Namzetê parlamenteriyê yê Amedê Eren: Ji bo çareseriya pirsgirêka kurd divê Ocalan bikaribe bi rola xwe rabe

img
AMED - Namzetê parlamenteriyê yê Partiya Çepên Kesk ê Amedê Serhat Eren diyar kir ku dewlet li ser înkarkirina kurdan polîtîkayê dimeşîne û wiha got: “Pirsgirêka herî mezin a vî welatî pirsgirêka kurd, demokrasi û azadiyan e. Aktorê herî girîng ê çareseriya pirsgirêka kurd jî birêz Ocalan e.”
 
Ji hilbijartinên serokkomariyê û parlamenteriyê re kêm roj man. Partiyên siyasî jî ji 14’ê Gulanê re xwe amade dikin. Partiya Çepên Kesk a bilez kete qadê ji Edîrneyê heta Qersê li hemû bajarên bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê bi gel re dicive, bûroyan vedike û serdana dikandaran dike. Parêzer Serhat Eren ku amedî ye û ji bajarê xwe bûye namzetê parlamenteriyê anî ziman ku di serî de tecrîd dê ji bo çareseriya pirsgirêka kurd bixebite. 
 
Serhat Eren
 
‘MIN DI TEMENEKÎ BIÇÛK DE ZILMA DEWLETÊ NAS KIR’ 
 
Eren, diyar kir ku weke kurdek hêj di temenekî biçûk de bi zilma dewletê re rûbirû maye û wiha got: “Ez di sala 1977’an de li navçeya Pasûr a Amedê ji dayik bûm. Weke her zarokê kurd dema ez li dibistanê bûm min rûyê dewletê yê hov nas kir. Min li dibistana seretayî rûyê dewletê yê hov nas kir û pişt re salên din jî em bi rûyê dewletê yê hov û bi zilma wê re rû bi rû man. Dema ez li dibistana amadehî di pola duyemîn de, ji ber Pasûr ji aliyê dewletê ve hate şewitandin neçar man koçî Amedê bikin. Min li Fakûlteya Hiqûqê ya Zanîngeha Dîcleyê xwend. Ji sala 2000’î ve li Amedê parezeriyê dikim. Di rêxistinên sivîl ên civakî de xebitîm, 15 salan zêdetir di hemû lijneyên Baroya Amedê de xebitîm. Serdemekê min endamtiya Meclisa HDP’ê kir. Di serdema dawî de jî Cîgirê Hevserokên Giştî yên ji Hiqûq û Mafên Mirovan berpirsyar bûm.”
 
‘GEL DIXWAZE JI FAŞÎZMÊ XELAS BIBE’ 
 
Eren, bi lêv kir ku gel êdî dixwaze ji desthilata AKP’ê û MHP’ê xelas bibe û wiha berdewam kir: “Em li herêmên hilbijartinê dixebitin û diçin serdana gel. Em ji nêzîkatiya mirovan baş fêm dikin ku pêkane ku ji faşîzma AKP’ê û MHP’ê ya 20 salan xelas bibin û di vê mijarê de gel hêvî dide. Li cihên ku em kolan bi kolan gund bi gund digerin divê em bêjin ku gel hewl dide ji vê pergala faşîst xelas bibe. Ez dikarim bêjim ku hem li navenda Amedê hem jî li navçeyan hêzên ewlehiyê bi taybetî jî polîs hewl didin xebatên me asteng bikin. Hemû partî dikevin hilbijartinê û divê hemû partî wekhev, bi awayekî adilane xebatên xwe yên hilbijartinê bikin lê êrişên dewletê yên bi salan e li ser partiya me di serdema hilbijartinê de jî berdewam dike. Lê kurdan di dîroka xwe de ev asteng her tim derbas kirin wê ji îro pê da jî derbas bike. Em bi kelecaneke mezin xebatên hilbijartinê dimeşînin û em ê serbikevin.”
 
‘EM LI DIJÎ ÎNKARÊ HÊZA ÇARESERIYÊ NE’ 
 
Eren, destnîşan kir ku dewlet li ser înkara gelê kurd tevdigere û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em bi pergaleke dewletê ya bi salan e çand, ziman, nirx û hebûna gelê kurd qebûl nake û êrişî van nirxan dike re rû bir û ne. Bi taybetî piştî sala 2015’an hewldaneke sîstematîk a kurdan û siyasetmedarên kurd tesfiye bikin xistin meriyetê. Gelek rêveberên me yên navend û navçeyan, parlamenterên me, hevserokên me bi awayekî dij hiqûqî hatin binçavkirin û girtin. Doza girtinê li partiya me vekirin, Doza komployê ya Kobanê vekirin û gelek siyasetmedarên me li wir tên darizandin. Dîsa li girtîgehan bi hezaran mirovên me bi awayekî neheq bêyî ku sûcên wan hebin li girtîgehan tên dîl girtin. Armanca van hemûyan bê guman tesfiyekirina siyaseta kurd e. Ji ber vê yekê di qada mafên mirovan de gelek binpêkirinên mafan hene. Binpêkirinên li girtîgehan dest pê dikin li kolanan vediguherin astengiyê. Dîsa em bi pêkanîneke ku rêxistinkirina gelek saziyên sivîl ên civakî ji holê bê rakirin re rû bi rû ne. Em her carê tînin ziman ku em xwediyê wê hêzê ne ku pirsgirêkên bingehîn ên vî welatî li Meclisê çareser bikin.”
 
‘DIVÊ BIRÊZ OCALAN ROLA XWE BILÎZE’ 
 
Eren, anî ziman ku tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi hemû pirsgirêkên li welat re têkildar e û wiha lê zêde kir: “Dibe ku Meclis bi tena serê xwe qada çareseriya pirsgirêkên bingehîn ên sedan salan ên welat nîne. Divê daxwaza civakê bi awayekî xurt bê ziman, em jî esas dê wan daxwazan li Meclisê bînin ziman û weke yên çareser bikin em ê biçin wir. Pirsgirêka herî mezin a vî welatî pirsgirêka kurd, demokrasî azadiyan e. Dikarim bêjim ku ji bo pirsgirêka kurd li Meclisê bê çareserkirin em di nava hewldanan de bin. Lê tenê ev têre nake, yek ji navnîşanên çareseriya pirsgirêka kurd û aktorê herî girîng birêz Ocalan e. Ji bo ku birêz Ocalan di çareseriya pirsgirêka kurd de bikare rola xwe bilîze divê tecrîd teqez bê rakirin.”
 
‘DEQÎQEYEKE KU EM WINDA BIKIN NÎNE’ 
 
Eren, di berdewamiya axaftina xwe de bang li gelan kir û ev tişt gotin: “Ji hemû gelê kurd re bi taybetî jî ji gelê Amedê re banga me ew e ku helwesteke ku di vê hilbijartinê de zilm û faşîzma AKP’ê û MHP’ê ji holê rakin û wan bişînin sergoyê dîrokê nîşan bidin. Di 14’ê Gulanê de mirov wê vîna xwe li sindoqan nîşanbidin lê beriya 14’ê Gulanê gelek tiştên ku divê em bikin hene. Bi taybetî ez ji gelê Amedê vê dixwazim, divê her amediyek endamên malbata xwe, şêniyên tax, gund û kolanên xwe qaneh bike. Ji ber vê yekê heta 14’ê Gulanê deqiqeyeke me ku em winda bikin nîne. Divê xebateke têkildarî vê bê meşandin. 
 
DIVÊ GELÊ ME ROLA XWE BILÎZE
 
Rêya avakirina peymaneke civakî ya nû ku mafên gel bi destûra bingehîn misoger bikin û di heman demê de li Amedê 12 bi giştî 100 wekîlan derxistinê û nûnertiya rêya 3’yemîn di 14’ê Gulanê de derbas dibe. Ji ber vê yekê divê gelê me di vê hilbijartinê de rola xwe bilîze.”
 
MA / Eylem Akdag - Mehmet Guleş

Sernavên din

17/04/2023
12:19 Dikandarên li Avaspî piştî lehiyê bi tenê hatin hiştin
11:53 Yekitiya Ereban ji bo şerê li Sûdanê pêşniyara navbeynkariyê kir
11:42 Xwebûn bi manşeta ‘Wê bibe dengê mezlûman’ derket
11:26 Ji bo doza Erhan Gorur banga tevlibûnê hate kirin
11:03 Namzeta Çepên Kesk a Dîlokê ya li dijî tifaqa mêr: Sevda Karaca
10:30 Rojnamevana girtî Toprak ji ber nûçeyên çand û hunerê tê tawanbakirin
10:05 Ji bo malbata xwe bû parêzer, ji bo gel jî dixwaze biçe Meclisê
09:20 Namzetê Partiya Çepên Kesk Bozkuş: Dê li Meletiyê guherandinên mezin çêbibin
09:01 Jin bi israr in: Em ê biguherînin
09:00 Namzetê parlamenteriyê yê Amedê Eren: Ji bo çareseriya pirsgirêka kurd divê Ocalan bikaribe bi rola xwe rabe
09:00 ROJEVA 17'Ê NÎSANA 2023'YAN
16/04/2023
23:52 Li Nisêbînê eleqeyeke zêde nîşanî buroya hilbijartinê ya jinan hate dayîn
21:53 Şaredariya Silopiyayê xwarina fitarê da
21:39 Li Mûş û Sêrtê buro hatin vekirin: Di 14’ê gulanê de wê desthilata gel bê avakirin
21:17 Bi navê Denîz Poyrazê buroya hilbijartinê ya jinan hate vekirin
20:39 Çandar: Em ê bi peyama ‘li ber xwe bide Amed’ biçin Enqereyê
20:17 Li Amedê xwarina fitarê hate dayîn
19:51 Ji Çelê dengê aştiyê bilind bû
19:17 Jin bi biryar in ku desthilatê bişînin: Em ê dîktatorî têk bibin!
18:58 Sancar ji Manîsayê bang kir: Em li benda temsîliyetê ne
18:23 Partiya Çepên Kesk li Sêrtê ye: Em ê bi gelan re jiyana nû ava bikin
17:32 Malbata Şenyaşar: Kesên zilm û komkujî kirin dê hesabê bidin
16:54 Partiya Çepên Kesk li Qilêbanê bû: Em ê AKP’ê bişînin
16:49 Li Îdirê xebatên hilbijartinê didomin
15:51 Xebatên hilbijartinê yên Partiya Çepên Kesk bênavber didomin
15:25 Li Dihê peyama ‘Em ê îktîdarê têk bibin’ hate dayîn
14:50 Ûçar ji îktîdarê re got: Ma yên ku mutabaqata Ocalan qebûl nekirin ne hûn in?
14:03 Li Wêranşarê bûroya hilbijartinê bi tevlibûna hezaran kesan hate vekirin
13:38 Di konvoya Partiya Çepên Kesk a Gebzeyê de qeza çêbû
13:34 Tûra hilbijartinê ya Partiya Çepên Kesk li Gebzeyê ye: Hedef 2 parlamenter in
13:25 Şîna Selîm Esmer bi girseyî hate ziyaretkirin
13:15 Sancar: Her dengê vala diçe dê ji bo îktîdara AKP-MHP’ê biçe
12:23 Li Hezexê 4 kes hatin binçavkirin
12:02 Çandar mebesta xwe ya ji gotina ‘dekorasyonê’ zelal kir
11:26 Partiya Çepên Kesk li Qereyaziyê ye: Dem dema hesabpirsîna ji îktîdarê ye
11:24 Reşîd ê YNK’î: Ji bo pêşîlêgirtina êrişan hewcehî bi yekitiyê heye
11:17 Malbata Gorgun bi gumana ‘înfazê’ serî li ÎHD’ê da
10:56 Bayik: Em ji bilî azadiya Abdullah Ocalan tu tiştekî din qebûl nakin
10:50 Îmrek: Tirkiye bi çareserkirina pirsgirêka kurd dikare asayî bibe
10:05 Dê têkoşîna xwe ya mafên mirovan veguhêze Meclisê
09:48 'Em ê dengên xwe yên Mûglayê du qet zêdetir bikin’
09:05 ‘Li girtîgehên Dûmlûyê girtî di hucreyên yekkesî de tên girtin'
09:05 'Em ê ji Aydinê 2 parlamenteran bişînin meclisê'
09:04 Bi bernameya xwe ya 'Dengê Kuçeyê' tê sûcdarkirin
09:03 Banga ji bo xwedîderketina li sindoqan
09:02 Meletî bi gelek nexweşiyan re rû bi rû hiştine
09:00 ROJEVA 16’Ê NÎSANA 2023’YAN
15/04/2023
22:51 Li Amed û Êlihê coşa hilbijartinê
22:06 Li Çewligê vekirina buroya hilbijartinê veguherî mîtîngê
21:37 Baroya Amedê, giliyê Ozdag kir
21:33 Odeyên bijîşkan bûn mêvanê fitariya malbata Şenyaşarê
21:27 Li Kartalê vekirina buroya hilbijartinê: Împaratoriyên zilmê hilweşiyan
19:44 Zarokên hatibûn binçavkirin hatin berdan
19:36 Namzetên Sêrtê serdana dikandaran kirin
19:15 Li Colemêrgê buroya hilbijartinê bi coşeke mezin hat vekirin
18:42 Partiya Çepên Kesk çû gundên Mereşê
18:20 Dayikên Şemiyê hatin berdan
17:38 Li Midyadê bi coşeke mezin buroya hilbijartinê hat vekirin
17:21 Şandeya Serhedê li Agiriyê ye: Em ê rêya aştî û azadiyê vekin
17:20 Bajar bi bajar coşa hilbijartinê: Wê berxwedêr îktadara we hilweşînin
16:50 Piştgirî dan Dayikên Şemiyê: Binçavkirin bêhiqûqî ne
16:49 ÎHD’a Îzmîrê li aqûbeta Yedîgol pirsî
16:42 Malbata Şenyaşar: Heta ku edalet pêk neyê wê başbûn çênebe
16:16 Sancar: Wê di navbera Egeyê û Kurdistanê de pira azadiyê were avakirin
15:21 Ji bo girtiyê ji sedî 98 astengdar e banga berdanê hat kirin
15:20 Li her kolanekê buroyek: Em ê hesaba Sûrê bipirsin
15:07 Ji bo Susîn ê 30 sal in girtî ye daxwaza berdanê hat kirin
14:53 Tûra hilbijartinê ya Botanê li Hezexê bû: Mifteya aştî û demokrasiyê di destê kurdan ye
14:29 Li Almanyaye deh hezaran kes bi daxwaza 'Ji Abdullah Ocalan re azadî' meşiyan
14:20 Li Amed û Êlihê faîl û aqûbeta windakiriyan hate pirsîn
14:00 Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn hat binçavkirin
13:35 ‘Divê hikûmet li herêma erdhejê bi sendîkayan re bi hevparî bixebite’
13:26 Li Bazîdê buro hate vekirin: Em li pişt deklarasyona çareseriyê ya Abdullah Ocalan in
12:59 Polîsan dîsa êrişî Dayikên Şemiyê kirin: 12 kes kirin binçavan
12:29 HDP: Îktidarê siberoja xwe bi dozên kompasê ve girê daye
12:06 Jinên dêrsimî ji 14’ê Gulanê re amade ne: Em ê biguherînin
11:19 Tûra Partiya Çepên Kesk a Serhedê: Em ê serbikevin
11:06 Derbarê rojnamevan Kanbal de lepirsîn hate destpêkirin
10:59 Parêzerê Abdullah Ocalan, Şakar: Helwesta CPT’iyê tecrîdê girantir dike
10:22 Ferît Şenyaşar: Têkoşîna me veguherî têkoşîna Hz. Îbrahîm a bi Nemrûd re
10:07 Ciwanên ku dê hevsengiya hilbijartinê xera bikin: Em li derdora Partiya Çepên Kesk bibin xelek
09:52 Wezaretê eşkerekirina cihê gora Şêx Seîd red kir
09:22 Îdianameya rojnamevan Çelîk: Zirar daye dilsoziya kurdan a ji bo dewletê!
09:04 Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk a Balikesîrê Arik: Em ji bo guherandinê tên
09:03 Yucekaya: Armanca me li Meletiyê 3 parlamenter in
09:00 ROJEVA 15'Ê NÎSANA 2023'YAN
08:38 Li Mereşê erdhej çêbû
08:37 Li Nisêbînê bi hezaran kesan re buroya hilbijartinê hate vekirin
14/04/2023
23:19 Li Qoserê coşa Partiya Çepên Kesk: Emê bi hev re vê pergalê biguherînin
23:02 Li Amedê wêneyê Erdogan bi mizgeftê hat daliqandin!
21:59 Doza Kobanê taloqî 3'yê Tîrmehê hat kirin
21:53 Mutalaaya Doza Kobanê hat eşkerekirin: Cezayê muebeda giran
21:40 Piştevaniya Morê şertnameya xwe ya hilbijartinê eşkere kir
21:30 Li Şirnexê 14 herêm hatin qedexekirin
21:16 Amediyan Erdogan protesto kir
21:09 KESK bû mêvanê sifreya fitariyê ya malbata Şenyaşarê
21:02 Li Êlihê bi hezaran kes ber bi buroya hilbijartinê ve meşiyan
20:44 Li Çewligê coşa hilbijartinê: Em bikin 3-0
20:22 Sancar: Em ê ji Denîzliyê parlementerekî bişînin meclisê
19:53 Li Erxenî û Gêlê li ber def û zirneyê vekirina buroya hilbijartinê