Namzetên jin ên Xarpêtê: Em ê ji bo guherandina vê rejîmê li meclisê bin

  • jin
  • 12:56 19 Nîsan 2023
  • |
img

XARPÊT - Namzetên jin ên Xarpêtê diyar kirin ku dê têkoşîna xwe ya li dijî zextên ser zimanê kurdî û tundiya li dijî jinan li meclisê bidomînin û wiha gotin: “Banga me ji bo her kesî ew e ku li dijî zîhniyeta mêrserdest dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk.” 

 
Ji bo hilbijartinên serokkomarî û yên giştî ku dê di 14’ê Gulanê de bên lidarxistin çendek roj mane. Hejmara parlamenterên Xarpêtê di hilbijartinên giştî yên 2015’an de 4 bû lê piştî ku hejmara parlamenteran derketî 600’an û piştî referandûma guherandina makeqanûnê, ev hejmar derket 5’an. Di hilbijartinên 24’ê hezîrana 2018’an de AKP’ê 4 û CHP’ê jî parlamenterek derxist. Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî 35 hezar û 460 deng wergirt û bi rêjeyeke kêm parlamenterek winda kir. 
 
Tifaqa Ked û Azadiyê vêcarê bi navê Partiya Çepên Kesk dikeve hilbijartinê û îdiaya xwe ya li bajar bi namzetên parlamenteriyê Savaş Erdogan, Nûrşat Yeşîl, Hadî Konar û Sûltan Yaray mezintir kir. 
 
Ji du namzetên jin ên Xarpêtê Sûltan Yaray û Nûrşat Yeşîl têkildarî hilbijartinê bi ajansa me re axivîn. 
 
Helbestvan, nivîskar û Hevseroka Komeleya Wêjekarên Kurd a berê Sûltan Yaray, bal kişand ser zextên li ser zimanê kurdî û wiha got: “Ji ewil ez ê li ser zimanê kurdî bisekinim. Gelê kurd ev sed sal in têdikoşe lê hêj jî pirsgirêka wan a nasnameyê nehatiye çareserkirin. Pirsgirêkên ziman û nasnameyê, eleqeya xwe bi statûya kurdan re heye. Dikare rewşek azad û demokratîk were afirandin ku hemû kes tê de cihê xwe bibîne û jiyanekê ava bike. Têkoşîna me jî di vê çarçoveyê de ye.” 
 
NÛNERTIYA JINAN
 
Bi domdarî Yaray anî ziman ku armanca wan ew e ku di her qadê de nûnertiya jinan xurtir bikin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Heta niha jî siyaset her tim bi nêzikatiya zilaman hatiye kirin. Dema em li kevneşopiya partiyên siyasî yên kurd dinihêrin, her tim roleke pir çalak lîstine û di gelek qadan de pêşengtî kirine. Partiya Çepên Kesk jî vê kevneşopiyê didomîne. Deng û rengê jinê ye. Jixwe dema em li namzetan dinêrin jî vê yekê dibînin. Di asta rêveberiyê de jî heman rewş heye. Jinên kurd û hemû jinên azadî, demokrasî û wekheviyê dixwazin di vê partiyê de cih digirin. Di wê baweriyê de me ku hemû hevalên me dê bi xebat, deng û rengên xwe meclisê biguherînin.” 
 
GIRTIYÊN SIYASÎ YÊN JIN 
 
Di berdewamê de Yaray diyar kir ku îktîdara AKP’ê ji bo gelan tu qadên jiyanê nehiştine û ev tişt anî ziman: “Weke jin, em bibiryar in ku vê pergalê biguherînin. Vê pergalê tu carî derfet nedan jinê ku jiyana heq dike bijî. Weke jinekê min jî xwest di nava vê partiyê de cih bigirim. Jin, her roj tên kuştin û her roj nûçeyên têkildarî tundiya li ser jinan tên weşandin. Faîl jî çendek meh piştre tên berdan û bi rihetî digerin. Niha bi sedan jinên siyasetmedar ji ber fikrên xwe di girtîgehê de ne. Dixwestin di nava civakê de bi awayekî çalak cih bigirin lewma rastî cezayên giran hatin. Girtîgeh bi jinên dixwestin pêşerojeke azad ava bikin ve tije bûne. Partiya Çepên Kesk dê vê pergalê biguherîne. Yên ku daxwaza jiyaneke azad dikin, divê li gel Partiya Çepên Kesk bin.” 
 
LÊGERÎNÊN ÇARESERIYÊ YÊN LI DIJÎ TUNDIYÊ
 
Namzeta parlamenteriyê Nûrşat Yeşîl jî kedkareke tenduristiyê ye û bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê  (KHK) ji peywira xwe hatiye dûrxistin. Yeşîl, Hevseroka HDP’a Dêrsimê ya berê ye. Yeşîl, got ku îktîdar û şirîkên wê tu carî pirsgirêkên jinan naxin rojeva xwe û wiha dom kir: “Weke jinên Partiya Çepên Kesk, me polîtîkayên çareseriyê yên li dijî tundiya ser jinan xist rojeva xwe û beyannameya hilbijartinê ya jinan jî di vê çarçoveyê de amade kir. Polîtîkayên îktîdarê dibin sedema mexdûriyetên jinan. Lewma jî têkoşîna tevgera jinên kurd û tevgerên jinan ên femînîst ên di nava tevgera çepa Tirkiyeyê de cih digirin pir binirx e. Em ne di dema îktîdara 20 salan a AKP’ê de û ne jî beriya wan xwedî statûyeke wekhev nebûn lê bi îktîdara AKP’ê re destkeftiyên me jî hatin tunekirin. Weke Partiya Çepên Kesk em ê tevahiya mafên xwe li xwe vegerînin û ji bo wekheviya zayenda civakî li meclisê têkoşîna xwe bidomînin.” 
 
‘LI DIJÎ PERGALÊ DENGÊ XWE BIDIN PARTIYA ÇEPÊN KESK’
 
Yeşîl, herî dawî wiha got: “Partiya Çepên Kesk, ji bo jinan navnîşaneke rast e. Em ê têkoşîna xwe ya bi sala ye didome, li meclisê bidomînin. Ji bo têkbirina îktîdara AKP-MHP’ê, ji bo li meclisê di bin sîwana Tifaqa Ked û Azadiyê de têbikoşin, ji bo hîn xurtir nûnertiya demokrasî û azadiyan bikin, divê hemû gelê me di 14’ê Gulanê de dengê xwe bide Partiya Çepên Kesk.”
 

Sernavên din

19/04/2023
22:25 KESK bû mêvanê sifreya fitariyê ya malbata Şenyaşarê
21:35 'Ji ber ku Tirkiye tazmînat nedaye Iraqê îxracata petrolê hatiye sekinandin'
21:03 Li Şehbayê Çarşema Sor hat pîrozkirin
20:56 Li ber NY’yê çalakiya ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan didome
20:51 YSK'ê lîsteya namzetan pesend kir
19:53 KCK: Tûrelî bi piştgiriya Parastinê ji aliyê MÎT'ê ve hat qetilkirin
19:47 Partiya Çepên Kesk li Semsûrê bi mexdûrên erdhejê re fitirî
17:41 Hevşaredara Cizîrê Kûtlû hat berdan
17:32 Li Midyadê Çarşema Sor hat pîrozkirin
17:23 Li Giyadînê eleqeyeke zêde nîşanî namzetan dan
17:05 Rapora girtîgehên Behra Reş: Hemû mafên girtiyan tên binpêkirin
16:33 Li Licê civîna bicoş: Em ê Abdullah Ocalan azad bikin
16:15 Li bajarên Kurdistanê coşa vekirina bûroyên hilbijartinê: Em ê hesabê ji îktîdarê bipirsin | TÊ NÛKIRIN
14:57 Malbata Akdogan bertek nîşanî nedayîna cenaze da
14:48 Uçar: Berpirsyarê karesata erdhejê îktîdar e û em ê pergala wan hilweşînin
14:35 YSK’ê têkildarî wezîran biryar da: Hewce nake ku îstîfa bikin
14:18 Bi hinceta ‘heqaret’ li Mûsa Orhan kiriye ji bo Hazal Kaya ceza hat xwestin
13:04 Dadgeha Îstînafê cezayê Gokkan erê kir
12:56 Namzetên jin ên Xarpêtê: Em ê ji bo guherandina vê rejîmê li meclisê bin
12:31 Li Berdevka TJA’yê Ayşe Gokkan 3 sal û 9 meh ceza birîn
12:21 Festîvala Filman a Kurt û Kurmancî diyarî Jîna, Evîn û Garîbe tê kirin
11:54 Ji TJA’yê helwestnameya hilbijartinê: Em li dora Partiya Çepên Kesk bibin xelek
11:51 Cengîz Çandar: Heke Erdogan biçe dê rêya çareseriyê vebe
11:17 Ûysal a bi wesyeta Yadê Gulê bû parêzera Ocalan ji Partiya Çepên Kesk namzet e
10:11 Lênûska nîşeyan a rojnamevan Bûlût jî kirine mijara tawanbariyê!
09:56 Ji Rênas Jiyan berhemeke nû: Êvar Încas in Şev Kersele
09:46 Seylan: Em ê gotin û daxwazên gel têxin rojeva Meclisê
09:02 Altan: Nûçevaniya me wekî unsûreke sûcî veguherandin îdianameyê
09:02 Mexdûra erdhejê: Bila ji bo hilbijartinê neyên ber deriyê me
09:00 ROJEVA 19'Ê NÎSANA 2023'YAN
08:58 Rojnamevan Serdar Akînan hate binçavkirin
18/04/2023
23:59 Li Torosan vekirina buroya hilbijartinê veguherî mîtîngê
23:57 Tirkiyeyê gundê Dibisê yê Eyn Îsayê bombe kir
21:59 Partiya Çepên Kesk li Peyasê bi gel re civiya: Em ê tecrîda Îmraliyê bişikînin
21:09 Li Lubnanê hilbijartin hat taloqkirin
21:01 Erebistana Siûdî piştî 12 salan çû Sûriyeyê
20:54 DBP, HDP û Partiya Çepên Kesk bûn mêvanê fitariya malbata Şenyaşarê
20:27 Partiya Çepên Kesk serdana Egîtîm-Sen a Çewligê kir
19:43 Li Egeyê xebatên ji bo hilbijartinê
19:23 Li Erdîşê buroya hilbijartinê ya jinan hat vekirin
18:56 Hevşaredara Cizîrê Kûtlû hat binçavkirin
18:55 HDP’ê qetilkirina Turelî şermezar kir
18:46 Bûldan ji Seyhanê bang kir: Oxir be AKP!
16:46 Omer Ocalan: Werin em bi hev re dawî li pergala şer bînin
16:25 Komeleya Dema Jinê: Pergala patrîarkal bi piştgirya raya giştî fermî bû
16:11 Namzetên Partiya Çepên Kesk xebatên xwe didomînin: Em ê di 14'ê Gulanê de serkeftinê pîroz bikin
16:07 Nûnertiya HDP'ê ya Hewlêrê qetilkirina Turelî şermezar kir
15:59 Partiya Çepên Kesk li Meletiyê bûroya hilbijartinê ya jinan vekir
15:40 Vekirina buroyên hilbijartinê veguherî mitîngan: Dem dema azadiya gelê kurd e
15:32 Bûldan: Yên nikaribin pirsgirêka kurd çareser bikin dê biçin
15:12 Partiya Çepên Kesk ji Farqînê bang kir: Ji tifaqa xirabiyê re êdî bes e
15:10 Li şaredariya qeyûm lê tayînkirî nelirêtiya mucurê: Kesek ji peywirê hate dûrxistin
14:57 Li Stenbolê amadekariyên 1’ê Gulanê dest pê kirin
14:29 Ji ber polîs nehatin ‘tespîtkirin’ dozger dawî li lêpirsînê anî
14:24 Rojnamevan Şahînlî rastî mûayene ya bikelemçe hat: Bijîşk bixwaze dikare veke
14:06 Salek û 9 meh û 25 roj cezayê hefsê li rojnameger Guleş hate birîn
13:39 YNK’ê bersiv da Barzanî: Xakfiroş ew in ên rê dane Tirkiyeyê ku baregehan ava bike
13:26 Balûken: Pêdivî bi zimanekî nû yê aştiyê heye
13:10 Ji Rêveberiya Xweser deklarasyon: Divê hikûmeta Şamê bi berpirsiyarî tevbigere
13:04 CENTCOM: Serçeteyê DAIŞ'ê El-Hacî Alî hat kuştin
12:53 Namzeta Partiya Çepên Kesk a Dêrsimê: Em tevgereke ku şoreşa zîhniyetê pêk tînin in
12:32 Di doza Gorur de 6 sal û 8 meh ceza li leşkerê bersûc hat birîn
11:57 Salek û 6 meh ceza li rojnamevan Îsmaîl Çoban hat birîn
11:57 Derheqê kujerên Zehra Bayik de doz hate vekirin
11:04 Namzeta Îzmîrê Ozkan: Em ji bo pêşerojeke birûmet ketin rê
10:56 Stenbol dê çarenûsa hilbijartinê diyar bike: Me di 31’ê Adarê de hejand, em ê di 14’ê Gulanê de jî hilweşînin
10:48 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
10:44 Namzetên parlamenteriyê yên Antalyayê: Em ê bi hev re jiyana nû bikin
10:31 Bang li parêzeran kir: Werin em pêşî li bêhiqûqtiyên di hilbijartinan de bigirin
09:53 Li Semsûrê mexdûrekî erdhejê: Heqê xwe helal nakim û dengê xwe nadim desthilatê
09:51 Kalkan: Herî zêde Erdogan bi PKK’ê re hevdîtin kir
09:47 Namzetê êzidî Azad Bariş: Em ê bibin dengê yên vederkirî
09:02 Hozan Hemîdoyê ku JÎTEM'ê ew qetil kir, di îdianameya rojnamevanan de ye
09:01 Gefa kuştinê lê hat xwarin, li mala xwe mirî hate dîtin!
09:01 Şaxa OHD'ê ya Wanê dê roja hilbijartinê tevî 160 parêzeran li qadê be
09:00 ROJEVA 18'Ê NÎSANA 2023'YAN
08:25 Welatiyê ji bakurê Kurdistanê li Duhokê di êrişa çekdarî de hat qetilkirin
17/04/2023
19:43 Bûldan: Dîlok dê derseke mezin bide AKP'ê!
19:15 Partiya Çepên Kesk li Wan û Mêrsînê bi rojnamevanan re civiya
18:56 Li Xarpêtê armanc 4 parlementer in
18:39 Karkerê ku ji ser înşeatê ket jiyana xwe ji dest da
18:35 Ûçar: Em ê vê desthilata ku zilmê li miriyên me dike têk bişikînin
18:19 Partiya Çepên Kesk li Hatayê bi gel re civiya: Em hesabê 6'ê Sibatê bipirsin
17:42 Li Yazihanê coşa hilbijartinê: Em hêza xwe ji gelê xwe digirin
16:51 Li Tetwanê bûroya hilbijartinê tê vekirin
16:49 Îktîdarê ji bo karkerên cemaweriyê pêşniyar kir
16:22 Ji Ata û Tuncel peyama 14’ê Gulanê: Em rêya demokrasî û azadiyê bi Çepên Kesk ava dikin
16:15 Bûldan: Riha wê dersê bide AKP’ê
15:53 YNK’ê ji bo hilbijartina Kerkûkê daxuyanî da
15:24 ‘Bila xebatên rakirina kavilan ên bêtevdîr bên sekinandin’
14:43 Dadgehê biryar da ku rewşa girtî ya rojnamegeran bidome
14:12 Li Girtîgeha Boluyê înfaza 12 girtiyan hate şewitandin
13:59 Doza êrişa li dijî cemxaneyan taloqî 15’ê gulanê hat kirin
13:46 Dê 60 milyon û 697 hezar û 843 kes dengê xwe bidin
13:45 68 girtiyên jin ji CPT'ye re name şandin
13:29 Uçar: Ev hilbijartin di navbera şerxwaz û aştîxwazan de ye
13:16 Rêxistinên hiqûqê ji ber îşkenceya leşkeran gilî kirin
12:40 Li Yemenê şewba sorikê: 77 zarok mirin
12:37 Bûldan: Em ê piştî cejnê piştgiriya ji bo namzetê serokkomariyê eşkere bikin
12:20 Li herêma di bin kontrola Tirkiyeyê de serkirdeyek DAIŞ'ê hat kuştin