Mehmet Ocalan: Em di 4'ê Nîsanê de li benda her kesî ne

img
RIHA - Mehmet Ocalan, birayê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, her kesî vexwand Meşa Amarayê ya 4'ê Nîsanê û wiha got: "Em bi hev re rojbûna Serok pîroz bikin." 
 
Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Federasyona Komeleyên Hiqûqê û Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (MED TÛHAD FED), daxuyandin ku dê di çarçoveya çalakiyên ji bo 4'ê Nîsanê rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de daran deynin û çalakiyên cur bi cur li dar bixin û herî dawî jî bi awayekî girseyî Meşa Amarayê li dar bixin. 
 
Mehmet Ocalan, birayê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, ji bo rojbûnê her kes vexwand gundê Amarayê ku Abdullah Ocalan di 4'ê Nîsana 1949'an de lê hatiye dinê û wiha got: "Em bi hev re rojbûna Serok pîroz bikin." 
 
‘ZANEBÛNA XWE PARVE DIKIR’
 
Mehmet Ocalan diyar kir ku wî her tim bi birayê xwe Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re xebitiye û wiha domand: "Di navbera min û Serok de sal û nîv heye. Lê zaroktiya me bi hev re derbas bû. Serok di zaroktiya xwe de diçû gundê Cibînê dibistanê. Ew gund nîvî ermen bû, nîvi jî tirkmen bû. Ji ber ku dibistan li gundê me tune bû, diçû wir. Wê demê jî zanebûna wî pir bû, zanebûna xwe bi hevalên xwe yên bi wî re diçûn dibistanê parve dikir. Ji bo her kesî başî dixwest. Em jî bi hev re diçûn kar, me paletî dikir û em diçûn karê fistiqan. Serok pir dixwend, min nedîtiye tu kesî weke wî pirtûk xwendine. Pir ji çûkan hez dikir. Kew û kevok xwedî dikirin. Dema em bi hev re diçûn çolê xwişkên me digotin, ev bûnê ar û bi çolan ketine. Her tim digeriya, rûnedinişt. Dayik û bavê min digotin ev bûne ar, li cihekî nasekinin. Fêda wî li her kesî dibû. Serok bandor li Xelfetiyê, li Hewag, Bêrecûk û Rihayê kir. Hê jî bi saya Serok li ser pêyan in.”
 
‘LI HEBÛNA XWE DIGERIYA’
 
Ocalan destnîşan kir ku lêgerîna Abdullah Ocalan hebûna wî bûye û ev tişt anî ziman: "Lêgerîneke Serok hebû, dixwest her tiştî bizanibe. Yek ji lêgerîna wî jî; bixwe kurd bû lê diçû dibistanê, bi tirkî dixwend. Wê nakokiyê bandor li ser wî kir. Ji ber wê, lêgerîna wî xwebûn bû. Piştî ku xwe dît, her tişt da gel. Dibêjin lêgerîna Serok çi bû? Serok li xwe digeriya. Ji ber ku hebûna xwe winda kiribû, ji ber ku kurdek bû, lê nedikarî li dibistanê bi kurdî biaxive û fêr bibe. Piştî ku xwe dît, êdî xwebûna ku dîtibû bi vî gelî re parve kir. Her tişt da vî gelî. Kedeke wî ya pir mezin heye. Wî çi dikir çi nedikir min pir hindik dît, ji xwe ya dawiyê jî hemû kes dizane.”
 
‘TÊKOŞÎNA WÎ RASTÎ BÛ’
 
Bi domdarî Ocalan wiha axivî: "Dema ez li Enqereyê li lêşkeriyê bûm, Serok jî li Enqereyê li zanîngehê bû. Beşa Siyasalê dixwend. Li Enqereyê êdî dest bi têkoşînê kiribû. Rojekê hat serdana min. Di serdanê de ji min re got, me zanîngeh boykot kiriye. Sedema boykotê jî qetilkirina Mahîr Çayan û hevalên wî bû. Got me ji bo wan zanîngeh boykot kiriye. Got, îxtîmaleke mezin jî di pêşerojê de wê me bigirin. Anku her tiştê wî têkoşîn bû. Têkoşîna wî jî rastî bû. Ne ji bo kesayeta xwe, ji bo civakê dikir. Di destpêke de li xwe digeriya, piştî ku xwe dît mirovek dikare çi bike ancax dikare van tiştan bike. Wî jî bi her awayî kir.”
 
‘HEMÛ KESÎ VEDIXWÎNIM MALA SEROK’
 
Mehmet Ocalan di dawiya axaftina xwe de ji bo rojbûna Abdullah Ocalan ku di 4'ê Nîsanê de ye her kesî vexwend Amarayê û wiha got: “Bangawaziya me ji bo 4’ê Nîsanê; ez hemû kesên ku ji Serok hez dikin vedixwînim gundê Serok û mala Serok. Em dixwazin hemû kes were û em bi hev re rojbûna Serok pîroz bikin. Em dixwazin ji her derê û ji her neteweyî mirov werin rojbûna Serok pîroz bikin. Dibe ku dewlet astengiyan derxe. Ev jî tiştekî li dijî demokrasiyê ye.  Yên biçûk û mezin hemû kesan vedixwînin mala Serok.”
 
MA / Mahmût Altintaş
 

Sernavên din

02/04/2023
14:57 Li Stenbolê pîrozbahiya 4’ê Nîsanê
14:47 Partiya Çep a Kesk li 2 bajaran starta hilbijartinê da
14:36 Tevî biryara bêçalakitiyê jî artêşa tirk bênavber êriş dike
14:32 Banga ‘Îmraliyê bigirin’ li namzetên serokkomariyê kirin
14:07 Malbata Şenyaşar: Pêdiviya me bi azadî û edaletê heye
14:04 Li DYA’ê bablîsok rabûn: 26 kesan jiyana xwe ji dest dan
12:49 Jinên filistînî ji bo Partiya Çep a Kesk peyama piştevaniyê şandin
12:43 Uçar: Em ê hesabê bipirsin û vê îktîdarê bi hev re biguherînin
12:19 Buldan: Di 14’ê gulanê de bersiva herî xurt dê jin bidin
12:03 Beyannameya Partiya Çep a Kesk: Ji berxwedanê ber bi serhildanê, ji serhildanê ber bi avakirinê ve
11:54 Strana Meclisa Jinan a Partiya Çep a Kesk: Dîsa jin, dîsa jiyan
11:24 Meclisa Jinan a Partiya Çep a Kesk Beyannameya Hilbijartinê ragihand
10:49 Ji Meclisa Jinan a Partiya Çep a Kesk starta hilbijartinê: Dîsa jin, dîsa jiyan
10:36 ‘Em dengê xwe nadin partiyên dijminatiyê li jinan dikin’
10:13 Baroya Amedê: Bikaranîna çekê ya bi keyfî nayê qebûlkirin
10:02 'Em ê li dijî tecrîdê li Amarayê bin'
09:21 Îspenax, roqe û bexdenûz di dest cotkarên Hatayê de man!
09:05 Esnafên mexdûrê erdhejê hewl didin di konteyniran de xwe li jiyanê bigirin
09:04 Ji 5 birayên girtî berdana 2'yan jê hat taloqkirin
09:03 Banga ji bo 4'ê Nîsanê: Em ji bo azadiyê bimeşin
09:01 Li dijî tecrîdê banga ji bo Meşa Amarayê
09:00 ROJEVA 2’YÊ NÎSANA 2023’YAN
01/04/2023
23:58 Li Amedê leşkeran welatiyek qetil kir
21:37 ANYAKAY-DER'ê 4'ê Nîsanê pîroz kir
19:53 Li Şehbayê Festîvala Amara ya 3`yemîn dest pê kir
17:00 Partiya Çep a Kesk li Hatayê xebatên hilbijartinê didomîne
16:42 Cihên namzetên serokkomariyê yên di pisûlayê de diyar bûn
16:41 Karabûlût: Îstîhbaratê karsazê kurd Zekî Ogûz revandiye
16:06 Bi girseyî serdana şîna Nazlier kirin
15:55 ÎHD: Tevî îtîrafa endamê JÎTEM’ê aqûbeta 4 kesan nehate lêkolînkirin
15:38 Hat xwest ku girtiyê nexweş Îlhan Dîkmen ê rewşa wî giran e bê berdan
15:19 Komeleya Ekolojiyê: Em tev li kampanyaya çandina şitilan bibin
15:07 Ji bo girtiyên nexweş Emîn Çam banga berdanê hat kirin
14:53 ‘Heta ku hemû kedkarên cemaweriyê bên vegerandin dê têkoşîna me bidome’
14:08 Malbatên Windakiriyan xwestin faîlên Bûlmûş bên darizandin
13:45 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Nezîr Acar pirsîn
13:16 TEV-DEM: Ji bo azadiya Abdullah Ocalan em têkoşînê mezin bikin
12:04 Li Qoserê mirina biguman a leşkerekî
11:38 Li Îzmîrê kesên hatibûn binçavkirin hatin berdan
11:37 Malbata Şenyaşar: Tava ku vê pêvajoya tarî ronî bike wê ji Rihayê hilê
11:26 ‘Li Pirsûsê 23 kes beriya hilbijartinê bi sedemên siyasî hatin girtin’
11:15 Bîlançoya şer a meha adarê: 53 caran çekên kîmyewî hatin bikaranîn
10:17 Haleta kêrhatî ya AKP'ê: HUDA PAR
09:56 HDP’ê li Ewropayê seferberî îlan kir: Armanc ew e ku 3 milyon hilbijêr biçin ser sindoqan
09:06 Rêxistinên jinan ên Kurdistanê: Em ê tecrîdê bişkinin û Ocalan azad bikin
09:02 Amara li benda mêvanên xwe ye
09:02 Ji malbata Karaoglan û Dag banga ji bo Amarayê
09:01 Dr. Doran: Ger kavil daxilî nava avê bibin em ê nikaribin pêşî li nexweşînan bigirin
09:00 ROJEVA 1'Ê NÎSANA 2023'YAN
31/03/2023
21:50 Ciwan bûn mêvanê sifreya fitarê ya Malbata Şenyaşarê
17:46 Di 18 saliya xwe de hat girtin, di 48 saliya xwe de ji girtîgehê derket
16:35 Li girtîgehan di 3 mehan de 13 kesan jiyana xwe ji dest daye
16:20 Rawestandina hilberîna petrole bandor li ceyranê jî kir
16:04 Li Êlihê qezaya trafîkê çêbû: Kesek mir û 2 kes jî bi giranî birîndar bûn
15:57 Li Xarpêtê 6 kes di malekê de mirî hatin dîtin
15:47 Li Rihayê girtina 23 kesan hat protestokirin
15:44 Hîzbûllahiyê digot ‘em ê serê wan jê bikin’ hate berdan
15:33 Rojnameger Ziya Ataman: Em di bin tecrîdeke giran de ne
15:24 OHD û ÎHD têkildarî mirina bi guman a li edliyê rapor amade kir
15:00 Li Islahiyeyê erdhej çêbû
14:57 Kedkarên tenduristiyê hatin bibîranîn
14:23 KFC û Pîzza Hutê hemû şaxên xwe yên li bakurê Kurdistanê girtin
13:56 Doza tecawizê ya li cemaetê taloqî 5’ê hezîranê hate kirin
13:48 ‘Abdullah Ocalan ji bo Rojhilata Navîn yekane çavkaniya hêviyê ye’
13:42 Şenyaşar: Dê îktîdar bi êşên daye kişand, zilm û nelirêtiyên xwe bê bibîranîn
13:30 Jinan li ber deriyê edliyeyê bang kirin: Jin li dijî tifaqa ‘şer’ in
13:27 Rewşa girtiyê 82 salî ku 4 caran hatiye sewqkirin di rojeva Meclisê de ye
13:00 Derbarê 10 kesan de ji ber êrişa mala polîsan a Mezîtliyê doz hat vekirin
12:38 Li Mêrdîn û Amedê berf barî
12:38 Serhat Gullu piştî 31 salan hate berdan
12:10 Serokê Baroya Amedê: Her 5 polîs jî ji îşkenceyê berpirsiyar in
12:08 Têkildarî hestiyên li Wanê hatine dîtin lêpirsîn hate destpêkirin
12:04 Li Mêrsînê starta hilbijartinê hate dayîn: Partiya Çep a Kesk dê serbikeve
11:58 Li dijî avahiya Partiya Îyî ya Stenbolê êrişa çekdarî hate kirin
11:43 Li Bajarê Antîk ê Darayê hilweşîneke dîrokî
11:42 Bi ruhê 31’ê Adarê ber bi 14’ê Gulanê ve: Êdî serdema AKP-MHP’ê bi dawî bû
10:51 Her ku cînayet zêde bûn têkiliyên ‘tarî’ derketin holê
10:50 Li Îzmîrê gelek kes hatin binçavkirin
10:50 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serî li serdozgeriyê dan
10:42 Aydar: Ji bo ku hilbijartin neyê sabotekirin divê herkes tişta dikeve li ser milê wan bike
10:32 Parêzerê Ocalan ji partî û tifaqan re got: Gelo dê helwesta we derbarê Îmrali de çi be?
09:03 Dayikên Cizîrê: Divê Tirkiye jî dest ji êrişên xwe berde
09:02 Amedî: Em ê bi Partiya Çep a Kesk AKP'ê hilweşînin
09:02 Ayşe Efendî: Em dixwazin Serok careke din li Kobanê hembêz bikin
09:01 Kana madenê di erdhejê de jî nesekinî: Jehrê belav dike
09:01 Li Wanê bazar vala ne: Em bi 100 lîreyî tenê dikarin 2 lîmon, 3 kartol û 4-5 xiyaran bikirin
09:00 ROJEVA 31'Ê ADARA 2023'YAN
08:02 Li Pirsûsê 23 kes hatin girtin
30/03/2023
22:39 Gundiyê ku 5 roj berê hatibû binçavkirin hat girtin
21:47 Li Derayê êrişî hêzên hikûmeta Şamê hat kirin
20:54 Malbata Şenyaşar: Heya ev bêedaletî bi dawî nebe dê têkoşîna me bidome
19:47 Mahîr Çayan û hevrêyên wî hatin bibîranîn
18:54 Li Wanê di bin Mala Artêşê de hestiyên mirovan hatin dîtin
17:57 Di rapora CPT'yê de behsa tecrîdê nehatiye kirin!
16:57 Doza Vartînîsê hat taloqkirin
16:56 Gelê li Goristana Mehabadê kom bû banga mezinkirina berxwedanê kir
16:33 10 kesên li Antalyayê hatibûn binçavkirin hatin berdan
16:21 Danişîna rêveberê ÎHD’ê Yuksel hate taloqkirin
16:13 FEDA’yê banga beşdariya nav Partiya Çep a Kesk kir
15:58 Şîrketa petrolê ya Norveçê hilberandina petrolê da sekinandin