'Divê qanûnên ji bo sûcên li bajêr bên çêkirin û berpirsyar bên darizandin'

img

RIHA - Ji ber "projeyên şaş" ên li Rûbarê Cavsakê û raporên der barê hilhatina robar de jî, tevdîr nehatin girtin. Ev yek bû sedema mirina 16 kesan. Nûnerê Odeya Plansazên Bajêr a Rihayê Mehmet Selîm Açar, bal kişand ser xeteriyên nû yên ku li benda bajêr in û xwest kesên tiliya wan di vê de heye bên darizandin. 

 
Li Rihayê ji ber barana zêde ya ku êvara 14'ê Adarê dest pê kir, di 15'ê adarê lehî rabû. Di lehiyê de 16 welatiyan jiyana xwe ji dest da. Hat hînkirin ku ji kesên ku jiyana xwe ji dest dane 5 kes jê ji malbateke sûriyeyî bûne û di dema erdhejê de xaniyê wan hilweşiyayê û bi awayekî demkî çûna li jêrzemîna apartmaneke din bi cih bûne. Ferdên malbatê di vê apartmanê ji ber lehiyê jiyana xwe ji dest dan. Welatiyek jî di jerzemina AVM a Piazzayê de ji ber lehiyê asê mabû û li vir jiyana xwe ji dest dabû. Welatiyên din jî li taxên Mance, Dedeosman, Akabe, Bûhara yên giredayî navçeya Eyyubiyeyê û li Xaçerêya Tunela Abîdeyê lehiye jiyana xwe ji dest dan. 
 
GOLA MASIYAN, NEXWEŞXANE Û AVM DI BIN AVÊ DE NE
 
Ji ber lehiyê Gola Masiyan ya ku navenda turîzm û baweriyê ya bajêre, jêrzemîna Piazza AVM'yê û beşa lênihêrîna giran a Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Rihayê ku di bin avê de man hatin valakirin.
 
HÎN WINDA HENE
 
Li navçeya Hewagê (Bozova) jî rûbarê Yalintaşê ji ber barana zêde rabû. Rêya bejahî ya navçeyê ya ber bi Curnê Reş (Hîlvan) ve di bin avê de ma. Ajokarê qamyonê Emîn Ergunê ku wê kêliyê di rê de bû, ket ber lehiyê. Hê jî xebatên lêgerînê yên ji bo Ergul didomin. 
 
Li mezraya Boncûklû ya gundê Saraççeşme ya navçeya Serêkaniyê keça bi navê Fatma Sezer rabûna rûbarê Çîrcipê, jiyana xwe ji dest da. Xebatên lêgerînê yên ji bo Sezerê jî didomin. 
 
DI NAVA BAJÊR DE 3 RÛBAR DERBAS DIBIN
 
Çendî AKP'ê erdhejê wekî 'karesata xwezayî' bi nav kir, ji bo lehiyê jî got 'nîv-karesat' û hewl da ku xwe berpirsiyariyê ji stuyê xwe derxe. Lê belê hûrgiliyên hin projeyên li bajêr eşkere dikin ku bê ev lehî çawa çêbûye.
 
LI SER RÛBARÊ CAVSAKÊ DERBASGEH
 
Çendî Rûbarê Cavsakê ku ji aliyê 20'emin Fermandariya Tûgaya Zirxî ve tê, di nava bajêr re derbas dibe jî, di sala 2012'an de li vir binerdgehek, derbasgehek û xaçerêyek hat çêkirin. Xaçerê û seyrûsefer 3 meh berê ji aliyê Serokomarê AKP'ê Erdogan ve hatibûn vekirin.
 
PROJE JI ALIYÊ AKP'Ê VE HATIYE GUHERANDIN
 
Projeya Xeçerêya Abîdeyê ku di çileya 2009'an de ji aliyê Ahmet Eşref Fakibaba ku ji AKP îstîfa kir û bû namezetê xweser ve wekî 'Nefela çarpel' hatibû amadekirin. Lê ji ber maliyetê ew proje bi talîmata Parlamenterê AKP'ê yê berê Farûk Çelîk ve hatibû guherandin. 
 
LÊŞKERIYE MAZGAL GIRT
 
Deriyekî Rûbarê Cavsakê ku di nava 20'emîn Tûgaya Zirxî de ye, bi hinceta ewlehiyê mazgalên wê hatine girtin. Ji ber ku Mazgal girtiye, av derbasî jerzemînê bûye û bûye sedema lehiyê.
 
RAPORA IRAP'Ê 
 
Ji aliyê din ve, Rapora Plana Kêmkirina Rîska Karesatên Bajêr a 2021'ê (IRAP) jî bi awayekî eşkere îşaret bi vê karesatê kiriye. Di raporê de behsa Rûbarên Cavsak, Karakoyûn, Akpinar (Akipa) hatiye kirin û di raporê de cihên ku dê bajêr bi karesateke muhtemel ve bibin hatine destnîşankirin û cihên ku dê di bin avê de bimînin hatine rêzkirin. Lê di dema baranê de ji ber ku tevdîr nehatine girtin tevî hişyarî û rapora navborî jî rûbarên Cavsak, Karakoyûn û Akpinarê herikîn.
 
Nûnerê Odeya Plansazên Bajêr a Rihayê Mehmet Selîm Açar têkildarî mijarê bi ajansa me re axivî. Acar got ku di sala 2021'ê di bin banê Walîtiya Rihayê de plana kêmkirina xetereyên karesatan amade kirine û got: “Ji bo Xaçerêya Abîdeyê bûdçe hat veqetandin, lê tu tevdîr nehatin girtin.” 
 
'ME GELEK CARAN HIŞYARÎ DAN'
 
Açar diyar kir ku wan ji bo xetereyên heyî gelek caran deverên têkildar hişyar kirine û wiha domand: “Lê tu tevdîr nehatin girtin. Ji bo planê budçe hat veqetandin lê çima ji bo tevdîran nehat xerckirin? 12 sal berê projeya Abîdeyê xetere bû, lê çima jêrerêyeke nû hat avakirin? Me gelek caran ji ber xetereyan ew hişyar kirin û me got dê bedêla wê giran be. Mixabin guhdar nekirin û encameke wiha derket. Heta em fêrî jiyana xwezayê nebin, dê encam her bi vî awayî bin. Kes nizane bê ka ev budçe li ku hatiye xerckirin.”
 
QANÛNA SÛCAN
 
Bi domdarî Açar destnîşan kir ku divê qanûna sûcên bajaran bê derxistin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Hewce ye berpirsyar bên eşkerekirin û darizandin. Dema avahî tê çêkirin, peywirdar, serperiştyarê qadê û mufetîşê înşaetê ji bo heyameke diyarkirî, ji jiyana gel berpirsyar in. Lewma di planên girêdayî bajêr de nediyar e bê ka kî ji jiyana mirovan bepirsyar e. Lewma divê qanûnên sûcên bajar bê çêkirin. Divê kesên van planan pêşkeşî rayedarên fermî dikin, meqamên van pêşkeşî meclisê dikin û yên li meclisê ev plan erê kirin tevek bên darizandin. Nexwe bi tu awayên din hesabê mirinan nayê dayîn.”
 
Di berdewamê de Açar got ku wan li Rûbarê Karakoyunê lêkolîn kirine û wiha pê de çû: “Kê destûra îmarê ji bo vê derê daye? Kê plana herêman daye? Kê ew sewqî meclisê kiriye? Kê li Meclisê erê kiriye? Vaye berpirsyar ev kes in. Li bajar pêdivî bi qadên şînkahiyê hene lê mixabin her dever kirine beton. Li qeraxa çem AVM çêkirine û ew jî bes nekiriye ku avahiyên 7-8 qat ava kirine. Ew jî bes nekiriye ku îcar her devera qeraxê rûbar kirine avahî. Kê destûra vê dabe, berpirsyarê karesatê jî ew e . 
 
XETEREYA AVAHIYÊN TOKÎ YE'
 
Açar anî ziman ku di 30 salên dawî de xebatên binesaziyê jinûve nehatine kirin. Açar bal kişand ser înşaetên TOKÎ'yê yên li Çemê Cavsakê û wiha got: “Ne rast e li wir avahiyên TOKÎ'yê bên çêkirin. Dibe ku sibe pêşî li karesatên nû vebike. Çend sazî bêyî destûrê projeyên xwe bixwe derdixin û dikin meriyetê. Yek jî ji van TOKÎ ye. TOKÎ ji bo dabînkirina pêdiviyên bicihbûna welatiyên xizan hat avakirin. Lê niha dûrî vê rastiya xwe ye û her derê dike beton. Divê em li kêleka çem, zeviyên çandiniyê û qadên ji aliyê jeolojîk ve nebaş dev ji avakirina avahiyan berdin.”
 
'PEWÎSTÎ BI BAJARVANIYA SAXLEM HEYE'
 
Açar destnîşan kir ku li dijî bûyerên muhtemel ên karesatî tevdîr bên girtin û wiha got: “Bûyerên xwezayî her kêliyê dikarin çêbibin. Lê belê li hemberî vê yekê, bi taybetî divê şaredarî di zûtirîn demê de stokên avahiyên bi rîsk diyar bike. Avahiyên ku li kêleka çem û zeviyên çandiniyê hatine çêkirin divê di zûtirîn demê de bên tespîtkirin û ji bo veguhertina avahiyên bi zirara navîn û giran di zûtirîn demê de proje bên amadekirin. Ji bo afirandina bajarên li dijî karesatê, pêwîst e ku li gorî prensîbên plansaziyê, zanist û teknîka xwe tevbigerin. Li dijî bûyerên xwezayî pewîstî bi bajarvaniya saxlem heye."
 
MA / Mahmût Altintaş
 

Sernavên din

21/03/2023
17:06 Li bajarê Nagihan Akarsel agirê Newrozê hate vêxistin
16:51 Li Rojhilat pîrozbahiyên Newrozê
16:51 Newroza Cizîra Botan: Em kurd in, li vir in û kes nikare pêşiya me bigire
16:34 Li Girtîgeha Sîncanê girtiyekî jiyana xwe ji dest da
16:26 Sancar bang li sedhezaran kir: Ji Newrozê re merhaba, ji îktîdara AKP’ê re elweda
16:25 Danişîna doza Çelîk û Akin hate taloqkirin
16:11 Gelan li Çanakkaleyê Newroz pîroz kir: Em ê bi hev re bi ser bikevin
16:09 Li ser rêya Colemêrg û Wanê qezaya trafîkê çêbû
15:56 Li Newroza Amedê posterên Ocalan hatin vekirin
15:50 Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk: Dengê Ocalan bû hêviya azadiyê
15:25 Li Herêma Egeyê civîna bi rojeva ‘hilbijartinê’
15:19 Ji Bafil Talabanî bo Newrozê Amedê peyam: Siyasetmedar û rêberên me berdin
15:07 Nisêbîna rengîn agirê azadiyê pêxist: Gel azadiya birêz Ocalan dixwaze
14:56 Malbata Şenyaşar: Bijî têkoşîna me ya mafdar
14:54 Akdag: Berxwedan bi ruhê Mazlum Dogan didome
14:12 Elewiyan li Edeneyê Newroz pîroz kirin
14:02 Di Newroza Amedê de peyamên yekitiya neteweyî
13:59 ‘Em ê bi agirê Newrozê biherikin ser sindoqan’
13:56 Ji Mizrakli nameya Newrozê: Teqez em ê bi ser bikevin
13:48 Temel: Tecrîd wê rabe û em ê dengê Ocalan bibihîzin
13:29 Newroza Golanê: Dengê me li çar aliyê cîhanê tê bihîstin
13:20 Kûrkût li cihê lê hat qetilkirin hate bibîranîn
13:06 Deklarasyona 2013’an bi bîr xist: Newroz îradeya çareseriyê ye
12:56 Ahmet Turk: Ev Newroz newroza azadkirina birêz Ocalan e
12:38 Di Newroza fînalê de agirê serhildanê cara 2635’emîn hate vêxistin
12:07 Newroza fînalê dest pê kir: Amed bû lehî û herikî qada Newrozê
11:23 Li Hatayê ji bo demekî dest danîn ser cihên çandiniyê
11:22 Li Qada Newrozê hêrsa li dijî tecrîdê
11:21 Gelê Cizîra Botan bi ruhê azadiyê Newrozê pîroz dike
11:07 Li 9 navendan agirê Newrozê tê hilkirin | ZINDÎ
11:01 Bi hezaran bazîdî bi meşaleyan ber bi qada Newrozê ve dimeşin
10:48 Nisêbîna rengîn bi berzkirina dirûşmeyan diherike qada Newrozê
10:40 Li Parka Newrozê dîmenên dagirkeriyê!
10:32 Xelkê Amedê pêl bi pêl diherike qada Newrozê
10:23 Li Antalyayê gelek kes hatin binçavkirin
09:15 Li Qendîlê Newroz bi coş hate pîrozkirin
09:11 Li Swîsreyê pîrozbahiyên Newrozê
09:00 ROJEVA 21'Ê ADARA 2023'YAN
20/03/2023
23:58 Ciwanan li Pirsûsê bi dirûşmeyên 'Bijî Serok Apo' Newroz pîroz kir
22:35 Li Efrînê 4 kurd hatin qetilkirin
21:18 Navê 42 zarokên ku mexdûrên erdhejê ne nayê zanîn
20:58 Rojnamevan Hamdûllah Bayram hate girtin
20:06 2 kesên di Newroza Gebzeyê de hatibûn binçavkirin hatin berdan
19:55 Înîsiyatîfa Malbatên Pirsûsê banga edaletê kir
19:28 Li Qoserê bi çekê êrişî wesayîtekê hate kirin: 2 kes mirin
18:26 Li Antalyayê jinek hate qetilkirin
18:13 Ciwanan li Cizîrê agirê Newrozê vêxist
17:37 Rojnamevan Bayram mafê xwe yê neaxaftinê bi kar anî
17:25 Li Nisêbînê qurbaniyên Newroza 1992’yan hatin bibîranîn
17:11 Amedsporê li deplasmanê 3 pûan wergirtin
16:28 Hejmara qurbaniyên erdhejê derket 50 hezar û 96’an
16:20 Cizîr ji bo Newrozê amade ye
16:12 Cem Yagci ku li Sîncanê tê ragirtin: Ewlehiya canê me nîne
15:55 TJA’yê ji bo Gokkan daxuyanî da: Em derhiqûqiyên li dijî berxwedêran qebûl nakin
15:40 Newroza Agirî: Çareserî Rêya Seyêmîn e
14:41 'Gel wê di hilbijartinê de hesabê Kemal Kûrkût ji we bixwaze’
14:34 Newroza Qereyaziyê bi coş hate pîrozkirin
13:50 Li Qoserê 35 kes hatin berdan
13:49 Xelkê Colemêrgê navnîşana çareseriyê nîşan da: Îmrali
13:48 Cezayê muebedê li kujerê Pakistan Demîr hat birîn
13:30 Li warê Mazlûm Dogan li Depê agirê Newrozê hat pêxistin
13:23 Li Milazgirê coşa Newrozê: Divê yekitiya neteweyî çêbibe
13:08 Qada Newrozê ya Amedê ji bo sed hezaran kes amade ye
12:32 Newroza Qersê: Li dijî tecrîdê êdî tehemûla me nema ye
12:14 Hevserokê HDP’a Bursayê hate berdan
12:13 Li Stenbolê 224 kesên hatibûn binçavkirin, hatin berdan
12:07 Kiliçdaroglû: Cihê çareserkirina pirsgirêka kurd Meclis e
Buldan û Sancar: Em li gel çareserkirina pirsgirêkan li Meclisê ne
11:52 Di Newroza Milazgirê de ‘berxwedana zindanan’ hate silavkirin
11:36 Cenazeyê Tekdal a bi lehiyê re çûbû hat dîtin
11:35 Xelkê Qersê ji bo vêxistina agirê Newrozê kom bû
11:34 Li qûntara Çiyayê Simbî pîrozbahiya Newrozê
11:26 Malbata Şenyaşar: Yên ku di hilbijartinê de qala edaletê nekin dê têk biçin
11:16 Xelkê Agiriyê diherike qada Newrozê
11:11 Kiliçdaroglû dê îro biçe serdana HDP’ê
11:06 Bi hezaran kes li Qereyaziyê diherike qada Newrozê
10:53 Li 7 bajaran agirê Newrozê hate vêxistin | ZINDÎ
10:09 Gelê Amedê ji Newrozê re amade ye: Em ê di Newrozê de starta hilbijartinê bidin
10:07 Hevserokê HDP’a Bûrsayê hat binçavkirin
09:33 Ji KNK’ê peyama Newrozê: Divê em yekitiya xwe xurt bikin û îsal bikin sala azadiyê
09:05 'Divê qanûnên ji bo sûcên li bajêr bên çêkirin û berpirsyar bên darizandin'
09:04 Tembûrvanê Koma Çiya: Kurdan qedexeya Newrozê, li welatê xwe qedexe kir
09:02 Fînala Newrozê sibê ye: Ji bo Ocalan, Kurdistan û Rojhilata Navîn girîng e
09:00 ROJEVA 20'Ê ADARA 2023'YAN
19/03/2023
23:22 Ciwanan li Hewagê Newrozê pîroz kirin
22:19 Li Qoserê piranî jê zarok 35 kes hatin binçavkirin
21:29 Li Wêranşarê 3 kes hatin binçavkirin
20:47 Li Enqereyê li qada Newrozê hêrs û berxwedana gelan
19:36 Newrozê tamul nekirin: 200 kes hatin binçavkirin!
19:26 Li Yenîkapiyê bi sedhezaran kesî bi yek dengî got 'azadî ji bo Ocalan'
18:59 Li Sîlopiyayê birûsk li santrala termîkê ket
18:29 Şanoya Bajêr a Amedê bernameya xwe ya meha Nîsanê eşkere kir
18:18 Li Marmarayê gelan bi hev re Newrozê pîroz kir
17:18 Onder bang li îzmîriyan kir: Bawerim ku Ocalan niha we temaşe dike
17:16 Li Êlihê bi dirûşmeya ‘Bijî Serok Apo’ meşiyan
17:11 Li Manîsayê pîrozbahiya Newrozê hat kirin
16:50 ‘Bêyî Tifaqa Ked û Azadiyê dîrok nikare bê nivîsîn’
16:46 Ji Buroya Hiqûqê ya Asrinê peyama Newrozê: Hewcedarî bi azadiya Ocalan heye
16:38 Şaxa OHD’a Amedê kongre li dar xist: Em ê dawî li tecrîda Îmraliyê bînin
16:28 Hevberdevkê Giştî yê Partiya Çep a Kesk: Em ê komareke demokratîk ava bikin
16:27 Newroza Qoserê bi meşê bi dawî bû