Kurkçu: Veguherîna rasteqîn bi ‘Rêya Sêyemîn’ pêkan e

img
STENBOL - Serokê Rûmetê yê HDP’ê Ertugrul Kurkçu diyar kir ku tu hikûmetên HDP ne di nav de nikarin veguherînê pêk bînin û wiha got: “Li Tirkiyeyê veguherîneke rasteqîn tenê bi Rêya Sêyemîn pêkan e.” 
 
Serokê Rûmetê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ertûgrûl Kurkçu têkildarî terikandina Maseya Şeşling û dîsa vegerê ya Seroka Giştî ya Partiya Îyî Meral Akşener, namzeriya serokkomariyê ya Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglû û rewşa Tifaqa Milet û Tifaqa Ked û Azadiyê bi ajansa me re axivî. Kurkçu got ku Akşener piştî mudaxileya dewleta kûr û hêzên navneteweyî dîsa vegeriyaye Maseya Şeşling û wiha got: “Ev pêvajo, pêvajoya întîharê bû. Bi vegera Akşener re êdî Tifaqa Milet bi mutabaqeteke ‘pînekirî’ didome.” 
 
HEWLDANA AKŞENER
 
Kurkçu, diyar kir ku sedema terikandina maseyê ya Akşener, nakokiyên navxweyî yên Maseya Şeşling bû û wiha got: “Ev hewldana Akşener, gava pêşengeka bêzar bûyî bû. Bi vê liv û tevgerê re kapasîteya afirandina demokrasiyê ya maseyê jî eşkere bû. Ji ber ku bi gava Akşener re hinek dînamîkên di nava Partiya Îyî de ku ji bo namzetiya Kiliçdaroglû bêdeng bûn jî xist nava liv û tevgerê. Kiliçdaroglû kurdekî elewî ye û gotina wî ya ‘Tiştên aydê gel dê li gel bên vegerandin’ jî rê li ber sînerjiyekê vekir. Lê belê li Maseyeke Şeşling a ku êdî ketine qirika hev û dînamîkên xwe yên navxweyî bêza kirî vegeriya.” 
 
MUTEBEQETA ‘PÎNEKIRÎ’
 
Bi domdarî Kurkçu destnîşan kir ku hewayê guherînê yê di nava gel de hatiye afirandin, bi hemleya Akşener re berevajî bûye û wiha pê de çû: “Vê hemleya Akşener, di nava gel de rê li ber nêrîneke neyînî vekir. Dema em li tevahiya bûyeran dinihêrin tiştekî wiha derdikeve holê; Meral Akşener ku xwe weke qeyûm li maseyê tayîn kiriye, du şaredar weke namzetên serokkomariyê xistin hilbijartinê. Wê demê partiyên din ên ku xwe weke cîgirên serokkomar didîtin jî dipirsin ‘gelo dê çi bibe.’ Di halê hazir de mutebeqeteke ‘pînekirî’ heye.” 
 
BÊYÎ HDP’Ê DIKARIN ÇI BIKIN?
 
Di berdewamê de Kurkçu anî ziman ku ji bilî îktîdara gel tu tiştek nikare aştî û azadiyê bîne Tirkiyeyê û ev nirxandin kir: “Bêyî HDP’ê nikarin tu tiştekî bikin. Maseya Şeşling hêj jî li dijî dîktatoriyê hêzeke lê hêza îradeya veguherîneke demokrasiyê ya xurt hatiye qelskirin. Niha di rewşeke nebaştir de dikevin hilbijartinê. Bendewariya me ya ji vê hilbijartinê ne ew e ku hikûmeteteke rizgariyê derkeve holê. Ji ber ku tu hikûmetên HDP ne di nav de, ne dikare bibe hikûmeta rizgariyê û ne jî dikare bibe hikûmeta selametê. Li gorî min tenê HDP dikare pirsgirêkên Tirkiyeyê çareser bike, demokrasiyê pêk bîne û rê li ber aştiya civakî veke.” 
 
GIRÎNGIYA STRATEJÎK A RÊYA SÊYEMÎN
 
Kurkçu, destnîşan kir ku divê bawerî bi hêzên di nava Tifaqa Ked û Azadiyê de cih digirin hebe û wiha bi dawî kir: “Ev tifaq, di halê hazir de tifaqa hilbijartinê ye. Mirov hêjta nikare bibêje tifaqeke stratejîk e. Heman tişt bo tifaqên din jî derbasdar in. Li Tirkiyeyê derfeta veguherîneke rasteqîn, tenê bi stratejiya Rêya Sêyemîn pêkan e. Bi Rêya Sêyemîn em armanc dikin ku tifaqeke hemû bindestên Tirkiyeyê digire nava xwe û bi veguherîneke radîkal, demokratîk komara sosyal ava dike. Ji bo pêkanîna vê armancê jî divê xwe bigihîne beşekê civakê ya pir mezin. Ji bo vê jî divê ji ewil rejîma zextker û têkiliyên civakî yên dejenerebûyîn bên guhertin. Tu hikûmetên ku HDP di nav de nebe, nikarin li Tirkiyeyê veguherîneke rasteqîn pêk bînin. HDP, tê wateya du dînamîkên veguherînê yên girîng. Ya yekemîn gelê bindest anku kurd, ya duyemîn jî zayenda bindest kurd û xizan in. Bi azadbûna kurdan, bi xweserbûna wan, tayînkirina qedera xwe û bidestxistina hemû mafên demokratîk re dê rêya avakirina îktîdara gel vebe.” 
 
MA / Esra Solîn Dal

Sernavên din

13/03/2023
09:03 Baroya Wanê giliyê berpirsên binpêkirinên erdhejê kir
09:03 Agirê Newrozê her serdemê medyaya îktidarê dike xwelî
09:02 Dîroka li Girnewas tê talankirin
09:00 ROJEVA 13'Ê ADARA 2023'YAN
12/03/2023
22:56 Li Rojava agirê Newrozê yê ewil hat vêxistin
22:09 Fîncanci: Em ê li gorî ruhê zindiyan pergalek tenduristiyê ava bikin
17:08 HDP’ê li Rihayê starta hilbijartinê da: Em ê vê desthilatdariye bişînin
15:39 Di salvegera 19’an de qurbaniyên Komkujiya Qamişloyê hatin bibîranîn
14:50 Êrişên dewleta tirk ên li dijî başûrê Kurdistanê berdewam in
14:14 Serokê Giştî yê TMMOB’ê: Sedema karesatê, neamadebûna saziyan bû
13:39 Piştî 30 salan hate berdan: Dê têkoşîna me bidome
13:19 Êrişên bi gazên jehrî yên li Îranê berdewam in
13:08 Bi hezaran kesan Komkujiya Gaziyê protesto kirin
13:08 Hejmara 2’yan a Kovara Jin’ê derket
12:48 Îsraîlê ji hewa ve êrişî Sûriyeyê kir
11:40 Li Îranê teqîn: 5 kesan mirin
11:39 Malbata Şenyaşar: Ên ku li dijî bêedaletiyê bêdeng dimînin, neçarî têkçûnê ne
11:17 Qedexeyên hilbijartinê di Rojnameya Fermî de hatin weşandin
11:14 Cihê ku agirê Newrozê qet lê nevemirî: Kurdistana Biçûk
10:38 Li Stenbolê 9 kes hatin binçavkirin
10:36 Pirsgirêkên tenduristiyê yên li herêmên erdhejê zêde dibin
10:08 Keda wan a salekê di bin kavilan de ma!
09:44 Bajar bi bajar bernameya Newrozê
09:30 Dr. Mansouran: Li Îranê 5 hezar xwendekar hatin jehrîkirin
09:12 Şîrket destûr dayê tev li xebatên rakirina kavilan bibe lê bêyî hincet ew ji kar derxist
09:11 Zirig: Dahata Şaredariya ji bo saziyên derî peywira şaredariyê hatiye seferberkirin
09:10 Kirikhanî ava vexwarinê dixwazin!
09:09 Ji ber erdhejê demeke dirêj neçûn malên xwe lê fatûre ji yên her wextî bêtir hatin!
09:04 Bi eşkerekirina roja hilbijartinê re qeyûm dest bi firotina milkên şaredariyê kir
09:03 Li Samandagê ji bo nobedê gazî tenduristkarên ku ji ber erdhejê mexdûr bûne tê kirin
09:00 ROJEVA 12’Ê ADARA 2023’YAN
11/03/2023
22:47 Parlementerê HDP'ê yê berê Bînîcî hat girtin
21:25 Li Îzmîrê agirê Newrozê hilkirin
19:41 Serdanên Gerok MA'yê yên li herêmên erdhejê didomin
18:54 Hejmara kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dan gihîşt 47 hezar û 975'an
17:16 Serdanên KNK’ê didomin
16:58 Welatiyê ji Alanyayê li Nûrdagiyê mirî hat nîşandan
16:54 Şandeya Skotlandê li Kobanê ye
16:47 Ciwanê ku polîsan wî revandiye: Ewelehiya canê min nîne
16:46 Artêşa tirk topên fosforê bi kar tîne
16:35 Hîzbûllah dê di berdela 2 parlamenteran de piştgiriya Erdogan bike
16:25 ÎHD’ê bal kişand ser 44 jinên girtî yên nexweş
15:47 Bi girseyî serdana şîna Dorûdemîr hat kirin
15:43 Hunermend Taşdogan li ser talankirina Kurdistanê klîbek amade kir
15:39 Endamên SGDF’ê hatin binçavkirin
15:32 Girtîgeha Çankiriyê hate valakirin
15:22 Faîlên Ozturk a beriya 31 salan bi îşkenceyê hate qetilkirin pirsîn
15:09 Girtiyê nexweş dest kelemçekirî hatiye emeliyatkirin!
14:53 Girtiyê nexweş ê diranên wî ketine nikare xwarinê bixwe
14:50 Xizmên Windayan li aqûbeta rojnamevan Nazim Babaoglû pirsîn
14:23 YSK’ê lîsteya partiyên ku dê bikevin hilbijartinê aşkere kirin
14:13 Sancar: Em ê bi agirê Newrozê ber bi veguherîna demokratîk a mezin ve bimeşin
13:49 Li Wanê dê di 19’ê Adarê de Newroz bê pîrozkirin
12:37 Kiliçdaroglû li Elbistanê ye: Wê her kes di malên biewle de rûnê
12:36 Girtiyê nexweş Degîş piştî 31 salan hate berdan
12:20 Malbata Şenyaşar: Li dijî Nemrûdan Îbrahîm dê serbikevin
12:12 Li ser rêya nexweşxaneyê tundî li girtiyê destek û lingekî wî nînin kirin
11:39 Cenazeyê Dorûdemîr hat veşartin
11:23 Li Stenbolê deklarasyona Newrozê hat eşkerekirin
11:16 Keysbaziya erdhejê: Îhale dan zava û konut li ser eraziyên çandiniyê tên çêkirin
10:22 Li Stenbolê 44 sal in agirê Newrozê tê hilkirin
10:21 Li goristana erdhejê de zarokên bêkes
09:48 'Em dest ji Samandagiyê bernadin, em ê ji nû ve ava bikin'
09:47 Şaredariya Bahçeyê cihê avahiya hate hilweşandin xesp kir
09:44 Mexdûrê erdhejê: Pirsgirêka avê nehatiye çareserkirin
09:42 Hewl dide bi textên ji bin kavil derdixe deriyê serşokê çêke
09:41 Polîsên ku îşkence li malbata Samûrê kirin sixurtî li keça wan ferz kirine
09:23 Bi darê zorê girtiyan tazî kirine
09:22 Li herêma erdhejê ji bo zarokan 'Leyzgeha Jiyanê ya Berkîn Elvan' hat avakirin
09:08 Nazim hê jî 19 salî ye: Pênûsa wî her dinivîse
09:06 Ji Kawayê Hesinkar heya Kawayê Hemdem Newroz
09:00 ROJEVA 11'Ê ADARA 2023'YAN
10/03/2023
23:23 Dayika girtî di qezaya trafîkê de jiyana xwe ji dest da
18:15 Hejmara kesên di erdhejan de mirin gihîşt 47 hezar û 932'yan
18:12 Doza JÎTEM'ê ya Enqereyê: Meqama îdiayê doza beraeta bersûcan kir
16:46 Waliyê Semsûrê îstîfa kir
16:27 Ji HDP’ê parvekirina 14’ê gulanê: #EmAmadeNe
16:08 Ji Serokê YSK'ê daxuyaniya roja hilbijartinê
15:59 Tifaqa Kurdistanî bi rojeva hilbijartinê civiya
15:29 Baro û OHD’a Wanê rapora erdhejê eşkere kirin
15:28 Îtîraza li dijî biryara astengkirina malperên Xwebûn û Jinnews’ê hate redkirin
15:01 Kiliçdaroglû: Gelo dewleta sosyal ne niha be wê kengê be
14:52 Serokwezîrê Iraqê bi sefîrê Tirkiyeyê re civiya
14:23 Erdogan biryara hilbijartinê îmze kir
13:52 Jinên ku di 8’ê Adarê de serî hildan wê piştevaniyê mezin bikin
13:19 Danişîna Ercan ê ji tacîzkirina xwendekaran tê darizandin hate taloqkirin
12:50 Malbatan ji bo hevdîtina bi Îmraliyê re serî li dozgeriyê dan
12:47 Bûldan: Newroz wê ji bo guhertinê bibe mizgîniya 14’ê Gulanê
12:17 Rêjeya betaliya ciwanan ji sedî 20 bihûrî
12:12 Malbata Şenyaşar: Ya ku hezê dide me baweriya me ye
11:43 Strana Newroza 2023’yan: Rakin meşala Newrozê
11:33 Hejmara Kovara Jineolojiyê ya nû derket
11:28 Sancar: Em ê ji nû ve serî li AYM’ê bidin
11:18 Lehî û erdhej li vî gundî dibin sedema felaket û xetereyê
11:06 Deklarasyona Newroza 2023’yan: Bi agirê Newrozê ber bi azadiyê ve dimeşin
10:56 Dê dev ji Samandagê bernedin
10:54 Daxwaznameyên hatin paşguhkirin bûn sedema mirina 72 kesan
10:38 Erdogan wê biryara hilbijartinê aşkere bike
10:33 Bi valakirina kavilan herêma Mamûrekê jehrî dikin
10:08 Kurkçu: Veguherîna rasteqîn bi ‘Rêya Sêyemîn’ pêkan e