Li Wanê peyama sedhezaran: Muxatab Abdullah Ocalan e

img
WAN - Di axaftinên Newroza Wanê de ku bi sedhezaran kes tevli bûne, hat diyarkirin ku tekane muxatab Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan e. 
 
Li Wanê yek ji Newrozên her girseyî yên salên dawî tê pîrozkirin. Bi sedhezaran kesan qada Newrozê heta devî tije kirine. Piştî axaftina destpêkê, bernameya Newrozê bi stranên Koma Aryenê berdewam kir. Hunermend vexwendin ser dikê û agirê Newrozê hate vêxistin. Bi vêxistina agirê Newrozê re girseyê bi yekdengî dirûşma “Bijî Serok Apo” berz kirin. 
 
'DÊ TECRÎD BÊ TÊKBIRIN’
 
Ji rêveberên MED TUHAD-FED’ê Yûsûf Çakas da zanîn ku gelê kurd di qonaxeke dîrokî de ye û wiha got: “Em tevahiya rêhevalên xwe yên li zindanan silav dikin. Di şexsê birêz Ocalan de li zindanan tecrîd tê ferzkirin. Heta ku em tecrîdê têk nebin jî dê nekarin tu tiştekî bi ser bixin. Em ji bo girtiyên nexweş diqîrin û dibêjin ku dê tecrîd were têkbirin û zindan bên azadkirin.” 
 
‘XWEDIYÊ ÇARESERIYÊ BIRÊZ OCALAN E’
 
Parlamenterê HDP’ê yê Wanê Sezaî Temellî jî di axaftina xwe de ev tişt anî ziman: “Newroz tê wateya azadî û berxwedanê. Ji ber karesata erdhejê em di vê Newrozê de xemgîn in. Berpirsyarê vê karesatê jî ev îktîdara dizî û talanê ye. Hemû çavkaniyên vî welatî ji bo dijminatiya li dijî kurdan û şerê li dijî wan bi kar anîn. Yên ku bombeyan li ser serê kurdan dibarînin, berpirsyarên vê karesatê jî ne. Lê ev hêj jî dixwazin ku xwe bi şer û zilmê li ser pêyan bihêlin. Di tifaqa wan de dijminatiya kurdan û zilm heye. Lê em ê wan biavêjin sergoyê. Em xwedî hêvî ne, hêviya me Rêya Sêyemîn e. Em ê teqez vê pergal û faşîzmê têk bibin. Em xwedî çareseriyeke demokratîk in. Xwediyê vê çareseriyê û muxatabê wê birêz Ocalan e. Yên ku mase belav kirin divê bizanin ku HDP heye. HDP dê teqez wê maseyê careke din bi muxataban bide avakirin. Niha li pêşiya me hilbijartinek heye. Divê em tenê yek dengê xwe jî ziyan nekink. Ew deng, emanetên têkoşîna bi dehan sala ye. Em ê bi awayekî pir xurt vegerin Meclisê.” 
 
PEYAMA BUROYA HIQÛQÊ YA SEDSALÊ HATE XWENDIN
 
Piştre jî peyama Buroya Hiqûqê ya Sedsalê hate xwendin. Di peyamê de wiha hat gotin: “Weke parêzerên birêz Ocalan me dixwest ku em bi deng û gotinên miwekîlê xwe li pêşberî we bin lê em tu agahiyan jê nagirin. Birêz Ocalan di Newrozê de bang li gel kiribû û pêşiya pêvajoyeke nû vekiribû. Tevî hemû hewldanên birêz Ocalan jî ev pêvajo hate têkbiririn û ji bo gelê me, bindestan û tevahiya civakê rê li ber pêvajoyeke bixwînî û êşbar vekirin. Di vê pêvajoyê de her wiha li dijî birêz Ocalan jî tecrîdeke giran xistin meriyetê. Her ku şert û mercên aborî û civakî yên civakên Tirkiyeyê û gelên me xerabtir bûn, her ku qadên azadiyê hatin tengkirin; tecrîd jî hate mayîndekirin û êdî gihişt astekî wisa ku tu agahî jê nayên girtin. Zîhniyeta şerxwaz, tecrîd û xizaniyê careke din welat xiste nava krîzeke mezin û encamên giran bi gelê me dan jiyîn. Tevahiya tiştên em dijîn nîşan didin ku ji her demê bêhtir niha pêdivî bi rola azadî û aştiyê ya birêz Ocalan heye. Ji bo ku em dengê aştiyê yê li Îmraliyê bilind dibe bibihîzin, ji bo ku em bikarin van krîzên aborî û polîtîk çareser bikin, hewcehiya me bi wî dengê heye. Heke em li dijî tecrîdê têkoşîneke encamgir bimeşînin, heke em têkoşîna heyî mezintir bikin, wê demê dê rêya aştî û çareseriyê jî vekin .” 
 
Piştre jî peyama Abdullah Ocalan a di Newroza 2013’an a Amedê de hate xwendin. 
 
DEWLET TUNE BÛ LÊ GEL HEBÛ
 
Serokê Giştî yê Partiya Komunist a Kurdistanê (KKP) Sînan Çîftyurek jî wiha got: “Newroz ji bo me coş bû lê îro em bi xemgînî pîroz dikin. Di erdhejê de bi hezaran kesan jiyana xwe ji dest dan. Ev karesatên ku sedsalan carekî çêdibin, rê li ber êşên gelek giran vekir. Di erdhejê de ne dewlet lê gelê me li wir hebû. Li pêşiya me hilbijartinek heye lê Tifaqa Cumhur li ser tunekirina kurdan hatiye avakirin. Polîtîkaya xwe li ser vê ava kiriye. Em vê qebûl nakin. Tevahiya gelê kurd ê were ba hev û di hilbijartinê de serkeftineke mezin bi dest bixe.” 
 
Bernameya Newrozê bi axaftin û stranan berdewam dike. 

Sernavên din

22/03/2023
11:59 Li ser gora Jîna Emînî meşaleya Newrozê hate vêxistin
11:38 Tifaqa Ked û Azadiyê namzetê Serokkomariyê dernaxîne: Em ê hesabê bipirsin
11:24 Li bajarên Ewropayê coşa Newrozê
11:15 Nûçeya giliya derbarê cîgirê serbijîşk de hate astengkirin
10:56 AYM’ê serlêdana HDP’ê qebûl nekir
10:56 Li Îzmîrê 7 kes hatin binçavkirin
10:44 Piştî 30 salên girtîgehê niha li qada Newroza Amedê ye: Bedela me dayî vala neçûye
10:28 Polîsan destên zarokê ku bi lêdanê anîn ber mirinê girêdan û avêtin çem!
09:47 Jinan ji bo azadiya Ocalan bang kirin: Em ê tecrîdê bişkînin
09:01 ‘Azadiya Abdullah Ocalan azadiya me ye'
09:00 ROJEVA 22'YÊ ADARA 2023'YAN
21/03/2023
21:54 Li Amedê polîsan dest danî ser cil û bergên kurdî yên zarokekî 3 salî
21:11 Li Bandirmayê agirê Newrozê
20:24 Ciwanan piştî pîrozbahiyê meşek li dar xist
19:12 Oranê ku li girtîgehê jiyana xwe ji dest da hat veşartin
18:14 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pîrozbahiyên Newrozê bi dawî bûn
18:09 Li Cizîrê bi hezaran kes piştî Newrozê meşiyan
17:06 Li bajarê Nagihan Akarsel agirê Newrozê hate vêxistin
16:51 Li Rojhilat pîrozbahiyên Newrozê
16:51 Newroza Cizîra Botan: Em kurd in, li vir in û kes nikare pêşiya me bigire
16:34 Li Girtîgeha Sîncanê girtiyekî jiyana xwe ji dest da
16:26 Sancar bang li sedhezaran kir: Ji Newrozê re merhaba, ji îktîdara AKP’ê re elweda
16:25 Danişîna doza Çelîk û Akin hate taloqkirin
16:11 Gelan li Çanakkaleyê Newroz pîroz kir: Em ê bi hev re bi ser bikevin
16:09 Li ser rêya Colemêrg û Wanê qezaya trafîkê çêbû
15:56 Li Newroza Amedê posterên Ocalan hatin vekirin
15:50 Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk: Dengê Ocalan bû hêviya azadiyê
15:25 Li Herêma Egeyê civîna bi rojeva ‘hilbijartinê’
15:19 Ji Bafil Talabanî bo Newrozê Amedê peyam: Siyasetmedar û rêberên me berdin
15:07 Nisêbîna rengîn agirê azadiyê pêxist: Gel azadiya birêz Ocalan dixwaze
14:56 Malbata Şenyaşar: Bijî têkoşîna me ya mafdar
14:54 Akdag: Berxwedan bi ruhê Mazlum Dogan didome
14:12 Elewiyan li Edeneyê Newroz pîroz kirin
14:02 Di Newroza Amedê de peyamên yekitiya neteweyî
13:59 ‘Em ê bi agirê Newrozê biherikin ser sindoqan’
13:56 Ji Mizrakli nameya Newrozê: Teqez em ê bi ser bikevin
13:48 Temel: Tecrîd wê rabe û em ê dengê Ocalan bibihîzin
13:29 Newroza Golanê: Dengê me li çar aliyê cîhanê tê bihîstin
13:20 Kûrkût li cihê lê hat qetilkirin hate bibîranîn
13:06 Deklarasyona 2013’an bi bîr xist: Newroz îradeya çareseriyê ye
12:56 Ahmet Turk: Ev Newroz newroza azadkirina birêz Ocalan e
12:38 Di Newroza fînalê de agirê serhildanê cara 2635’emîn hate vêxistin
12:07 Newroza fînalê dest pê kir: Amed bû lehî û herikî qada Newrozê
11:23 Li Hatayê ji bo demekî dest danîn ser cihên çandiniyê
11:22 Li Qada Newrozê hêrsa li dijî tecrîdê
11:21 Gelê Cizîra Botan bi ruhê azadiyê Newrozê pîroz dike
11:07 Li 9 navendan agirê Newrozê tê hilkirin | ZINDÎ
11:01 Bi hezaran bazîdî bi meşaleyan ber bi qada Newrozê ve dimeşin
10:48 Nisêbîna rengîn bi berzkirina dirûşmeyan diherike qada Newrozê
10:40 Li Parka Newrozê dîmenên dagirkeriyê!
10:32 Xelkê Amedê pêl bi pêl diherike qada Newrozê
10:23 Li Antalyayê gelek kes hatin binçavkirin
09:15 Li Qendîlê Newroz bi coş hate pîrozkirin
09:11 Li Swîsreyê pîrozbahiyên Newrozê
09:00 ROJEVA 21'Ê ADARA 2023'YAN
20/03/2023
23:58 Ciwanan li Pirsûsê bi dirûşmeyên 'Bijî Serok Apo' Newroz pîroz kir
22:35 Li Efrînê 4 kurd hatin qetilkirin
21:18 Navê 42 zarokên ku mexdûrên erdhejê ne nayê zanîn
20:58 Rojnamevan Hamdûllah Bayram hate girtin
20:06 2 kesên di Newroza Gebzeyê de hatibûn binçavkirin hatin berdan
19:55 Înîsiyatîfa Malbatên Pirsûsê banga edaletê kir
19:28 Li Qoserê bi çekê êrişî wesayîtekê hate kirin: 2 kes mirin
18:26 Li Antalyayê jinek hate qetilkirin
18:13 Ciwanan li Cizîrê agirê Newrozê vêxist
17:37 Rojnamevan Bayram mafê xwe yê neaxaftinê bi kar anî
17:25 Li Nisêbînê qurbaniyên Newroza 1992’yan hatin bibîranîn
17:11 Amedsporê li deplasmanê 3 pûan wergirtin
16:28 Hejmara qurbaniyên erdhejê derket 50 hezar û 96’an
16:20 Cizîr ji bo Newrozê amade ye
16:12 Cem Yagci ku li Sîncanê tê ragirtin: Ewlehiya canê me nîne
15:55 TJA’yê ji bo Gokkan daxuyanî da: Em derhiqûqiyên li dijî berxwedêran qebûl nakin
15:40 Newroza Agirî: Çareserî Rêya Seyêmîn e
14:41 'Gel wê di hilbijartinê de hesabê Kemal Kûrkût ji we bixwaze’
14:34 Newroza Qereyaziyê bi coş hate pîrozkirin
13:50 Li Qoserê 35 kes hatin berdan
13:49 Xelkê Colemêrgê navnîşana çareseriyê nîşan da: Îmrali
13:48 Cezayê muebedê li kujerê Pakistan Demîr hat birîn
13:30 Li warê Mazlûm Dogan li Depê agirê Newrozê hat pêxistin
13:23 Li Milazgirê coşa Newrozê: Divê yekitiya neteweyî çêbibe
13:08 Qada Newrozê ya Amedê ji bo sed hezaran kes amade ye
12:32 Newroza Qersê: Li dijî tecrîdê êdî tehemûla me nema ye
12:14 Hevserokê HDP’a Bursayê hate berdan
12:13 Li Stenbolê 224 kesên hatibûn binçavkirin, hatin berdan
12:07 Kiliçdaroglû: Cihê çareserkirina pirsgirêka kurd Meclis e
Buldan û Sancar: Em li gel çareserkirina pirsgirêkan li Meclisê ne
11:52 Di Newroza Milazgirê de ‘berxwedana zindanan’ hate silavkirin
11:36 Cenazeyê Tekdal a bi lehiyê re çûbû hat dîtin
11:35 Xelkê Qersê ji bo vêxistina agirê Newrozê kom bû
11:34 Li qûntara Çiyayê Simbî pîrozbahiya Newrozê
11:26 Malbata Şenyaşar: Yên ku di hilbijartinê de qala edaletê nekin dê têk biçin
11:16 Xelkê Agiriyê diherike qada Newrozê
11:11 Kiliçdaroglû dê îro biçe serdana HDP’ê
11:06 Bi hezaran kes li Qereyaziyê diherike qada Newrozê
10:53 Li 7 bajaran agirê Newrozê hate vêxistin | ZINDÎ
10:09 Gelê Amedê ji Newrozê re amade ye: Em ê di Newrozê de starta hilbijartinê bidin
10:07 Hevserokê HDP’a Bûrsayê hat binçavkirin
09:33 Ji KNK’ê peyama Newrozê: Divê em yekitiya xwe xurt bikin û îsal bikin sala azadiyê
09:05 'Divê qanûnên ji bo sûcên li bajêr bên çêkirin û berpirsyar bên darizandin'
09:04 Tembûrvanê Koma Çiya: Kurdan qedexeya Newrozê, li welatê xwe qedexe kir
09:02 Fînala Newrozê sibê ye: Ji bo Ocalan, Kurdistan û Rojhilata Navîn girîng e
09:00 ROJEVA 20'Ê ADARA 2023'YAN