê
09:00 ROJEVA 22'YÊ NÎSANA 2023'YAN
21/04/2023
21:36 Sancar li Erzînê ye: Hatay ji 14’ê Gulanê re amade ye
21:04 Sirri Sureya Onder: Ev hilbijartina hebûn û tunebûne ye
20:13 Li Semsûrê li dijî Kiliçdaroglû provokasyon
20:01 Li Agiriyê jinek hate qetilkirin
19:54 Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Ûçar li Stenbolê ye: Ew dê biçin em ê serbikevin
18:21 Li Sûdanê di cejnê de jî şer didome: Herî kêm 330 kes mirin
18:07 KNK: Roja Rojnamevaniya Kurdî li hemû rojnamevanên têkoşer pîroz be
17:53 Sancar ê li Hatayê axivî: Armanca me ew e ku em vê desthilata mirinê bişînin
17:19 Wesayîta ku 3 kes tê de bûn kete Çemê Mûnzûr
17:10 Partiya Çepên Kesk bêrawestan xebatên xwe didomîne
16:28 Bayindir: Em ê hesabê erdhejê ji desthilatê bipirsin
15:51 Li Samandagê hevdîtina bi gel re: Dê piştî 14’ê Gulanê ji bo me bibe cejn
14:57 Malbata Şenyaşar cejn li pêşiya edliyeyê pêşwazî kir
14:55 Bi boneya Cejna Remezanê goristan hatin ziyaretkirin
13:19 Sancar: Em ê îktîdarê têk bibin û pergalê biguherînin
12:36 Parastina Bajar a Amedê bi boneya cejnê çû serdana Partiya Çepên Kesk
12:13 Gorên berxwedêrên 'Jin, jiyan, azadî' bi girseyî hatin ziyaretkirin
11:52 Mutalaaya Doza Kobanê: Dadgehê ji bo hilbijartinê tişta jê dihat xwestin kir
11:08 Gora Vedat Aydin hate ziyaretkirin: Îro bi milyonan kes alaya têkoşînê li ba dikin
10:44 Konukçu: Jin bêalternatîf nînin
10:39 Delîl tune ye, lê sûcdar e!
10:19 Namzetê Partiya Çepên Kesk ê Hatayê: Em ê herî kêm 2 wekîlan derxînin
09:53 Dê li bajarê ku bi darê zorê jê hatibû koçberkirin bibe parlamenter
09:19 'Semsûrî êdî guherînê dixwazin'
09:09 Banga ji bo hilbijêrên li derveyî welêt: Dengek dikare dîktatorekî hilweşîne
09:06 Partiya Çepên Kesk dê li Stenbolê bi 68 hezar û 500 kesî sindoqan biparêze
09:04 ‘Em ê bibin deng û wijdanê yên vederkirî'
09:03 Namzetê Agiriyê Heval Bozdag: Li dijî xespkirina mafê tenduristiyê Partiya Çepên Kesk
09:00 ROJEVA 21'Ê NÎSANA 2023'YAN
20/04/2023
21:07 Li Bazarcixê bahoz rabû: 2 kes mirin, 150 kes birîndar bûn
20:31 Partiya Çepên Kesk li Bazarcixê maseya krîzê danî
18:23 Ji HDP û MEBYA-DER'ê serdana goristanan
17:10 Xebatên Partiya Çepên Kesk didomin: Me soz da em ê yek zilamî bişînin
16:56 Malbata Şenyaşar: Di 14’ê Gulanê de dê azadî û edalet were
16:55 Li Îdirê xebatên hilbijartinê: Karê îktîdarê dizî ye lewma divê em sindoqan baş biparêzin
16:31 Li Bazarcixê bahoz rabû: Herî kêm 20 kes birîndar bûn
15:51 Li Amedê serdana goristanê hat kirin
15:38 Xelkê Amedê: Em ê cejna li pêşiya me bê Tayyîp derbas bikin
15:29 HPG’ê têkildarî Garê daxuyanî da
14:54 ÎHD: Îşkence li 52 girtiyan hatiye kirin û berdana 32 girtiyan hat astengkirin
14:38 Waniyên ku nekarîn danûstandina cejnê bikin: Em ê di hilbijartinan de bersiva pêwîst bidin
14:34 Bi boneya cejnê serdana gora Denîz Poyraz kirin
13:57 Partiya Çepên Kesk li Semsûrê çû serdana goristanan
13:43 Di erefeya cejnê de Semsûr: Qêrîn û hawar
13:31 Ferît Şenyaşar: Îktîdara ku vê zilmê dike li ber têkçûnê ye
13:30 Dewleta tirk gundên Amediyeyê bombebaran kirin
13:16 Li Sîteya Pîşesaziyê ya Mêrsînê şewat derket: 4 kesan jiyana xwe ji dest dan
12:40 Ji HDP’ê û Partiya Çepên Kesk peyama cejnê: Em dikarin 14’ê Gulanê veguherînin cejna duyemîn
12:38 Wezaretê ji bo Abdullah Ocalan bersiv da AYM’ê: Ji ber sedemên ne bi destê me
12:13 Parêzerên Abdullah Ocalan bi boneya cejnê serlêdan kirin
11:47 Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk Akin: Lêgerîna Erdogan li Amedê pûç derket
11:29 Li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê girtî bi sedyeyê ve tên kelemçekirin
10:47 Ji elewiyan bang: Em tevek di bin sîwana Partiya Çepên Kesk de bibin yek
10:23 Çîçek Otlû: Em ê têkoşîna li kolanan bibin Meclisê
09:53 Namzeta Partiya Çepên Kesk a Wanê Sayyîgît: Em ê her 8 parlamenteran jî bi dest bixin
09:39 ÎHD ji bo ewlehiya hilbijartinê dê serî li YSK'ê bide
09:15 'Ji bo dawî li vê hepsîbûnê bê em ê biçin ser sindoqan'
09:07 Namzetên Îdirê: Werin em di bin banê Partiya Çepên Kesk de bibin yek
09:03 KCK’ê li dijî provokasyonan hişyarî da
09:02 Hevseroka Komeleya Birca Belek: Em nehêlin berhemên me wekî yên xwe nîşan bidin
09:02 Namzetê Semsûrê Kenanoglû: Li herêma erdhejê a girîng ewlehiya sindoqan e
09:00 ROJEVA 20'Ê NÎSANA 2023'YAN
19/04/2023
23:42 Sancar: Armanca me, em di parlamentoyê de bibin hêza diyarker
23:11 Awayê dawî yê pûsûleyên dengan diyar bû
23:03 Turelî li warê xwe hat veşartin
22:47 Xebatên ji bo meşa jinan didomin
22:36 Li Bazîdê namzet bi meşaleyan hatin pêşwazîkirin
22:25 KESK bû mêvanê sifreya fitariyê ya malbata Şenyaşarê