Namzetê Partiya Çepên Kesk Bozkuş: Dê li Meletiyê guherandinên mezin çêbibin

  • rojane
  • 09:20 17 Nîsan 2023
  • |
img
MELETÎ - Namzete Parlamenteriyê yê Partiya Çepên Kesk ê Meletiyê Yûsûf Bozkûş anî ziman ku gelê Meletiyê piştî erdhejê rastiya dewletê dît û wiha got: "Ez di wê baweriyê de me ku li Meletiyê guherandinên mezin wê çêbibin. Em ji bo li Meletiyê bibin partiya yekem dixebitin."
 
Partiya Çepên Kesk li Kurdistan û Tirkiyeyê xebatên xwe yên hilbijartinên 14'ê Gulanê bê navber didomîne. Partiya Çepên Kesk ku li Meletiyê bi 6 namzetên parlamenteriyê wê bê temsîl kirin, li navend, navçe û gundên Meletiyê bi serdana gel re amadekariyên xwe yên hilbijartinê dike. Namzetê Parlamenteriyê yê Partiya Çepên Kesk ê Meletiyê Yûsûf Bozkûş tekildarî hilbijartinên 14'ê Gulanê anî ziman ku Partiya Çepên Kesk dê li Meletiyê guherandinên mezin çêbike. 
 
Bozkûş, bi bîr xist ku piştî erdhejê alîkariya gel nehate kirin û anî ziman ku wan jî weke Partiya Demokaratîk a Gelan  (HDP) maseya krîzê avakirine û alîkariya mexdûrên erdhejê kirine. Bozkûş wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ne dewlet ne jî şeredarî tu kes tune bû. Êş û mexdûriyetên mezin li Meletiyê qewimîn û hê jî mexdûriyeta gel berdewam dike. Hê jî kesên ku negihiştine konan hene. Yek ji sedema karesatê jî vekirina cihên çandiniyê ya ji îmarê re bû. Divê yên ku ew cih ji îmarê re vekirinê bên tespîtkirin û hesab bidin. Em ê hesab ji kesên ew der ji îmarê re vekirinê û şeredariya ku ne li cem gel bû bipirsin." 
 
'XWEZAYA BAJÊR TÊ TALANKIRIN'
 
Bi domdarî Bozkûş bal kişand ser pirsgirêkên piştî erdhejê yên Meletiyê û wiha pê dê çû: "Her wiha pirsgirêka molozan jî heye, cihên ku kavil tên valakirin di nava bajêr de ne û ev jî dibe sedema nexweşiyan. Ji aliyê din ve jî li gundê Mamurekê kavil hatin valakirin, li wir mirov dijîn û ew der cihê çandiniyê ye. Xwezaya bajêr tê talan kirin. Em ê van pirsgirêkên bajêr bînin rojevê û hesap ji yên kesên bûna sedema van pirsgirêkan bipirsin." 
 
'GUHERANDINÊN MEZIN DÊ ÇEBIBIN'
 
Bozkûş destnîşan kir ku ew di wê baweriyê de nne ku li Meletiyê dê di 14'ê Gulanê di nava civakê de guherînên mezin çebibin û ev tişt anî ziman: "Partiya Çepên Kesk temsîliyeta rêya 3'yemîn e. Em pêkvejiyanê û jiyaneke civakî diparêzin. Me di erdhejê de jî ev yek nîşan da. Tu feydeya partiyên pergalê ji gel re tune ye. Ew tenê li gor berjewendiyên xwe difikirin ne ji bo gel. Di erdhejê de jî ev yek derket holê. Gelê Meletiyê jî ev yek dît. Niha em diçin li ku bi coş em tên pêşwazîkirin. Ez di wê baweriyê de me ku li Meletiyê dê guherînên mezin çebibin. Em ji bo ku li Meletiyê bibin partiya yekem dixebitin. Meletî, Partiya Çepên Kesk e. Em pir bi hêvî ne."
 
'GELÊ ME WÊ PARTIYA XWE HILBIJÊRE'
 
Di berdewama axaftina xwe de Bozkûş anî ziman ku gelê kurd heta niha li Meletiyê nehatiye temsîlkirin û wiha domand: "Piştî erdhejê jî gelê Meletiyê dît ku ew çawa li partiya me binêrin jî partiya me li cem wan e. Partiyên pergalê jî ne li cem wan bûn. Partiyên pergalê xwe ji ser rantê avakirine. Heta niha gelê kurd li Meletiyê nedihat temsîlkirin. Divê gelê kurd bi Partiya Çepên Kesk bê temsîl kirin. Di van hilbijartinan de jî ji bo ev yek pêk were em ê bixebitin. Em jî di wê baweriyê de ne ku gelê me wê partiya xwe hilbijêre." 
 
'DENG BIDIN XWE'
 
Di dawiya axaftina xwe de Bozkûş diyar kir ku heke ew bikevin Meclisê dê pirsgirêkên gelê Meletiyê bînin rojevê û ev bang li gel kir: "Partiya Çepên Kesk wê bibe temînata Demokrasiyê. Armanca me jî bi giştî derxistina 100 parlamenteran e. Partiya me di heman demê de wê li Meletiyê jî demokrasiyê pêk bîne. Heke em li Meletiyê parlamenteran derxînin, parlamenterên me dê her tim di nava civakê de bin û pirsgirêkên wan bînin rojevê. Em ê her tim li cem gelê xwe bin. Banga me ji gelê meletiyê ew ê ku xwedî li partiya xwe derkevin û deng bidin xwe, ji ber ku em ew in ew jî em in."
 
MA / Mahmût Altintaş

Sernavên din

29/09/2023
11:08 Partiya Çepên Kesk amadekariyên kongreyê dike: Dê tablo biguhere
11:07 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:02 KCD, DBP, TJA, MED TUHAD-FED’ê ji bo 9’ê Cotmehê banga Amedê kirin
11:00 Jinên girtî bi xwesteka ‘bikeve tevgerê’ serî li CPT’yê dan
10:52 Endama KJAR’ê Mahabad: Şoreşa jinan wê teqez serbikeve
10:40 Doza Hasret Tûtal: Dadgehê ne faîl, Hasretê darizand
09:51 Şagirtê Seyît Evran: Rojnamegerên şoreşger gihand
09:07 Girtiya tedawiya wê tê astengkirin dibe ku çavên xwe winda bike
09:06 Muzîkjen Hosseînî: Çanda populer muzîkê kir amûreke mezaxtinê
09:04 Hevseroka DFG'ê Muftuoglû: Tu dîwar nikare me ji pîşeya me dûr bixe
09:03 Jinên ku kargeha dirûtinê ava kirin: Gelek kêmasiyên me hene
09:02 Zextên derûnas ên li ser girtiyan: Têkoşîna li dijî terorê serkeftî ye yan na?
09:02 BEKSAV amadekariya mîhrîcaneke fîlman dike
09:02 Gundê êzidiyan ê dîrokî Kiwex pêşkeşî sermayeyê tê kirin
09:01 ‘Polîtîkaya bêcezahiştinê bû sedemê kuştina xwişka min’
09:01 Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin: Komplo bi saya sekna Abdullah Ocalan vala hat derxistin
09:00 ROJEVA 29'Ê ÎLONA 2023'YAN
08:45 Li dijî 2 şaredariyên CHP’ê operasyon hate lidarxistin
08:04 Cenazeyê Bîrîk ê serokê AKP’ê yê berê ew kuşt hate definkirin
07:55 Li Silêmaniyê êrişeke çekdarî: Kesekî jiyana xwe ji dest da
28/09/2023
23:08 Li Îzmîrê konsera dengbêjiyê
23:02 'Heya Ocalan azad bibe dê têkoşîna me bidome'
21:33 Cezayê li Kavala û Atalay hatibû birîn hat erêkirin
21:28 Serokê AKP'ê yê navçeyê yê berê mala cîranên xwe gulebaran kir: Kesek jiyana xwe ji dest da
21:11 8’emîn Mîhrîcana Belgefîlman a FîlmAmedê di roja duyemîn de didome
19:47 'Îfadeyên amadekirî' bi wan dan îmzekirin û ew girtin
19:35 Hevserokê BEKSAV'ê Ûçar hat binçavkirin
16:35 MED TUHAD-FED’ê ji bo kongreya xwe banga beşdariyê kir
15:19 Siyasetmedar û rojnamevanek hatin cezakirin
14:06 Li Dîlokê jinek hat qetilkirin
14:02 Girtiyê ku tehliyeya wî 6 mehan hatibû taloqkirin hate berdan
13:37 Doza Kobanê: Ji bo girtinê ‘gumana maqûl’ têr nake
13:37 Partiya Çepên Kesk dê di vekirina Meclisê de daxuyaniyê bide
13:17 AYM dê serlêdana parlamenterê girtî Atalay lêkolîn bike
12:27 Di 10 salan de hezar û 803 karkerên çandiniyê bûn qurbaniyên cînayetên kar
12:17 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:44 Li ber Konseya Ewropayê wê 500 kes ji bo Ocalan nobedê bigirin
11:33 Hejmara qurbaniyên erdheja Fasê nêzî 3 hezaran bû
11:15 Piştî ku sansur rabû, wezaret ji festîvalê vekişiya
10:46 Li gundê Bana leşkeran avêt ser malan
09:22 Bafil Talabanî dîsa bû Serokê YNK’ê
09:21 Dest û dengê girtiyan: Di Tariyê de Tîqetîq
09:03 Qala Denîz Bulbun kirin: Ew evîndarê Kurdistanê bû
09:01 Aydogan: Ger deriyên Îmraliyê vebin dê deriyên serdemeke nû jî vebin
09:01 Aktîvîsta TJA'yê Yildiz: Em ê bi kampanyayê kuçe bi kuçe xwe birêxistin bikin
09:01 Li ARÎ-DER'ê kargeha mamostetiyê
09:00 Piştî Ceylanê herî kêm 228 zarok hatin qetilkirin
09:00 8 sal in nexweşiya wî nehatiye teşhîskirin: Roj bi roj dihele
09:00 Salih Muslim: Dema Rêber Apo azad bû dê komplo jî bi dawî bibe
09:00 ROJEVA 28'Ê ÎLONA 2023'YAN
27/09/2023
22:06 Cenazeyê Akman hat definkirin
21:25 8’emîn Mîhrîcana Belgefîlman a FîlmAmedê dest pê kir
20:46 Li Mêrsînê 10 kes hatin girtin
20:23 Cenazeyê Akman piştî 10 mehan radestî malbatê hat kirin
19:41 Li Eyn Îsayê welatiyek hat qetilkirin
19:03 Di Doza Vartînîsê de biryarên der barê JÎTEM, Mûsa Anter û Madimakê de hatin bibîrxistin
16:19 Belgefilma ku qala têkoşîna Emîne Şenyaşar dike ji bo Festîvala Babelê hat bijartin
16:07 Parlamenter Bozan ji walî re got: Hedê te nîne tu li ser xebatên me biaxivî
15:53 Partiya Çepên Kesk 400 kesên li qada naveteweyî vexwend kongreya xwe
15:51 Weqfa Arti Medyayê: Em xwe nû dikin
15:33 Li Geverê liv û tevgera leşkerî
15:11 Partiya Çepên Kesk serdana dikandaran kir
15:01 Şîna rojnameger Evran bi girseyî hate ziyaretkirin
15:01 Walîtiya Şirnexê 14 herêm qedexe kirin
14:55 Gulebarana polîsan bû sedema qezayek xeternak
14:51 Artêşa tirk bi SÎHA’yan êrişî Binarê Qendîlê kir
14:21 4 sal û 2 meh ceza li Selma Irmak hat birîn
14:08 Tevî îfadeyên zarok jî faîlê tacîza zayendî beraet kir
13:48 Di doza ‘tacîza zayendî ya li dijî zarok’ de daxwaza girtinê
12:56 OHD: Dixwazin Ocalan bidin jibîrkirin, dawî li tecrîdê bînin
12:48 Li Etîyopyayê hezar û 329 kes ji ber birçîbûnê jiyana xwe ji dest dan
11:36 Di lêpirsîna hunermend Çat de biryara neşopandinê hate dayîn
11:36 Pirtûka wî bi hinceta ‘tê lêkolînkirin’ nadinê
11:36 Hejmara ermenên ji Qerebaxê koç dikin nêzî 30 hezarî bû
11:31 Rojnameger Evran ji hêla bi hezaran kesan ve hate oxirkirin
11:22 Komên paramîlîter li Efrînê 3 welatî revandin
11:08 Partiya Çepên Kesk: Pereyên ji bo erdhejê hatin komkirin li ku ne?
11:07 14 sal in kujerên Ceylan Onkol nehatine dîtin
10:41 Li Qoserê 2 kes hatin binçavkirin
10:09 Jinên karker ku çandiniya tûtinê dikin: Em heqê keda xwe nastînin
10:08 Ji Stenbolê bertek: Divê bêyî PDK’ê bi yekitiya netewî têkoşîn bê mezinkirin
09:37 Li Mêrsînê 12 kes hatin binçavkirin
09:02 Ji bo Çemê Êlihê biryara îmarê: Siberoja zarokên xwe tarûmar nekin
09:01 Mamosteyê Kurdistanê: Denîz Bulbun
09:01 ‘Rakirina tecrîdê bi yekitiyê pêkan e’
09:01 Parêzer Şakar: PDK'ê nehişt sûcê şer eşkere bibe
09:01 Rêwiyê heqîqetê û welatê xwe: Seyîd Evran
09:00 Parêzerê ku 7 caran çûye serdana Îmraliyê: Çaleraşa hiqûqê ye
09:00 ROJEVA 27'Ê ÎLONA 2023'YAN
08:41 Li eywaneke dawetê ya Mûsilê şewat: Zêdetirî 100 kesî mirin
26/09/2023
20:13 Îdianameya der barê rojnamevan Muftuoglû de: Xebatên wê yên pîşeyî sûc hatine hesibandin
16:53 Ji bo azadiya Abdullah Ocalan li Hesekê çalakî hat destpêkirin
16:45 Rapora ÎHD’ê ya sala 2022’yan: Înkar û red pirsgirêka kurd çareser nake
16:32 Cezayê DEDAŞ’ê yê bi îdiaya ‘bikaranîna qaçax’ derew derket
15:47 DFG’ê û MKGP’ê serdana şîna Evran kirin
15:34 KJAR: Endama me Werîşe Mûradî ji hêla hêzên rejîmê ve hate revandin
14:54 Danişîna doza rojnamevan Çapan hate betalkirin
14:53 Peyama rojnameger Evran ji bo Abdullah Ocalan nivîsandî hate weşandin
14:25 Rapora Bana ya ku di bin dorpêçê de: Gundî nikarin ji malên xwe derkevin
14:18 Daxwaza girtina Sutçu ku êrişî avahiya HDP’ê kiribû hate redkirin