Hem li malê hem li midûriyeta polîsan bi saetan îşkence lê kirine

img
RIHA - Bozan Demîr ku li bajaroka Elîgorê ya Pirsûsê bi îşkenceyê hatibû binçavkirin diyar kir ku piştî ku ew birine TEM a Rihayê jî îşkence dewam kiriye û li vir kincên wî jê kirine û bi saetan îşkence lê kirine. 
 
Li mezrika Curnereş a gundê Mishecerkê yê navçeya Pirsûsê ya Rihayê di 24’ê Sibatê de leşker û Sitki Kurtoglû (Xebat Xelat) ku tê gotin PKK'yî ye, pev çûbûn. Piştî pêvçûnê di 1 û 2’yê adarê de li mezrikê 7 kes hatibûn binçavkirin. Piştî binçavkirinan derketibû holê ku kesên ku hatine binçavkirin rastî îşkenceyê hatine. Ji kesên ku hatibûn binçavkirin Adle Samûr û hevjînê wê  Mehmet Samûr hatibûn girtin û yên din jî hatibûn berdan. Ji kesên hatibûn binçavkirin Bozan Demîr ku piştî binçavkirinê hat berdan diyar kir ku dema hatiye binçavkirin him li malê hem jî li TEM'ê ya Midûriyeta Polîsan a Rihayê  de rastî îşkence hatiye.
 
‘ÎŞKENCE LI MIN KIRIN’
 
Demîr diyar kir ku di 1’ê Adarê de polîs û leşkeran avêtine ser mala wan û îşkence li wî kirine. Demîr anî ziman ku lê hatiye ferzkirin ku bibêje kesê ku bi leşkeran re şer kiriye nas dike û wiha qala wê demê kir: “Kelemçeya plastîk li destê min xistin û ez birim pêjgehê. Li vir îşkence li min kirin. Serê min û serçavên min dan ber lêdanê. Pêl pişta min kirin û destê min rakirin jor, gotin, ‘Heke tu neaxivî em ê destê te bişkînin.’ Keça min bazda hat got, 'li bavê min nexin.' Bi destê keça min girtin û ew derxistin. Ser çavên min hemû mohr bibûn. Li malê wêneyê kesê ku bi leşkeran re pev çûye nîşanî min didan û tahde li min dikirin û digotin, ‘Bêje ez nas dikim em te berdin.’ Yanî wisa dikirin ku bi zorê bi min bidana gotin ku ez wî nas dikim, lê min ew qet nedîtibû û min got 'ez na snakim.' Her wiha ew gundê ku pevçûn lê çebûye 8 km dûrî me ye. Ji min re digotin 'te bûyer nedîtiye? Min jî got 'dûrî me ye, ez ê çawa bibînim.' Ez merivekî karker im, şivaniyê dikim û ser banê xaniyan çêdikim. Çi karê min bi bûyeran re heye. Li ser serê min digeriyan û tiştên ku haya min jê tune ye, ji min dipirsîn. Mal jî hemû belawela kirin.” 
 
TAHDE LI KEÇA WÎ KIRINE
 
Demîr bilêv kir ku li malê tahde li keça wî jî hatiye kirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Keça min a 17 salî ku diçe lîseyê jî birine der, di warê derûnî de tahde lê kirine. Ji wê pirsîne, bê ka kesên biyanî tên mala wan yan na. Yanî pirsên bi vî awayî jê pirsîne. Li malê 2 saetan ez li erdê hiştim, heqaret û tundî li  min dikirin. Ez bi kincen raketinê birim nexweşxaneyê. Qurtikê min jî di dema îşkenceyê de diriyabû, ew ji min kirin û li nexweşxaneyê li serê min û milê min nêrîn û rapor nivisîn. Piştrê jî ez birim TEM’ê ya  Rihayê. Li TEM’ê ez avêtim hucreyê, heta nîvro ez di hucreyê de bûm.”
 
LI TEM’Ê ÎŞKENCE
 
Demîr da zanîn ku li TEM a Rihayê jî îşkence berdewam kiriye û ev tişt gotin: “Nîvro bang li min kirin û gotin were, ez birim qatê jorîn. Li wir yekî ji min re got, xwe bi derî ve bizeliqîne, min xwe bi derî vê zeliqand û yek hat çavên min girêdan û ez kirim odeyekê. Li wê odeyê jî îşkence li min kirin. Gelek gormiç li serê min, mile min xistin. Yek hat pêçiya xwe kir nav çavê min û got, ‘Biaxive tu wî merivî nas dikî, te ew bûyer dît.’ Min jî got ez nas nakim, min bûyer nedîtiye. Pişt re ez tazî kirim û ava cemidî bi ser serê min dakirin û heqaret li min kirin. Digotin, ‘Em ê wêneyên te bikişînin û ji zarokên te re bişînin û li ser medyaya sanal belav bikin, em ê vê bûyerê jî bikin stuyê te.’ Ji min re digotin, ‘Tu ermenî yî, zarokên xwe jî bigire û ji vî welatî derkeve.’ Tevî ku min got ez vî merivî nas nakim, haya min ji bûyerê nîn e jî îşkence li min kirin. Yekî qablo kir stuye min û yê din jî bi gormiçan li min dixist. Belkî hezar gormiç li milê min xistin. Yê li cem wî digot 'ez ceyranê bidimê', yê din jî digot 'ez li benda fermanê me, bila ferman were em ê ceyranê bidin.' Piştre her yekî qablo girtin û li dor stûye min şidandin. Min digot ez ê bifetisim. Pişt re ez berdam û bi berdanê re gormiçek li zikê min xistin. Piştre ez li dor xwe zîvirandim li ser vê ez  ketim erdê. Pişt re ez rakirim birim ser sendeliyekê û li wir jî ez zîvirandim. Piştre ez birim ber derî, çavê min vekirin û ez avêtim der, bi avêtina der jî derî li ser xwe girtin. Pişt re dîsa ez birim hucreyê.”
 
‘TU XEYALAN DIBÎNÎ’
 
Demîr anî ziman ku îşkenceyên ku li TEM’ê li wî hatine kirin înkar kirine û wiha pê dê çû: “Rojek di ser re derbas bû, careke din bang li min kirin. Ez jî tirsiyam min got qey careke din dê îşkence li min bikin. Lê vê care ez birim odeyeke din, li wir 2 kes rûniştibûn. Heman pirsan wan jî ji min kir. Min ji wan re jî got 'ez nizanim.'  Min ji wan re got duh îşkence li min kirin, yê bi rîtop got, ‘Bêyî destûra min tu kes nikare îşkence li kesî bike, tu xewnan dibînî.’ Min jî got 'heqaret li min kirin,' yê rîtop li ser komputerê deng bi min guhdarî kir. Mın ew deng nas kır ü got, 'vî îşkence li min kir.' Li ser vê yê din got, 'ew pir girödayî dewletê ne lewma wisa dikin.' Min jî got 'hûn van îşkenceyan li min bikin sibe zarokên min dê çawa girêdayî vê dewletê bin, wê nebêjin vê dewletê îşkence li bavê me wisa kir.'”
 
LI MALA BIRAYÊ WÎ GULE HIŞTINE
 
Demîr di berdewama axaftina xwe de diyar kir ku li mala birayê wî ku bi wî re hatibû binçavkirin gule hatiye dîtin û ev tişt anîn ziman: “Birayê min Alî Demîr ew jî wê rojê hatibû binçavkirin. Wê rojê bi ser mala birayê min de jî girtibûn lê ji ber ku ne li malê bû, tahde lê nekiribûn. Heke li malê bûna ew jî dê rastî îşkenceyê bihata. Lê wê rojê li cihê kar bû, xwediyê kar gotibû ew her tim li vir e, karê xwe dike. Li mala birayê min jî guleyek û qelemek hiştibûn. Piştî ku ew çûbûn dîtibûn. Deriyê mala wî jî şikandibûn. Yanî îhtimaleke mezin wan ew gule daniye wir." 
 
GILÎ KIRINE
 
Demîr bi lêv kir ku piştî 4 rojên li TEM’ê li Edliyeya Rihayê hatiye berdan û giliyê polîsên îşkence lê kirine kiriye. Demîr xwest kesên îşkence lê kirine bên cezakirin.
 
MA / Mahmût Altintaş
 

Sernavên din

15/03/2023
12:15 Li Rihayê gel şaredar ji qada lehî lê rabû derxist
11:55 Li Şemzînanê agirê Newrozê bi 3 zilikên şixatê hat vêxistin: Heta Ocalan azad dibe dê têkoşîn jî bidome
11:53 Beşar Esad li Rûsyayê ye
11:45 Yek ji 6 kesên ku di tunelê de asê mabûn bi avjeniyê xelas bû
11:32 ‘Bi Komkujiya Helebceyê xwestin kurdan qir bikin’
11:13 HDP’ê serlêdaneke nû kir: Bila parastin bimîne piştî hilbijartinê
11:13 Li Semsûrê lehî rabû: Kesekî jiyana xwe ji dest da û 4 kes jî winda ne
11:12 Rojnameger Yildirim hate binçavkirin
11:00 Li Wêranşarê kon di bin avê de man
10:38 Li Rihayê baraneke zêde bariya: 6 kes di tunelê de asê man
10:30 Elbistan, li Karaelbistan a erdhejê ser û bin kiribû ji nû ve tê avakirin
10:23 Ji bo mexdûrên erdhejê balavxane hate çêkirin
10:13 Li Girtîgeha Bandirmayê lêgerîna nava dev li girtiyan tê ferzkirin
10:12 MYK’a HDP dicive: Pêşniyaza ku Tifaq bi lîsteyekê bikeve hilbijartinê li ser maseyê ye
09:03 Deşta Hespîstê bi nêrgizan xemilî
09:02 Hem li malê hem li midûriyeta polîsan bi saetan îşkence lê kirine
09:02 'Çi dibe bila bibe em ê li vir bimînin'
09:01 Altan ku di Newroza Cizîrê de 3 kes ji malbata wî hatin qetilkirin: Îro Newroz bi saya ruhê 90'î tên pîrozkirin
09:00 'Em ê bi ruhê seferberiyê li qadan bin'
09:00 ROJEVA 15'Ê ADARA 2023'YAN
14/03/2023
22:19 Li Agiriyê Newroz hat pîrozkirin
22:04 Li Stewrê malbatên xeydan li hev hatin anîn
20:13 Li Behra Spî erdhej çêbû
19:18 SES'a Amedê: Em ê hefteya têkoşînê li herêmên erdhejê bidin destpêkirin
18:25 Li Mereşê bi pileya 4.9 erdhej çêbû
17:28 Girtiyê nexweş zextên girtîgehê vegotin: Roj nîne ku ceza nedin
17:18 Ji bo Newroza Sêrtê banga tev li bûnê
17:03 Şîna Saltan bi girseyî hate ziyaretkirin
16:49 Di doza Mulkiye Kazan de dadgehê biryar da ku şahid neyên guhdarîkirin
16:48 TFF’yê cezayê êrişa nijadperest kêm kir
16:37 Kiliçdaroglû li Hatayê ye: Beriya helalbûnê lêborînê bixwaze
16:19 SES’ê rapora xwe ya Bazarcixê eşkere kir: Divê xizmetên tenduristiyê yên bi dilxwazî bidomin
16:11 Xebatkarên Tenduristiyê Cejna Tipê bi xemgîn pîroz kirin
15:46 Xirbeyên Hatayê diavêjin zeytûngehan
15:43 Kujerê Kultur dîsa nehat cezakirin
15:26 Bernameya Newrozê ya Êlihê diyar bû
15:15 Sancar: Teqez em ê vê pergalê û vê îktidarê biguherînin
15:03 Derbarê parlamentera HDP’ê Guzelê de îdianame hate amadekirin
15:03 Piştgiriya navneteweyî ya bo HDP’ê zêde dibe: Girtina wê dê darbeyeke jêveneger be
14:39 HDP bi Partiya Çep a Kesk dikeve hilbijartinan
14:23 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
14:22 Fîncanci: Em îro di şînê de ne
14:12 Ji Buroya Hiqûqê ya Sedsalê bo Bozdag nameya vekirî: Gelo hûn di ferqa berpirsyariya xwe de ne?
13:46 Ji nûçeya ‘Kujerên zarokan’ a Ozgur Gundemê re cezayê pere hate birîn
13:06 KCD, HDK, TJA, DBP û HDP dê li herêmên erdhejê bin
12:58 Rojnamevan Ferhat Çelîk hate berdan
12:51 Ji HDP’ê peyama ‘14’ê Adarê Cejna Tipê’
12:48 Pêvajoya hilbijartinê di Rojnameya Fermî de hate weşandin
12:37 Iraqê ji Tirkiyeyê xwest astengiya li pêşiya avê rake
12:24 Malbata Şenyaşar: Têkoşîna me ya heqîqetê berdewam dike
12:23 Pitika bi navê Elîsa ku sax ji bin kavil hat derxistin winda ye
11:51 ‘Newroza îsal dê bibe Newroza avakirina jiyaneke nû’
11:50 Li Antakyayê avahiya bi xesar hate hilweşandin
11:27 Rojnamevan Ûgûr Yilmaz tehliye bû
11:26 Şemzînan ji Newrozê re amade ye: Bi hezaran Kawa dê dakevin qadan
11:05 Ji salên 2000’î heta îro Newroza Amedê
10:42 Li Mereşê bi pileya 4.7’an erdhej çêbû
10:34 Rojnameger Ferhat Çelîk hate binçavkirin
10:31 Li ser pira berxwedanê ya Semayê bi milyonan mirov derbas dibin
10:29 Dîroknas Ulugana: Newroz bi tevgera kurd re xwedî wate bû
09:55 Li Şemzînanê wê agirê ewilî yê Newroza azadiyê bê hilkirin
09:36 ‘Divê girtî jî weke mexdûrên erdhejê bên qebûlkirin û tevdîr bên girtin’
09:29 Odeya Bijîşkan: Pirsgirêkên di warê av, serşok û paqijiyê de çareser bikin
09:28 Şaredariya Silopiyayê dê di Remezanê de jî li Bazarcixê be
09:27 Mexdûrê erdhejê yê ku nexweşîna penceşêrê pê re heye konteynerê dixwaze!
09:27 Dengê mexdûrên erdhejê yên astengdar nehat bihîstin
09:03 Hevseroka KNK'ê Mûrad: Konferans bersivek bû ji êrişên Tirkiyeyê re
09:01 Dê li qadan ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan biqîrin
09:00 ROJEVA 14'Ê ADARA 2023'YAN
13/03/2023
20:36 Ji bo wênegira ku 7 sal in desteserkirî ye, gotin 'ne li gel me ye'
19:59 AFAD: Nêzî 17 hezar erdhejok çêbûne
17:34 OHD û Baroya Rihayê rapora xwe ya der barê îşkenceyan de eşkera kir
16:31 Li Colemêrgê banga Newrozê: Werin em azadiyê biqîrin
16:30 Hunermendên ku dê di Newroza 2023’yan de derkevin ser dikê diyar bûn
15:58 Wêneyên kesên êrişî HDP’ê kirin li Ocaxên Ulkuyê derketin holê
15:56 Li Geverê gelek xwendekar jehrî bûn
15:48 Kesên li Îzmîrê hatin binçavkirin hatin berdan
15:41 Fîncanci: Çima li hemû bajaran ji her 10 ASM’an 9 jê diherifin?
14:45 Ji ber kirêyên zêde naxwaze ji mala xwe ya pirxesar derkeve
14:43 Ji bo Newroza Îzmîrê bang: Werin em bi hev re agirî hilkin
14:15 Li Mêrsînê starta Newrozê hate dayîn
13:45 Pêvajoya hilbijartinê di 18’ê adarê de dest pê dike
13:42 Hejmara qurbaniyên erdhejê derket 48 hezar û 448'an
13:37 Beştaş: Tifaqa Cumhur ketiye nava tirseke mezin
13:17 Polîsan dest danî ser tabelaya ‘Parka Lîstikê ya Berkîn Elvan’
13:09 Ji werzîşvan Hîwa Azîzpour agahî nayê girtin
12:59 Duşunmez ê OHD’î: Li Geverê mafên sivîlan tune hatin hesibandin
12:42 Ferît Şenyaşar: Îktîdar bila ji ewil li pêşiya edliyeyê binêre û piştre qala edaletê bike
12:26 Li Îzmîrê HDP’î û Dayikên Aştiyê hatin binçavkirin
12:23 Masal a pitik û malbata wê di konekî de têkoşîna jiyanê didin
11:36 Li konbajar cihêkarî li penaberên sûriyeyî tê kirin
11:33 Şertê tifaqa ku pêşkeşî AKP’ê hate kirin: Di rakirina 6284’an de pirsgirêk nîne!
11:19 Xaniyê ku 7 salan xebitî û çêkir hilweşiya: Em ê Samandagê ji nû ve ava bikin
11:09 Tîma lêgerîn-rizgarkirinê ya biyanî ji bo ‘şewbê’ hişyarî da
10:44 Hevjîn, zarok û xwesûya xwe winda kir: Tevî du zarokên xwe pêdiviya me bi her tiştî heye
10:34 TUÎK’ê zimanê Xwebûnê înkar kir
10:05 Li Girtîgeha Afyonê binpêkirinên mafan didomin
09:04 Hevberdevka HDK’ê Demîr: Newroz dê bibe mizgîniya çûna îktidarê
09:04 Piştî 30 salan hat berdan: Ez bi ruh û baweriya serkeftinê li ser lingan mam
09:03 Nisêbînê qet ruhê Newroza 1992’yan winda nekir