Fehîm Korkmaz: Gelê kurd îro alaya Egîd ji bo azadiyê bilind dike

ÊLIH - Mahsum Korkmaz (Egîd) di têkoşîna gelê kurd de bi fedekarî, wêrektî û rêhevaltiya xwe tê naskirin û bi ser mirina wî re 37 sal derbas bûn. Birayê Egîd, Fehîm Korkmaz got ku gelê kurd îro alaya Egîd ji bo azadiyê bilind dike. 
 
Yek ji pêşengên têkoşîna azadiyê ya gelê kurd û fermandarê Pêngava 15’ê Tebaxê Mahsûm Korkmaz (Egîd), di 28’ê adara sala 1986’an di encama kêmînekê de jiyana xwe ji dest da. Bi ser mirina Korkmaz re 37 sal derbas bûn. Korkmaz, di nava gelê kurd de yek ji fermandarên efsanewî tê naskirin û navî wî Egîd, li gelek zarokên kurd hate kirin. Birayê Egîd, Fehîm Korkmaz bi boneya salvegera mirina wî bi ajansa me re axivî. Korkmaz, qala zarokatiya Egîdi tevlibûna wî ya nava refên gerîla, têkiliya wî ya bi derdorê re û hevalên wî kir. Korkmaz, da zanîn ku Egîd hêj di temenekî biçû de digot; “Ez ê kurdan biparêzim, ez ê bibim leşkerê kurdan.” Korkmaz, wiha qala zarokatiya Egîd dike: “Ez ji Egîd biçûktir im. Birayê min Maşallah ji Egîd mezintir e. Maşallah her tim qala salên zarokatiya wî bo me dike. Hêj di biçûktiya xwe de ji her kesên malê cudatir bû. Xwîşka min bi tirkî nedizanî lewma mamosteyê wê lê xistibû. Egîd ji vê rewşê pir aciz bûbû. Wê demê ji bo kurdî dikeve nava hewldanan. Digot; ‘ji ber ku em kurd in lewma wiha nêzî me dibin, ji ber zimanê me heqaretê li me dikin, em gelekî cuda ne.’ Her tim ji zarokan tê pirsîn bê ka dema mezin bûy dê bibî çi. Egîd hêj di wî emrê xwe yê biçûk de digot ez ê bibim leşkerekî jîr. Xwişka min dibêje çima, kurd hene, tirk hene. Ev bûyer li dibistanê qewimî. Kurd qebûl nedikirin.  Digot; ‘Ez ê kurdan biparêzim. Ez ê bibim leşkerê kurdan û derkevim çiyê.’” 
 
JIYANA WÎ YA DIBISTANÊ
 
Korkmaz, da zanîn ku birayê wî li dibistanê kesekê jê dihat hezkirin bû û wiha behsa wê demê kjir: “Egîd, di sala 1956’an de li Farqînê ji dayik bû. Malbata me di sala 1970’an de hate Êlihê. Egîd, li Dibistana Navîn a Petrolê dest bi xwendinê kir. Temenê hevalên wî yên dibistanê ji yê wî mezintir bû. Mamosteyê wî, hevalê wî bû. Heta hinek mamosteyên tayîna wan derdiket jî carnan ji bo dîtina wî dihatin. Di nava hevalên wî de hem ereb hebûn hem jî tirk. Çi ferq û cudahî nedixist navbera wan. Rewşa me ya aboriyê baş bû. Çi di destê wî de hebûya bi hevalên xwe re parve dikir. Dema dibistana amadehî, têkiliyên xwe yên hevaltiyê hêj xurtir kir. Ji ber sedemên pir biçûk, zarok ji dibistanê dihatin avêtin. Ji ber ku mamoste ji derve hatibûn, zextekî giran dikirin. Wê demê mamosteyeke ulkucu hebû. Li odeya mamosteyan li xwendekarekî xistibû û piştre jî ji dibistanê avêtibû. Ji bo vê rewşê bi rêveberiya dibistanê re axivî. Malbata xwendekarê lê hatibû xistin hat û got ku ev yek rast nîne. Malbatê got; ‘heke kurê me ji ber zextê nexwestibe bixwîne, ev mafê wî ye.’ Egîd xwest bi mamosteyî re biaxive. Ev tiştekî pir balkêş bû. Mamoste jê re dibêje; ‘tu bi kîjan sîfetî dê bi min re biaxivî?’ Egîd jî dibêje; ‘Hevalê min e. Heke xeletiya wî hebe, rêyên sererastkirina vê xeletiyê jî hene. Tiştekî rast nîne ku tu li wî dixî.’ Li ser vê yekê mamoste bi ser Egîd de diçe. Li gel ku Egîd pir biçûk jî bû, li mamosteyê ku li wî xistî dixe û tola xwe hiltîne.” 
 
NÊZIKATIYA WÎ YA LI HEMBERÎ KEDKARAN
 
Bi domdarî Korkmaz bal kişand ser nêzikatiya kekê xwe ya li hemberî kedkaran û ev tişt anî ziman: “Li Êlihê rafînerî hebû lê karker her tim ji derve dihatin wergirtin. Gelemperiya karkeran ji malbatên axa û şêxan dihatin hilbijartin. Dema Egîd karker di hilbijart, digot ‘Bila xelkê me be.’ Egîd her tim bi karkeran re eleqeder dibû û alîkarî dida wan. Bêyî ku bertîlê bixwe û cihêkariyê bike, karker li cihên wan bi cih dikir. Dema tu wiha bî, wê demê ji bo pergalê dibî kesekî xetere. Polîsan mudaxileyî vê rewşê kirin. Lê ji ber van hewldanên Egîd, bineha tevgerê ava bû. Êdî navê Egîd li Êlihê hatibû bihîstin. Beriya PKK’ê di nava tu franksiyonên din de cih negirt. Piştre jî PKK nas kir.” 
 
‘EZ JI WÎ HÎNÎ RÊHEVALTIYÊ BÛM’
 
Di berdewamê de korkmaz anî ziman ku dema dest bi xebatên birêxistinkirinê kirin, alîkarî dida Egîd û wiha pê de çû: “Digot her filan cihî, were filan deverê. Demekî piştre min ferq kir ku di nava xebatan de me. Min wê demê fêm dikir ku ew xebatên veşartî dikin. Rojekê ji min re got rêheval. Îcar rêheval çi bû, ez birayê wî bûm. Dema wisa bangî min kirî ez pir şaş bûm. Navên cuda bi kar di anî. Navê wî Mahsum bû lê jê re digotin Egîd. Min digot, ev karên cuda dikin. Tu mîrasa wan tune bû. Her tiştek bi pratîkê hîn bûn. Hevalê Mahsum heke tiştek nekira, ew tiştek ji tu kesî jî nedixwest. Hevalan digot; ‘hema Egîd li cem me be, em biewle ne.’ Nedixwest hevalan bi tenê bihêle. Ne ku birayê min e lewma dibêjim lê her kesê ku bi wî re jiyayî digot; ‘Egîd tiştekî bi navê tirsê nas nake.’ Bawerî dida mirov.”
 
JI QEZAYÊ BI BIRÎNDARÎ XELAS BÛ
 
Korkmaz, diyar kir ku dema kekê wî derbasî Dêrsimê bûy qeza derbas kiriye û wiha got: “Kemal Pîr bi birîndarî hate girtin. Egîd bi birîndarî xelas bû. Xizmên me alîkarî da wan. Nexwest bi vî halê xwe vegere Filistînê. Digot; ‘hinek tiştên divê ez li vir bikim hene, ez berpirsyarekim.’ Jixwe tedawiya xwe jî paşguh kir. Cara ewil bû min Egîd wiha didît. Her tim kesekî cidî bû. Lê wê rojê giriya bû. Piştî çûna wî, ez jî di sala 81’an de hatim girtin. Wê demê 12-13 salî bûm. Wê demê lêpirsîn 90 rojan didomiya. Di wî temenî de gelek îşkence li min kirin. Ez birim Zindana Amedê û xistin qawîşa zarokan. Sûcê min jî ew bû ku birayê Mahsûm Korkmaz bûm.” 
 
ÇALAKIYA BIRAYÊ XWE DI GIRTÎGEHÊ DE BIHÎST
 
Korkmaz, wiha qala çalakiya çekdarî ya kekê xwe kir: “Rojekê li pêş televîzyonê bûm û min lê nihêrt qala çalakiya serdegirtina Dihê-Şemzînanê hate kirin. Weke ku nûçeyeke jirêzê be hate dayîn. Em tevek mat bûbûn. Piştî ewqas şehîd û girtinan, me digot hejmareke pir kêm ma ye, hemû kes di hundir de ye, îşkence heye. Em qet li benda tiştekî wiha nebûn. Heta rêveberiya girtîgehê jî mat bûbû. Mirûzê me pir xweş bûbû. Ziyaretvanên me yên wê demê dihatin digotin; ‘heval ketin qadan, şer dest pê kir.’ Pergalê êdî nedikariya vê rewşê veşêre. Her roj çalakî dihatin kirin. Êdî baweriya me xurtir bûbû. Di berxwedanên Dihê-Şemzînanê de navê Egîd li pêş bû.” 
 
‘EZ LI GIRTÎGEHÊ HÎN BÛM KU JIYANA XWE JI DEST DAYE’ 
 
Korkmaz, anî ziman ku agahiya mirina kekê xwe li girtîgehê hîn bûye û wiha domand: “Dema li girtîgehê bûm, gardiyanek hat û got; ‘me birayê kuşt, dibe ku ji bo teşhîskirinê em te bibin.’ Lê hevalan guncav nedît û nehiştin. Wê demê xwişka min, kekê min, jinbiraya min û Egîdê biçûk ji bo teşhîskirinê birin tûgaya Sêrtê. Ji teşhîsê armanca ew bû ku bibêjin; ‘vaye rewşa fermandarê PKK’ê ev e.’ Xwestin di şexsê malbatê de bandorê li ser gel bikin. Wê demê di rojnameyan de nûçeyên derew hatin weşandin. Gotin ku malbata Mahsûm Korkmaz cenaze red kiriye. Hem cenaze nedan, hem jî malbata me îşkence kirin. Ser re jî nûçeyên derew parve kirin. Dema kekê min hatibû serdana min got bê ka nûçeyên derew çawa hatine weşandin. 10 rojan îşkence li kekê min û malbatê kiribûn. Piştre jî li pêş çavên wan cenaze gulebaran dikin. Jê re dibêjin; ‘li nêzî cenazeyî bisekine em ê wêne bikişînin.’ Kekê min wê demê tu daxuyanî nedan. Piştî ku cenaze nîşan dayîn, malbata min deh rojan li tugayê hatin ragirtin û piştre hatin berdan. Serpêl digot; ji hêla rêxistinê ve hatiye kuştin û hewl dida serê birayê min û malbatê tevlihev bike. Li gorî agahiyên kekê min dane, piştî teşhîskirina cenaze, dengê kemçeyan hatiye. Wê demê fêm dikin ku cenaze li tugayê hatiye veşartin.  Cenaze, 6 mehan li tugayê tê veşartin. Piştre jî Şaredarê Sêrtê ragihand ku cenaze li Newala Qesaban hatiye definkirin.” 
 
‘HER TIM WEKE DEYNDAREKÎ NÊZ BÛ’
 
Korkmaz, bertek nîşan da ku Newala Qesaban li ber îmarê bê vekirin û axaftina xwe wiha qedand: “Li ser hestiyan avahiyan çêdikin û ev yek bêwijdanî ye. Egîd bi her kesekî re têkilî pêş dixst. Bi biçûkan re biçûk û bi mezinan re jî mezin bû. Pîvanên wî yên pir delal hebûn. Hem çolax bû û hem jî pêpehn bû lewma pergalê nedigirt leşkeriyê. Li gelek qadan ma. Tu cihê ku lê negeriyayî nema. Ruhê wî yê têkoşînê û baweriya wî kir ku pêpehniya wî jê re nebe astengî. Tu carî nedigot min ewqas tişt kirine. Her tim weke deyndarekî nêz dibû. Her tim rexnedayîna xwe dida û ji ewil di xwe de dest pê dikir. Heke tiştek nekira, ew tişt ji hevalê xwe jî nedixwest. Gelê kurd îro alaya wî gihand azadiyê.” 
 

Sernavên din

04/09/2023
10:12 Li cigarê zem hate kirin
09:50 Encamnameya konferansa ciwanan: Rojeva sereke azadiya Rêber Apo ye
09:20 Li Menderesê erdhej çêbû
09:05 ‘Polîtîkayên şer jiyana gelan veguherandiye dojehê'
09:03 8 sal in kujerên Cemîle Çagirga nehatine dîtin: Edaletê mala xwe bar kir û çû
09:02 ‘Divê girtiyên nexweş bêşert werin berdan'
09:01 Ertak ê 32 sal in li bavê xwe digere: Em ê dest ji têkoşîna xwe bernedin
09:01 Qeyûma Cizîrê Mala Dengbêjan dewr kir
09:00 ROJEVA 4'Ê ÎLONA 2023'YAN
08:55 AFAD: 3 kesên li ber lehiyê ketin mirin
03/09/2023
23:52 HSD: Civîna me ya bi Koalîsyona Navneteweyî re erênî pêk hat
22:59 Li Fransayê û Hollandayê Kurdistanî û dostên xwe azadiya Ocalan xwestin
21:56 Amedspor ji deplasmanê bi puanekî vegeriya
21:50 Parlamenter Mehmet Sîncar li cihê lê hatibû qetilkirin hat bibîranîn
19:18 Komxebata Egîtîm-Senê bi dawî bû: Bi rêxistinbûyînê ev karesat hinek din sivik bûye
19:11 KCDP: Di meha tebaxê de 29 jin hatin qetilkirin
19:02 Şewata li Licê hat vemirandin
16:50 Partiya Çepên Kesk çalakiya paqijkirina hawirdorê li dar xist
16:47 Şîna Uzun bi girseyî hat ziyaretkirin: Dê ev têkoşîna sed salî bidome
16:20 DBP û HDP’ê li Rihayê silha du malbatan kirin
16:08 Li Kadikoyê çalakiya 1'ê Îlonê: Divê desthilatdarî dest ji polîtîkayên şer berde
16:04 Konferansa ‘Ciwan Azadiya Rêbertiyê Dixwazin’ dest pê kir
15:54 Rapora tebaxê ya DFG’ê: 59 rojnameger girtî ne
15:29 Mexdûrê erdhejê ku nexweşa penceşêrê bû wefat kir
15:00 Rojnameger Maroofîan dest bi greva birçîbûnê kir
14:43 Dê 8’emîn Mîhrîcana Belgefîlman a FîlmAmedê bê lidarxistin
14:16 Hewl didin girtiyê piştî 30 sal û 6 mehan tehliye bûy dersînor bikin
13:43 Bîlançoya li Kerkûkê giran dibe: 4 ciwanên kurd hatin kuştin û qedexe hate rakirin
13:10 Rejîma Îranê Enstîtuya Zanistê ya Kurdistanê girt
13:03 Di meha tebaxê de li Îranê 74 kes hatin bidarvekirin
13:03 Satici piştî 7 salan tehliye bû: Azadî tiştekî tenê fîzîkî nîne
12:17 Li Îranê cezayê hefsê li aktîvîsta jin hate birîn
11:48 Yek ji rûspiyên eşîra El Elî: Pêdivî bi operasyona HSD’ê hebû
11:36 Hejmara 27’an a Kovara Jinê derket
11:31 Êrişên li dijî Eyn Îsayê hatin têkbirin
11:25 Serokwezîrê Iraqê Sûdanî dê îro bi nûnerên Kerkûkê re bicive
11:13 Li Gîresûn û Samsûnê lehî rabûn
10:42 Tevgera Azadî: Heke rê li ber aloziya li Kerkûkê neyê girtin dê encamên wê giran bin
10:25 Dewleta tirk û komên paramîlîter êrişî Til Temirê dikin
09:19 Girtiyê 32 salan ji ber biryarên Dadgeha Înfazê nayê berdan
09:04 Gergerlîoglû: Çima bûyerên wesayîtên zirxî tenê li bajarên kurdan çêdibin?
09:02 Hevdîtina Fîdan-Barzanî: Amadekariya ji bo êrişa li dijî Garê ye
09:02 Qeyûm park bê av û dar hiştine!
09:00 ROJEVA 3’YÊ ÎLONA 2023’YAN
02/09/2023
22:36 Polîsên Kerkûkê 2 ciwanên kurd qetil kirin
21:53 Li Geverê zarokeke 10 salî winda bû
21:50 Kesên di çalakiya Dayikên Şemiyê de hatin binçavkirin hatin berdan
21:45 Ûçar û Aydenîzê serdana malbata Tûran kirin
18:26 Li Qamişloyê êrişî wesayîtekê hat kirin
16:07 Bi girseyî serdana şîna Eyup Çelîk hat kirin
16:06 Bernameya îlonê ya ŞanoWan eşkere bû
16:06 7’emîn Festîvala Filmên Kurdî ya New Yorkê dê bê lidarxistin
15:44 Li gelek bajarên Ewropayê çalakiyên ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’ dest pê kirin
15:26 ÎHD’ê xwest ku girtiyê 80 salî Kaya bê berdan
15:08 Cerdevan ewilî li zarokan da û paşê jî mala wan gulebaran kir
14:47 Jiyana girtiya nexweş Karaguzel di xetereyê de ye
14:21 Şaxên ÎHD'ê: Qada Galatasarayê li Dayikên Şemiyê vekin
14:14 Li Çamiliyê 3 kesên binçavkirî hatin berdan
14:08 Xizmên Windayan li kujerên Mehmet Sîncar û Metîn Ozdemîr pirsîn
13:12 HSD: Şerê me li dijî çeteyan e
12:33 Dayikên Şemiyê: Em ê dest ji têkoşîna xwe ya 28 salan bernedin
10:41 TIR û otobus li hev ketin: 6 kes mirin û 43 kes jî birîndar bûn
10:35 Dayikên Aştiyê xwestin ku tecrîd bê rakirin
10:07 Jinan bi projeya ‘Îcar ji vir ve lê binêre’ ji bo hunerê hilberandin
09:39 Naîl Demîr piştî 30 salan hat berdan: Berxwedan jiyan e
09:21 Partiya Çepên Kesk êdî wê namzetên xwe bi pêşhilbijartinê diyar bike
09:06 Piştî Gabar û Cûdî niha jî li Feraşîn û Katoyê talanê dest pê kir
09:05 Dayika Şemiyê Yildiz: Ez doza edaleta windayan dikim
09:05 Xelkê Amedê: Desthilata AKP'ê ji ya Kenan Evren xerabtir e
09:03 Parêzer Yamar: Ez wekî hiqûqnasekî dixwazim hevdîtinê bi Abdullah Ocalan re bikim
09:02 Li gundê nêzî Çemê Firatê av tune ye!
09:00 ROJEVA 2'YÊ ÎLONA 2023'YAN
08:56 Du ciwanên pismamên hev di Çemê Xabûrê de xeniqîn
01/09/2023
21:26 Cenazeyê Ûzûn hat definkirin
20:41 Gora Aşkara ya HPG'î hat texrîbkirin
19:34 Mîtînga 1'ê Îlonê bi dirûşmeya 'jin, jiyan, azadî' bi dawî bû
19:30 Cenazeyê Hazar piştî 5 salan radestî malbatê hat kirin
19:02 Ûçar: Di şexsê birêz Ocalan de hewl didin tevahiya gelê kurd tecrîd bikin, dê bi ser nekevin
17:02 Ozturk: Bi destê aştiyê yê birêz Ocalan bigirin
16:40 Dorpêça li ser gundê Çamiliyê didome
16:28 Emîne Şenyaşar: Dewlet çima kujeran diparêze?
16:10 Ji baroyan daxuyaniya vekirina sala edlî: Bila pirsgirêka kurd were çareserkirin
15:58 ‘Dewlet dixwaze ku ser doza Mehmet Sîncar bigire’
15:45 Hestiyên Ûzûn di nava qûtiyekî de teslîmî malbatê kirin
15:26 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê: Dest ji polîtîkayên tecrîdkirina aştiyê berdin
14:16 Zarokê ku wesayita zirxî lêxistibû travmaya serî derbas kiriye
13:28 Li Colemêrgê ji bo veguhestinê zem hate kirin
13:06 Meclisa Ciwanan a HDP’ê ji bo Turan çalakî li dar xist
13:04 Malbatan ji bo çûna Îmraliyê serlêdan kirin
12:59 Di mehekê de 51 caran êrişî 33 herêmên Efrîn û Şehbayê kirin
12:17 ÎHD: Li Tirkiyeyê mafê xweîfadekirinê di bin zexteke mezin de ye
12:09 Ji ber e-Reçeteyê derbarê Fahrettîn Koca de gilî hat kirin
11:36 Li Efxanistanê 3 rojnameger hatin berdan
10:54 Amed ji bo mitînga aştiyê ya 1’ê Îlonê amade ye
10:32 Dewleta tirk û komên paramîlîter êrişî Minbicê dikin: 4 zarok hatin qetilkirin
10:30 Ciwanê ku ji aliyê polîsan ve hatibû revandin: Nikarin me bitirsînin
10:02 ‘Bedela wê çi dibe bila bibe jin bi biryar in ku tecrîdê rakin’
09:34 'Divê partiyên Rojhilat bi PJAK'ê re tifaqê çêbikin'
09:04 Berdevkê Hewldana 78’iyan Can: Li dijî zextan mafê herî mezin berxwedan e
09:04 Ji Rûbarê Nerdûşê komir diherike!