Rojnameger Germiyanî: Ger neft ji destê Herêma Kurdistanê biçe dê tu qadên wê yên aborî nemînin

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameger Botan Germiyanî got: "Hikûmeta Herêma Kurdistanê di bin deynan de maye. Heke biryara dadgeha tehkîmê bi cih bibe ev deynê dê zêdetir bibe. Ji ber ku berê digotin em ji para neftê deynên xwe didin, lê ev jî ji destê wan biçe êdî tu qadên wê yên aborî namîne û qurbaniyên vê jî dê bibe gelê Herêma Kurdistanê."
 
Berdevkê Wezareta Petrolê ya Iraqê Asîm Cîhad ji ajansa nûçeyan a Fransî AFP’ê re axivîbû û diyar kiribû ku firotina petrola Herêma Kurdistana Federe ya ji bo Tirkiyeyê rawestandiye. Her wiha Dadgeha Tehkîmê ya Navneteweyî jî biryar dabû ku bêyî destûra Iraqê, Herêma Kurdistana Federe nikare petrolê bifiroşe Tirkiyeyê. Beriya niha di navbera Rêveberiya Herêmî ya Kurdistanê û Tirkiyeyê de ji bo 50 salan peymana neftê hatibû çêkirin. Li gel îmzekirina vê peymanê ev di navbera Bexda û Hewlerê de bûbû sedema qeyranê. Bi cîbicîkirina biryara dadgeha navneteweyî, firotina petrolê ya ji bo Tirkiyê hat rawestandin. Tê payin ku ev ê li herêmê bibe sedema qeyraneke aborî ya cidî. 
 
Rojnameger Botan Germiyanî ku li herêmê geşedanan ji nêz ve dişopîne, têkildarî mijarê ji Ajansa Mezopotamya (MA) axivî. 
 
'PEYMANA 50'Î SALÎ WEKE ABORIYA SERBIXWE BI NAV KIR'
 
Rojnameger Botan Germiyanî anî ziman ku Hewlerê bi lihevkirina bi Enqereyê re polîtîkayeke xirab a aborî bi rê ve biriye û wiha axivî: "Heta sala 2013'an rewşa aborî ya Herêma Kurdistanê gelek baş bû û bi aboriya xwe ya zêrîn dihat naskirin. Heta wê wextê hikûmeta Herêma Kurdistanê nefta xwe ji Iraqê re dişand. Di navbera hikûmeta Iraqê û Başûrê Kurdistanê de baziganiyeke fermî hebû. Beramberî vê Iraqê bi salan ji sedî 70'ê mûçe ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê re dişand. Lê ji 2016'an şûn de Hikûmeta Herêma Kurdistanê û bi taybetî jî malbata Barzanî û PDK'ê bi awayekî yekalî bi tena serê xwe li gel dewleta Tirkiyeyê lihevkirineke 50'î salî çêkirin. Ev lihevkirin hem aborî û hem jî siyasî bû. Piştî peymana wan a 50'î salî Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi navê aboriya serbixwe êdî nefta xwe ji Iraqê re neşand. Di Adara 2014'an de bi serê xwe dest bi şandina neftê kir. Ev jî bû sedem ku Iraq beşa bûdçeya Herêma Kurdistanê bibire û neşîne. Hikûmeta Herêma Kurdistanê ev siyaseta xwe weke aboriya serbixwe bi nav kir. Lê belê qet wisa xuya nekir. Piştî sala 2014'an gelek aloziyên mezin li Herêma Kurdistanê rû dan. Hem qeyranên aborî, hem siyasî û hem jî qeyranên ewlehiyê rû dan. Heta niha jî ev qeyran berdewam dikin. "
 
'TIRKIYE Û IRAQÊ LI HEV KIRIYE' 
 
Rojnameger Germiyanî bi lêv kir ku Hikûmeta Kurdistanê di aliyê aborî de zirareke gelek mezin daye herêmê û got ku ji ber vê biryarê li Herêma Kurdistanê dê rojên gelek zehmet rû bidin û wiha got: "Li gorî agahiyên ku me bi dest xistine Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi fiyetekî 15 dolar kêmî nirxê cîhanî nefta xwe dida Tirkiyeyê. Di sala 2022'yan de Hikûmeta Herêma Kurdistanê nêzî 2 milyar û nîv dolar ji vê bazirganiyê zirar dîtiye. Li Herêma Kurdistanê bazirganî û dahata neftê ji sedî 85 ji şîrketan re diçe. Ev şîrket jî di destê kê de ne? Di destê malbat, hizb û şexsan de ne. Ji sedî 85'ê dahata neftê dikeve destê şîrketên taybet. Hin şîrketên Tirkiyeyê û hin jî şîrketên navxweyî ên li ser navê malbata Barzanî û PDK'ê ne. Gelek şîrket hene ku di vî warî de vî karî dikin. Weke ku tê zanîn Hikûmeta Iraqê di sala 2017'an de, Serokwezîr Heydar Ebadî (yê wê demê) li bazirganiya navneteweyî ya Parîsê giliyê vê siyasetê kir. Di nav giliyê xwe de daxwaza 26 mîlyar dolar weke tezmînat li Tirkiyeyê kiriye û daxwaz kiriye ku careke din neft bikeve destê Iraqê û Iraq bazirganiya neftê bike. Ne ku bi serê xwe nefta xwe bişîne derve. Herî dawî du meh beriya niha ev biryar derket û dadgeha navneteweyî ya bazirganî ya Parîsê biryara dawî da berjewendiyên Iraqê û herêma Kurdistanê û Tirkiyeyê mehkûm kir. Dadgeha navneteweyî neçar kir ku li gorî destûra Iraqê tevbigere û heta ku venegerin Iraqê nikarin bi tena serê xwe bazirganiya neftê bikin. Lê tişta balkêş ew e ku ev biryar 2 meh beriya niha derket û bicihkirina vê biryarê jî piştî serlêdana Serokwezîrê Iraqê Muhemmed Şiya Es-Sudanî danî. Piştî li gel Serokomarê Tirkiyeyê civiyan, li gorî agahiyan di hin xalan de li hev kirine û peymanek îmze kirine. Yek ji wan xalan jî nefta li Herêma Kurdistanê ye."
 
'WEZARETA AMERIKÎ PEYAMEKE TUND ŞAND'
 
Rojnameger Botan Germiyanî diyar kir ku hikûmeta Kurdistanê di warê aborî de ber bi hilweşandinê ve diçe û axaftina xwe wiha qedand: "Piştî 25 meha adarê Hikûmeta Iraqê veguhestina neftê ya bi rêya boriyê ber bi herêmê Ceyhanê ve daye sekinandin. Daxwaza wê praê li Tirkiyeyê kiriye. Heke ku ev biryar bi cih bibe Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikeve bin deyneke 30 milyar dolar û neft jî ji dest diçe û dê teslîmî Iraqê bê kirin. Tirkiyeyê jî di vê navberê de bi Iraqê re li hev kiriye. Tirkiyeyê ragihand ku ew ê careke din bi Hewlerê re lihevkirinekî nekin û ji bo bazirganiya neftê ew ê rasterast bi Iraqê re lihev bikin. Ji ber wê gelê Herêma Kurdistanê ji ber siyaseta şaş a PDK'ê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê di rewşeke gelek dijwar a aborî de ye. Niha em dibînin di nava civakê de rejeya birçîbûn û bêkarî gihîştiye asta herî bilind. Û mûçeyên karkeran nadin û mûçeyên gelek karekeran hatiye qutkirin. Di siyaseta xwe ya şaş de israr dike û dixwaze ku dijwartir bike. Di gelek bajarên Herêma Kurdistanê de xwepêşandan û nêrazîbûn hene. Me dît ku Wazerata Amerikî jî bi awayekî tund bi ser Hikûmeta Herêm de çû û peyameke tund ji wan re şand ku ew wisa bidomîne dê dawî nebaş be û hin biryarên tund li ser wan bên dayin. Li gorî agahiyên di destê me de Hikûmeta Amerikî ji PDK'ê daxwaz kiriye ku vê biryarê dadgeha navnetewî ya bazirganî ya Parîsê qebûl bikin û careke din vegerin ser destûrê û careke din bi awayekî xweser bazirganiya neftê nekin. Ji ber vê siyasetê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di bin deynan de maye. Heke ku ev biryar bi cih bibe ev deyn dê zêdetir bibe. Ji ber ku berê digotin em ji para neftê deynên xwe didin, lê ev jî ji destê wan biçe êdî tu qadên wê yên aborî namîne û qurbanîyên vê jî dê bibe gelê Herêma Kurdistanê." 
 
MA / Zeynep Durgut

Sernavên din

04/09/2023
10:12 Li cigarê zem hate kirin
09:50 Encamnameya konferansa ciwanan: Rojeva sereke azadiya Rêber Apo ye
09:20 Li Menderesê erdhej çêbû
09:05 ‘Polîtîkayên şer jiyana gelan veguherandiye dojehê'
09:03 8 sal in kujerên Cemîle Çagirga nehatine dîtin: Edaletê mala xwe bar kir û çû
09:02 ‘Divê girtiyên nexweş bêşert werin berdan'
09:01 Ertak ê 32 sal in li bavê xwe digere: Em ê dest ji têkoşîna xwe bernedin
09:01 Qeyûma Cizîrê Mala Dengbêjan dewr kir
09:00 ROJEVA 4'Ê ÎLONA 2023'YAN
08:55 AFAD: 3 kesên li ber lehiyê ketin mirin
03/09/2023
23:52 HSD: Civîna me ya bi Koalîsyona Navneteweyî re erênî pêk hat
22:59 Li Fransayê û Hollandayê Kurdistanî û dostên xwe azadiya Ocalan xwestin
21:56 Amedspor ji deplasmanê bi puanekî vegeriya
21:50 Parlamenter Mehmet Sîncar li cihê lê hatibû qetilkirin hat bibîranîn
19:18 Komxebata Egîtîm-Senê bi dawî bû: Bi rêxistinbûyînê ev karesat hinek din sivik bûye
19:11 KCDP: Di meha tebaxê de 29 jin hatin qetilkirin
19:02 Şewata li Licê hat vemirandin
16:50 Partiya Çepên Kesk çalakiya paqijkirina hawirdorê li dar xist
16:47 Şîna Uzun bi girseyî hat ziyaretkirin: Dê ev têkoşîna sed salî bidome
16:20 DBP û HDP’ê li Rihayê silha du malbatan kirin
16:08 Li Kadikoyê çalakiya 1'ê Îlonê: Divê desthilatdarî dest ji polîtîkayên şer berde
16:04 Konferansa ‘Ciwan Azadiya Rêbertiyê Dixwazin’ dest pê kir
15:54 Rapora tebaxê ya DFG’ê: 59 rojnameger girtî ne
15:29 Mexdûrê erdhejê ku nexweşa penceşêrê bû wefat kir
15:00 Rojnameger Maroofîan dest bi greva birçîbûnê kir
14:43 Dê 8’emîn Mîhrîcana Belgefîlman a FîlmAmedê bê lidarxistin
14:16 Hewl didin girtiyê piştî 30 sal û 6 mehan tehliye bûy dersînor bikin
13:43 Bîlançoya li Kerkûkê giran dibe: 4 ciwanên kurd hatin kuştin û qedexe hate rakirin
13:10 Rejîma Îranê Enstîtuya Zanistê ya Kurdistanê girt
13:03 Di meha tebaxê de li Îranê 74 kes hatin bidarvekirin
13:03 Satici piştî 7 salan tehliye bû: Azadî tiştekî tenê fîzîkî nîne
12:17 Li Îranê cezayê hefsê li aktîvîsta jin hate birîn
11:48 Yek ji rûspiyên eşîra El Elî: Pêdivî bi operasyona HSD’ê hebû
11:36 Hejmara 27’an a Kovara Jinê derket
11:31 Êrişên li dijî Eyn Îsayê hatin têkbirin
11:25 Serokwezîrê Iraqê Sûdanî dê îro bi nûnerên Kerkûkê re bicive
11:13 Li Gîresûn û Samsûnê lehî rabûn
10:42 Tevgera Azadî: Heke rê li ber aloziya li Kerkûkê neyê girtin dê encamên wê giran bin
10:25 Dewleta tirk û komên paramîlîter êrişî Til Temirê dikin
09:19 Girtiyê 32 salan ji ber biryarên Dadgeha Înfazê nayê berdan
09:04 Gergerlîoglû: Çima bûyerên wesayîtên zirxî tenê li bajarên kurdan çêdibin?
09:02 Hevdîtina Fîdan-Barzanî: Amadekariya ji bo êrişa li dijî Garê ye
09:02 Qeyûm park bê av û dar hiştine!
09:00 ROJEVA 3’YÊ ÎLONA 2023’YAN
02/09/2023
22:36 Polîsên Kerkûkê 2 ciwanên kurd qetil kirin
21:53 Li Geverê zarokeke 10 salî winda bû
21:50 Kesên di çalakiya Dayikên Şemiyê de hatin binçavkirin hatin berdan
21:45 Ûçar û Aydenîzê serdana malbata Tûran kirin
18:26 Li Qamişloyê êrişî wesayîtekê hat kirin
16:07 Bi girseyî serdana şîna Eyup Çelîk hat kirin
16:06 Bernameya îlonê ya ŞanoWan eşkere bû
16:06 7’emîn Festîvala Filmên Kurdî ya New Yorkê dê bê lidarxistin
15:44 Li gelek bajarên Ewropayê çalakiyên ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’ dest pê kirin
15:26 ÎHD’ê xwest ku girtiyê 80 salî Kaya bê berdan
15:08 Cerdevan ewilî li zarokan da û paşê jî mala wan gulebaran kir
14:47 Jiyana girtiya nexweş Karaguzel di xetereyê de ye
14:21 Şaxên ÎHD'ê: Qada Galatasarayê li Dayikên Şemiyê vekin
14:14 Li Çamiliyê 3 kesên binçavkirî hatin berdan
14:08 Xizmên Windayan li kujerên Mehmet Sîncar û Metîn Ozdemîr pirsîn
13:12 HSD: Şerê me li dijî çeteyan e
12:33 Dayikên Şemiyê: Em ê dest ji têkoşîna xwe ya 28 salan bernedin
10:41 TIR û otobus li hev ketin: 6 kes mirin û 43 kes jî birîndar bûn
10:35 Dayikên Aştiyê xwestin ku tecrîd bê rakirin
10:07 Jinan bi projeya ‘Îcar ji vir ve lê binêre’ ji bo hunerê hilberandin
09:39 Naîl Demîr piştî 30 salan hat berdan: Berxwedan jiyan e
09:21 Partiya Çepên Kesk êdî wê namzetên xwe bi pêşhilbijartinê diyar bike
09:06 Piştî Gabar û Cûdî niha jî li Feraşîn û Katoyê talanê dest pê kir
09:05 Dayika Şemiyê Yildiz: Ez doza edaleta windayan dikim
09:05 Xelkê Amedê: Desthilata AKP'ê ji ya Kenan Evren xerabtir e
09:03 Parêzer Yamar: Ez wekî hiqûqnasekî dixwazim hevdîtinê bi Abdullah Ocalan re bikim
09:02 Li gundê nêzî Çemê Firatê av tune ye!
09:00 ROJEVA 2'YÊ ÎLONA 2023'YAN
08:56 Du ciwanên pismamên hev di Çemê Xabûrê de xeniqîn
01/09/2023
21:26 Cenazeyê Ûzûn hat definkirin
20:41 Gora Aşkara ya HPG'î hat texrîbkirin
19:34 Mîtînga 1'ê Îlonê bi dirûşmeya 'jin, jiyan, azadî' bi dawî bû
19:30 Cenazeyê Hazar piştî 5 salan radestî malbatê hat kirin
19:02 Ûçar: Di şexsê birêz Ocalan de hewl didin tevahiya gelê kurd tecrîd bikin, dê bi ser nekevin
17:02 Ozturk: Bi destê aştiyê yê birêz Ocalan bigirin
16:40 Dorpêça li ser gundê Çamiliyê didome
16:28 Emîne Şenyaşar: Dewlet çima kujeran diparêze?
16:10 Ji baroyan daxuyaniya vekirina sala edlî: Bila pirsgirêka kurd were çareserkirin
15:58 ‘Dewlet dixwaze ku ser doza Mehmet Sîncar bigire’
15:45 Hestiyên Ûzûn di nava qûtiyekî de teslîmî malbatê kirin
15:26 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê: Dest ji polîtîkayên tecrîdkirina aştiyê berdin
14:16 Zarokê ku wesayita zirxî lêxistibû travmaya serî derbas kiriye
13:28 Li Colemêrgê ji bo veguhestinê zem hate kirin
13:06 Meclisa Ciwanan a HDP’ê ji bo Turan çalakî li dar xist
13:04 Malbatan ji bo çûna Îmraliyê serlêdan kirin
12:59 Di mehekê de 51 caran êrişî 33 herêmên Efrîn û Şehbayê kirin
12:17 ÎHD: Li Tirkiyeyê mafê xweîfadekirinê di bin zexteke mezin de ye
12:09 Ji ber e-Reçeteyê derbarê Fahrettîn Koca de gilî hat kirin
11:36 Li Efxanistanê 3 rojnameger hatin berdan
10:54 Amed ji bo mitînga aştiyê ya 1’ê Îlonê amade ye
10:32 Dewleta tirk û komên paramîlîter êrişî Minbicê dikin: 4 zarok hatin qetilkirin
10:30 Ciwanê ku ji aliyê polîsan ve hatibû revandin: Nikarin me bitirsînin
10:02 ‘Bedela wê çi dibe bila bibe jin bi biryar in ku tecrîdê rakin’
09:34 'Divê partiyên Rojhilat bi PJAK'ê re tifaqê çêbikin'
09:04 Berdevkê Hewldana 78’iyan Can: Li dijî zextan mafê herî mezin berxwedan e
09:04 Ji Rûbarê Nerdûşê komir diherike!