Li Çewligê agirê Newrozê bi dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ vêxistin: Têkoşîna Kawayan dê mezin bibe

img
ÇEWLIG - Li Çewlîgê agirê Newrozê bi dirûşma “Bijî Serok Apo” hat vêxistin. Di axaftinên Newrozê de hat gotin ku dê têkoşîna Kawayan a li hemberî Deheqan roj bi roj mezintir bibe. 
 
Newroza Çewlikê bi pêşengiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Çepên Kesk û bi dirûşmên “Her der Newroz, her dem azadî” û “Bi agirê Newrozê ber bi azadiyê ve” li Qada Newrozê ya Taxa Sarayê hate pîrozkirin. Qada Newrozê bi alayên HDP, Partiya Çep a Kesk û pankarta “Bila Çewlig weke herêma karesatê bê îlankirin” hatibû xemilandin. Tevî barana zêde jî bi sedan kes ji saetên serê sibehê ve berê xwe dan qada Newrozê. Endam û rêveberên rêxistinên HDP, DBP û Partiya Çep a Kesk ên navend û navçeyan, aktîvîstên TJA’yê, endamên Dayikên Aştiyê, nûnerên rêxistinên civaka sivîl û bi hezaran welatî tev li pîrozbahiyê bûn. Ligel barana zêde jî bi sedan welatî ji gund, navçe û taxan berê xwe dan qada Newrozê. Welatiyan cil û bergên kurdî li xwe kiribûn. Pîrozbahî bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. 
 
Di pîrozbahiyê de ji ewil Rêveberê Komîteya Amadekar a Newrozê Zayîm Bagbars axivî. Bagbars di serî de Newroz li her kesî pîroz kir û ji malbatên qurbaniyên erdhejê re sersaxî xwest. Bagbars, da zanîn ku hikûmetê ji bo erdhejê tu tevdîr negirtibû lewma berpirsyarê mirinan jî ew e. 
 
‘EM Ê BI RUHÊ KAWAYAN BERSIVÊ BIDIN DHAQAN’
 
Piştre jî Hevserokê HDP’a Çewligê Feyzûllah Şeyhanoglû axivî û ev tişt anî ziman: “Îktîdarê tu carî ji bo karesatan tevdîr negirt. Lewma bû sedema mirina bi hezaran kesan. Divê gelê me di hilbijartinên 14’ê gulanê de biçe ser sindoqê û bersiveke xurt bide wan. Em ê bi ruhê Newrozê birînên xwe derman bikin û hesabê ji hikûmetê bipirsin. Em ê tu carî de dev ji têkoşîna xwe bernedin. Em ê bi ruhê Kawayan bersivê bidin Dehaqan.”
 
‘DAWIYA VÊ ÎKTÎDARÊ HATIYE’
 
Endama PM’a DBP’ê Nûrten Uzumcu jî Newroz li gel pîroz kir û wiha got: “Em bi ruhê têkoşîn û serhildanê Newrozê pîroz dikin. Îktîdara AKP’ê ev 20 sal in cihê jiyanê bo gelan nehiştiye. Dawiya vê îktîdarê hatiye. Dê winda bikin. Li dijî îktîdarê hêrseke mezin heye û roj bi roj mezintir dibin. Divê em li dijî zilm, zordarî, kedxwarî û bêhiqûqiyê bêhtir têbikoşin. Li pêşiya me hilbijartinek heye û ji bo bidawîkirina vê zilmê divê em kolan bi kolan, tax bi tax, gund bi gund xebatan bimeşînin û rêxistiniya xwe mezintir bikin.”
 
Hevseroka HDP’ê ya Çewligê Mihrîban Ekîncî jî helbesta xwe ya bi navê “Newroz” xwend. 
 
‘KURD DÊ TU CARÎ SERÎ NETEWÎNIN’
 
Herî dawî jî Parlamenterê HDP’ê yê Çewligê Erdal Aydemîr axivî û wiha got: “Dehaq, bi sala ye zilmê li gel dikin. Lê li hemberî wan jî Kawayên Hesinkar hene. Gelê kurd li dijî zilmê tu carî serî netewand û dê netewîne jî. Her wiha ji bo malbatên qurbaniyên erdhejê sersaxiyê dixwazim. Heke hikûmetê tevdîr bigirta dê ewqas kesan jiyana xwe ji dest nedabûna. Ev jî zilm e. Hêj birînên erdhejê nehatibûn dermankirin ku îcar karesata lehiyan çêbû. Her tişt ji bo rantê çêkirine. Erdogan di nava 20 salan de ev welat xizan kir û bû sedem ku bi milyonan kes ji cih û warên xwe bibin. Ji bo jiyaneke azad û aştiyane pêwîstî bi siyaseteke demokratîk heye. Her wiha em li vir girtiyên siyasî silav dikin. Divê em dest bidin destê hev û di 14’ê gulanê de bersivê bidin van dehaqan”.
 
Bi dawîbûna axaftinê re girseyê tilîlî avêtin û dengê çepikan li qadê bilind bû. Girseyê bi dirûşmên “Bijî Serok” û “Bijî Serok Apo” agirê Newrozê vêxist. 
 
Piştre jî hunermend Evîn Sindî û dengbêjê herêmê Fettah Yalçin derketin ser dikeê û stranên xwe gotin. 
 
Newroz, bi dirûşma “Jin, jiyan, azadî” bi dawî bû. 
 

Sernavên din

22/03/2023
11:59 Li ser gora Jîna Emînî meşaleya Newrozê hate vêxistin
11:38 Tifaqa Ked û Azadiyê namzetê Serokkomariyê dernaxîne: Em ê hesabê bipirsin
11:24 Li bajarên Ewropayê coşa Newrozê
11:15 Nûçeya giliya derbarê cîgirê serbijîşk de hate astengkirin
10:56 AYM’ê serlêdana HDP’ê qebûl nekir
10:56 Li Îzmîrê 7 kes hatin binçavkirin
10:44 Piştî 30 salên girtîgehê niha li qada Newroza Amedê ye: Bedela me dayî vala neçûye
10:28 Polîsan destên zarokê ku bi lêdanê anîn ber mirinê girêdan û avêtin çem!
09:47 Jinan ji bo azadiya Ocalan bang kirin: Em ê tecrîdê bişkînin
09:01 ‘Azadiya Abdullah Ocalan azadiya me ye'
09:00 ROJEVA 22'YÊ ADARA 2023'YAN
21/03/2023
21:54 Li Amedê polîsan dest danî ser cil û bergên kurdî yên zarokekî 3 salî
21:11 Li Bandirmayê agirê Newrozê
20:24 Ciwanan piştî pîrozbahiyê meşek li dar xist
19:12 Oranê ku li girtîgehê jiyana xwe ji dest da hat veşartin
18:14 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pîrozbahiyên Newrozê bi dawî bûn
18:09 Li Cizîrê bi hezaran kes piştî Newrozê meşiyan
17:06 Li bajarê Nagihan Akarsel agirê Newrozê hate vêxistin
16:51 Li Rojhilat pîrozbahiyên Newrozê
16:51 Newroza Cizîra Botan: Em kurd in, li vir in û kes nikare pêşiya me bigire
16:34 Li Girtîgeha Sîncanê girtiyekî jiyana xwe ji dest da
16:26 Sancar bang li sedhezaran kir: Ji Newrozê re merhaba, ji îktîdara AKP’ê re elweda
16:25 Danişîna doza Çelîk û Akin hate taloqkirin
16:11 Gelan li Çanakkaleyê Newroz pîroz kir: Em ê bi hev re bi ser bikevin
16:09 Li ser rêya Colemêrg û Wanê qezaya trafîkê çêbû
15:56 Li Newroza Amedê posterên Ocalan hatin vekirin
15:50 Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk: Dengê Ocalan bû hêviya azadiyê
15:25 Li Herêma Egeyê civîna bi rojeva ‘hilbijartinê’
15:19 Ji Bafil Talabanî bo Newrozê Amedê peyam: Siyasetmedar û rêberên me berdin
15:07 Nisêbîna rengîn agirê azadiyê pêxist: Gel azadiya birêz Ocalan dixwaze
14:56 Malbata Şenyaşar: Bijî têkoşîna me ya mafdar
14:54 Akdag: Berxwedan bi ruhê Mazlum Dogan didome
14:12 Elewiyan li Edeneyê Newroz pîroz kirin
14:02 Di Newroza Amedê de peyamên yekitiya neteweyî
13:59 ‘Em ê bi agirê Newrozê biherikin ser sindoqan’
13:56 Ji Mizrakli nameya Newrozê: Teqez em ê bi ser bikevin
13:48 Temel: Tecrîd wê rabe û em ê dengê Ocalan bibihîzin
13:29 Newroza Golanê: Dengê me li çar aliyê cîhanê tê bihîstin
13:20 Kûrkût li cihê lê hat qetilkirin hate bibîranîn
13:06 Deklarasyona 2013’an bi bîr xist: Newroz îradeya çareseriyê ye
12:56 Ahmet Turk: Ev Newroz newroza azadkirina birêz Ocalan e
12:38 Di Newroza fînalê de agirê serhildanê cara 2635’emîn hate vêxistin
12:07 Newroza fînalê dest pê kir: Amed bû lehî û herikî qada Newrozê
11:23 Li Hatayê ji bo demekî dest danîn ser cihên çandiniyê
11:22 Li Qada Newrozê hêrsa li dijî tecrîdê
11:21 Gelê Cizîra Botan bi ruhê azadiyê Newrozê pîroz dike
11:07 Li 9 navendan agirê Newrozê tê hilkirin | ZINDÎ
11:01 Bi hezaran bazîdî bi meşaleyan ber bi qada Newrozê ve dimeşin
10:48 Nisêbîna rengîn bi berzkirina dirûşmeyan diherike qada Newrozê
10:40 Li Parka Newrozê dîmenên dagirkeriyê!
10:32 Xelkê Amedê pêl bi pêl diherike qada Newrozê
10:23 Li Antalyayê gelek kes hatin binçavkirin
09:15 Li Qendîlê Newroz bi coş hate pîrozkirin
09:11 Li Swîsreyê pîrozbahiyên Newrozê
09:00 ROJEVA 21'Ê ADARA 2023'YAN
20/03/2023
23:58 Ciwanan li Pirsûsê bi dirûşmeyên 'Bijî Serok Apo' Newroz pîroz kir
22:35 Li Efrînê 4 kurd hatin qetilkirin
21:18 Navê 42 zarokên ku mexdûrên erdhejê ne nayê zanîn
20:58 Rojnamevan Hamdûllah Bayram hate girtin
20:06 2 kesên di Newroza Gebzeyê de hatibûn binçavkirin hatin berdan
19:55 Înîsiyatîfa Malbatên Pirsûsê banga edaletê kir
19:28 Li Qoserê bi çekê êrişî wesayîtekê hate kirin: 2 kes mirin
18:26 Li Antalyayê jinek hate qetilkirin
18:13 Ciwanan li Cizîrê agirê Newrozê vêxist
17:37 Rojnamevan Bayram mafê xwe yê neaxaftinê bi kar anî
17:25 Li Nisêbînê qurbaniyên Newroza 1992’yan hatin bibîranîn
17:11 Amedsporê li deplasmanê 3 pûan wergirtin
16:28 Hejmara qurbaniyên erdhejê derket 50 hezar û 96’an
16:20 Cizîr ji bo Newrozê amade ye
16:12 Cem Yagci ku li Sîncanê tê ragirtin: Ewlehiya canê me nîne
15:55 TJA’yê ji bo Gokkan daxuyanî da: Em derhiqûqiyên li dijî berxwedêran qebûl nakin
15:40 Newroza Agirî: Çareserî Rêya Seyêmîn e
14:41 'Gel wê di hilbijartinê de hesabê Kemal Kûrkût ji we bixwaze’
14:34 Newroza Qereyaziyê bi coş hate pîrozkirin
13:50 Li Qoserê 35 kes hatin berdan
13:49 Xelkê Colemêrgê navnîşana çareseriyê nîşan da: Îmrali
13:48 Cezayê muebedê li kujerê Pakistan Demîr hat birîn
13:30 Li warê Mazlûm Dogan li Depê agirê Newrozê hat pêxistin
13:23 Li Milazgirê coşa Newrozê: Divê yekitiya neteweyî çêbibe
13:08 Qada Newrozê ya Amedê ji bo sed hezaran kes amade ye
12:32 Newroza Qersê: Li dijî tecrîdê êdî tehemûla me nema ye
12:14 Hevserokê HDP’a Bursayê hate berdan
12:13 Li Stenbolê 224 kesên hatibûn binçavkirin, hatin berdan
12:07 Kiliçdaroglû: Cihê çareserkirina pirsgirêka kurd Meclis e
Buldan û Sancar: Em li gel çareserkirina pirsgirêkan li Meclisê ne
11:52 Di Newroza Milazgirê de ‘berxwedana zindanan’ hate silavkirin
11:36 Cenazeyê Tekdal a bi lehiyê re çûbû hat dîtin
11:35 Xelkê Qersê ji bo vêxistina agirê Newrozê kom bû
11:34 Li qûntara Çiyayê Simbî pîrozbahiya Newrozê
11:26 Malbata Şenyaşar: Yên ku di hilbijartinê de qala edaletê nekin dê têk biçin
11:16 Xelkê Agiriyê diherike qada Newrozê
11:11 Kiliçdaroglû dê îro biçe serdana HDP’ê
11:06 Bi hezaran kes li Qereyaziyê diherike qada Newrozê
10:53 Li 7 bajaran agirê Newrozê hate vêxistin | ZINDÎ
10:09 Gelê Amedê ji Newrozê re amade ye: Em ê di Newrozê de starta hilbijartinê bidin
10:07 Hevserokê HDP’a Bûrsayê hat binçavkirin
09:33 Ji KNK’ê peyama Newrozê: Divê em yekitiya xwe xurt bikin û îsal bikin sala azadiyê
09:05 'Divê qanûnên ji bo sûcên li bajêr bên çêkirin û berpirsyar bên darizandin'
09:04 Tembûrvanê Koma Çiya: Kurdan qedexeya Newrozê, li welatê xwe qedexe kir
09:02 Fînala Newrozê sibê ye: Ji bo Ocalan, Kurdistan û Rojhilata Navîn girîng e
09:00 ROJEVA 20'Ê ADARA 2023'YAN