Tembûrvanê Koma Çiya: Kurdan qedexeya Newrozê, li welatê xwe qedexe kir

img
AMED - Tembûrvanê Koma Çiya û Hevserokê Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê Celal Ekîn destnîşan kir ku di salên 90’î de weke her tiştê kurdan li ser Newrozê jî qedexe hebûn, lê kurdan li welatê xwe qedexeyê, qedexe kir.
 
Newroz ku ji aliyê gelek gelan ve tê pîroz kirin, ji bo gelê kurd xwedî cihekî pir taybet e. Her wiha li gor etîmolojiyê jî Newroz di kurdî de tê wateya “Roja Nû” û Newroz ji bo gelê kurd roja vejînê ye. Ji ber ku gelê kurd ji aliyê serdestan ve dihat înkarkirin û tûne dihat hesibandin Newroz jî gelek salan qedexe bû. Piştî salên 1980’yî bi çalakiya ku Mazlûm Dogan di Girtîgeha Amedê de pêk anî û di 21’ê Adarê de bedena xwe da ber agir, Newroz dîsa ji aliyê gelê kurd ve hat pîrozkirin. 
 
Di sala 1991’ê de bi avabûna Navenda Çandê ya Mezopotamyayê (NÇM) û hevkariya partiyên siyasî yên kurdan Newroz bi awayekî girseyî, di bin qedexeyan de dihat pîrozkirin. Niha jî bi milyonan kes ji bo xwestek û daxwazên xwe bidin bihîstin qadên Newrozê tije dikin. 
 
Tembûrvanê Koma Çiya ku di salên 90’î de di bin banê NÇM’ê de stranên azadiyê distirîn û Hevserokê Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê Celal Ekîn, Newrozê û pîrozbahiyên Newrozê nirxandin. 
 
‘HER DIÇÛ EM ZÊDETIR DIBÛN’
 
Ekîn bi pîrozkirina Newroza gelê kurd dest bi axaftina xwe kir. Ekîn da zanîn ku wê çaxê di nava NÇM’ê de Koma Çiya, Koma Azad, Koma Mezra Botan, Koma Gulên Mezra Botan, Koma Rojhilat hebûn û çend hevalên solîst yên weke Ganî Nar û Xanemîr gihîştine wan. Ekîn diyar kir ku surkîlasyon li NÇM’ê pir zêde bû û wiha got: “Ji ber ku sazî, saziyekî tevgera çandê bû, bala her kesî dikişand û her kesî dixwest bê û xwe îfade bike. Dixwestin bi navê NÇM’ê derkevin ser dikekê. Her diçû em zêdetir dibûn. Her wiha dengbêjê bi nav û deng Dengbêj Kazo, zarok û biraziyên xwe ve tev li me bûn. Di şahiyên weke Newrozê yên mezin û bi wate de gelek kesan xwe digihand me û dixwestin di van şahiyan de cih bigirin.”
 
‘MAZLÛM DOGAN BALA GEL KIŞAND SER NEWROZÊ’
 
Ekîn destnîşan kir ku Newroz ji bo kurdan cejneke pir watedar e. Ekîn da zanîn ku di dîroka kevnare ya kurdan de Newroz hebûye, lê Mazlûm Dogan ku di sala 1982’yan de bi sê darikên niftikê bi şewitandina bedena xwe Newrozê careke din zindî kiriye û wiha got: “Mazlûm Dogan bala gel kişand ser Newrozê. Ji ber ku di genetîka gelê kurd de Newroz hebû lê xwedî derketin çêbû. Pîroz kirina Newrozê ji salên 90’î heta 2000’î bi awayekî 'qorsan' hatin kirin. Gava digotin ‘Newroz pîroz be’ digotin ‘Newroz nedir? (Newroz çi ye?) Tişekî wiha tune ye.' Heta 2000’î jî bi vî şeklî berdewam kir. Di sala 91’ê de piştî avakirina NÇM’ê Newroz ji hêla Partiya Ked a Gel (HEP) ve hat organîzekirin. Em weke komeke NÇM’ê Koma Çiya, gava daxwaz dikirin ku derê dibû bila bûbûna em diçûn. Di wan çaxan de jî em di nava gel de hinekî dihatin naskirin. Gel, em zindî nedîtibin jî navê me bihîstibûn û lê xwedî derdiketin. Bi rastî jî gel, bi dilekî gelek germ Newroz pêşwazî dikir.”
 
POLÎTÎKAYÊN BÊ WATEKIRINA NEWROZÊ
 
Ekîn bal kişand ser polîtîkayên bêwatekirina Newrozê û wiha berdewam kir: “Ji ber ku Newroz qedexe bû, di nava tax û kolanan de bi awayekî 'qorsan' dihat pîzorkirin. Digotin cejnekî wiha tune ye. Piştî salên 2000’î dibêjin Newroz heye lê ‘Nevroz' nîn e ‘Nevruz' e û cejneke  tirkan e. Hebûna kurdan dihat înkarkirin. Niha jî dibêjin ‘terore bulaşmamış kürt kardeşlerimiz’ (xwişk û birayên me yên kurd ên daxilî nava terorê nebûne). Lê nizanin ku di Kurdistanê de tu malên şehîd nedayî, di girtîgehan de nemayî, êş nekişandî, gundê wan nehatiye şewitandin maye?”
 
‘ÎRO XWEDÎ DERKETINEK HEYE’
 
Ekîn têkildarî amadekariya teknîkê ya li Newroz û bernameyên salên 90’î axivî û wiha pê de çû: "Teknîka ku îro heyî di wê çaxê de tune bû. Koma Çiya, qasê 9-10 kesan derdiket bernameyan. Heke 3 heb mîkrofon hebûna nîmetekî pir mezin bû. Herkesî devê xwe nêzîk mîkrofonê dikir û bi vî şeklî stranên xwe dixwendin. Îro teknolojî pêş ketiye, gelek amûrên cuda derketine  û hemû hunermend dikarin xwe îfade bikin. Bi rastî teknîk hebû lê ji ber ku mesrefa wê pir zêde bû ji bo me tune bû. Îro jî bi mesref e, lê îro xwedî derketinek heye û hem kesên karê teknîkê dikin hem jî gel fedekarî dike. Min di nava Koma Çiya de li tembûrê dixist. Stranbêjên me Elî Temel, Beser Şahîn, Leyla, Yekbûn, Zana Farqînî, Xalid bûn.”
 
‘HER SAL ÇOŞ ZÊDE DIBE’
 
Ekîn di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Kurdan, xwe bi awayek ser xist. Qedexe li welatê xwe qedexe kirin. Ji ber ku te stran digotin zextek li ser te hebû. Yan tu dê bê girtin, yan dê te bigirin binçavan. Kasedên me yên di wî çaxê de bi bandrol derdiketin. Destûr ji dewletê dihat stendin û vergiya wê dihat dayîn. Lê ew kesên ku ev qasetên fermî derdiketin difirotin ciza dixwarin. Yanî ev tişt jî hebûn. Lê gor vî tiştî jî mirov dikare bibêje kelecanek jî hebû. Adrenalîn di dilê mirovan de bilind dibû û vê yekê mirov bihêz dikir. Lê ew tirs, adrenalîn, tiştên qorsan ev roj bi xwe re anîn. Wê çaxê 10 hezar mirov derdiketin kolanan, lê niha milyonan mirov derdikevin kolanan û Newroza xwe pîroz dikin. Her sal çoş zêde dibe.”
 
ÊŞ Û JANÊN DI MEHA NEWROZÊ DE
 
Ekîn bal kişand ser êş û janên ku di meha Newrozê de pêk hatine û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Tiştekî balkêş heye ku Newroz çiqas cejn û şahiyekî bi coş be jî, her sal bi xwe re qetlîamekê, şînekê, êşekê jî tîne. Helepçe, Nisêbîn çend mînakên vê ne. Di Qetlîema Helepçe de bi 10 hezaran kes hate qetilkirin. Lê dîsa jî Newroza îsal hem ji bo bîranîna wan, bîranîna kesên mehekê berê di binê kavilan de man û hem jî ji kesên ku di vê lehiya li Kurdistanê rabû de canê xwe dan tê pîrozkirin. Hem şîna wan dê bê kirin, hem jî şahiya Newrozê dê bê pîrozkirin. Ya din jî dê bibe sedema li hev dû xwedî derketina  kesên ku cihê wan yê mayînê tune ne. Ji ber vê yekê wateya Newroza îsal cûda ye. Ez bawer dikim ku dê tev li bûnekî xurt nîşan bidin.”
 
BANGA XWEDÎ DERKETINA MEXDÛRÊN ERDHEJÊ
 
Ekîn banga xwedî derketina li mexdûrên erdhejê kir û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Amadekariyên Newrozê bê pirsgirêk qediyan û li gelek cihan Newroz dest pê kir. Dê bi çi awayî biqede em dê pêşerojê de bibînin. Bangawaziya min ew e ku ew kesên tev li Newrozê dibin ji bîr nekin ku termê bi deh hezaran kesan di binê axê de ye, malên bi 10 hezaran kesan tune ne, bi hezaran zarok hene bê xwedî mane û ji ber vê yekê bila xwedî derketinekî xurt çêbibe. Bila kes vê yekê ji bîr neke. Newroz ne tenê cejna kurdan, ya rojhilata navîn, gelê arî ye. Newroz li wan gelan tevan û hemû cîhanê pîroz be. Ez hêvî dikim ku ev pîrozbahî parve kirin, coş, kelecan û rojên azadiyê bi xwe  re bîne. Bi vê mebestê ez Newroza hemû gelan pîroz dikim.”
 
MA / Bazîd Evren 
 

Sernavên din

21/03/2023
17:06 Li bajarê Nagihan Akarsel agirê Newrozê hate vêxistin
16:51 Li Rojhilat pîrozbahiyên Newrozê
16:51 Newroza Cizîra Botan: Em kurd in, li vir in û kes nikare pêşiya me bigire
16:34 Li Girtîgeha Sîncanê girtiyekî jiyana xwe ji dest da
16:26 Sancar bang li sedhezaran kir: Ji Newrozê re merhaba, ji îktîdara AKP’ê re elweda
16:25 Danişîna doza Çelîk û Akin hate taloqkirin
16:11 Gelan li Çanakkaleyê Newroz pîroz kir: Em ê bi hev re bi ser bikevin
16:09 Li ser rêya Colemêrg û Wanê qezaya trafîkê çêbû
15:56 Li Newroza Amedê posterên Ocalan hatin vekirin
15:50 Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk: Dengê Ocalan bû hêviya azadiyê
15:25 Li Herêma Egeyê civîna bi rojeva ‘hilbijartinê’
15:19 Ji Bafil Talabanî bo Newrozê Amedê peyam: Siyasetmedar û rêberên me berdin
15:07 Nisêbîna rengîn agirê azadiyê pêxist: Gel azadiya birêz Ocalan dixwaze
14:56 Malbata Şenyaşar: Bijî têkoşîna me ya mafdar
14:54 Akdag: Berxwedan bi ruhê Mazlum Dogan didome
14:12 Elewiyan li Edeneyê Newroz pîroz kirin
14:02 Di Newroza Amedê de peyamên yekitiya neteweyî
13:59 ‘Em ê bi agirê Newrozê biherikin ser sindoqan’
13:56 Ji Mizrakli nameya Newrozê: Teqez em ê bi ser bikevin
13:48 Temel: Tecrîd wê rabe û em ê dengê Ocalan bibihîzin
13:29 Newroza Golanê: Dengê me li çar aliyê cîhanê tê bihîstin
13:20 Kûrkût li cihê lê hat qetilkirin hate bibîranîn
13:06 Deklarasyona 2013’an bi bîr xist: Newroz îradeya çareseriyê ye
12:56 Ahmet Turk: Ev Newroz newroza azadkirina birêz Ocalan e
12:38 Di Newroza fînalê de agirê serhildanê cara 2635’emîn hate vêxistin
12:07 Newroza fînalê dest pê kir: Amed bû lehî û herikî qada Newrozê
11:23 Li Hatayê ji bo demekî dest danîn ser cihên çandiniyê
11:22 Li Qada Newrozê hêrsa li dijî tecrîdê
11:21 Gelê Cizîra Botan bi ruhê azadiyê Newrozê pîroz dike
11:07 Li 9 navendan agirê Newrozê tê hilkirin | ZINDÎ
11:01 Bi hezaran bazîdî bi meşaleyan ber bi qada Newrozê ve dimeşin
10:48 Nisêbîna rengîn bi berzkirina dirûşmeyan diherike qada Newrozê
10:40 Li Parka Newrozê dîmenên dagirkeriyê!
10:32 Xelkê Amedê pêl bi pêl diherike qada Newrozê
10:23 Li Antalyayê gelek kes hatin binçavkirin
09:15 Li Qendîlê Newroz bi coş hate pîrozkirin
09:11 Li Swîsreyê pîrozbahiyên Newrozê
09:00 ROJEVA 21'Ê ADARA 2023'YAN
20/03/2023
23:58 Ciwanan li Pirsûsê bi dirûşmeyên 'Bijî Serok Apo' Newroz pîroz kir
22:35 Li Efrînê 4 kurd hatin qetilkirin
21:18 Navê 42 zarokên ku mexdûrên erdhejê ne nayê zanîn
20:58 Rojnamevan Hamdûllah Bayram hate girtin
20:06 2 kesên di Newroza Gebzeyê de hatibûn binçavkirin hatin berdan
19:55 Înîsiyatîfa Malbatên Pirsûsê banga edaletê kir
19:28 Li Qoserê bi çekê êrişî wesayîtekê hate kirin: 2 kes mirin
18:26 Li Antalyayê jinek hate qetilkirin
18:13 Ciwanan li Cizîrê agirê Newrozê vêxist
17:37 Rojnamevan Bayram mafê xwe yê neaxaftinê bi kar anî
17:25 Li Nisêbînê qurbaniyên Newroza 1992’yan hatin bibîranîn
17:11 Amedsporê li deplasmanê 3 pûan wergirtin
16:28 Hejmara qurbaniyên erdhejê derket 50 hezar û 96’an
16:20 Cizîr ji bo Newrozê amade ye
16:12 Cem Yagci ku li Sîncanê tê ragirtin: Ewlehiya canê me nîne
15:55 TJA’yê ji bo Gokkan daxuyanî da: Em derhiqûqiyên li dijî berxwedêran qebûl nakin
15:40 Newroza Agirî: Çareserî Rêya Seyêmîn e
14:41 'Gel wê di hilbijartinê de hesabê Kemal Kûrkût ji we bixwaze’
14:34 Newroza Qereyaziyê bi coş hate pîrozkirin
13:50 Li Qoserê 35 kes hatin berdan
13:49 Xelkê Colemêrgê navnîşana çareseriyê nîşan da: Îmrali
13:48 Cezayê muebedê li kujerê Pakistan Demîr hat birîn
13:30 Li warê Mazlûm Dogan li Depê agirê Newrozê hat pêxistin
13:23 Li Milazgirê coşa Newrozê: Divê yekitiya neteweyî çêbibe
13:08 Qada Newrozê ya Amedê ji bo sed hezaran kes amade ye
12:32 Newroza Qersê: Li dijî tecrîdê êdî tehemûla me nema ye
12:14 Hevserokê HDP’a Bursayê hate berdan
12:13 Li Stenbolê 224 kesên hatibûn binçavkirin, hatin berdan
12:07 Kiliçdaroglû: Cihê çareserkirina pirsgirêka kurd Meclis e
Buldan û Sancar: Em li gel çareserkirina pirsgirêkan li Meclisê ne
11:52 Di Newroza Milazgirê de ‘berxwedana zindanan’ hate silavkirin
11:36 Cenazeyê Tekdal a bi lehiyê re çûbû hat dîtin
11:35 Xelkê Qersê ji bo vêxistina agirê Newrozê kom bû
11:34 Li qûntara Çiyayê Simbî pîrozbahiya Newrozê
11:26 Malbata Şenyaşar: Yên ku di hilbijartinê de qala edaletê nekin dê têk biçin
11:16 Xelkê Agiriyê diherike qada Newrozê
11:11 Kiliçdaroglû dê îro biçe serdana HDP’ê
11:06 Bi hezaran kes li Qereyaziyê diherike qada Newrozê
10:53 Li 7 bajaran agirê Newrozê hate vêxistin | ZINDÎ
10:09 Gelê Amedê ji Newrozê re amade ye: Em ê di Newrozê de starta hilbijartinê bidin
10:07 Hevserokê HDP’a Bûrsayê hat binçavkirin
09:33 Ji KNK’ê peyama Newrozê: Divê em yekitiya xwe xurt bikin û îsal bikin sala azadiyê
09:05 'Divê qanûnên ji bo sûcên li bajêr bên çêkirin û berpirsyar bên darizandin'
09:04 Tembûrvanê Koma Çiya: Kurdan qedexeya Newrozê, li welatê xwe qedexe kir
09:02 Fînala Newrozê sibê ye: Ji bo Ocalan, Kurdistan û Rojhilata Navîn girîng e
09:00 ROJEVA 20'Ê ADARA 2023'YAN
19/03/2023
23:22 Ciwanan li Hewagê Newrozê pîroz kirin
22:19 Li Qoserê piranî jê zarok 35 kes hatin binçavkirin
21:29 Li Wêranşarê 3 kes hatin binçavkirin
20:47 Li Enqereyê li qada Newrozê hêrs û berxwedana gelan
19:36 Newrozê tamul nekirin: 200 kes hatin binçavkirin!
19:26 Li Yenîkapiyê bi sedhezaran kesî bi yek dengî got 'azadî ji bo Ocalan'
18:59 Li Sîlopiyayê birûsk li santrala termîkê ket
18:29 Şanoya Bajêr a Amedê bernameya xwe ya meha Nîsanê eşkere kir
18:18 Li Marmarayê gelan bi hev re Newrozê pîroz kir
17:18 Onder bang li îzmîriyan kir: Bawerim ku Ocalan niha we temaşe dike
17:16 Li Êlihê bi dirûşmeya ‘Bijî Serok Apo’ meşiyan
17:11 Li Manîsayê pîrozbahiya Newrozê hat kirin
16:50 ‘Bêyî Tifaqa Ked û Azadiyê dîrok nikare bê nivîsîn’
16:46 Ji Buroya Hiqûqê ya Asrinê peyama Newrozê: Hewcedarî bi azadiya Ocalan heye
16:38 Şaxa OHD’a Amedê kongre li dar xist: Em ê dawî li tecrîda Îmraliyê bînin
16:28 Hevberdevkê Giştî yê Partiya Çep a Kesk: Em ê komareke demokratîk ava bikin
16:27 Newroza Qoserê bi meşê bi dawî bû