HDP’ê li Rihayê starta hilbijartinê da: Em ê vê desthilatdariye bişînin

img
 
RIHA - Parlamenterê HDP ‘ê yê Êlihê Necdet Îpekyuz di civîna partiya xwe ya starta hilbijartinê de axivî û diyar kir ku ew ê di hilbijartinan de desthilatê bişînin û got: “Em ê bi têkoşîna xwe ya bi rûmet vê desthilatdariye bişînin.”
 
 
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), starta hilbijartina 14’ê Gulanê li Rihayê, bi civîna ewlehiya hilbijartine da. Civîn li Eywana Konferansê ya Tahîr Elçî ya Baroya Rihayê hat lidarxistin. Di civînê de pankarta “Em xwe bi rêxistin dikin û ber bi pêşerojê ve dimeşin”, “Amedspor gel e” û flamayên HDP hatin daliqandin. Her wiha ji bo kesen ku di erdhejê de jiyana xwe ji dest dan, li sahneye pankarta reş ku logoya HDP’ê li ser bû hat daliqandin.  
 
Endam û rêveberên Partiya Heremên Demokratîk (DBP),  atkîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Parlamenterê HDP’ê yê Êlihê Necdet Îpekyuz, Parlamenterê HDP’ê yê Rihayê Nusrettîn Maçîn û rêveberên tev li civînê bûn. Civînê bi rêzgirtinê det pê kir. 
 
Hevseroka HDP’a Rihayê Aliye Kizildamar ewilî axivî û da zanîn ku ew ê di 14'ê Gulanê de bi hev re serdemeke nû bidin destpêkirin û got: "Em ê li vî welatî rê li ber siyaseta demokratîk vekin, em ê rê li ber pêvajoyeke nû vekin ku di çarçoveya demokratîk de bersivê dide pirsgirêkên civakî. Ji ber vê yekê a girîng ev ê ku em ewlehiya sondikan bigrin. Em vê yekê dizanin û bi vê berpirsyariyê tevdigerin. Ewlekariya sindoqan ji bo ku encamên sindoqan di berjewendiya civaka me de cih bigirin girîngiyek jiyanî ye. Ji ber vê yekê berpirsyarî û erkeke me ya mezin heye. Em di wê baweriyê de ne ku di 14’ê Gulanê de em ê bi hev re li ser bingehek wekhev û jiyaneke azad ava bikin.”
 
‘EM Ê JIYANA NÛ AVA BIKIN’
 
Piştre jî Parlamenter Nusrettîn Maçîn axivî û diyar kir ku desthilat berpirsê kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane ye û wiha got: "Heke dewletê ji roja destpêkê ve mudaxile bikira, ewqas kesan jiyana xwe ji dest nedidan. Gelek kesên ji erdhejê rizgar bûne ku me li herêma erdhejê pê re axivîn jî ev pirsgirêk anîn ziman. Gelek mexdûrên erdhejê ji ber sermaye jiyana xwe ji dest dan. Divê weke ku di erdhejê de jî derket holê tu hêviyên me ji vê dewletê nebin. Em rêxistina xwe ne tenê ji aliye siyasî ve ji hemû aliyên jiyanê ve xurt bikin û bi rêxistina xwe ya xurt jiyana nû em ava bikin. Him herêmên erdhejê bazirganiye dikin him jî alikariyên partiya me jî di nav de sazî û dezgeyan asteng dikin. Ji bo em bikarin vê desthilata bê wicdan û ehlaq bişînin pewîste em hemû sindoqan biparêzin.”
 
‘TECRÎDÊ BERFIREH KIRIN’
 
Parlamenter Necdet Îpekyuz bal kişand ser biryara Rewşa Awarte ya piştî erdhejê û astengkirina malperên medyaya sanal û got ku tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku 24 sal in li girtîgeha Îmraliyê berdewam dike ew sepanên tecrîdê bi erdhejê re hat berfirehkirin. Îpekyuz di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Dema em dibêjin tecrîd, dema ku em dibêjin sîstematîk, em  ne tenê  qala tecrîda li ser birêz Ocalan dikin di her aliyê jiyanê de em qala tecrîde dikin. Niha jî ev pêkanînên tecrîdê berfireh kirine. Yekem tiştê ku wan piştî karesata erdhejê kir astengkirina gihîştina malperên medyaya sanal bû. Piştre jî rewşa awarte ragihandin. Em ji vê desthilatê re dibêjin ku çîrokan nebêjin, hûn 48 saetan tune bûn. Mirov bi mirinê re rûbirû hatin hiştn. Îktidarê alîkariya partiya me asteng û desteser kir.” 
 
‘DEM DEMA HDP’Ê YE’
 
Îpekyuz di berdewama axaftina xwe de destnîşan kir ku desthilat ji herêma erdhejê re li ber koçberiyê vedike ku demografiye biguherinê û li dijî vê yekê ew dê xwedî li mexdûrên erdhejê derkevin û jiyanê ji nû ve ava bikin. Îpekyuz bal kişand ser hilbijartinê û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em ji vê dîktatoriya hov, faşîst û otokratîk re dibêjin na. Ne tifaqa resturator û ne jî statokîst, em di Rêya Sêyemîn de bi israr in. Em di aştî û azadiyê de israr dikin. Desthilata ku pirsgirêka kurd çareser neke, nikare desthilata xwe dem dirêj bike û pirsgirêkên heyî yên vî welatî çareser bike. Îro pirsgirêka kurd ne tenê ji bo gelê kurd ji bo hemû gelên ku li vî welatî dijîn dibe sedema xizaniyê. Bila li vîn û baweriya vê salonê binêrin, em bi têkoşîna bi rûmet vê desthilatê bişînin. Heke em jiyanekê azad dixwazin û dixwazin şer û tecrîd bi dawî bibe wê deme em ê bêjin dem dema HDP’ê ye.”
 
Piştî axaftinan civîn ji çapemeniye re girtî dewam kir. 
 
 

Sernavên din

16/03/2023
16:05 Ji bo zarokê di lehiyê de winda bû xebatên lêgerînê hatin destpêkirin
15:58 Kolanên Amedê bi pankartên Newrozê hatin xemilandin
15:57 Li Amedê qezaya trafîkê: Ajokar di wesayîtê de asê ma
15:44 Rezervên Bankaya Navendî dihelin
15:33 Li ser sînorê Rojhilat bi pileya 5.3’yan erdhej çêbû
14:53 Li Bolûyê bi pileya 4,8 erdhej çêbû
14:52 Şaxa SES’ê ya Merdînê ji ber nelirêtiyê derheqê cîgirê serbijîşk de gilî kir
14:48 Ji Erdogan îtîrafek nû: Derfetên di destê me de têr nakin
14:41 Qurbaniyên Helebçeyê hatin bibîranîn: Bila weke qirkirinê bê naskirin
14:32 Rejîma Îranê kolberekî 14 salî birîndar kir
14:29 Emîne Şenyaşar: Ji ber vê zilmê dê kevir jî bibarin
14:25 ‘Ji bo ku qeraxê Çemê Dîcleyê ji îmarê re vekin, konbajar hat avakirin’
14:16 Newroza Enqereyê li Anitparkê tê pîrozkirin: Dê ji Dehaqan hesab bê pirsîn
14:02 Doza Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Turkdogan hate taloqkirin
13:56 Serokê YSK’ê: Dê li 15 welatên nû sindoq bên danîn
13:53 Buldan û Sancar dê bi TÎP û EMEP’ê re hevdîtinê bikin
13:45 TMMOB’a Rihayê: Rêveberên ku berpirsyarin bila îstîfa bikin
13:30 AKP ji bo Serokkomariyê kom bû
12:59 Li Cizîrê qezaya trafîkê: Kesek mir, yek jî birîndar bû
12:36 Li kesê nêçîra pezkoviyan dikir 261 hezar TL ceza hate birîn
12:35 Amadekariyên ji bo Newroza Stenbolê didomin
11:59 Esad: Heta Tirkiye leşkerên xwe venekişîne dê bi Erdogan re hevdîtinê nekim
11:53 Tifaqa Ked û Azadiyê civiya
11:42 Serlêdanên namzetên HDP’ê dest pê dikin: Dê distûra du serdeman naguhere
11:36 2 zarokên di bin kavilên blokên CCK'ê yên hilweşiyan de man winda ne
11:34 Hevberdevka Partiya Çep a Kesk: Em amade ne ku di hilbijartinê de berpirsyariyê li xwe bigirin
11:20 Konê lîstikê yê zarokên mexdûrê erdhejê hat girtin
10:50 45 kesên li Stenbolê hatin binçavkirin hatin berdan
10:44 Qoliyên Remezanê digihînin mexdûrên erdhejê
10:37 Agahiyên der barê zarokên keçik ên girtî de nayên bidestxistin
10:27 'Dê bibe Newroza azadiya Abdullah Ocalan’
10:12 Elefterîa Fotulakî ku bi agirê Newrozê li heqîqetê geriya
09:49 Li Wanê 9 jin hatin binçavkirin
09:15 Du Newrozên nejibîr: 1993 û 2013
09:04 Kujerê Nîhat Kazanhan hê jî nehatiye girtin
09:03 Li Botanê Bêrîvanên ku bûne Newroz
09:01 Îdianameya rojnamevanên girtî di bin kontrola Wezareta Dadê de tê amadekirin!
09:01 Daholvanê Newroza 1992'yan: Bila azadiya me li cîhanê olan bide
09:00 ROJEVA 16'Ê ADARA 2023'YAN
15/03/2023
23:19 Li Amêdiyê helîkopterek ket xwarê
22:12 Kiliçdaroglû li Rihayê ye: Sedema kerasetan desthilat e
20:00 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Şengalê lehî rabû
18:30 Li Riha û Semsûrê 14 kes ji ber lehiyê jiyana xwe ji dest dan
17:54 Malbata Şenyaşar: Dewlet û deshilat pişta zaliman digirin
16:46 Mizrakli nehat berdan
16:23 Li Amedê lehî rabû: Rê hatin girtin
16:22 Li Rihayê 9 kesên li ber lehiyê ketin jiyana xwe ji dest dan
16:18 KNK'ê qurbaniyên Helepce û Enfalê bi bîr anîn
16:04 Hunermend Ferhat Tunç strana Arix diyarî erdhejê kir
15:49 Doza Kobanê hate taloqkirin
15:13 MSD’ê di salvegera 12’emîn a krîza Sûriyeyê de banga guftûgoya kir
15:04 Kiliçdaroglû dê di 18’ê adarê de biçe serdana HDP’ê
14:57 Bernameya Newroza Botanê eşkere bû
14:56 Platforma Ked û Demokrasiyê: Ev bajar bêxwedî nîne
14:17 Polîsan li Stenbolê 20 kes kirin binçavan
14:06 Siyasetmedar û parêzer beşdarî Doza Kobanê nebûn
14:03 Li geliyê Şemzînanê agirê ewil ê Newrozê hate pêxistin
13:34 Li qada çêregehê wê xaniyên TOKÎ’yê bên avakirin
13:22 Li Antalyayê dê agirê Newrozê di 19’ê adarê de bê vêxistin
13:14 Rapora girtîgehan a ÎHD’ê: Di dema erdhejê de jî îşkence berdewam kir
13:04 Gelê Botanê ji Newrozê re amade ye
12:47 Li rojhilatê Kurdistanê agirê Newrozê hat vêxistin
12:45 Li Bexdayê 4 DAIŞ’Î hatin kuştin
12:44 Waliyê Hatayê îstîfa kir
12:15 Li Rihayê gel şaredar ji qada lehî lê rabû derxist
11:55 Li Şemzînanê agirê Newrozê bi 3 zilikên şixatê hat vêxistin: Heta Ocalan azad dibe dê têkoşîn jî bidome
11:53 Beşar Esad li Rûsyayê ye
11:45 Yek ji 6 kesên ku di tunelê de asê mabûn bi avjeniyê xelas bû
11:32 ‘Bi Komkujiya Helebceyê xwestin kurdan qir bikin’
11:13 HDP’ê serlêdaneke nû kir: Bila parastin bimîne piştî hilbijartinê
11:13 Li Semsûrê lehî rabû: Kesekî jiyana xwe ji dest da û 4 kes jî winda ne
11:12 Rojnameger Yildirim hate binçavkirin
11:00 Li Wêranşarê kon di bin avê de man
10:38 Li Rihayê baraneke zêde bariya: 6 kes di tunelê de asê man
10:30 Elbistan, li Karaelbistan a erdhejê ser û bin kiribû ji nû ve tê avakirin
10:23 Ji bo mexdûrên erdhejê balavxane hate çêkirin
10:13 Li Girtîgeha Bandirmayê lêgerîna nava dev li girtiyan tê ferzkirin
10:12 MYK’a HDP dicive: Pêşniyaza ku Tifaq bi lîsteyekê bikeve hilbijartinê li ser maseyê ye
09:03 Deşta Hespîstê bi nêrgizan xemilî
09:02 Hem li malê hem li midûriyeta polîsan bi saetan îşkence lê kirine
09:02 'Çi dibe bila bibe em ê li vir bimînin'
09:01 Altan ku di Newroza Cizîrê de 3 kes ji malbata wî hatin qetilkirin: Îro Newroz bi saya ruhê 90'î tên pîrozkirin
09:00 'Em ê bi ruhê seferberiyê li qadan bin'
09:00 ROJEVA 15'Ê ADARA 2023'YAN
14/03/2023
22:19 Li Agiriyê Newroz hat pîrozkirin
22:04 Li Stewrê malbatên xeydan li hev hatin anîn
20:13 Li Behra Spî erdhej çêbû
19:18 SES'a Amedê: Em ê hefteya têkoşînê li herêmên erdhejê bidin destpêkirin
18:25 Li Mereşê bi pileya 4.9 erdhej çêbû
17:28 Girtiyê nexweş zextên girtîgehê vegotin: Roj nîne ku ceza nedin
17:18 Ji bo Newroza Sêrtê banga tev li bûnê
17:03 Şîna Saltan bi girseyî hate ziyaretkirin
16:49 Di doza Mulkiye Kazan de dadgehê biryar da ku şahid neyên guhdarîkirin
16:48 TFF’yê cezayê êrişa nijadperest kêm kir
16:37 Kiliçdaroglû li Hatayê ye: Beriya helalbûnê lêborînê bixwaze
16:19 SES’ê rapora xwe ya Bazarcixê eşkere kir: Divê xizmetên tenduristiyê yên bi dilxwazî bidomin
16:11 Xebatkarên Tenduristiyê Cejna Tipê bi xemgîn pîroz kirin
15:46 Xirbeyên Hatayê diavêjin zeytûngehan
15:43 Kujerê Kultur dîsa nehat cezakirin
15:26 Bernameya Newrozê ya Êlihê diyar bû