Rojnameger Taştekîn: Îktîdar ji bo êrişî Rojava bike li pey firsenda ye

  • rojane
  • 10:34 12 Nîsan 2023
  • |

STENBOL - Rojnameger Fehîm Taştekîn diyar kir ku polîtîkaya Tirkiyeyê ya li dijî destkeftiyên kurdan xitimî ye û wiha got: “Hikûmeta AKP’ê ji bo ku beriya hilbijartinê êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bike li pey firsendan e.” 

 
Di şerê navxweyî yê Sûriyeyê de bi milyonan kesan jiyana xwe ji dest dan. Bi ser şer re 12 sal derbas bûn lê ji hewldanên bo çareseriyeke mayînde hêjta çareseriyek derneketiye. Li ser navbeynkariya Rûsyayê, rêveberiyên Tirkiye û Sûriyeyê piştî salên dûvdirêj hatin ba hev. Piştre jî Îran li van hevdîtinan hate zêdekirin. Cîgirên Wezîrên Karên Derve yên Tirkiye, Rûsya, Îran û Sûriyeyê li paytexta Rûsyayê Moskovê hevdîtin kirin û li ser domandina muzakereyan hate lihevkirin. Nayê zanîn bê ka ev hevdîtin dê ber bi qonaxeke çawa ve biçin. Tirkiye, ji hêlekê ve li ser maseyê destkeftiyên kurdan dike mijara bazarê û li rexa din jî êrişên xwe yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomîne. Rojnameger Fehîm Taştekîn têkildarî geşedanên dawî bi ajansa me re axivî. 
 
HEVDÎTINÊN LI MOSKOVÊ
 
Taştekîn, da zanîn ku Sûriyeyê di hevdîtinan de şert danî ber Tirkiyeyê ku leşkerên xwe vekişîne û alîkariya dide komên çekdar bi dawî bike. Taştekîn, wiha got: “Lê Tirkiyeyê pir israr kir ku bêyî van şertan li ser maseyê rûne. Lewma jî hevdîtin her tim hatin taloqkirin. Rûsya jî domkirina van hevdîtinan weke serkeftinekê nîşan dide. Di hevdîtineke wiha ya teknîkî de aliyê Sûriyeyê pozîsyona xwe careke din dubare kir. Lewma em nizanin bê ka pêşî çiqas li civîna wezîrên karên derve hatiye vekirin. Di hevdîtinan de kurd tune ne û ev kêmasiyeke mezin e. Ev yek nîşan dide ku nêzikatiyeke ji bo aştiyê nîne. Yek ji sê parên xaka Sûriyeyê di bin kontrola kurdan de ye. Nûnerên vê herêmê di pêvajoyên Astana û Cenevreyê de jî cih negirtin. Li vê derê helwesta astengkirinê ya Tirkiyeyê heye. Armanca esasî ya Tirkiyeyê hilweşandina rêveberiya xweser e. Di hemû hevdîtinên bi Şamê re de ev armanc esas tê girtin û dixwazin muzakereyan di vê çarçoveyê de pêş bixin.” 
 
ARMANCA TIRKIYEYÊ
 
Bi domdarî Taştekîn got ku hewldan hene ku Enqere û Şam çarçoveya Mutabaqata Edeneyê hinek nûjen bikin û ev tişt anî ziman: “Lê pirsgirêkên heyî ji yên 1998’an gelek cuda ne û rewşa li qadê jî pir telihev e. Di nava 10 salên dawî de nêzikatiyeke ku ji vê rewşê re bibe bersiv nehat raberkirin. Lewma hevdîtinên Cenevre û Astanayê di vê mijarê de kêm in. Mirov nikare weke platformeke ku ji pirsgirêkên Sûriyeyê re bibe bersiv bibîne. Tirkiye di sala 2011’an de bi alîkariya Amerîkayê û bi daxwaza efendîtiya herêmê kete Sûriyeyê. Lê ev nebû. Gelek bername hatin nûjenkirin. Niha li herêmê rêveberiyeke xweser a bi pêşengtiya kurdan heye. Tirkiye ji bo ku statûyeke rêveberiya xweser çênebe, operasyonên leşkerî kirin. Heta astekî bi ser jî ketin lê nekarîn vê projeyê têk bibin. Tirkiye dixwaze heman tişta li Efrînê kiriye, li Til Rifat, Minbic, Kobanê û deverên din jî bike. Ji bo vê armancê jî dixwaze li gel Şamê li hev bike. Meseleya esasî ew e ku tu avadaniyên bi pêşengtiya kurdan di destûra bingehîn de xwedî statû nebin.” 
 
'XITIMÎNEKE MEZIN HEYE’
 
Di berdewamê de Taştekîn destnîşan kir ku heta Tirkiye bi kurdên li Bakur re aştiyê pêk neyîne, d3e her tim statûya kurdên li herêmên din weke gef bibîne û ev nirxandin kir: “AKP-MHP di mijarekê bi dewletê re hemfikirin. Ew jî ew e ku destkeftiyên kurdan weke gefa neteweyî dibînin. Heke li hundir pêvajoyeke aştiyê hebûya dê geşedanên li herêmên din baştir bihatina pêşwazîkirin. Lê mixabin ji ber stratejiya şer, li derveyî sînor jî heman pêvajoya pevçûnî domand. Ev tiştekî bi aqilane nîne, tiştekî însanî nîne. Îktîdarê ev bi zanebûn tercîh kir. Divê mirov êdî bibêje ku ev yek êdî xitimî ye. Tevgerên leşkerî û zextên siyasî yên Tirkiyeyê li derveyî sînor ji bo tunekirina kurdan ceribandîn, encama ku dihat xwestin bi xwe re ne anî. Pir zêde xitimî ne. Êdî gihiştine qonaxeke wisa ku hem li hundir hem jî li derve dest bi pêvajoyeke nû bikin. Lê îktîdar xwedî kapasîteyeke wisa nîne ku bikare manevrayeke wiha bike. Pêkhateyên îktîdarê jixwe destûrê nadin vê. Lê baş di ferqa vê rewşê de ne. Lewma aliyê navneteweyî her tim paşve didin.” 
 
'ÎRAN BI POZÎSYONA SÛRIYEYÊ RE ELEQEDAR E’
 
Taştekîn, got ku stratejiya Îranê ya li dijî kurdan û Rojhilata Navîn ne wekî ya Tirkiyeyê ye û wiha pê de çû: “Heta ez dikarim bibêjim ku stratejiya Îranê ya Rojhilata Navîn û ya Tirkiyeyê li dijî hev in. Îran li dijî operasyoneke leşkerî ya dijwar bû û di mijara hebûna leşkerê Tirkiyeyê de jî ji Rûsyayê pir bibiryartir li dij derdikeve. Em bandora Îranê di helwesta Şamê de dibînin. Moskov zextê li Şamê dike ku xwe nêzî Tirkiyeyê bike û bêyî şertan li ser masê rûne. Weke ku tê zanîn wezîrên parastinê û şefên îstîxbaratê yên Tirkiye, Sûriye û Rûsyayê hevdîtin kirin. Îranê yekser got; ‘ez li ku me?’ û piştre lê hate zêdekirin. Îranê, destê Şamê xurtir kir. Bandora vê ya li kurdan dê ev be; armanca sereke ya Îranê ew e ku Sûriye li pozîsyona xwe ya berê vegere. Heke Sûriye di nava xwe de çareseriyekê pêş bixe û bikare amerîkiyan ji wir derxîne, Îran dê vê mijarê neke pirsgirêk. Lê heke Amerîka hebûna xwe bi saya kurdan bidomîne, dê Enqere û Tehran heman zimanî bi kar bînin. Anku Îran li pey pozîsyona Şamê ye û guhê wê li tiştên kurd didin an jî werdigirin nîne.” 
 
SÛCÊN LI EFRÎNÊ
 
Taştekîn, bi domdarî bal kişand ser qetilkirina 4 kurdan a li Cindirês a Efrînê ji ber pîrozkirina Newrozê ji hêla komên paramîlîter ve û ev tişt anî ziman: “Van koman ji bo parastina otorîteya xwe ya rantê ev êriş kirin. Efrîn cihekî pir hesas e. Xelkê Efrînê pir berxwedêr e û birêxistinkirî ye. Ditirsin ku xwepêşandaneke berxwedêr veguhere xwepêşanên mezin. Lewma hewl didin bi rêya tundiyê têk bibin. Tirsa wan a herî mezin jî sûcên van koman li Efrînê kirin in. Van koman li wir sûcên însanî û malî kirin. Mixabin Tirkiye bi van koman re dixebite. Ev sûc di heman demê de weke sûcên Tirkiyeyê tên nivîsandin. Dema şert û merc guherîn dê Tirkiye li dadgehên navneteweyî were darizandin. 
 
Koma Tehrîr el-Şam û komên din ji hevdîtinên Enqere-Şamê aciz in. Bitirs temaşe dikin û bifikar in. Ji ber ku heke statû biguhere, dê ev komên çekdar bi dawî bibin. Şertê Sûriyeyê ev e. Lê Tirkiyeyê soz daye van koman ku dê wan jî bike parçeyeke çareseriya siyasî. Lewma bertekên wan hinek sekinîn. Heke navbera Tirkiye û Sûriyeyê asayî bibe, wê demê divê Tirkiye piştgiriyê nede van komên cîhadîst. Anku Şam li gel daxwaza Tirkiyeyê ya ‘Bila ev cîhadîst li Idlibê bin, herêm di bin kontrola min de bin û were ji bo têkbirina kurdan em li hev bikin’ nîne.” 
 
BIRYARA BÊÇALAKÎTIYÊ 
 
Li gel van geşedanan, Taştekîn bal kişand ser biyara bêçalakîtiyê ya KCK’ê û ev nirxandin kir: “Ev biryar ji derve ji nêz ve tê şopandin. Gelo ev dê veguhere bingeha çareseriyeke pratîk an na. Ev yek nayê zanîn. Lê niha pêvajoya aştiyê heye û îktîdar naxwaze dev ji stratejiya pevçûn, provakasyon û şer berde. Heta dibe ku rewşê terorîze bike û hewl bide encamekî bi dest bixe. Ji daxuyaniyên wan mirov dibîne ku ne ji bo aştiyê lê zimanekî ji bo terorîzmê bi kar tînin. 
 
ÊRIŞÊN LI DIJÎ ROJAVA
 
Îktîdar, ji bo êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bike li lpey firsendan e. Amerîka û Rûsyayê ji bo êrişekê destûr nedaye. Lewma heta niha êriş nekirin. Lê ne diyar e dê Erdogan di hilbijartinê de çi stratejiyê bi kar bîne. Erdogan dibîne ku nikare di tûra ewil de bi ser keve. Lê piştî ku gelemperiya Meclisê bi dest xist, dibe ku şerekî bide destpêkirn an jî berevajî wê aştiyê bike. Nayê zanîn bê ka dê çi bike. An jî dibe ku li dijî kurdan tiştekî qet kesek ne li bendê bike. Lê piştî van hesaban, êrişeke li dijî Rojava di rêza yekemîn de ye. Lewma em nikarin bibêjin ev yek nabe. Erdogan ji bo bi ser keve dikare her tiştekî bike. Divê em di ferqa vê de bin.” 
 
MA / Esra Solîn Dal

Sernavên din

12/04/2023
16:33 Li Kerkukê 4 DAIŞ’î hatin girtin
15:14 Bernameya 1’ê Gulanê: Qedexeya li ser Taksîmê rakin
15:13 Malbata Şenyaşar: Edaleta ku em li bendê ne wê paşve were
14:57 Dayikên Şemiyê giliyê polîsan kirin
14:57 Yuksekdag: Doza Kobanê fermana tunebûna îktîdarê ye
13:47 Berdana girtiyê nexweş Sevîlgen cara çaremîn hat taloqkirin
13:33 Di Doza Kobanê de leza hilbijartinê: Em gelê xwe vedixwînin ku îktidarê di sindoqan de têk bibe
13:15 YSK’ê dîroka dengdayînê ya derveyî welat eşkere kir
13:13 Ozturk: Em ê di vê hilbijartina dîrokî de bersiva dijminên gelê kurd bidin
13:07 Tîyatro Îmge bi 2 lîstikan derdikeve pêşberî şanohezan
12:56 Mitehitê Diyar Galeriayê hate binçavkirin
12:50 Waliyê Şirnexê gef li keyayan xwar û ji bo Erdogan deng xwest
12:31 Di Cejna Çarşema Sor de şervan hatin bibîranîn
11:58 Êriş li dijî buroyên hilbijartinê yên Partiya Çepên Kes pêk hatin
11:51 Deh meh piştre doz li 16 jê girtî 18 rojnamegeran hate vekirin
11:49 Serokkomarê Iraqê û serokwezîr civiyan
11:40 Ciwan bi kelecan in: Em ê AKP’ê bişînin
11:19 Arricale: Tecrîda Îmraliyê di pirsgirêka kurd de weke amûrek tê bikaranîn
10:50 Di lîsteya namzetên AKP’ê ya Sêrtê de ‘gendelî’ heye
10:34 Rojnameger Taştekîn: Îktîdar ji bo êrişî Rojava bike li pey firsenda ye
10:30 Partiya Çep a Kesk amadekariya ‘di her sindoqê de muşahîtekê dike’
10:16 Partiya Çepên Kesk li Rihayê armanc dike ku bibe partiya yekemîn
09:07 Keça manewî ya Erdogan ku nelirêtî li ser nelirêtiyê kiriye cardin bû namzet!
09:04 Hevseroka Giştî ya OHD'ê Yeter: Rakirina tecrîdê daxwazeke rewa ye
09:04 'Meletî dê hesab ji vê desthilatê bipirse'
09:01 Kayan ê ku ji girtîgehê derket: Divê her kes bibe dengê girtiyan
09:00 ROJEVA 12'Ê NÎSANA 2023'YAN
08:54 ‘Em ê sedsala Komarê ya duyemîn azad bikin’
08:49 Rê û kolanên Cizîrê di bin avê de man
11/04/2023
21:06 Cihê ku hestiyên mirovan lê hatin dîtin hat betonkirin!
20:56 Li Wêranşarê 3 kes hatin binçavkirin
20:51 Dayikên Aştiyê bûn mêvanê sifreya fitariyê ya malbata Şenyaşarê
20:47 Coşa hilbijartinê bi vekirina buroyan didome
19:43 Li Hewremanê teqîn: Kesek mir, 2 kes birîndar bûn
19:39 Ji RJAK’ê li dijî tecrîdê kampanyaya nameşandinê
16:58 Li Antalyayê ceza ji 8 xwendekaran re hat xwestin
16:50 Malbata Şenyaşar: Xelkê Rihayê dê di 14’ê Gulanê de bersiva pêwîst bide
16:22 Gerok MA'yê li Hatayê bo zarokan çalakî li dar xist
16:09 Cendirmeyan li Çanakkaleyê kurdek qetil kirin
15:57 Li Şîban ê ji helîkopterê avêtin 7 sal û 6 meh ceza birîn
15:32 Ji bo Gorgun û Kahraman meş hat lidarxistin: ‘Bimre xiyanet’
15:24 Di danişîna doza Erhan Gorur de ji bo leşkerê bersûc ceza hate xwestin
15:20 Nûçegihana JINNEWS’ê hate berdan
14:51 ÎSÎG: Di 3 mehan de 463 cînayetên kar hatin kirin
14:35 Li Dîlokê karkerek di bin mînareya herifî de ma û jiyana xwe ji dest da
14:31 Ji ciwanan strana rep a hilbijartinê: Hatin em
14:24 Rapora girtîgehên Rihayê: Piştî lehiyê pirsgirêka ava paqij derket
14:23 Partiya Çepên Kesk danasîna namzetên xwe kir: Biharek nû li benda me ye
14:02 Uveyş Ocalan li ser gora xwe hate bibîranîn
13:56 Bi keviran êrişî bûroya hilbijartinê ya CHP’ê kirin
13:49 Di danişîna rojnameger Çoban de dozger daxwaza cezayê hefsê kir
13:24 AYM’ê dosyaya girtina HDP’ê ji raportor re şand
12:38 Ganî Kaplan di danişîna ewil de beraet kir
12:05 Kesên êrişî avahiya CHP’ê kirin hatin berdan
12:04 Li Mereşê erdhej çêbû
12:04 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo biçin Îmraliyê dîsa serlêdan kirin
12:01 Kevirên sûrê yên ji ber erdhejê ketîn xwarê ev du meh in nayên rakirin
11:52 Li Pakistanê êrişa bombeyî
11:52 Rêxistina Efûyê ji bo doza girtina HDP’ê bang li AYM’ê kir
11:30 Partiya Çepên Kesk danasîna namzetên xwe yên jin kir
11:28 Li Agiriyê armanc 4 wekîl in
10:44 Kiliç ku xizmên xwe yên bersûcên cînayetê parastî ji AKP’ê bû namzet!
10:38 Li kana madenê karker jehrî bûn: Karkerek mir
10:30 Li Îranê aktîvîsta kurd Gorj cara duyemîn hat girtin
10:29 Di Partiya Çepên Kesk de pergala fermûarê
10:10 Li Cizîrê 2 kes hatin binçavkirin
09:54 Di Doza Kobanê de dê mutala were pêşkêşkirin
09:51 Aborînas Onder: AKP ji neçariya xwe ketiye nava hewldanên rojane
09:45 Ji astengdarên mexdûrên erdhejê re konteynir nîn in!
09:06 Şirîkê êrişên li ser Efrînê û sercerdevan namzetê AKP'ê ye
09:03 Mexdûrên erdhejê: Em ê bi Partiya Çepên Kesk hesabê erdhejê bipirsin
09:02 Jineke kurd a wêrek: Evrîm Alataş
09:00 ROJEVA 11'Ê NÎSANA 2023'YAN
10/04/2023
23:59 EŞÎK: Lîsteyên parlamenteran ji temsîliyeta wekhev gelekî dûr in
23:55 Li Rezanê buroya hilbijartinê ya jinan: Em ê bi ser bikevin
21:50 Partiya Çepên Kesk li Karşiyakayê buroya hilbijartinê vekir
21:05 26'emîn Xelatên Rojnamevaniyê yên Metîn Goktepe hatin dayîn
19:16 Platforma Ewlehiya Hiqûqî ya Hilbijartinê hat avakirin
18:37 Bêyî ku kes pê bihese 58 tetikkêşên Hîzbullahê berdane
18:30 Bi girseyî serdana şînên HPG'iyan hat kirin
16:42 Partiya Çepên Kesk li Qers û Enqereyê buroyên hilbijartinê vekirin
16:17 Bûldan: Em ê bi awayekî bihêztir bên
16:16 Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar li ber Girtîgeha Xarpêtê ye
16:14 Li Seqizê êrişên bi çekên kîmyewî hatin protestokirin
16:07 Xelkê Mexmûrê êrişa li Silêmaniyeyê şermezar kir
16:02 Baroya Agiriyê têkildarî ‘întîhara’ li emniyetê rapor amade kir
15:53 Li Xarpêtê coşa hilbijartinê: Em Partiya Çepên Kesk bi her kesî bidin naskirin
15:52 Li Sûrê coşa Partiya Çepên Kesk: Valêzên xwe amade dikin
15:06 Partiya Çepên Kesk li navçeya Başanê buroya xwe ya hilbijartinê vekir
14:52 Li Êlihê avahiya li ber rawestgehê xetereyeke mezin ser jiyana gel çêdike
14:42 Komîsyona Ewlekarî û Parastinê ji bo lêkolînkirina êrişê çû Silêmaniyeyê
14:37 Dozger xwest rojnameger Cengîz Çandar were cezakirin
14:05 Li Geverê vekirina bûroyê veguherî mitîngê
12:57 Bayindir: Meletî dê di 14’ê Gulanê de ji desthilatê hesab bipirse
11:43 Di lîsteyên AKP’ê de ma kî heye kî nîne!
11:43 Qurbaniyên Komkujiya Garê di meha 90’an de hatin bibîranîn
10:57 Namzetê Partiya Çepên Kesk Hasan Cemal: Ez dev ji karê rojnamegeriyê ber didim
10:35 Li Êlihê jinek hate qetilkirin
10:29 Mizrakli: Biryara bêçalakitiyê helwestekî hem exlaqî hem jî polîtîk e
09:50 Rojên Muzîkê yên Aryenê ku diyarî mexdûrên erdhejê hatin kirin bi dawî bûn