KCK'ê êrişa li dijî Balafirgeha Silêmaniyê şermezar kir

  • rojane
  • 16:05 8 Nîsan 2023
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK’ê êrişa li dijî Balafirgeha Silêmaniyê bi tundî şermezar kir û diyar kir ku gelê başûrê Kurdistanê wê bertekên pêwist nîşanî dewletên dagirker û şebekeyên xiyanetê yên hevkar bidin.
 
Daxuyaniya Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK’ê ku di Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) de hatiye weşandin, êrişa hewayî ya li dijî Balafirgeha Navneteweyî ya Silêmaniyê şermezar kir. Daxuyaniya Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK'ê wiha ye: 
 
“Di têkoşîna azadiya Kurdistanê de em di qonaxeke dîrokî ya girîng re derbas dibin. Faşîzma AKP-MHP’ê di şerê qirkirinê de ya ku bi hemû derfet û îmkanên xwe ve li dijî tevgera me, hêzên welatparêz û gelê me daye destpêkirin de, hatiye sînorê hilweşandinê. Ji ber helwesta Rêber Apo ya ku li Îmraliyê berxwedaneke dîrokî nîşan da û fedaîtiya gerîla ya ku li çiyayên Kurdistanê li hemberî her cure çekan li ber xwe dide, dewleta Tirk ketiye nav têkçûna giran. Rejîma Erdogan ku ketiye bin têkçûn û bêhêvîtiyê, dibe ku serî li her cure provokasyonan bide. Erdogan faşîst dixwest faşîzm li her derê serwer be û pêvajoya teslîmstendina civakê temam bibe. Di Newrozê de bi berxwedana jin û ciwanên Kurd vî hesabî Erdogan pûç bû û mirazê wî qirika wî de maye. Ev rejîma faşîst gav bi gav ber bi hilweşandinê ve diçe û wê gelê me di14’ê Gulanê de derba dawîn li faşîzmê bide.
 
Rejîma Erdogan a ku di nav hilweşandin û bêçaretiyê de ye, dibe ku her cure provokasyonan bike.  Ji xeynî wê, êdî nikare tu girseyan li dora xwe kom bike.
 
a komkirina girseyan li dora xwe nîne. Tevgera me dizane ku Erdoganê faşîst ji bo li ser desthilatdariyê bimîne amade ye her cure sûcên neteweyî û navneteweyî bike û tevgera me biryara xwe ya bêçalaktiyê ya ku ji ber erdhejê ragihandibû heta hilbijartinên 14’ê Gulanê dirêj kir. Tevî vê yekê jî artêşa Tirk a dagirker êrîşên xwe yên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê, Rojava, Başûr, Şengal û tevahiya Kurdistanê zêdetir dike.
 
PDK DIBE SPONSORÊ ÊRÎŞA KU DEWLETA TIRK LI BALEFIRGEHA SILÊMANIYÊ DIKE
 
Bi biryara tevgera me ya bêçalaktiyê û planên wê hatin xistin, Komara Tirk a dagirker vê carê bi hevkarê xwe PDK’ê re, Başûrê Kurdistanê ji bo armancên terorîstî bi kar tîne, herêmên gelê me yên li Başurê bi kar tîne dike hedef û êrîş dike. Dewleta Tirk her ku bi polîtîkayên xwe yên li dijî Kurdan veguheriye çete û rêxistineke terorîst a navneteweyî, her roja ku diçe ji bo aramiya herêmê dibe xetere. Komara Tirkiyeyê ji bo rêyekê ji vê êrîşkariya xwe ya terorîst re bibîne, her dem hêzên hevkar ji xwe re dibîne. Ev hêz li Efrînê Ehrar û Şam, li Kobanê DAIŞ, li Girê Sipî û Serêkaniyê OSO, li Şengal û Başurê Kurdistanê jî PDK ye. Di vê qonaxê de PDK li ser navê hikûmeta Başûr bûye amûra sereke ya êrîşên terorîstên Tirk ên li ser çar parçeyên Kurdistanê. PDK di raya giştî ya Kurdistanê de û di nav hikumeta Başûrê Kurdistanê de tenê maye û bûye sponsorê sûcên terorîzma dewleta Tirk. Me weke tevger di pêvajoya hatina dewleta Tirk a li Başûrê Kurdistanê, avakirina baregehên leşkerî û şehîdkirina Gerîlayê Azadiya Kurdistanê bi çekên kîmyewî de, gelek caran bi belge û belgeyan eşkere kir ku PDK piştgiriya dewleta Tirk dike.  PDK vê rewşa xwe ya îxanetê didomîne û vê carê jî dibe sponsor ku dewleta Tirk li balefirgeha Silêmaniyê bide û gefê li gelê sivîl bixwe. Hemû Kurd van êrîşan weke planeke dagirkeriyê ya ji bo statuya Başûrê Kurdistanê dinirxînin lê PDK dewleta Tirk mafdar dibîne û ji bo êrîşên nû cesaretê dide dewleta Tirk.  
 
PDK HER KURDEKÎ KU TESLÎMÎ KOMARA TIRK NEBÛYE DIKE HEDEF
 
Eşkere ye ku PDK’ê di xizmeta berjewendiyên Komara Tirkiyeyê de ti sînoran nas nake. Di dijminatiya li dijî Kurdan de bûye şirîkê Komara Tirkiyeyê û her tiştê ku bi kêrî Kurdan tê, ji dewleta Tirk a dagirker re radigihîne. Sûcên gendelî û hevkariya bi dagirkeran re li herêmên di bin kontrola PDK’ê de her roj bi mînakên nû derdikevin holê. PDK’ê li van herêmên ku di destê wan de ye, destûr nade karekî ku bikaribe xizmeta gelê Kurd bike, li her derê artêşa Tirk digerîne, jê re hewcedariya lojîstîk peyda dike, rê ji wan re çêdike û wan digihîne çeperên gerîlayên azadiya Kurdistanê. Eşkere ye ku tu eleqeya vê bi kurdayetiyê û nirxên kurdewariyê re nîne. PDK’ê heta duh vê pêwendiya qirêj a bi Komara Tirkiyeyê re berxwedana Partiya me ya azadiyê dikir hincet û vedigot. Lê piştî êrîşa ku li balafirgeha Silêmaniyê hat kirin, di daxuyaniya qaşo ‘berdevk’ e li ser navê Hikûmeta Herêma Kurdistanê de axiviye jî tê fêmkirin, PDK’ê her kurdekî ku teslîmî komara Tirk nebe dike hedef û Komara Tirkiyeyê teşwîq dike.
 
GELÊ BAŞÛRÊ KURDISTANÊ WÊ BERSIVA PÊWÎST BIDE ÊRÎŞA DEWLETA TIRK A FAŞÎST
 
Em êrîşa dewleta Tirk a faşîst a 7’ê Nîsanê li dijî Balafirgeha Silêmaniyê bi tundî şermezar dikin. Bi vê minasebetê em careke din PDK’ê ya ku van êrîşan teşwîq dike û hewl dide sûcên Komara Tirkiyeyê veşêre şermezar dikin. Li hemberî vê siyaseta hevkariyê ya ku statuya Başûrê Kurdistanê pêşkêşî Komara Tirkiyeyê dike, em di wê baweriyê de ne ku pêwîst e hemû Kurd bi taybetî jî Iraq ji bo ku şert û mercên azadî û ewlehiyê yên gelê me werin misogerkirin, bêyî ku demê winda bikin helwesta pêwîst bigirin. Em helwesta welatparêziyê ya hemû gelê Kurd bi giştî û rêveberiya Silêmaniyê bi taybetî li hember vê terora navneteweyî ya bê sînor silav dikin. Em di wê baweriyê de ne ku hemû gelê me yê Başûrê Kurdistanê wê li hemberî hêzên dagirker û şebekeyên xiyanetê yên hevkar tev bigerin û di bin her şert û mercî de xeta yekîtiya neteweyî biparêzin.
 
Em bang li hêzên navneteweyî bi taybetî jî koalîsyonê dikin ku li dijî êrîşên qirker ên Komara Tirk a ku hiqûqa navneteweyî nas nake û Kurdan dike hedef, xwedî helwest bin."

Sernavên din

10/04/2023
09:50 Xwebûn bi manşeta ‘Rêya sêyemîn hêviya milyonan e' derket
09:14 Nivîskara femînîst Gupta: Abdullah Ocalan feraseta me dewlemendtir dike
09:03 Cenazeyê Alî Topçû nayê dîtin
09:03 Mexdûrên erdhejê bertek nîşanî kavilan didin: Ev ne pirsgirêka me bi tenê ye
09:03 Hedefa Partiya Çepên Kesk li Dîlokê 3 parlamenter in
09:03 Li girtîgehan hilbijartin: 41 hezar 614 girtî dê dengê xwe bidin
09:01 Hedefa Partiya Çepên Kesk li Stenbolê 2 milyon deng in
09:01 Jinên Botanê: Ev hilbijartina man û nemanê ye
09:00 ROJEVA 10'Ê NÎSANA 2023'YAN
08:29 Cenazeyên Gorgun û Kahraman bi girseyî hatin veşartin
09/04/2023
23:54 Konferansa 'Em cîhana xwe şûnde dixwazin' bi dawî bû
23:48 Li Silêmaniyê li dijî êrişan meşek girseyî hat lidarxistin
21:53 Li Hezexê buroya hilbijartinê ya jinan hat vekirin
19:53 Bûldan: Bila ew bitirsin, em pêl bi pêl tên
18:54 Li Îzmîrê buroyên Partiya Çep a Kesk bi coş hatin vekirin
18:06 Li Cizîrê Partiya Çep a Kesk û zarok!
17:31 Lîsteya namzetên Partiya Çep a Kesk diyar bû
17:05 Bûroya hilbijartinê ya li Fatîhê bi coşeke mezin hat vekirin
16:51 Kahraman ê AKP’î li Mêrdînê wek namzetê serbixwe dikeve hilbijartinê
16:30 Stratejiya ‘hîn bêhtir qezenc bike’ ya Partiya Çepên Kesk
16:14 Li Şemzînanê vekirina buroya hilbijartinê: 15’ê Gulanê roja azadiyê ye
15:47 Ji bo bîranîna qurbaniyên erdhejê şitil hatin danîn
15:40 Xelkê Dîlokê ji ber kelexên hêstir û keran bifikar in
15:18 Partiya Çepên Kesk li Osmaniyeyê starta hilbijartinê da
15:10 Şîna Baysoy bi girseyî hate ziyaretkirin
14:59 Gel û bawerî di lîsteya Partiya Çepên Kesk de ne
14:48 Li dijî talankirina xwezayê şitil hatin danîn
14:35 Partiya Çepên Kesk lez da xebatên hilbijartinê
14:27 Li Elkê jinekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
14:22 Tifaq û pêkhateyên di lîsteya namzetan a Partiya Çepên Kesk de cih digirin diyar bû
14:12 Li Cizîrê rojbûna Ocalan hate pîrozkirin
14:05 Malbata Şenyaşar: Em ê dev ji têkoşîna xwe bernedin
14:05 KATDER’ê 1’emîn Kongreya Asayî li Rihayê li dar xist
13:38 Di Pêşbirka Çîrokan a Abdullah Duran de encam diyar bûn
13:11 Piştî 8 salan li Amedê Cejna Paskalyayê hate pîrozkirin
13:00 Buldan sindoq emanetî jinan kir: Navnîşan Çepên Kesk e
12:36 Bajarên ku hevserok û hevberdevk lê bûne namzet diyar bûn
12:32 Derket holê ku kesê Soylu jê re digot ‘PKK’î ye’ gundî ye û bavê 8 zarokan e
12:21 HDP’ê êrişa li Silêmaniyeyê şermezar kir
12:14 Piştevaniya Jinan a Elbistanê: Dav bi dav pêşerojê dirêsin
12:13 Polîsan êrişî malbata ku ji bo zarokê xwe çalakî li dar xistî kir
11:08 Hevserokên OHD’ê yên nû diyar bûn
11:03 Mazlum Ebdî têkildarî êrişa li Silêmaniyeyê daxuyanî da
10:38 Berxwedana karkerên Kartonsanê bi ser ket
10:32 Ji bo meşa li Silêmaniyeyê banga tevlibûnê hate kirin
10:23 Îsraîlê careke din êrişî Sûriyeyê kir
10:04 Partiya Çepên Kesk îdiaya xwe ya li herêma Egeyê mezintir kir
09:06 Keskîn: Biryara bêçalakîtiyê ya KCK'ê girîng e, lê nenîqaşkirina wê pirsgirêk e
09:05 Avahiyên xesardîtî dibin cihê metirsiyê: Demildest divê bên xerakirin
09:04 Dê bi hunerê behsa erdhejê bike
09:00 Li Hatayê ji perwerdekarên dilxwaza konên zarokan
09:00 ROJEVA 9’Ê NÎSANA 2023’YAN
08:58 Li Burkîna Fasoyê êriş: 44 kesan jiyana xwe ji dest dan
08:47 Sorjiyan ji bo piştevaniyê derket ser dikê
08/04/2023
23:34 Li Tarsûsê buroya hilbijartinê ya jinan hat vekirin
21:37 Meral Ûçar hat dîtin
19:06 Mirovên Şemiyê hatin berdan
19:00 KNK: Nabe tu hêzek êrişa li dijî Silêmaniyê rewa nîşan bide
18:51 Ferhat Şamî: Heya Mazlûm Ebdî negihîşt cihê xwe me agahiyên der barê êrişê de sînordar kirin
18:41 Li Mêrdîn û Stenbolê xebatên hilbijartinê
17:03 OHD: Em tecrîdê dişikînin, hiqûqa azadîxwaz ava dikin
16:59 Bertek nîşanî binçavkirinan dan: Em ê dest ji Galatasarayê bernedin
16:42 Şandeya Iraqê ji bo êrişê lêkolîn bike li Silêmaniyê ye
16:30 Aydenîz: Em ê bi hêzeke xurt bikevin Meclisê, faşîzmê têk bibin
16:30 Rûniştina F: Bila girtiyê nexweş Başaran bê berdan
16:12 Li Şirnexê bi sedan kes kom bûn: Beyî Ocalan azadî nepêkan e
16:05 KCK'ê êrişa li dijî Balafirgeha Silêmaniyê şermezar kir
15:52 Hat xwestin ku astengiya li pêşiya tedawiya girtiyê nexweş Bîngol bê rakirin
15:48 ‘Bi kîjan hişî girtiyê nexweşê giran ê ji sedî 85 astengdar di girtîgehê de ye’
15:22 Malbata Şenyaşar: Hikumeta ku qêrîna me ya edaletê nabihîze dê winda bike
15:00 Tifaqa Ked û Azadiyê li ser pisûlaya dengan di rêza 9’emîn de ye
14:50 Tifaqa Ked û Azadiyê: Gotin xelas dem dema çalakiyê ye
14:47 Xizmên Windayan çalakiya xwe domandin: Kujer li ku ne?
14:39 Partiya Çepên Kesk li Xelfetiyê buroya hilbijartinê vekir
14:27 Rêveberiya Xweser: Armanca êrişê destkeftiyên başûrê Kurdistanê ye
13:43 Agahî ji zarokê 13 salî ê di erdhejê de winda bû nayê girtin
13:32 Iraq dê têkildarî êrişa li Silêmaniyê komîsyonê ava bike
13:20 Li Dêrsimê agahî ji xebatkara şaredariyê nayê girtin
12:56 Dayikên Şemiyê ku çûn Qada Galatasarayê hatin binçavkirin
12:44 Nêçîrvan Barzanî çû Bexdayê
12:34 Salih Muslim: Hilbijartin dê rasterast bandorê li Rojava bike
12:33 Mazlûm Ebdî: Piştgiriya YNK’ê ya bo Rojava Tirkiyeyê aciz dike
12:23 Li Wanê ‘Rojên Muzîkê yên Aryenê’ dest pê kirin
12:12 Di binçavan de îşkenceya lêgerîna tazî li zarok kirin?
11:46 Jinên Amedî di 14’ê gulanê de guhertinê dixwazin: Em nikarin sifreyê deynin
11:40 Mezlûm Ebdî: Piştgiriya YNK'ê ya ji bo Rojava Tirkiyeyê aciz dike
11:27 Siyasetmedarên li başûr êrişa li dijî Balafirgeha Silêmaniyê şermezar kirin
10:59 Tifaqa Ked û Azadiyê: Em ê ji hilbijartinan bi serkeftinê derkevin
10:57 Çavê her kesî li ser hilbijartina Tirkiyeyê ye: Bang li hilbijêrên Ewropayê hat kirin
10:48 Hinceta şewitandina înfaza girtiyê 30 salan: Birayê wî serdana girtiyekî din kiriye
10:17 Gelo li Serhedê rêjeya beşdariya hilbijartinê zêde bibe wê tesîrê çawa li encamê bike?
10:06 Cendermeyan êrişî nobeta li Mûglayê kirin
10:04 ATK: Lîmîta leza wesayîta qeymeqamê ku Mûhammed eciqand 2 qat zêde ye
09:58 Sê mehan di îşkenceyê de ma: Ez jibîr bikim jî xewnên min wan jibîr nake
09:45 QSD: Agahiyên der barê armancgirtina Mezlûm Ebdî de ne rast in
09:38 Bavê ku înfaza keça wî 4 caran şewitandin: Bandora tecrîda li Îmraliyê ye
09:15 Malbatên girtiyên nexweş: Deriyên zindanan vekin
09:02 Parêzer Gultekîn: Betalkirina qanûna bi hejmara 6284'an de dê tundiyê rewa bike
09:01 Dîmenên dema êrişa li avahiya HDP'ê nehatin temaşekirin: Hardîsk xera bûye!
09:00 ROJEVA 8'Ê NÎSANA 2023'YAN