NAVENDA NÛÇEYAN - Serokatiya Herêma Federe ya Kurdistanê diyar kr ku dê hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê di 18’ê mijdara 2023’yan de bên lidarxistin.
Serokatiya Herêma Federe ya Kurdistanê dîroka da hilbijartina Parlamentoya Herêma Federe ya Kurdistanê diyar kir. Li gorî vê, hilbijartin dê di 18’ê mijdara 2023’yan de bên kirin.
Têkildarî mijarê Berdevkê Serokatiya Herêma Federe ya Kurdistanê Dilşad Şehab ragihand ku Serokê Herêma Kurdistanê li gorî qanûna hejmare 1 a sala 2005’an ya sererastkirî ku qanûna Serokatiya Herêma Kurdistanê ye, biryara lidarxistina hilbijartina dema şeşemîn aa Parlamentoya Herêma Kurdistanê daye.
Li gorî biryarê dê hilbijartina Parlamentoya Herêma Federe ya Kurdistanê di 18’ê mijdara 2023’yan de bê lidarxistin.
Dilşad Şehab got ku serokê herêmê bang li hemû aliyên peywendîdar kiriye ku girêdayî karên pêwîst yên ji bo pêngavên komîsyona hilbijartina herêmê bin.
Serokatiya herêmê herwiha bang li parlamento û fraksiyonan kir da ku ji bo karkirina komîsyona hilbijartinê dest bi karên xwe bikin.