AKP’ê xwe qedand, hêza çareseriyê ya Abdullah Ocalan mezin bû

  • rojane
  • 10:34 4 Nîsan 2023
  • |
img
ENQERE - Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê ku bi tespîta “AKP bibe otorîte wê xwe biqedîne” îşaretî van rojan dikir û di nav van 8 salan de hem mafdariya wî xwe nîşan da hem jî hêza wî ya çareseriyê mezin bû. 
 
Di salên 2011 û 2012’an de ku şer gur bûbû. Girtiyên PKK û PAJK’ê di salvegera darbeya 12’ê Îlonê de roja 12’ê Îlona 2012’an bi awayekî lezgîn ji bo azadî, tenduristî û ewlehiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan mîsoger bibe û dawî sepanên înkarê û nijadperestî yên li ser zimanê kurdî ango zimanê zikmakî bê anîn ragihandin ku dest bi greva birçîbûnê kirine. Piştî hevdîtina Mehmet Ocalan a di 17'ê Mijdara 2012'an de li Girava Îmraliyê, li ser banga Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di 18'ê Mijdara 2012'an de çalakiya greva birçîbûnê bi dawî bû. Girtiyan li ser banga Abdullah Ocalan, girtiyan diyar kir ku “Çalakî gihiştin armanca xwe” û çalakiya xwe bi dawî kirin û gotin, “Em Rêbertiya xwe ji xwe re esas digirin û dawî li çalakiya xwe tînin.” 
 
Piştî greva birçîbûnê bi dawî bû, Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Ahmet Turk û Parlamentera Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) ya Êlihê ya wê demê Ayla Akat Ata di 3'ê Çileya 2013'an de di bin navê "çareseriyê" çûn Girava Îmarliyê û li gel Ocalan hevdînt pêk anîn. Ev hevdîtin bû destpêkirina pêvajoya çareseriyê ya ku heta 5'ê Nîsana 2015'an berdewam kir. Hevdîtina dawî ya Heyeta Îmraliyê yanî ku diçe cem Abdullah Ocalan herî dawî di 5'ê Nîsana 2015'an de li gel wî hevdîtin kir. Bi ser vê hevdîtinê û îşareta ku AKP'ê şer nîşan dida re 8 sal derbas bûn. Desthilatdariya AKP-MHP'ê ku di nava 8 salan de li dijî çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd helwest negirt, tevî hemû hewldanên aştiyê yên Ocalan jî bi polîtîkayên şer ên ku dimeşîne gelên Tirkiye û Kurdistanê xistiye nava pêvajoyên aloziyê. 
 
MAFDARIYA ABDULLAH OCALAN
 
Li gel hişyariyên Abdullah Ocalan ên “Eger demokratîkbûn pêş nekeve wê darbe bikeve dewrê” û “Eger AKP faşîzmê ferz bike, gerîla jî wê şerê rast bide destpêkirin” AKP’ê li kodên şer xwe vegerand. Bi hezaran kes di şer de jiyana xwe ji dest dane. Polîtîkayên îktîdarê yên piştî 5'ê Nîsanê ku hevdîtin hatin qutkirin, careke din Abdullah Ocalan li pêşberî dîrokê îspat kir. Di 8 salên ku tecrîd giran li Îmraliyê dest pê kiriye li ser hemû gelên Tirkiyeyê belav bû, li welat di siyaseta hundir û derve de hilweşîn çêbû, li gelek qadan jî krîz kûrtir bûn.
 
PÊVAJOYA BER BI 5’Ê NÎSANÊ VE HAT 
 
Nîşaneyên ku 5'ê Nîsanê hevdîtina dawî ye, di adara 2015'an de derket holê ku Serokê Giştî yê AKP'ê Tayyîp Erdogan pêşî li dijî Komîteya Şopandinê ya ku şert û mercên dewamkirina pêvajoyê bû û piştre jî li dijî Peymana Dolmabahçeyê, Pakêta Ewlekariya Hundirîn a ku muzakere kir hedef, derketibû holê. Pêvajo derket holê û bi anîna mijarê re israra rejîma Erdogan a di xitimandinê de derket holê. 
 
‘HEKE FAŞÎZMÊ FERZ BIKIN, WÊ ŞER DEST PÊ BIKE’ 
 
Abdullah Ocalan anî ziman ku AKP’ê dixwaze Destûra Bingehîn a hegemonîk derxîne holê û destnîşan kir ku ev feraseta wê demê wê pêşî li AKP’ê bigire û ev nirxandin kir: “Ev qanûn li ser provokasyonê hatiye avakirin. 6-7’ê Cotmehê bi xwe provokasyonek bû. Qanûnên li ser provokasyonê tenê pirsgirêkê mezintir dike. Li derve be yan nebe, ji min re mirî ye. Ya ku ji bo min girîng e Destûra Bingehîn e. Ev Qanûna Ewlekariyê tiştek çareser nake. Tedbîrên ewlehiyê, qanûna ewlehiyê jî di nav de, bêkêr in. Heke Qanûna Ewlekariyê were derxistin dê herî zêde zirarê bide wan. Heke AKP bixwaze bibe otorîter wê xwe biqedîne. Heke AKP ne rast be, vê carê gerîla wê dest bi şerekî rast bike. Ne lihevkirin, ne çareserî, ne aştî, heke faşîzmê ferz bike wê şer dest pê bike.”
 
‘DIBE KU EV BIBE HEVDÎTINA DAWÎ’ 
 
"Qanûna Ewlehiyê" ya di 27'ê adarê de li Meclisê hatibû qebûlkirin û beriya hevdîtina dawî ya bi Heyeta Îmraliyê re rojek di Rojnameya Fermî de hat weşandin ket meriyetê. Abdullah Ocalan ku bi redkirina Peymana Dolmabahçeyê ya 10 xalî ya ji aliyê Erdogan ve hatibû kirin, dê îktidarê pêvajoya ku di çarçoveya "çareseriyê" de tê meşandin biqedîne. Wekî ku Abdullah Ocalan digot, Heyeta Îmraliyê careke din neçû biçe giravê. 
 
PÊVAJOYÊ KIRIN QURBANA HILBIJARTINÊ 
 
Ji ber ku maseya muzakereyê ji aliyê AKP'ê ve ji bo pêvajoya ber bi rejîma yek zilamî ve bibe hat qelibandin û pêvajoyê kir qurbanê rejîma xwe. Li dijî kurdan tifaqên hundir û derve hatin pêşxistin, mekanîzmayên şer û darbeyê xistin meriyetê. Daxuyaniya Cîgirê Serokwezîrê wê demê Bulent Arinç di 3’yê hezîrana 2015’an de dabû û gotibû, "Heke AK Partî ji desthilatdariyê derkeve, yên ku dibêjin 'kê bibe dewsa wê' û yên ku bi me re dilîzin; heke AK Partî nebe çareserî nabe.” Arinç bi kurtî diyar kiribû ku pêvajo çawa lê were û bikin qurbanê şer. 
 
AKP TÊK ÇÛ, ŞER DA DESTPÊKIRIN 
 
Tevî ku AKP'ê li bendê bû ku HDP bi namzetên serbixwe bikeve hilbijartinê jî, Abdullah Ocalan pêşniyar kir ku HDP bi navê xwe biçe hilbijartinê. Li gel daxuyaniyên AKP'ê yên "HDP wê bikeve binê bendê" jî HDP'ê di hilbijartina 7'ê Hezîrana 2015’an de ji sedî 13'ê dengan stendibû û nehişt ku AKP bi serê xwe bibe desthilatdar. Rojek piştî hilbijartinê Cîgirê Serokwezîr Yalçin Akdogan ku HDP'ê berpirsyarê têkçûna AKP'ê nîşan da got, "Ji niha û pê ve wê tenê fîlmê pêvajoya çareseriyê çêbikin."
 
PIŞTÎ 5’Ê NÎSANÊ 4 ŞÛNVE: EZ JI BO ÇARESERIYÊ AMADE ME 
 
Ligel ku îktidarê tecrîd kûrtir kir û şer bi rêjeyek rasterast kûrtir kir jî, Rêberê PKK’ê di hevdîtina ku 4 sal şûnde bi parêzerên xwe re kir de israra xwe ya çareseriyê anî ziman û wiha got: “Ez dibêjim ez ê îhtîmala şer ji holê rakim. Hefteyek besî min e, ez ê çareser bikim, ez ji xwe bawer im, ez ji bo çareseriyê amade me. Lê divê hem dewlet û hem jî mêjiyê dewletê tişta pêwîst bike.”
 
‘DEWLET ŞAŞÎTIYÊ DIKE’ 
 
Abdullah Ocalan ê ku ev du sal in tu agahî jê nayê girtin. Ocalan herî dawî di 25’ê Adara 2021’ê de bi birayê xwe Mehmet Ocalan re bi rêya telefonê hevdîtin kiribû. Ocalan ji ber fikarên xwe anîbû ziman û bertekên tund nîşanî hevdîtina bi telefonê da û hevdîtin çar pênc deqîqe dom kiribû û piştre telefon ji nişkeve hat qutkirin. Abdullah Ocalan di vê hevdîtinê de ku hate qutkirin, bal kişand ser şert û mercên heyî yên li welat û hişyariya, "Dewlet bir ola xelet radibe.”
 
HÊZA ÇARESERIYÊ YA ÎMRALIYÊ 
 
Gotina Abdullah Ocalan a 8 sal berê ya “Eger AKP otorîter bibe wê xwe biqedîne” rewşa heyî ya desthilatdariyê ya îro bi kurtasî tîne ziman. Lê belê gelên Tirkiye û Kurdistanê yên ku hê jî beriya hilbijartinê li dijî tecrîda li Îmraliyê li ber xwe didin, li qadên Newrozê careke din îşaretî hêza çareseriyê ya Abdullah Ocalan kirin. 
 
MA / Fırat Can Arslan
 

Sernavên din

05/04/2023
13:00 Berfa hefteyek berê li Wanê bariyayî bandor li rêjeya avê ya bendavan nekir
13:00 Bûldan: Jin dê we bi hêza xwe têk bibin
12:02 Li perava Kumlucayê keştiyek noqî avê bû: 5 kes hatin rizgarkirin û lêgerîna bo 9 kesan didome
11:46 Berxwedana gundiyan di roja 3’yemîn de ye
11:28 Xelkê gundê Mûsolarê bi fikar e ku xanî ji wan re neyên çêkirin
10:46 Sari ku ji Panosê sewqî Sîncanê hate kirin ev 3 meh in tavê nabîne!
10:36 Hat xwestin cezayê li rojnamevan Çoban hatiye birîn bê xerakirin
10:20 ‘Heta ku Ocalan azad nebe pirsgirêk nikarin bên çareserkirin’
10:02 Rojnameger Şêro: Bêdengiya niha li Îranê bêdengiya beriya tofanê ye
09:02 Medreseya Sor tehsîsî Weqfa Hayratê hat kirin!
09:02 Ji bo mexdûrên erdhejê 'Konê Sînemayê' çêkirin
09:01 Cara duduyan berdana girtî Abî hat taloqkirin
09:01 Dr. Savary: Tirkiye çekên kîmyewî bi kar tîne
09:00 ROJEVA 5'Ê NÎSANA 2023'YAN
08:54 Ciwanan li Hezexê rojbûna Ocalan pîroz kirin
08:31 Îdrîs Balûken ji girtîgehê derket
04/04/2023
21:24 Partiya Çep a Kesk li Rezanê buroya hilbijartinê vekir
20:01 Malbata Şenyaşar li ber edliyeyê fitirî
19:16 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pîrozbahiyên 4'ê Nîsanê
18:31 Partiya Çep a Kesk li Esenyûrtê buruya hilbijartinê vekir
16:50 Kesên li Xelfetiyê hatin binçavkirin hatin berdan
16:28 Fînlandiya bû endama NATO’yê
16:16 Tirkiyeyê geştên hewayî yên bo Silêmaniyeyê rawestand
YNK: Ev ambargo yasayî nîne
16:15 Malbata Şenyaşar: Şiyar be Tirkiye, şiyar be gelê Rihayê!
15:55 Rojbûna Abdullah Ocalan hate pîrozkirin
15:41 Şitil ji bo azadiya Abdulah Ocalan hatin çandin
15:40 Dayikên li Stenbolê hatibûn binçavkirin hatin berdan
15:32 Îlham Ehmed çû serdana YNK’ê
15:28 Bexda û Hewlêrê li hev kir
15:27 Saziyên sivîl ên li Êlihê bertek nîşanî dozê dan: Bi rêya darazê komplo hate kirin
15:24 ‘Ji bo kurd nefesê negirin atmosferek nijadperestiyê belav dibe’
15:24 Partiya Çep a Kesk li Wan û Agiriyê buroyên hilbijartinê vekir
15:11 Kesên ji bo rojnameger Kartal daxuyaniyê didan hatin binçavkirin
14:55 DMME’yê îtîraza Tirkiyeyê red kir
13:36 Partiya Çep a Kesk li Hatayê starta hilbijartinê di bin kon de da
13:23 Li Mêrdînê 3 kes hatin binçavkirin
13:16 Li Ûrmiyeyê êrişa bi gazê: 5 zarokan rakirin nexweşxaneyê
13:07 Meşa Amarayê dest pê kir: 4'ê Nîsanê roja vejîna gelê kurd e
13:05 Li Qilebanê qezaya trafîkê çêbû: 3 kes mirin
13:04 Buldan: Bila rengê sindoqan Çepa Kesk be
13:01 Malbata Mîkaîl Ekîncî: Ji pir nêz ve gule lê dan û kuştin
12:16 Dayikan 4’ê Nîsanê pîroz kirin
11:34 Li Sûriyeyê DAIŞ’iyekî payebilind hate kuştin
11:22 Dadgeriyê jî serdana li gel rojnamevan Altan ‘bifikar’ dît
11:11 Jinên tev li Nobeta Jiyanê bûn: Em dixwazin li ser xaka xwe bin
11:01 Cara 3’yemîn berdana wî hat astengkirin: Zimanê rêxistinê diaxive!
10:48 Li Hatayê ji bin kavilan 8 cenaze hatin derxistin
10:47 Mahmoud Patel: Fikrên Abdullah Ocalan ji bo sedsala nû bûne hêvî
10:35 Kekê wî di girtîgehê de mir: Ez naxwazim yekî din jî winda bikim
10:34 AKP’ê xwe qedand, hêza çareseriyê ya Abdullah Ocalan mezin bû
10:33 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo biçin Îmraliyê dîsa serlêdan kirin
10:33 Li Wanê 7 jê zarok nêzî 20 kesan hatin binçavkirin
09:06 Giştînameya wezaretê ji bo girtiyên nexweş ên siyasî ne derbasdar e!
09:03 Girtî du caran hatin cezakirin: Herî kêm berdana 138 girtiyan hatiye taloqkirin
09:02 Girtiyê ku di erdhejê de di bin kavilan de ma û platîna di milê wî de şikiyaye, nayê dermankirin
09:02 Bazarcixî konteyniran dixwazin
09:00 ROJEVA 4'Ê NÎSANA 2023'YAN
03/04/2023
22:35 Endamê HPG'ê Harûn Elbak hat girtin
22:20 Abdullah Ocalan 74 salî ye: Azadiya wî azadiya me ye
21:34 Piştî 30 salan li Amedê bi tilîlî û çepikan hat pêşwazîkirin
20:02 Aydenîz: Em ê we têk bibin!
18:25 Li Şirnexê ciwanekî xwe kuşt
16:51 Serokwezîrê Iraqê: Hewcehiya me bi hêzên biyanî nîne
16:48 Înîsiyatîfa ji bo Abdullah Ocalan Azadî li dijî tecrîdê banga hestiyariyê kir
16:40 Li Samandagê li dijî kavilan nobeda ‘jiyanê’ hat destpêkirin
16:25 Di roja 57'emîn a erdhejê de li 6 bajaran ‘herêma afetê’ hat ragihandin
16:09 Ji PYD’ê peyama 4’ê Nîsanê: Divê têkoşîna ji bo azadiya Abdullah Ocalan bê mezinkirin
16:00 Leşkeran êrişî çalakiya vekirina buroya hilbijartinê ya Partiya Çep a Kesk kirin
15:54 Li Efrînê 4 kes hatin revandin û bi fîdyeyeke zêde hatin berdan
15:45 Ji jinên Rojava û Herêma Kurdistanê banga têkoşîna hevpar
15:37 Nerazîbûna li dijî binçavkirinan: Em ê têkoşîna xwe bidomînin
15:24 Tevî biryara bêçalakitiyê jî di du rojan de 21 car bombebaran hat kirin
15:19 Malbata Şenyaşar: Tişta pîroz ne cilnimêj lê edalet e
15:15 Tifaqa Azadî û Demokrasiyê ya Kurd hate avakirin: Serkeftin ya me ye
15:12 Têkildarî 7 girtîgehan rapor: Tecrîd girantir dibe
14:37 KCDP: Di adarê de 23 jin hatin qetilkirin
14:20 Li Girtîgeha Islahiyeyê dermanan nadin girtiyên nexweş
14:19 MGKP’ê rapora binpêkirinan a 3 mehan eşkere kir: 18 rojnamegerên jin girtî ne
13:36 Mehmet Zengeralp piştî 30 salan hate berdan
13:19 Qeyûmê Şaredariya Amedê beriya hilbijartinê 97 donimên erd firotin
13:11 Parêzer Ektî: Gundiyên ku li ber GES’ê rabûne hatine îşkencekirin
11:54 Biryara ‘veşarî’ danîn ser lêpirsîna Harûn Elbak
11:53 Li Wanê şewat derket: Ziyan gihişte herî kêm 50 kargehan
11:48 Tifaqa Azadî û Demokrasiyê ya Kurd: Werin em ji bo serkeftinê li dora Partiya Çep a Kesk bibin yek
11:40 Ji ber ku kolanên teng nayên vekirin nikarin xwe bigihînin cenazeyan
10:03 Li Stenbolê serdegirtinên malan: Ciwan hatin binçavkirin
09:41 Xwebûn bi manşeta “Çirûska Azadiyê” derçû
09:16 Li Ewropayê xebatên hilbijartinê: Dê bi ruhê ‘Jin jiyan azadî’ biçin ser sindoqan
09:03 Omer Ocalan: Ji bo şikandina tecrîdê berê xwe bidin Amarayê
09:02 Serokê Weqfa Aştiyê: Li gorî me biryara bêçalakitiyê binirx e
09:02 Ajokarê TIR'ê welat bi welat çanda kurdî dide naskirin
09:01 Aktîvîstê Ekolojiyê Bîlgîç: Êrişa li ser Hewselê, êrişa li ser bîra civakê ye
09:00 ROJEVA 3'YÊ NÎSANA 2023'YAN
02/04/2023
23:55 Li Şîroyê bi pileya 3.9 erdhej çêbû
21:26 Ciwan di aktîvîteya ‘Ciwan ber bi şoreşê ve dimeşin’ de hatin bahev
20:29 Rojbûna Yilmaz Guney hate pîrozkirin: Dengê bilind ê doza gelê kurd bû
18:42 Partiya Çep a Kesk li Esenyûrtê 2 buroyên hilbijartinê vekirin
17:39 Ji bo şînê serdana malbata Dakman kirin
16:42 Tifaqa Azadî û Demokrasiyê ya Kurd dê sibe deklarasyona hilbijartinê ragihîne
16:20 Bexda û Hewlêrê li ser hinartina petrolê li hev kir