Piştî erdhejê rewşa girtîgehan: Îşkenceya bi saîqên nijadperest

img
ENQERE - Hevberdevka Komîsyona Girtîgehan a ÎHD'ê Nûray Çevîrmenê diyar kir ku li girtîgehên li herêma erdhejê bûyerên îşkence û pêkanînên xerab zêde bûne û got ku girtiyên ji Efrînê bi saîqên nijadperestî rastî îşkenceyê hatine. 
 
Di rapora Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) de ya têkildarî binpêkirinên mafên mirovan ku piştî erdhejên li Mereşê zêde bûne, hat destnîşankirin ku îşkence û muameleyên xirab ên li girtîgehan zêde bûne. Li gorî daneyên ÎHD'ê; li girtîgehên li herêma erdhejê herî kêm 41 girtî rastî îşkence û muameleya xerab hatine. Li gorî raporê, li gelek girtiyan ji ber ku roja erdhejê li deriyan xistine cezayê dîsîplînê hatiye birîn.
 
Hevberdevka Komîsyona Girtîgehan a ÎHD'ê Nûray Çevîrmen, li ser binpêkirinên mafan û îşkenceyên ku piştî erdhejê li girtîgehan rû dane axivî. 
 
LÊGERÎNA TAZÎ
 
Çevîrmenê ragihand ku girtiyên li herêma erdhejê sewqî girtîgehên cuda hatine kirin û di dema sewqkirinê û beriya sewqkirinê de li girtîgehê rastî îşkence û muameleya xerab hatine û wiha got: “Girtiyên ji Girtîgeha Turkoglûyê ya Tîpa L'yê hatin sewqkirin, li Samsûn Kavakê ji ber ferzkirina lêgerîna tazî rastî îşkence û muameleya xerab hat. Di rojên ewil ên erdhejê de nûçeyên der barê îşkence, muameleya xerab, serhildanên li girtîgehan, nûçeyên der barê mirin û birîndarkirina girtiyan de bi lez û bez belav bûn. Malbatên girtiyan û parêzeran tiştên hatine serê girtiyan ragihandin me. Li Girtîgeha Hatayê ya Tîpa T'yê  qawîeşeke siyasî heye 19 jê ji Efrînê 23 kes tê de dimînin. Kesên ku li wir anîn ziman ku di 7'ê Sibatê de deriyên qawîşan vebûne, lê nedîtine ku kê derî vekiriye. Demekê li bendê disekinin ku hin kes werin wan bibin. Tu serhildan çênebûye. Dû re, dema ku dibînin dûman radibe û şewat çêbûye derdikevin derve û tevlihevî çêdibe." 
 
'22 SAET LI DERVE LI BER SERMAYÊ HATINE SEKINANDIN'
 
Çevîrmenê destnîşan kir ku girtî 22 saetan li hewadariyê berê wan li dîwar bi awayekî tî û birçî li ber sermayê hatine hiştin û got: “Bi vî awayî rastî îşkence û muameleya xerab hatine, tim li wan xistine. Îdia dikin ku di 9'ê mehê de gava tên sewqkirin cardin li wan xistine. Dibêjin midûrê girtîgehê bi xwe jî li ber vê îşkence û muameleya xirab rabûye. Tevî vê yekê jî cendirmeyan îşkence û muameleya xerab berdewam kiriye. Gava wan dibin girtîgeheke din, li vir jî ji ber ferzkirina lêgerîna tazî li wan hatiye xistin. Axirê ev kes li Hatayê rastî îşkence û muameleyeke gelekî xerab hatine. Kesên ku di erdhejê de travmayeke liw an peyde bûye 22 saetan li ber sermê hatine sekinandin." 
 
POLÎTÎKAYA BÊCEZATIYÊ
 
Çevîrmenê destnîşan kir ku piştî erdhejê ji Girtîgeha Hatayê gelek kesan ji ber îşkence û muameleya xerab serî li wan dane û got: “Li Tirkiyeyê polîtîkaya bêcezakirinê heye. Di salên dawî de em dibînin ku li Tirkiyeyê jiyana mirovan bi tiştekî nayê hesibandin. Li girtîgehan bûyerên tirsnak ên wekî mirinên bi guman, îşkence, muameleya xerab, binpêkirina mafê tenduristî û jiyanê diqewimin. Yên ku xwe li pişt vê polîtîkaya bêcezakirinê vedişêrin, dikarin bi hêsanî îşkence û muameleya xerab bikin. Ji lew re vê yekê wekî sûc nahesibînin."
 
ÎŞKENCEYA BI SAÎQÊN NIJADPEREST
 
Çevîrmenê anî ziman ku ji ber ku piraniya girtiyên ku li Hatayê rastî îşkence û muameleya xerab hatine kurdên ji Efrînê bûne, rastî îşkenceyeke bi saîqên nijadperest hatine û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Îşkence û muameleya xerab li Tirkiyeyê berbelav bûye. Gava ev bi saîqên nijadperest re dibe yek, dîmenên wiha tirsnak derdikevin holê. Derfetekî we yê ku hûn malbata xwe, zarokên xwe, hevjîna/ê xwe û xizmên xwe biparêzin tune ye. Lewma berprisê vê îşkence û muameleya xirab a li girtîgehan dewlet bi xwe ye. Gava ev îşkence û muameleya xirab bê paşguhkirin û bi bêcezatiyê bê xelatkirin, ev bûyerê tu bikî nekî tê çêbibin." 

Sernavên din

07/09/2023
14:53 BES: Ji qesrê edalet dernakeve
14:18 Avci: Qeyûm dixwaze bi lez û bez hemû mal û milkên şaredariyê bifroşe
13:44 ‘Doza ava lîmonê’ ya siyasetmedarên jin hate taloqkirin
13:38 ‘Bila zarokên kurd bi kêfxweşiya perwerdehiya zimanê zikmakî biçin dibistanan’
13:28 Rejîma Îranê ciwanekî din ê kurd girt
13:18 Cezayê hucreyê dan girtiyê îtîrazî têla li ber paceyê kir
13:18 Bertek nîşanî dersînorkirina Menaf Osman dan: Qanûn û hiqûq tune tê hesibandin
13:02 Doza Kobanê: Di hilbijartinên herêmî de jî dê ev dosya bê axaftin
13:01 Cihê konferansa jinan a Partiya Çepên Kesk guherî
12:01 Parêzer ji bo biçin Girava Îmraliyê dîsa serlêdan kirin
11:53 Tirkiye dixwaze şanogerê ji Îranê yê li GGM’ê girtî ye deportî Îranê bike
11:45 Li Erzînganê girtî bêbêhn tên hiştin!
10:08 Rojnamevan Koyluoglû: Tê xwestin ku hilbijartina li Kerkûkê were betalkirin
09:05 Bîldîrîcî: Heya ambargo hebe çapemenî jî dê parçeyeke vê bêedaletiyê be
09:04 ‘Divê Lijneyên Îdare û Çavdêriyê yên dijhiqûqî bên betalkirin'
09:02 Rejîma Îranê kurdî kir hedef: Em dikarin pêşî li qirkirina çandî bigirin
09:01 Wezaretan ji bo kuştina Surme Înce îdia kirin ku 'li wir pevçûn hebûye'
09:00 ROJEVA 7’Ê ÎLONA 2023’YAN
06/09/2023
23:41 Li Amedê şanoya 'Kulav û Peyk'
22:39 Tûrnûvaya fûtbolê ya ciwanan didome
20:52 Satici ya ji girtîgehê derket li Şemzînanê hat pêşwazîkirin
20:35 Bîrdal: Sedema xizaniyê nebûna aştiyê ye
19:13 Kargeha zarokan a MED-DER’ê bi şahiyekê bi dawî bû
18:59 Rewşa dawî ya lehiyê: 7 kesan jiyana xwe ji dest da, kesek winda ye
17:49 Hevşaredarên Panosê hatin berdan
17:43 Îdareya bajêr gund bê av hişt, lê xistin stuyê şaredariya HDP'î
16:20 Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar di roja 42’yemîn de ye
16:16 Di lehiya li Kirklareliyê de hejmara miriyan derket 5’an
16:06 Di 11 rojên operasyona ‘Xurtkirina Ewlehiyê’ de çi qewimîn?
15:53 2 kesên li Bagcilarê hatibûn binçavkirin hatin girtin
15:11 24 roj in encama testa DNA’yê ya Leyla Gulcu derneketiye
14:48 Rojnamevana girtî Maroofian: Di bin çavan de êrişa zayendî li min hate kirin
14:25 Li cerdevanên ku li Şirnexê talana xwezayê dikin ên nû tên zêdekirin
13:07 Li Geverê gelek darên fêkiyan şewitîn
13:06 ‘Bila Abdulmenaf Osman radestî malbata wî bê kirin’
11:40 Di lehiya li Kirklareliyê de hejmara miriyan derket 3’yan
11:02 Li Amedê jinek birîndar bû
10:40 Partiyên Rojhilat greva giştî ragihandin
10:28 Li Rihayê ciwan dê li dijî şerê taybet konserekê li dar bixin
10:23 Meclisa Jinan a Partiya Çepên Kesk xwe ji bo konferansek mezin amade dike
10:04 Daneyên tundiyê yên JINNEWS'ê: 28 jin hatin qetilkirin
09:57 Rojnamevan Bîlgîn: Li Dêrazorê gelên herêmê bi hev re li ber xwe didin
09:15 Li Stenbolê di lehiyê de 2 kesan jiyana xwe ji dest dan
09:04 Partiya Çepên Kesk amadekariya kampaneyeyeke li dijî tecrîdê dike
09:03 Li Wanê meseleya xizmeta tenduristiyê: Pirsgirêk bi pansûmankirinê çareser nabe
09:02 Di salekê de du caran êriş birin ser heman gorê: Bêdengî rê li ber zilmê vedike
09:00 Li Semsûrê dibe ku mexdûrên erdhejê vê zivistanê di konan de derbas bikin!
09:00 ROJEVA 6’Ê ÎLONA 2023’YAN
08:55 Erdogan kesê ji ber Komkujiya Sêwasê hatibû girtin efû kir
05/09/2023
22:50 Îfadeya kesên ku li Bagcilarê hatibûn binçavkirin temam bû
19:35 Li Hezroyê gundî pev çûn: Kesekî jiyana xwe ji dest da
16:42 Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar berdewam dike
16:39 Li Amedê serdegirtinên malan: 5 kes hatin binçavkirin
16:38 Egîtîm Senê foruma ‘mafê perwerdeya bi zimanê dayikê’ li dar xist
16:16 Tevî dîmenan jî wezareta parastinê îşkence red kir
15:53 Komeleya Wêjekarên Kurd: Divê Menaf Osman demildest bê berdan
15:29 OHD: Bila Abdulmenaf Osman neyê dersînorkirin
15:28 HSD: Di operasyonê de 18 çete hatin kuştin û 4 jî hatin girtin
14:32 Hevşaredarê Dêrsimê yê berê Bul hate berdan
14:26 Rejîma Îranê mamê Jîna Emînî girt
14:16 Hevserokên HDP’ê yên berê derbasî Partiya Çepên Kesk bûn
14:06 Malbatên 2 kesên li Qelqeliyê jiyana xwe ji dest dan ji bo testa DNA’yê xwîn dan
13:29 Parêzer Uçar a ji bo îfadeyê çû edliyeyê hate binçavkirin
12:56 HPG: Cenazeyên 4 leşkeran di bin kontrola me de ne
12:56 Di şerê Zapê de leşkerek hate kuştin
12:19 Danişîna Aysel Tûglûk hate taloqkirin
12:18 Parêzer Coşkun: Hewl didin nivîskar Osman bişînin Sûriyeyê
11:48 Li Şemzînanê jinekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
11:36 Stranbêj Yarrahî sewqî Girtîgeha Evînê hate kirin
11:22 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:02 Rojnameger Mihemed: Li Dêrazorê şer di navbera HSD û komên paramîlîter ên Tirkiyeyê de ye
10:51 Cezayê hefsê li rojnamevan Nazila Marofian hate birîn
10:47 Kesên li ser daxwaza ENKS’ê vegeriyan Efrînê tên revandin
10:23 Hevalên Mîr Perwer ên hunermend gora wî dan çêkirin
09:49 Nivîskar Osman ji bo dersînorkirinê şandin GGM’a Edîrneyê
09:05 Li Girtîgeha Sîncanê ya Jinan şewba girûyê
09:04 Bav Yilmaz Ûzûn: Rêya wan rêya me ye, xeyalên wan xeyalên me ne
09:03 Şenyaşar: Wezîrê Dadê ji edaletê direve
09:02 Seroka Giştî ya Egîtîm-Senê:Armanca wan zarokan tev li nava komele û weqfên olî bikin
09:01 Însel: Tecrîda li ser Abdullah Ocalan sûc e
09:00 ROJEVA 5'Ê ÎLONA 2023'YAN
04/09/2023
23:06 Êrîşî gundên Şehba û Hesekê hat kirin
20:34 Piştî 30 salan hat berdan: Bi awayekî fiîlî di binçavan de ye
16:26 Li Geverê mirineke biguman
16:01 Mehmet Sîncar di salvegera 30'yemîn de li ser gora xwe hat bibîranîn
15:57 Înîsiyatîfa Rêzgirtina li Miriyan: Ezyeta li miriyan tê kirin aştiya civakî xera dike
15:49 Tuncel: Em ê ji bo girtiyên nexweş 3 rojan çalakiyê li dar bixin
15:41 Ciwanên kurd û enternasyonalîst ji bo azadiya Abdullah Ocalan meş dan destpêkirin
14:59 Ûçar: Haya dewletê ji cînayeta Mehmet Sîncar heye
14:59 Pêşnûmeya Aram Tîgran bi îdiaya ‘qebe ye’ hat vegerandin
14:45 Biraziyê şaredarê AKP'î rojnameger derb kir û gefa kuştinê lê xwar
14:05 Bûldan: Em ê nehêlin ezyet li gelê me bê kirin
14:04 Doza Kobanê: Dosyaya tolhildana ji pêvajoya çareseriyê ye
13:08 Li Rojava di 9 mehan de 41 zarok hatin qetilkirin
12:59 Eşîra ereb a Tewadifê piştgiriya xwe ya bi HSD’ê re ragihand
12:55 Di danişîna rojnamevan Çaglar de dadger matmayî ma
12:01 DEDAŞ’ê li gundê Tilvaqiyê dîsa trafo jêkirin
11:55 Cezayekî mîna xelatê dan polîsê Cîhan Can kuştî: 21 hezar û 200 TL
11:45 Profesorê kurd ê piştgirî dabû çalakiyên li Îranê ji kar hate avêtin
10:42 Wêjegeh Amedê bernameya xwe ya meha îlonê eşkere kir