Li Ewropayê xebatên hilbijartinê: Dê bi ruhê ‘Jin jiyan azadî’ biçin ser sindoqan

  • jin
  • 09:16 3 Nîsan 2023
  • |
STENBOL - Siyasetmedara kurd Besîme Konca ku ji bo Partiya Çep a Kesk li Ewropayê xebatan dike diyar kir ku wê bi ruhê “Jin, jiyan, azadî” biçin ser sindoqan û azadiyê hilbijêrin.  
 
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) biryar da ku wê bi Partiya Çep a Kesk bikevin hilbijartinê, piştî vê biryarê xebatên hilbijartinê dest pê kirin. Bi aşkerekirina Beyannameya Hilbijartinê ya Partiya Çep a Kesk re, li bajarên Tirkiye û Kurdistanê xebatên hilbijartinê hatine lezandin, li Ewropayê jî zêdeyî 3 mîlyon hilbijêr xwe amade dikin biçin ser sindoqan. 
 
Siyasetmedara kurd Besîme Konca girîngiya hilbijartinên 14’ê gulanê bi taybetî jin ji bo gelan destnîşan kir û derbarê xebatên hilbijartinê yên Ewropayê agahî dan. 
 
‘DÊ HILBIJARTINEKE LI DIJÎ FERASETA DEWLETÊ YA YEKPEREST BE’
 
Konca diyar kir ku hilbijartinên 14’ê gulanê hilbijartinên dîrokî ne û anî ziman ku di vê hilbijartinê de wê gel li dijî feraseta yekperest, zayendîperest û mîlîtarîst daxwaza guhertinê bikin. Konca da zanîn ku bi taybetî di salên dawî de daxwazên jinan ên ji bo guhertinê gelekî zêde bûne û wiha got: “Feraseta yek zilamî ya sedsalî ya dewletê, bi taybetî kurd hemû cudatî tune hesibandin. Îro pêvajoyeke ku ev feraseta dewletê bi guherînê bê demokratîkkirin heye. Ji ber vê yekê, hilbijartin di heman demê de hilbijartineke guhertinê ye. Hem welat hem jî Ewropa dixwazin ev guhertin li Tirkiyeyê çêbibe.”
 
JI BO JIYANEKE AZAD…
 
Konca, anî ziman ku Partiya Çep a Kesk hêza pêşeng a guherînê ye û bi lêv kir ku ji bo hilbijêr li Ewroopayê biçin ser sindoqan xebatan dimeşînin. Konca diyar kir ku di van xebatan de jin pêşengin û têkildarî xebatan de ev tişt gotin: “Têkildarî hilbijartinan de nîqaş hatin kirin, sazî hatin avakirin û ji bo amadekariyan afiş hatin amadekirin. Tê tespîtkirin ku kîjan girse li ku dijî û çiqas qelebalix e. Dîsa ji bo van xebatan hem çapemenî hem jî medyaya dîjîtal bi awayekî aktif tê bikaranîn. Di 2’yê nîsanê de dema qeyda hilbijêran xelas. Mal bi mal tê gerîn, stant tên vekirin û ji bo çûna hilbijêran a ser sindoqan xebat tên kirin. Weke li Tirkiyeyê li vir jî mirov ji bo hilweşîna faşîzmê û pêkanîna ewlehiya hilbijartinê gelek hewl didin. Ji bo ku di sedsala duyemîn a Komarê de gel, bawerî, çand û bi taybetî jî jin azadtir bijîn welatiyên li Ewropayê bi taybetî jî jin di nava hewldaneke zêde de ne.”
 
‘AZADIYA ABDULLAH OCALAN TÊ XWESTIN’ 
 
Konca, anî ziman ku jin di xebatên hilbijartinê de ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û azadiya wî ya fîzîkî jî dixebitin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Birêz Ocalan ji bo pirsgirêka kurd di bingeheke azadîxwaziya demokratîk de çareser bibe têdikoşe. 25 sal in tê tecrîdkirin. Ji bo azadiya mutleq a Birêz Ocalan pêk were jin bi salan e têdikoşin. Di navbera daxwazên rêxistinên jinan ên li Tirkiyeyê û yên li vir de tu cudahî nîne.”
 
Konca, bal kişand ku ji bo Tirkiye demokratîk bibe girînge ku Partiya Çep a Kesk teqez bi hejmareke zêde ya parlamenteran li Meclisê cih bigire û wiha lê zêde kir: “Li Tirkiyeyê niha feraseteke ‘Heke Erdogan biçe wê her tişt biguhere’ heye. Lewma divê em bêjin ku ev guhertineke rejîmê ye.  Partiya Çep a Kesk ji bo pêşketina 'Rêya Sêyemîn' û xeteke demokratîk li cihekî girîng disekine. Ji bo vê divê gelê kurd, jin, ciwan, girseyên ku têkoşîna çep û sosyalîst dimeşînin di hilbijartinan de li dora Partiya Çep a Kesk bibin yek.”
 
Konca, bi lêv kir ku heke Tifaqa Cûmhûr serbikeve di serî de jin, pêvajoyeke zor li benda gelan e û wiha pê de çû: “Her kes dizane ku vê pergalê çiqas zirar daye jiyana jinan. Faşîzma AKP’ê û MHP’ê starta êrişên li dijî jinan bi derketina ji Peymana Stenbolê da destpêkirin. Niha jî bi têkiliyên HUDA-PAR û Partiya Yenîden Refahê re peyamê didin jinan. Li Îran û Afganistanê çi tê jiyîn, dixwazin vê li Tirkiyeyê jî pêk bînin. Bi vê hilbijartinê dixwazin polîtîkayên dijminê jinan e bikin qanûn. Tê xwestin ku îpotekê deynin ser hemû maf, azadî û nasnameya jinan.” 
 
‘DIVÊ PARTIYA ÇEP A KESK BÊ HILBIJARTIN’
 
Konca, anî ziman ku divê jin hemû fikrên xwe yên bîrdozî, netewî û olî deynin aliyekî li dijî vê hişmendiya paşverû bixebitin û bi lêv kir ku divê jin azadî, demokrasî û xelasiya jinan hilbijêrin. Konca, destnîşan kir ku divê jin di hilbijartinê de Partiya Çep a Kesk hilbijêrin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ev pergala li ser dijminatiya jinan hatiye avakirin dikarin bisekinînin. Jinên li Îranê di kesayeta Jîna Emînî de li dijî pergala paşverû ya rejîma molayan bi dirûşmeya ‘jin jiyan azadî’ li ber xwe didin. Em jî dê di pêvajoya hilbijartinê de ruhê ‘Jin jiyan azadî’ bixin meriyetê.”
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 

Sernavên din

05/04/2023
13:00 Berfa hefteyek berê li Wanê bariyayî bandor li rêjeya avê ya bendavan nekir
13:00 Bûldan: Jin dê we bi hêza xwe têk bibin
12:02 Li perava Kumlucayê keştiyek noqî avê bû: 5 kes hatin rizgarkirin û lêgerîna bo 9 kesan didome
11:46 Berxwedana gundiyan di roja 3’yemîn de ye
11:28 Xelkê gundê Mûsolarê bi fikar e ku xanî ji wan re neyên çêkirin
10:46 Sari ku ji Panosê sewqî Sîncanê hate kirin ev 3 meh in tavê nabîne!
10:36 Hat xwestin cezayê li rojnamevan Çoban hatiye birîn bê xerakirin
10:20 ‘Heta ku Ocalan azad nebe pirsgirêk nikarin bên çareserkirin’
10:02 Rojnameger Şêro: Bêdengiya niha li Îranê bêdengiya beriya tofanê ye
09:02 Medreseya Sor tehsîsî Weqfa Hayratê hat kirin!
09:02 Ji bo mexdûrên erdhejê 'Konê Sînemayê' çêkirin
09:01 Cara duduyan berdana girtî Abî hat taloqkirin
09:01 Dr. Savary: Tirkiye çekên kîmyewî bi kar tîne
09:00 ROJEVA 5'Ê NÎSANA 2023'YAN
08:54 Ciwanan li Hezexê rojbûna Ocalan pîroz kirin
08:31 Îdrîs Balûken ji girtîgehê derket
04/04/2023
21:24 Partiya Çep a Kesk li Rezanê buroya hilbijartinê vekir
20:01 Malbata Şenyaşar li ber edliyeyê fitirî
19:16 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pîrozbahiyên 4'ê Nîsanê
18:31 Partiya Çep a Kesk li Esenyûrtê buruya hilbijartinê vekir
16:50 Kesên li Xelfetiyê hatin binçavkirin hatin berdan
16:28 Fînlandiya bû endama NATO’yê
16:16 Tirkiyeyê geştên hewayî yên bo Silêmaniyeyê rawestand
YNK: Ev ambargo yasayî nîne
16:15 Malbata Şenyaşar: Şiyar be Tirkiye, şiyar be gelê Rihayê!
15:55 Rojbûna Abdullah Ocalan hate pîrozkirin
15:41 Şitil ji bo azadiya Abdulah Ocalan hatin çandin
15:40 Dayikên li Stenbolê hatibûn binçavkirin hatin berdan
15:32 Îlham Ehmed çû serdana YNK’ê
15:28 Bexda û Hewlêrê li hev kir
15:27 Saziyên sivîl ên li Êlihê bertek nîşanî dozê dan: Bi rêya darazê komplo hate kirin
15:24 ‘Ji bo kurd nefesê negirin atmosferek nijadperestiyê belav dibe’
15:24 Partiya Çep a Kesk li Wan û Agiriyê buroyên hilbijartinê vekir
15:11 Kesên ji bo rojnameger Kartal daxuyaniyê didan hatin binçavkirin
14:55 DMME’yê îtîraza Tirkiyeyê red kir
13:36 Partiya Çep a Kesk li Hatayê starta hilbijartinê di bin kon de da
13:23 Li Mêrdînê 3 kes hatin binçavkirin
13:16 Li Ûrmiyeyê êrişa bi gazê: 5 zarokan rakirin nexweşxaneyê
13:07 Meşa Amarayê dest pê kir: 4'ê Nîsanê roja vejîna gelê kurd e
13:05 Li Qilebanê qezaya trafîkê çêbû: 3 kes mirin
13:04 Buldan: Bila rengê sindoqan Çepa Kesk be
13:01 Malbata Mîkaîl Ekîncî: Ji pir nêz ve gule lê dan û kuştin
12:16 Dayikan 4’ê Nîsanê pîroz kirin
11:34 Li Sûriyeyê DAIŞ’iyekî payebilind hate kuştin
11:22 Dadgeriyê jî serdana li gel rojnamevan Altan ‘bifikar’ dît
11:11 Jinên tev li Nobeta Jiyanê bûn: Em dixwazin li ser xaka xwe bin
11:01 Cara 3’yemîn berdana wî hat astengkirin: Zimanê rêxistinê diaxive!
10:48 Li Hatayê ji bin kavilan 8 cenaze hatin derxistin
10:47 Mahmoud Patel: Fikrên Abdullah Ocalan ji bo sedsala nû bûne hêvî
10:35 Kekê wî di girtîgehê de mir: Ez naxwazim yekî din jî winda bikim
10:34 AKP’ê xwe qedand, hêza çareseriyê ya Abdullah Ocalan mezin bû
10:33 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo biçin Îmraliyê dîsa serlêdan kirin
10:33 Li Wanê 7 jê zarok nêzî 20 kesan hatin binçavkirin
09:06 Giştînameya wezaretê ji bo girtiyên nexweş ên siyasî ne derbasdar e!
09:03 Girtî du caran hatin cezakirin: Herî kêm berdana 138 girtiyan hatiye taloqkirin
09:02 Girtiyê ku di erdhejê de di bin kavilan de ma û platîna di milê wî de şikiyaye, nayê dermankirin
09:02 Bazarcixî konteyniran dixwazin
09:00 ROJEVA 4'Ê NÎSANA 2023'YAN
03/04/2023
22:35 Endamê HPG'ê Harûn Elbak hat girtin
22:20 Abdullah Ocalan 74 salî ye: Azadiya wî azadiya me ye
21:34 Piştî 30 salan li Amedê bi tilîlî û çepikan hat pêşwazîkirin
20:02 Aydenîz: Em ê we têk bibin!
18:25 Li Şirnexê ciwanekî xwe kuşt
16:51 Serokwezîrê Iraqê: Hewcehiya me bi hêzên biyanî nîne
16:48 Înîsiyatîfa ji bo Abdullah Ocalan Azadî li dijî tecrîdê banga hestiyariyê kir
16:40 Li Samandagê li dijî kavilan nobeda ‘jiyanê’ hat destpêkirin
16:25 Di roja 57'emîn a erdhejê de li 6 bajaran ‘herêma afetê’ hat ragihandin
16:09 Ji PYD’ê peyama 4’ê Nîsanê: Divê têkoşîna ji bo azadiya Abdullah Ocalan bê mezinkirin
16:00 Leşkeran êrişî çalakiya vekirina buroya hilbijartinê ya Partiya Çep a Kesk kirin
15:54 Li Efrînê 4 kes hatin revandin û bi fîdyeyeke zêde hatin berdan
15:45 Ji jinên Rojava û Herêma Kurdistanê banga têkoşîna hevpar
15:37 Nerazîbûna li dijî binçavkirinan: Em ê têkoşîna xwe bidomînin
15:24 Tevî biryara bêçalakitiyê jî di du rojan de 21 car bombebaran hat kirin
15:19 Malbata Şenyaşar: Tişta pîroz ne cilnimêj lê edalet e
15:15 Tifaqa Azadî û Demokrasiyê ya Kurd hate avakirin: Serkeftin ya me ye
15:12 Têkildarî 7 girtîgehan rapor: Tecrîd girantir dibe
14:37 KCDP: Di adarê de 23 jin hatin qetilkirin
14:20 Li Girtîgeha Islahiyeyê dermanan nadin girtiyên nexweş
14:19 MGKP’ê rapora binpêkirinan a 3 mehan eşkere kir: 18 rojnamegerên jin girtî ne
13:36 Mehmet Zengeralp piştî 30 salan hate berdan
13:19 Qeyûmê Şaredariya Amedê beriya hilbijartinê 97 donimên erd firotin
13:11 Parêzer Ektî: Gundiyên ku li ber GES’ê rabûne hatine îşkencekirin
11:54 Biryara ‘veşarî’ danîn ser lêpirsîna Harûn Elbak
11:53 Li Wanê şewat derket: Ziyan gihişte herî kêm 50 kargehan
11:48 Tifaqa Azadî û Demokrasiyê ya Kurd: Werin em ji bo serkeftinê li dora Partiya Çep a Kesk bibin yek
11:40 Ji ber ku kolanên teng nayên vekirin nikarin xwe bigihînin cenazeyan
10:03 Li Stenbolê serdegirtinên malan: Ciwan hatin binçavkirin
09:41 Xwebûn bi manşeta “Çirûska Azadiyê” derçû
09:16 Li Ewropayê xebatên hilbijartinê: Dê bi ruhê ‘Jin jiyan azadî’ biçin ser sindoqan
09:03 Omer Ocalan: Ji bo şikandina tecrîdê berê xwe bidin Amarayê
09:02 Serokê Weqfa Aştiyê: Li gorî me biryara bêçalakitiyê binirx e
09:02 Ajokarê TIR'ê welat bi welat çanda kurdî dide naskirin
09:01 Aktîvîstê Ekolojiyê Bîlgîç: Êrişa li ser Hewselê, êrişa li ser bîra civakê ye
09:00 ROJEVA 3'YÊ NÎSANA 2023'YAN
02/04/2023
23:55 Li Şîroyê bi pileya 3.9 erdhej çêbû
21:26 Ciwan di aktîvîteya ‘Ciwan ber bi şoreşê ve dimeşin’ de hatin bahev
20:29 Rojbûna Yilmaz Guney hate pîrozkirin: Dengê bilind ê doza gelê kurd bû
18:42 Partiya Çep a Kesk li Esenyûrtê 2 buroyên hilbijartinê vekirin
17:39 Ji bo şînê serdana malbata Dakman kirin
16:42 Tifaqa Azadî û Demokrasiyê ya Kurd dê sibe deklarasyona hilbijartinê ragihîne
16:20 Bexda û Hewlêrê li ser hinartina petrolê li hev kir