'Em ê li dijî tecrîdê li Amarayê bin'

  • rojane
  • 10:02 2 Nîsan 2023
  • |
img

AMED – Hevserokên HDP û DBP'a Amedê ji bo beşdariya li meşa ku dê di 4'ê Nîsanê de bi boneya rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dirûşmeya "Ji bo azadiyê ber bi Amarayê ve" bê lidarxistin bang kirin û gotin ku ew ê li dijî tecrîdê li Amarayê bin.

Bi pêşengiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Federasyona Komeleyên Hiqûqê û Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikuxwaran re (MED TÛHAD FED) dê bi boneya 74'emîn rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di 4'ê Nîsanê de bi dirûşmeya "Ji bo azadiyê ber bi Amarayê ve" meşek bê lidarxistin. 
 
Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Amedê Hayrettîn Altûn û Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê Gulistan Atasoy û Zeyyat Ceylan ji bo beşdariya li meşê bang kirin. 
 
Hevserokê HDP’ê yê Amedê Zeyyat Ceylan diyar kir ku xwedîderketina li Abdullah Ocalan xwedîderketina li nirxê mîrovahiyê ye. Ceylan destnîşan kir ku pîrozbahiya 4’ê Nîsanê wekî azadiya gelê kurd û hemû gelên Rojhilata Navîn e û wiha axivî: “Gelê kurd û siyaseta demokratîk û sazî dezgehên siyaseta demokratîk meha Adarê li pey xwe hiştin. Meha Adarê ji bo hemû kurdan meheke pir girîng e. Hem bîranînên dîrokî û hem jî têkoşînên dîrokî di vê mehê de hene. Ji 8’ê Adarê bigire heta bîranîna Helebçeyê û Newrozê her rojeke meha Adarê ji bo me gelek bi nirx, têr û derbasbû. Em niha jî dikevin meha Nîsanê lê bi rastî jî gelê kurd zane ku rol û rista birêz Ocalan çi ye. Ji ber wê yekê heta niha xwedî lê derketine û ji niha û pê ve jî dê xwedî lê derdikevin. Zanin ku heta dengê birêz Ocalan negihêje civakê û heta birêz Ocalan ji nava wan çar dîwaran dernekeve ev pêvajoya xitmandî çareser nabe. Ji ber vê xitimandinê her roj xwîn tê rijandin. Xitimandin pêvajoyeke antî demokratîk e ku jiyanê li gel dike dojeh. Xitimandin bêwijdanî, bêedaletî, bêexlaqî ye ku êdî tu pîvan jê re nemaye. Gelê kurd dema ku li vê meseleyê dinihêre dîsa jî birêz Ocalan dibine.” 
 
‘XWEDÎDERKETINA LI FELSEFEYA WÎ XWEDÎ DERKETINA ÇARESERIYÊ YE’
 
Ceylan di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser rewşa Ocalan ku di 2012’an de jî çawa ji aliyê pergalê ve dengê wî hatibû qutkirin û gava dengê wî gihîştibû civakê rengê rûyê civakê çawa guherîbû. Ceylan diyar kir ku hevdtîna bi Ocalan re, ji bo civakê û ji bo hemû gelê Rojhilata Navîn çareserî ye û wiha pê de çû: “Em baş binihêrin û em her daîm jî tînin ziman; di 2012’an de dema ku dengê birêz Ocalan gihîşt civakê me dît çawa reng û rûyê civakê çawa guherî. Hem ji hêla civakê reng û rûyê wan derket holê û hem jî ji aliyê pergalê ve nermahî çêbû. Jidil ango bêdil guherînên cuda çêbûn. Ji bo wî jî gelê kurd zane ku bandora birêz Ocalan, li ser pêvajoya aştiyeke bi rûmet çi ye, li ser azadiya civakê çi ye. Li ser çareseriyên esasî ji bo pirsgirêkên esasî çi ye. Ji bo vê 4’ê Nîsanê girîng tê dîtin. 4’ê Nîsanê xwedîderketina li birêz Ocalan e. Xwedîderketina li fikr û felsefeya wî çareserî û müuakere ya aşîtî, azadî û wekheviyê ye. Ji ber vê yekê gelê kurd her 4’ê Nîsanê herikiye Amarayê. Ew ê vê 4’ê Nîsanê jî gelê kurd ber bi Amarayê ve biherike. Berê jî di çapemeniyê de cih girtibû. Sazî û dezgehên me yên giştî ji HDP’ê bigre heta partî û saziyên me yên sivîl, wek DBP, TJA, KCD, TÛAY-DER’ê daxuyaniyek ji çapemeniyê re parvekirin. Ew ê di 4’ê Nîsanê de cardin li Amarayê bin. Dê cardin li birêz Ocalan xwedî derkevin û rojbûna wî bi malbata wî re li gundê wî pîroz bikin.” 
 
BANGAWAZÎ
 
Ceylan di dawiya axaftina xwe de ji bo beşdariya li Meşa Amarayê bang kir û got: “Li ser vî esasî em ê jî di 4’ê mehê de di rêya Amarayê de bin. Em ji bo vê bang li gelê xwe dikin, bang li Ameda rengîna dikin. Xwedîderketina li birêz Ocalan, xwedîderketina li aştiyeke bi rûmet e û xwedîderketina li azadiyeke bi rûmet û exlaq, wijdan û pîvanên mirovahiyê ye. Ji ber wê yekê em car din dubare tînin ziman, em ê di 4’ê mehê de tev li meşa Amarayê bibin. Em bang dikin ku gelê me, sazî û dezgehên xwe bi tenê nehêle û siyaseta xwe bi tenê nehêle. Em bi hev re di 4’ê mehê de bi girseyî li Amarayê bin.”  
 
‘DIVÊ DEMILDEST TECRÎDA GIRAN A LI SER OCALAN BÊ RAKIRIN'
 
Hevseroka HDP’ê ya Amedê Gulîstan Atasoyê jî ji bo Meşa Amarayê got: “Li gor dema ku em têde dijîn li hemû Rojhilata Navîn û li Kurdistanê em bi gelek zext û zordariyan re rû bi rû dimînin. Di serî de jî rastiya şer û pevçûnê li ber çava ye. Bi rastî jî ev pirsgirêkên civakê bi felsefeya azadiyê û wekheviyê çareser dibin. Ji ber vê divê demildest tecrîda li ser birêz Ocalan were rakirin. Rakirina tecrîdê, dê li vê erdnîgariyê bibe sedema çareseriyê. Felsefeya birêz Ocalan hem di warê siyasî hem jî di warê civakî de gelek girîng e."
 
‘EM Ê LI SEROKATIYA GELÊ KURD XWEDÎ DERKEVIN’
 
Hevserokê DBP’ê yê Amedê Hayrettîn Altûn jî anî ziman ku ev pîrozbahî 40 sal in her dem bi girseyî tê pêşwazîkirin û ev tişt got: “Li seranserê Kurdistanê ev 45 sal in şerekî bêhempa heye. Paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd birêz Ocalan, paradîgmayeke mezin e. Ne bi tenê li Rojihilata Navîn li hemû cîhanê xwedî bandor e ev paradîgma. Gelê kurd ev 40 sal in li her derî rojbûna Rêberê Gelê Kurd bi awayekî girseyî tpîroz dike. Em ê di 2023’yan de jî rojbûna Rêberê Gelê Kurd bi awayekî girseyş pêşwazî bikin. Banga me ji bo gelê me eve ku em di 4’ê Nîsanê de ber bi Amarayê ve biherikin. Ev herikandin xwedîderketina li Rêberê Gelê Kurd e. Pergala dewletê dixwaze tecrîda giran li ser Rêberê Gelê kurd bidomîne. Ji ber wê yekê jî em ê xwedî lê derkevin. Em ê li serokatiya gelê kurd xwedî derkevin. Bi munasebeta wê rojê jî em rojbûna birêz Ocalan  jî pîroz dikin. Em gelê xwe vedixwînin Amarayê.” 
 
MA / Mehmet Guleş
 

Sernavên din

02/04/2023
15:09 Rojnameger Evîn Buldan li ser gora xwe hat bibîranîn
14:57 Li Stenbolê pîrozbahiya 4’ê Nîsanê
14:47 Partiya Çep a Kesk li 2 bajaran starta hilbijartinê da
14:36 Tevî biryara bêçalakitiyê jî artêşa tirk bênavber êriş dike
14:32 Banga ‘Îmraliyê bigirin’ li namzetên serokkomariyê kirin
14:07 Malbata Şenyaşar: Pêdiviya me bi azadî û edaletê heye
14:04 Li DYA’ê bablîsok rabûn: 26 kesan jiyana xwe ji dest dan
12:49 Jinên filistînî ji bo Partiya Çep a Kesk peyama piştevaniyê şandin
12:43 Uçar: Em ê hesabê bipirsin û vê îktîdarê bi hev re biguherînin
12:19 Buldan: Di 14’ê gulanê de bersiva herî xurt dê jin bidin
12:03 Beyannameya Partiya Çep a Kesk: Ji berxwedanê ber bi serhildanê, ji serhildanê ber bi avakirinê ve
11:54 Strana Meclisa Jinan a Partiya Çep a Kesk: Dîsa jin, dîsa jiyan
11:24 Meclisa Jinan a Partiya Çep a Kesk Beyannameya Hilbijartinê ragihand
10:49 Ji Meclisa Jinan a Partiya Çep a Kesk starta hilbijartinê: Dîsa jin, dîsa jiyan
10:36 ‘Em dengê xwe nadin partiyên dijminatiyê li jinan dikin’
10:13 Baroya Amedê: Bikaranîna çekê ya bi keyfî nayê qebûlkirin
10:02 'Em ê li dijî tecrîdê li Amarayê bin'
09:21 Îspenax, roqe û bexdenûz di dest cotkarên Hatayê de man!
09:05 Esnafên mexdûrê erdhejê hewl didin di konteyniran de xwe li jiyanê bigirin
09:04 Ji 5 birayên girtî berdana 2'yan jê hat taloqkirin
09:03 Banga ji bo 4'ê Nîsanê: Em ji bo azadiyê bimeşin
09:01 Li dijî tecrîdê banga ji bo Meşa Amarayê
09:00 ROJEVA 2’YÊ NÎSANA 2023’YAN
01/04/2023
23:58 Li Amedê leşkeran welatiyek qetil kir
21:37 ANYAKAY-DER'ê 4'ê Nîsanê pîroz kir
19:53 Li Şehbayê Festîvala Amara ya 3`yemîn dest pê kir
17:00 Partiya Çep a Kesk li Hatayê xebatên hilbijartinê didomîne
16:42 Cihên namzetên serokkomariyê yên di pisûlayê de diyar bûn
16:41 Karabûlût: Îstîhbaratê karsazê kurd Zekî Ogûz revandiye
16:06 Bi girseyî serdana şîna Nazlier kirin
15:55 ÎHD: Tevî îtîrafa endamê JÎTEM’ê aqûbeta 4 kesan nehate lêkolînkirin
15:38 Hat xwest ku girtiyê nexweş Îlhan Dîkmen ê rewşa wî giran e bê berdan
15:19 Komeleya Ekolojiyê: Em tev li kampanyaya çandina şitilan bibin
15:07 Ji bo girtiyên nexweş Emîn Çam banga berdanê hat kirin
14:53 ‘Heta ku hemû kedkarên cemaweriyê bên vegerandin dê têkoşîna me bidome’
14:08 Malbatên Windakiriyan xwestin faîlên Bûlmûş bên darizandin
13:45 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Nezîr Acar pirsîn
13:16 TEV-DEM: Ji bo azadiya Abdullah Ocalan em têkoşînê mezin bikin
12:04 Li Qoserê mirina biguman a leşkerekî
11:38 Li Îzmîrê kesên hatibûn binçavkirin hatin berdan
11:37 Malbata Şenyaşar: Tava ku vê pêvajoya tarî ronî bike wê ji Rihayê hilê
11:26 ‘Li Pirsûsê 23 kes beriya hilbijartinê bi sedemên siyasî hatin girtin’
11:15 Bîlançoya şer a meha adarê: 53 caran çekên kîmyewî hatin bikaranîn
10:17 Haleta kêrhatî ya AKP'ê: HUDA PAR
09:56 HDP’ê li Ewropayê seferberî îlan kir: Armanc ew e ku 3 milyon hilbijêr biçin ser sindoqan
09:06 Rêxistinên jinan ên Kurdistanê: Em ê tecrîdê bişkinin û Ocalan azad bikin
09:02 Amara li benda mêvanên xwe ye
09:02 Ji malbata Karaoglan û Dag banga ji bo Amarayê
09:01 Dr. Doran: Ger kavil daxilî nava avê bibin em ê nikaribin pêşî li nexweşînan bigirin
09:00 ROJEVA 1'Ê NÎSANA 2023'YAN
31/03/2023
21:50 Ciwan bûn mêvanê sifreya fitarê ya Malbata Şenyaşarê
17:46 Di 18 saliya xwe de hat girtin, di 48 saliya xwe de ji girtîgehê derket
16:35 Li girtîgehan di 3 mehan de 13 kesan jiyana xwe ji dest daye
16:20 Rawestandina hilberîna petrole bandor li ceyranê jî kir
16:04 Li Êlihê qezaya trafîkê çêbû: Kesek mir û 2 kes jî bi giranî birîndar bûn
15:57 Li Xarpêtê 6 kes di malekê de mirî hatin dîtin
15:47 Li Rihayê girtina 23 kesan hat protestokirin
15:44 Hîzbûllahiyê digot ‘em ê serê wan jê bikin’ hate berdan
15:33 Rojnameger Ziya Ataman: Em di bin tecrîdeke giran de ne
15:24 OHD û ÎHD têkildarî mirina bi guman a li edliyê rapor amade kir
15:00 Li Islahiyeyê erdhej çêbû
14:57 Kedkarên tenduristiyê hatin bibîranîn
14:23 KFC û Pîzza Hutê hemû şaxên xwe yên li bakurê Kurdistanê girtin
13:56 Doza tecawizê ya li cemaetê taloqî 5’ê hezîranê hate kirin
13:48 ‘Abdullah Ocalan ji bo Rojhilata Navîn yekane çavkaniya hêviyê ye’
13:42 Şenyaşar: Dê îktîdar bi êşên daye kişand, zilm û nelirêtiyên xwe bê bibîranîn
13:30 Jinan li ber deriyê edliyeyê bang kirin: Jin li dijî tifaqa ‘şer’ in
13:27 Rewşa girtiyê 82 salî ku 4 caran hatiye sewqkirin di rojeva Meclisê de ye
13:00 Derbarê 10 kesan de ji ber êrişa mala polîsan a Mezîtliyê doz hat vekirin
12:38 Li Mêrdîn û Amedê berf barî
12:38 Serhat Gullu piştî 31 salan hate berdan
12:10 Serokê Baroya Amedê: Her 5 polîs jî ji îşkenceyê berpirsiyar in
12:08 Têkildarî hestiyên li Wanê hatine dîtin lêpirsîn hate destpêkirin
12:04 Li Mêrsînê starta hilbijartinê hate dayîn: Partiya Çep a Kesk dê serbikeve
11:58 Li dijî avahiya Partiya Îyî ya Stenbolê êrişa çekdarî hate kirin
11:43 Li Bajarê Antîk ê Darayê hilweşîneke dîrokî
11:42 Bi ruhê 31’ê Adarê ber bi 14’ê Gulanê ve: Êdî serdema AKP-MHP’ê bi dawî bû
10:51 Her ku cînayet zêde bûn têkiliyên ‘tarî’ derketin holê
10:50 Li Îzmîrê gelek kes hatin binçavkirin
10:50 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serî li serdozgeriyê dan
10:42 Aydar: Ji bo ku hilbijartin neyê sabotekirin divê herkes tişta dikeve li ser milê wan bike
10:32 Parêzerê Ocalan ji partî û tifaqan re got: Gelo dê helwesta we derbarê Îmrali de çi be?
09:03 Dayikên Cizîrê: Divê Tirkiye jî dest ji êrişên xwe berde
09:02 Amedî: Em ê bi Partiya Çep a Kesk AKP'ê hilweşînin
09:02 Ayşe Efendî: Em dixwazin Serok careke din li Kobanê hembêz bikin
09:01 Kana madenê di erdhejê de jî nesekinî: Jehrê belav dike
09:01 Li Wanê bazar vala ne: Em bi 100 lîreyî tenê dikarin 2 lîmon, 3 kartol û 4-5 xiyaran bikirin
09:00 ROJEVA 31'Ê ADARA 2023'YAN
08:02 Li Pirsûsê 23 kes hatin girtin
30/03/2023
22:39 Gundiyê ku 5 roj berê hatibû binçavkirin hat girtin
21:47 Li Derayê êrişî hêzên hikûmeta Şamê hat kirin
20:54 Malbata Şenyaşar: Heya ev bêedaletî bi dawî nebe dê têkoşîna me bidome
19:47 Mahîr Çayan û hevrêyên wî hatin bibîranîn
18:54 Li Wanê di bin Mala Artêşê de hestiyên mirovan hatin dîtin
17:57 Di rapora CPT'yê de behsa tecrîdê nehatiye kirin!
16:57 Doza Vartînîsê hat taloqkirin
16:56 Gelê li Goristana Mehabadê kom bû banga mezinkirina berxwedanê kir
16:33 10 kesên li Antalyayê hatibûn binçavkirin hatin berdan
16:21 Danişîna rêveberê ÎHD’ê Yuksel hate taloqkirin
16:13 FEDA’yê banga beşdariya nav Partiya Çep a Kesk kir