Li dijî tecrîdê banga ji bo Meşa Amarayê

  • rojane
  • 09:01 2 Nîsan 2023
  • |
RIHA - Xwarziyê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û Rêveberê HDP'ê yê Xelfetiyê Alî Ocalan anî ziman ku dewlet dixwaze bi tecrîdê û qedexeyan Ocalan bi gel bide jibîrkirin û wiha got: "Li dijî vê yekê em çi qas xwedî li birêz Ocalan û 4'ê Nîsanê derkevin ev qas em dikarin vê tecrîdê û qedexeyan bişkînin."
 
4'ê Nîsanê rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji bo gelê kurd û hezkiriyên Ocalan xwedî wateyeke mezin e û her sal di 4'ê Nîsanê de bi hezaran kes ber bi mala Ocalan a li gundê Amarayê yê navçeya Xelfetiyê ya Rihayê ve dimeşin. Gundê Amarayê ku ji bo gelê kurd û dostên kurdan bûye weke zîyaretgah îsal jî li benda mevanên xwe ye. Piştî daxuyaniya 27' adarê ku ji aliyê  Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Federasyona Komeleyên Hiqûqê û Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (MED TÛHAD FED) ve hat dayin, bernameyên 4'ê Nîsanê jî dest pêkirin. 
 
Di çarçoveya bernameyan de dê heta 4'ê Nîsanê li her derî dar bên çandin û di 4'ê Nîsanê de jî bi dirûşmeya ‘Ji bo Azadiyê ber bi Amarayê ve’ meşeke girseyî bê lidarxistin. Îsal jî di 4'ê Nîsanê de gelê kurd û dostên kurdan li dijî tecrîda girankirî bi daxwaza azadiya fizikî a Ocalan wê ber bi Amarayê ve bimeşin. 
 
Xwarziyê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û Rêvebererê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Xelfetiyê Alî Ocalan û Hevserokê Partiya Hêremên Demokratîk (DBP) a Xelfetiyê Bekîr Ozturk ji bo beşdariya li meşa girseyî ya Amarayê bang kirin.
 
'EM BI HEV RE PÎROZ BIKIN' 
 
Alî Ocalan ku em li gundê Amarayê pê axivîn bi lêv kir ku 4'ê Nîsanê ji bo gelê kurd xwedî wateyeke mezin e û wiha got: "Birêz Ocalan bi her awayî xwe bi gelê kurd da qebûlkirin. Niha em ber bi 4'ê Nîsanê ve diçin. Lê ji ber qedexeyan, hatina gel a gund rastî astengiyan tê. Em jî li dijî van qedexeyan dixwazin gel were gund. Xwedî li 4'ê Nîsanê derkeve û em bi hev re pîroz bikin. Berê gel bi girseyî dihatin Amarayê û me bi hev re 4'ê Nîsanê pîroz dikir. Em dixwazin em dîsa weke wan rojan bi coş 4'ê Nîsanê bi hev re pîroz bikin."
 
'EM BI FIKARIN'
 
Bi domdarî Ocalan bal kişand ser tecrîde ya li Girtîgeha Îmraliyeyê û anî ziman ku ji ber tecrîda girankirî zêdetirî 2 sal in tu agahî ji Ocalan negirtine û wiha pê de çû: "Me ji bo hevdîtinê serlêdan kirine, lê dewlet destûra hevdîtinê nade. Lewma em malbat jî bi fikarin. Em dixwazin rojek berî rojekê agahiyekê bigrin û malbat an jî parêzer hevdîtine pêk bînin. Banga me li dewletê ev e ku qanûnên xwe yên heyî pêk bîne. Mafê her girtiyî heye ku bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bike. Daxwaza me jî ev e ku rêya Îmraliyê bê vekirin û ev qedexe bê rakirin."
 
'EM LI BENDA MÊVANAN IN'
 
Di berdewamê de Ocalan destnîşan kir ku xwedîderketina gel dikare tecrîdê bişkîne û ji bo tevlibûna li çalakiya meşê ya Amarayê wiha bang kir: "Armanceke qedexekirina hevdîtinan yek jê jî ev e ku birêz Ocalan bi gel bidin jibîrkirin. Niha ketina gund tê girtin. Nahêlin ku mirov bên gund. Bi vê yekê dixwazin ku gelê kurd xwedî li birêz Ocalan dernekeve. Ji bo germahiya navbera Ocalan û gel bibirin hatinê qedexe dikin. Li dijî vê yekê em ji bo mêvanan amade ne, em li benda mevana ne. Mirov çi qas li birêz Ocalan xwedî derkeve, tecrîd jî wê ew qasî bê şikandin. Ji ber vê em jî dixwazin gelê me xwedî li 4'ê Nîsanê derkeve."
 
'ROJBÛNA WÎ ROJA ME YE'
 
Hevserokê DBP'ê yê Xelfetiyê Bekîr Ozturk jî anî ziman ku li dijî tecrîda girankirî divê kurd li her derî tevlî çalakiya meşê bibin û axaftina xwe wiha qedand: "Girse çi qas xurt be, em dikarin ew qas bi hez bibin. 4'ê Nîsanê ji bo me hemûyan rojeke pîroz e. 4'ê Nîsanê rojbûna Rêberê me, roja me ye. Ji bo wê jî rojeke bi nirx û pîroz e. Em hemû kesan vêdixwînin Xelfetiyê ku em bi hev re bimeşin gundê Amarayê."
 
MA / Mahmût Altintaş
 

Sernavên din

05/04/2023
16:58 ÎHD’ê rapora Mîkaîl Ekîncî parve kir: Îşkence, miameleya xerab, gefxwarin
16:28 Li 5 navçeyên Wanê buroyên hilbijartinê hatin vekirin
16:14 Meclisa Ciwanan a HDP’ê bi rojeva hilbijartinê dicive
15:46 Tirkiyeyê qada xwe ya hewayî ji geştên Silêmaniyeyê re girt
15:45 Nobeda Jiyanê: Xelkê neçarî koçberiyê dikin
15:21 5’ê Nîsanê Roja Parêzeran: Dawî li tundî, îşkence û siyaseta bêcezahiştinê bînin
15:19 Doza girtinê ya KCDP’ê: Gelo ‘xebatên li dijî exlaq’ çi ye?
14:46 Şenyaşar: Yên li hemberî zilmê xwe bêdeng dikin dê têk biçin
14:37 Ji bo bîranîna qurbaniyên erdhejê dar hatin danîn
14:34 Jinekê li Wanê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
14:25 Li Mêrdînê 3 kes hatin berdan
14:22 Rojnameger Alataş di 13’emîn salvegera qetilkirina xwe de hat bibîranîn
13:58 Dewleta tirk di 4’ê nîsanê de 83 caran êriş kir
13:54 OHD’ê rapora lehiyê eşkere kir: Şeredarî û AFAD’ê tevî hişyariyan jî tevdîr negirtin
13:48 Di erdhejê de hejmara qurbaniyan derket 50 hezar û 399’an
13:40 'Gelo di avakirina demokrasiyê de dê polîtîkayên we ji bo jinan çi bin?'
13:39 3 girtî bi hinceta naveroka pirtûka kurdî hatin sirgunkirin
13:00 Berfa hefteyek berê li Wanê bariyayî bandor li rêjeya avê ya bendavan nekir
13:00 Bûldan: Jin dê we bi hêza xwe têk bibin
12:02 Li perava Kumlucayê keştiyek noqî avê bû: 5 kes hatin rizgarkirin û lêgerîna bo 9 kesan didome
11:46 Berxwedana gundiyan di roja 3’yemîn de ye
11:28 Xelkê gundê Mûsolarê bi fikar e ku xanî ji wan re neyên çêkirin
10:46 Sari ku ji Panosê sewqî Sîncanê hate kirin ev 3 meh in tavê nabîne!
10:36 Hat xwestin cezayê li rojnamevan Çoban hatiye birîn bê xerakirin
10:20 ‘Heta ku Ocalan azad nebe pirsgirêk nikarin bên çareserkirin’
10:02 Rojnameger Şêro: Bêdengiya niha li Îranê bêdengiya beriya tofanê ye
09:02 Medreseya Sor tehsîsî Weqfa Hayratê hat kirin!
09:02 Ji bo mexdûrên erdhejê 'Konê Sînemayê' çêkirin
09:01 Cara duduyan berdana girtî Abî hat taloqkirin
09:01 Dr. Savary: Tirkiye çekên kîmyewî bi kar tîne
09:00 ROJEVA 5'Ê NÎSANA 2023'YAN
08:54 Ciwanan li Hezexê rojbûna Ocalan pîroz kirin
08:31 Îdrîs Balûken ji girtîgehê derket
04/04/2023
21:24 Partiya Çep a Kesk li Rezanê buroya hilbijartinê vekir
20:01 Malbata Şenyaşar li ber edliyeyê fitirî
19:16 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pîrozbahiyên 4'ê Nîsanê
18:31 Partiya Çep a Kesk li Esenyûrtê buruya hilbijartinê vekir
16:50 Kesên li Xelfetiyê hatin binçavkirin hatin berdan
16:28 Fînlandiya bû endama NATO’yê
16:16 Tirkiyeyê geştên hewayî yên bo Silêmaniyeyê rawestand
YNK: Ev ambargo yasayî nîne
16:15 Malbata Şenyaşar: Şiyar be Tirkiye, şiyar be gelê Rihayê!
15:55 Rojbûna Abdullah Ocalan hate pîrozkirin
15:41 Şitil ji bo azadiya Abdulah Ocalan hatin çandin
15:40 Dayikên li Stenbolê hatibûn binçavkirin hatin berdan
15:32 Îlham Ehmed çû serdana YNK’ê
15:28 Bexda û Hewlêrê li hev kir
15:27 Saziyên sivîl ên li Êlihê bertek nîşanî dozê dan: Bi rêya darazê komplo hate kirin
15:24 ‘Ji bo kurd nefesê negirin atmosferek nijadperestiyê belav dibe’
15:24 Partiya Çep a Kesk li Wan û Agiriyê buroyên hilbijartinê vekir
15:11 Kesên ji bo rojnameger Kartal daxuyaniyê didan hatin binçavkirin
14:55 DMME’yê îtîraza Tirkiyeyê red kir
13:36 Partiya Çep a Kesk li Hatayê starta hilbijartinê di bin kon de da
13:23 Li Mêrdînê 3 kes hatin binçavkirin
13:16 Li Ûrmiyeyê êrişa bi gazê: 5 zarokan rakirin nexweşxaneyê
13:07 Meşa Amarayê dest pê kir: 4'ê Nîsanê roja vejîna gelê kurd e
13:05 Li Qilebanê qezaya trafîkê çêbû: 3 kes mirin
13:04 Buldan: Bila rengê sindoqan Çepa Kesk be
13:01 Malbata Mîkaîl Ekîncî: Ji pir nêz ve gule lê dan û kuştin
12:16 Dayikan 4’ê Nîsanê pîroz kirin
11:34 Li Sûriyeyê DAIŞ’iyekî payebilind hate kuştin
11:22 Dadgeriyê jî serdana li gel rojnamevan Altan ‘bifikar’ dît
11:11 Jinên tev li Nobeta Jiyanê bûn: Em dixwazin li ser xaka xwe bin
11:01 Cara 3’yemîn berdana wî hat astengkirin: Zimanê rêxistinê diaxive!
10:48 Li Hatayê ji bin kavilan 8 cenaze hatin derxistin
10:47 Mahmoud Patel: Fikrên Abdullah Ocalan ji bo sedsala nû bûne hêvî
10:35 Kekê wî di girtîgehê de mir: Ez naxwazim yekî din jî winda bikim
10:34 AKP’ê xwe qedand, hêza çareseriyê ya Abdullah Ocalan mezin bû
10:33 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo biçin Îmraliyê dîsa serlêdan kirin
10:33 Li Wanê 7 jê zarok nêzî 20 kesan hatin binçavkirin
09:06 Giştînameya wezaretê ji bo girtiyên nexweş ên siyasî ne derbasdar e!
09:03 Girtî du caran hatin cezakirin: Herî kêm berdana 138 girtiyan hatiye taloqkirin
09:02 Girtiyê ku di erdhejê de di bin kavilan de ma û platîna di milê wî de şikiyaye, nayê dermankirin
09:02 Bazarcixî konteyniran dixwazin
09:00 ROJEVA 4'Ê NÎSANA 2023'YAN
03/04/2023
22:35 Endamê HPG'ê Harûn Elbak hat girtin
22:20 Abdullah Ocalan 74 salî ye: Azadiya wî azadiya me ye
21:34 Piştî 30 salan li Amedê bi tilîlî û çepikan hat pêşwazîkirin
20:02 Aydenîz: Em ê we têk bibin!
18:25 Li Şirnexê ciwanekî xwe kuşt
16:51 Serokwezîrê Iraqê: Hewcehiya me bi hêzên biyanî nîne
16:48 Înîsiyatîfa ji bo Abdullah Ocalan Azadî li dijî tecrîdê banga hestiyariyê kir
16:40 Li Samandagê li dijî kavilan nobeda ‘jiyanê’ hat destpêkirin
16:25 Di roja 57'emîn a erdhejê de li 6 bajaran ‘herêma afetê’ hat ragihandin
16:09 Ji PYD’ê peyama 4’ê Nîsanê: Divê têkoşîna ji bo azadiya Abdullah Ocalan bê mezinkirin
16:00 Leşkeran êrişî çalakiya vekirina buroya hilbijartinê ya Partiya Çep a Kesk kirin
15:54 Li Efrînê 4 kes hatin revandin û bi fîdyeyeke zêde hatin berdan
15:45 Ji jinên Rojava û Herêma Kurdistanê banga têkoşîna hevpar
15:37 Nerazîbûna li dijî binçavkirinan: Em ê têkoşîna xwe bidomînin
15:24 Tevî biryara bêçalakitiyê jî di du rojan de 21 car bombebaran hat kirin
15:19 Malbata Şenyaşar: Tişta pîroz ne cilnimêj lê edalet e
15:15 Tifaqa Azadî û Demokrasiyê ya Kurd hate avakirin: Serkeftin ya me ye
15:12 Têkildarî 7 girtîgehan rapor: Tecrîd girantir dibe
14:37 KCDP: Di adarê de 23 jin hatin qetilkirin
14:20 Li Girtîgeha Islahiyeyê dermanan nadin girtiyên nexweş
14:19 MGKP’ê rapora binpêkirinan a 3 mehan eşkere kir: 18 rojnamegerên jin girtî ne
13:36 Mehmet Zengeralp piştî 30 salan hate berdan
13:19 Qeyûmê Şaredariya Amedê beriya hilbijartinê 97 donimên erd firotin
13:11 Parêzer Ektî: Gundiyên ku li ber GES’ê rabûne hatine îşkencekirin
11:54 Biryara ‘veşarî’ danîn ser lêpirsîna Harûn Elbak
11:53 Li Wanê şewat derket: Ziyan gihişte herî kêm 50 kargehan