Uçar: Em ê hesabê bipirsin û vê îktîdarê bi hev re biguherînin

  • jin
  • 12:43 2 Nîsan 2023
  • |
img

ENQERE -  Hevberdevka Partiya Çep a Kesk Ççîgdem Kiliçgun Uçar diyar kir ku li dijî tundiya mêr-dewletê, ew azadiya jinê diparêzin û ev tişt anî ziman: “Ji bo mafê jiyanê, em bo hesabpirsînê tên. Em soz didin, li vir in û dê bi hev re vê îktîdarê biguherînin.” 

 
Meclisa Jinan a Partiya Çep a Kesk, Beyannameya Hilbijartinê ya Jinan li hotêleke Enqereyê eşkere dike. Hevberdevka Partiya Çep a Kesk Çîgdem Kiliçgun Uçar di bernameyê de axivî. Uçar, bi zaravayê kurdî ya kirmanckî jin silav kir û got ku meşa mezin a ji bo azadiya jinan didomînin. Axaftina Uçar gelek caran bi dirûşmên “Jin, jiyan, azadî”, “Em bêdeng nabin, natirsin, serî natewînin” hate birîn. 
 
Uçar, diyar kir ku wan di meşa li dijî nîjadperest, cihêkarî, tundiya li dijî jinan, sûcên nefretê, kedxwarî, rant, talan, qirkirin û wêraniyê her tim li eniyên herî pêş cih girtin û wiha domand: “Ji bo maf, azadî, hiqûq, ked û edaleta civakî, em ê têkoşîna xwe bidomînin. Em jin ji bo xeyala komareke demokratîk û civakeke demokratîk dev ji vê têkoşînê bernadin. Ji bo mezinkirina têkoşîna azadiyê ya jinan, em di Rêya Sêyemîn de dimeşin û dê jiyana nû bi hev re ava bikin. Em ji bo bi hev re biguherînin tên ba hev û bi piştevaniyê hîn mezintir dibin. 
 
Em di erefeya sedsala duyemîn a komarê de ne û bi rewşeke pir giran re rû bi rû ne. Koçberî, çerxa kedxwariyê ya pergala kapîtalîst a mêrserdest, polîtîkayên dijminatiya jinan, şer, zext û zilm roj bi roj zêdetir dibin. Ji bo domandina îktîdara xwe ji bilî zext û tundiyê tu rêyên din bo xwe nabînin. Tam di vê rewşê de em jin ji bo pêşerojeke demokratîk û azad hene. Partiya Çep a Kesk li dijî îktîdara mêrserdest, navnîşana jiyaneke demokratîk, ekolojîk, azadîparêz û wekhev e. Navnîşana komara demokratîk e. Banga min ji bo hemû jinan ew e ku di vê navnîşanê de bên ba hev û em bi hev re jiyana nû ava bikin. 
 
RÊYA SÊYEMÎN RÊYA AZADIYÊ YE
 
Em jin ne dê berhewceyên Tifaqa Cumhur a dijminatiyê li jinan dike û ne jî berhewceyên muxalefeta nêrza ya restorasyonparêz in. Rêya Sêyemîn, bi saya keda jinan pêş ket û em ê bi saya keda jinan bi ser kevin û komarê demokratîk bikin. Em ê bi saya piştevaniya li vê derê, komara demokratîk ava bikin û vê sedsalê bikin sedsala azadiya jinan.  Jinên hêja; Partiya Çep a Kesk deng, gotin û jiyana nû ya gelan, jinan û ciwanan e. Em; ji bo bidawîkirina vê siyaseta zordest, derhiqûqî, bêedalet, înkar, şer, talan û tunekirinê tên. Em ê li dijî qesrê, derew, talan, şer û kedxwariyê, têkoşîna gelan û heqîqetê mezintir bikin. Ji bo pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk û aştiyane were çareserkirin û ji bo rakirina astengiyên li pêşiya çareseriyê em li vê derê ne. Em baş dizanin ku têkoşîna jinan, di heman demê de îradeya aştî û çareseriyê ye. Li Tirkiyeyê ne pirsgirêka kurd lê rastiya kurd heye. 
 
EM Ê REJÎMA YEKZILAMÎ HILWEŞÎNIN
 
Banga me li hemû jinan ew e ku têkoşîna li dijî zîhneta mêrserdest xwe mezintir bikin û xwe bêhtir birêxistin bikin. Em dev ji pergala xwe ya hevserokatiyê û nûnertiya wekhev jî bernadin. Peymana Stenbolê ya me ye. Demekî pir kêm ma ye ku em vê rejîma yekzilamî hilweşînin. Li gel Meclisa Jinan a HDP’ê, me xwe ji bo sedsala nû pir baş amade kiriye.  Li dijî kesên jinan tune dihesibînin em jin hebûn û em ê hebin. Em soz didin ku dê bi hev re hesabê ji vê îktîdarê bipirsin û hilweşînin. Doza me heye; em ê mafên xwe dîsa li xwe vegerînin.”
 

Sernavên din

05/04/2023
16:28 Li 5 navçeyên Wanê buroyên hilbijartinê hatin vekirin
16:14 Meclisa Ciwanan a HDP’ê bi rojeva hilbijartinê dicive
15:46 Tirkiyeyê qada xwe ya hewayî ji geştên Silêmaniyeyê re girt
15:45 Nobeda Jiyanê: Xelkê neçarî koçberiyê dikin
15:21 5’ê Nîsanê Roja Parêzeran: Dawî li tundî, îşkence û siyaseta bêcezahiştinê bînin
15:19 Doza girtinê ya KCDP’ê: Gelo ‘xebatên li dijî exlaq’ çi ye?
14:46 Şenyaşar: Yên li hemberî zilmê xwe bêdeng dikin dê têk biçin
14:37 Ji bo bîranîna qurbaniyên erdhejê dar hatin danîn
14:34 Jinekê li Wanê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
14:25 Li Mêrdînê 3 kes hatin berdan
14:22 Rojnameger Alataş di 13’emîn salvegera qetilkirina xwe de hat bibîranîn
13:58 Dewleta tirk di 4’ê nîsanê de 83 caran êriş kir
13:54 OHD’ê rapora lehiyê eşkere kir: Şeredarî û AFAD’ê tevî hişyariyan jî tevdîr negirtin
13:48 Di erdhejê de hejmara qurbaniyan derket 50 hezar û 399’an
13:40 'Gelo di avakirina demokrasiyê de dê polîtîkayên we ji bo jinan çi bin?'
13:39 3 girtî bi hinceta naveroka pirtûka kurdî hatin sirgunkirin
13:00 Berfa hefteyek berê li Wanê bariyayî bandor li rêjeya avê ya bendavan nekir
13:00 Bûldan: Jin dê we bi hêza xwe têk bibin
12:02 Li perava Kumlucayê keştiyek noqî avê bû: 5 kes hatin rizgarkirin û lêgerîna bo 9 kesan didome
11:46 Berxwedana gundiyan di roja 3’yemîn de ye
11:28 Xelkê gundê Mûsolarê bi fikar e ku xanî ji wan re neyên çêkirin
10:46 Sari ku ji Panosê sewqî Sîncanê hate kirin ev 3 meh in tavê nabîne!
10:36 Hat xwestin cezayê li rojnamevan Çoban hatiye birîn bê xerakirin
10:20 ‘Heta ku Ocalan azad nebe pirsgirêk nikarin bên çareserkirin’
10:02 Rojnameger Şêro: Bêdengiya niha li Îranê bêdengiya beriya tofanê ye
09:02 Medreseya Sor tehsîsî Weqfa Hayratê hat kirin!
09:02 Ji bo mexdûrên erdhejê 'Konê Sînemayê' çêkirin
09:01 Cara duduyan berdana girtî Abî hat taloqkirin
09:01 Dr. Savary: Tirkiye çekên kîmyewî bi kar tîne
09:00 ROJEVA 5'Ê NÎSANA 2023'YAN
08:54 Ciwanan li Hezexê rojbûna Ocalan pîroz kirin
08:31 Îdrîs Balûken ji girtîgehê derket
04/04/2023
21:24 Partiya Çep a Kesk li Rezanê buroya hilbijartinê vekir
20:01 Malbata Şenyaşar li ber edliyeyê fitirî
19:16 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pîrozbahiyên 4'ê Nîsanê
18:31 Partiya Çep a Kesk li Esenyûrtê buruya hilbijartinê vekir
16:50 Kesên li Xelfetiyê hatin binçavkirin hatin berdan
16:28 Fînlandiya bû endama NATO’yê
16:16 Tirkiyeyê geştên hewayî yên bo Silêmaniyeyê rawestand
YNK: Ev ambargo yasayî nîne
16:15 Malbata Şenyaşar: Şiyar be Tirkiye, şiyar be gelê Rihayê!
15:55 Rojbûna Abdullah Ocalan hate pîrozkirin
15:41 Şitil ji bo azadiya Abdulah Ocalan hatin çandin
15:40 Dayikên li Stenbolê hatibûn binçavkirin hatin berdan
15:32 Îlham Ehmed çû serdana YNK’ê
15:28 Bexda û Hewlêrê li hev kir
15:27 Saziyên sivîl ên li Êlihê bertek nîşanî dozê dan: Bi rêya darazê komplo hate kirin
15:24 ‘Ji bo kurd nefesê negirin atmosferek nijadperestiyê belav dibe’
15:24 Partiya Çep a Kesk li Wan û Agiriyê buroyên hilbijartinê vekir
15:11 Kesên ji bo rojnameger Kartal daxuyaniyê didan hatin binçavkirin
14:55 DMME’yê îtîraza Tirkiyeyê red kir
13:36 Partiya Çep a Kesk li Hatayê starta hilbijartinê di bin kon de da
13:23 Li Mêrdînê 3 kes hatin binçavkirin
13:16 Li Ûrmiyeyê êrişa bi gazê: 5 zarokan rakirin nexweşxaneyê
13:07 Meşa Amarayê dest pê kir: 4'ê Nîsanê roja vejîna gelê kurd e
13:05 Li Qilebanê qezaya trafîkê çêbû: 3 kes mirin
13:04 Buldan: Bila rengê sindoqan Çepa Kesk be
13:01 Malbata Mîkaîl Ekîncî: Ji pir nêz ve gule lê dan û kuştin
12:16 Dayikan 4’ê Nîsanê pîroz kirin
11:34 Li Sûriyeyê DAIŞ’iyekî payebilind hate kuştin
11:22 Dadgeriyê jî serdana li gel rojnamevan Altan ‘bifikar’ dît
11:11 Jinên tev li Nobeta Jiyanê bûn: Em dixwazin li ser xaka xwe bin
11:01 Cara 3’yemîn berdana wî hat astengkirin: Zimanê rêxistinê diaxive!
10:48 Li Hatayê ji bin kavilan 8 cenaze hatin derxistin
10:47 Mahmoud Patel: Fikrên Abdullah Ocalan ji bo sedsala nû bûne hêvî
10:35 Kekê wî di girtîgehê de mir: Ez naxwazim yekî din jî winda bikim
10:34 AKP’ê xwe qedand, hêza çareseriyê ya Abdullah Ocalan mezin bû
10:33 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo biçin Îmraliyê dîsa serlêdan kirin
10:33 Li Wanê 7 jê zarok nêzî 20 kesan hatin binçavkirin
09:06 Giştînameya wezaretê ji bo girtiyên nexweş ên siyasî ne derbasdar e!
09:03 Girtî du caran hatin cezakirin: Herî kêm berdana 138 girtiyan hatiye taloqkirin
09:02 Girtiyê ku di erdhejê de di bin kavilan de ma û platîna di milê wî de şikiyaye, nayê dermankirin
09:02 Bazarcixî konteyniran dixwazin
09:00 ROJEVA 4'Ê NÎSANA 2023'YAN
03/04/2023
22:35 Endamê HPG'ê Harûn Elbak hat girtin
22:20 Abdullah Ocalan 74 salî ye: Azadiya wî azadiya me ye
21:34 Piştî 30 salan li Amedê bi tilîlî û çepikan hat pêşwazîkirin
20:02 Aydenîz: Em ê we têk bibin!
18:25 Li Şirnexê ciwanekî xwe kuşt
16:51 Serokwezîrê Iraqê: Hewcehiya me bi hêzên biyanî nîne
16:48 Înîsiyatîfa ji bo Abdullah Ocalan Azadî li dijî tecrîdê banga hestiyariyê kir
16:40 Li Samandagê li dijî kavilan nobeda ‘jiyanê’ hat destpêkirin
16:25 Di roja 57'emîn a erdhejê de li 6 bajaran ‘herêma afetê’ hat ragihandin
16:09 Ji PYD’ê peyama 4’ê Nîsanê: Divê têkoşîna ji bo azadiya Abdullah Ocalan bê mezinkirin
16:00 Leşkeran êrişî çalakiya vekirina buroya hilbijartinê ya Partiya Çep a Kesk kirin
15:54 Li Efrînê 4 kes hatin revandin û bi fîdyeyeke zêde hatin berdan
15:45 Ji jinên Rojava û Herêma Kurdistanê banga têkoşîna hevpar
15:37 Nerazîbûna li dijî binçavkirinan: Em ê têkoşîna xwe bidomînin
15:24 Tevî biryara bêçalakitiyê jî di du rojan de 21 car bombebaran hat kirin
15:19 Malbata Şenyaşar: Tişta pîroz ne cilnimêj lê edalet e
15:15 Tifaqa Azadî û Demokrasiyê ya Kurd hate avakirin: Serkeftin ya me ye
15:12 Têkildarî 7 girtîgehan rapor: Tecrîd girantir dibe
14:37 KCDP: Di adarê de 23 jin hatin qetilkirin
14:20 Li Girtîgeha Islahiyeyê dermanan nadin girtiyên nexweş
14:19 MGKP’ê rapora binpêkirinan a 3 mehan eşkere kir: 18 rojnamegerên jin girtî ne
13:36 Mehmet Zengeralp piştî 30 salan hate berdan
13:19 Qeyûmê Şaredariya Amedê beriya hilbijartinê 97 donimên erd firotin
13:11 Parêzer Ektî: Gundiyên ku li ber GES’ê rabûne hatine îşkencekirin
11:54 Biryara ‘veşarî’ danîn ser lêpirsîna Harûn Elbak
11:53 Li Wanê şewat derket: Ziyan gihişte herî kêm 50 kargehan
11:48 Tifaqa Azadî û Demokrasiyê ya Kurd: Werin em ji bo serkeftinê li dora Partiya Çep a Kesk bibin yek