Muteahîd û şaredarê AKP’yî rê li ber karesatê vekirin

  • rojane
  • 11:29 24 Sibat 2023
  • |
img
DÎLOK - Xelkê navçeya Nûrdagiyê ku xesarek mezin ji erdhejê dîtine diyar dikin ku muteahîdên avahiyên hilweşiyane Yûnûs Kaya yê endamê Meclisa Şaredariya AKP’ê û Şaredarê Nûrdaghiyê Okkeş Kavak bi hev re avahiyan çêkirine û balê dikişînin ser têkiliya siyasî. 
 
Yek ji navçeyên ku erdhejê karesata hilweşandinê lê çêkir jî navçeya Nûrdagiyê ya Dîlokê ye. Ji sedî 80’ê navçeyê wêran bûye. 
 
Tîmên tespîta xesarê li navçeyê lêkolînên xwe didomînin û hat ragihandin ku li Dîlokê 104 hezar 824 avahî hatine lêkolînkirin û divê bi lezgînî bên hilweşandin. Hejmara avahiyên hilweşiyane jî 10 hezar û 777 avahî ne. Li navçeya Nûrdagiyê heta niha li ser 10 hezar 579 avahî xesar hatine tespîtkirin. Di encama lêkolînê de civê ku 4 hezar û 787 avahî bi lezgînî werin hilweşandin. Hema bêje li navçeyê avahiyek ku xesar nedîtibe nîne û avahiya şaredariyê jî veguheriye loda kavilan. 
 
AVAHIYÊN MUTEAHÎDÊ AKP’YÎ BÛN GORISTAN 
 
Gelek avahiyên hilweşiyane pir qatî û blokî ne. Gelek şêniyên navçeyê dibêjin ku avahiyên hilweşiyane piştî 2016’an hatine çêkirin. Li avahiyên Yûnûs Kaya, Avahiya CCK û Yaşam Konutlari hilweşiyane û nêzî 300 mirov jiyana xwe ji dest dane. Xwediyê van avahiyan ango muteahîdê wan Yûnûs Kaya ye û endamê Meclisa Şaredariya Nûrdaghiyê yê AKP’yî ye. Ev kes hem AKP’yî hem jî Serokê Desteya Rêveberiya Grupa CCK’ê ye ku avahiyan çêdikin. Her çiqas gelek muteahîd hatin binçavkirin û girtin jî lê heta niha Yûnûs Kaya yê AKP’yî di nav binçavkiriyan de cih negirt. Li ser nerazîbûna civakî di 20’ê sibatê de derbarê Kaya de biryara girtinê hat derxistin û duh bi şev li Mêrsînê dema hewl dida derkeve derveyî welat hat binçavkirin. 
 
XELK DIBÊJE BERPIRSIYAR ÎKTIDAR E 
 
Kaya yê ku di komîsyona îmarê ya Şaredariya Nûrdagiyê de cih digire, parvekirinên wî yên medya civakî û wêneyên wî li gel siyasetmedarên AKP’yî û MHP’yî têkiliya wî ya siyasî derxist holê. Xelkê navçeyê destnîşan dike ku îktidar jî ji van avahiyên ku Yûnûs Kaya çêkiriye û bûne gora bi sedan mirov berpirsiyar e. 
 
ŞAREDAR Û YÛNÛS KAYA ŞIRÎKATIYA HEV KIRINE 
 
Her wiha xelkê navçeyê diyar dike ku Serokê Şaredariya Nûrdagiyê yê AKP’yî Okkeş Kavak jî şirîkê Yûnûs Kaya bûye û şirîkatiya “CCK& Kavak Înşaat” kirine û bi hev re sîteyên luks çêkirine. 
 
ERAZIYÊ WELATIYAN FIROTINE 
 
Welatiyek nexwest navê xwe eşkere bike diyar kir ku eraziyê wî bi rêya Okkeş Kavak ji plana îmarê re vekirine û kirine eraziyê muşterek û hemû avahî û plana îmarê ne li gorî qanûnan hatine çêkirin. Welatî dibêje ku şaredar Okkeş Kavak eraziyê wî bi awayek bêrûhxset daye kesê bi navê Mûrat Cevher ku kesê 3’yemîn e. 
 
‘DEWLET BI VAN DIZANE’ 
 
Welatî diyar kir ku Yûnûs Kaya yê AKP’yî u muteahîdiya avahiyan kiriye xwe veşartiye û got: “Yûnûs Kaya mafya ye. Li kî derê mal û milkek îcra bûbe hebe, li ku gunehek hebe dixapand û mal û milkê xelkê dixwar. Dewlet jî van dizane. Kesek bê wîjdan bû. Kesên li ber wan radibûn jî gefan lê dixwarin û tundiyê lê dikirin.” 
 
80 XIZMÊN WÎ JIYANA XWE JI DEST DANE 
 
Tûran Şahîn jî da zanîn ku ew sê sal û nîv di avahiya CCK’ê ya ku Yûnûs Kaya çêkiriye de rûniştiye û ew wek mucîze ji erdhejê rizgar bûye û li navçeyê 80 nasên wî jiyana xwe ji dest dane. Şahîn anî ziman ku mal û milkê wî hemû di bin avahiyê de mane û hem erdhejê hem jî Yûnûs Kaya yê AKP’yî wan mexdûr kiriye. Şahîn diyar kir ku piştî erdhejê her çiqas li muteahîdan geriyane jî xwe negihandine yekî jî.  Şahîn got van muteahîdan piştî erdhejê hemûyan xwe veşartin û ew dizanin li pişt van muteahîdan hene. Şahîn anî ziman ku berpirsiyarê hilweşandina li navçeyê şaredarê AKP’yî û Yûnûs Kaya ye. 
 
MA / Îbrahîm Irmak
 

Sernavên din

28/02/2023
11:32 ‘Dema me baz dida derî qifil bû, stûn hilweşiyan û em di bin kavilan de man’
11:22 Kizilay a di bin xirbeyan de lê tê gerandin: Kepçe bigirin xelas bikin!
10:42 Bernameya 8’ê Adarê ya TJA û Meclisa Jinan a HDP’ê diyar bû
10:41 Aktivîstên TJA’yê: Em bi piştevaniyê birînên xwe bi hev re derman bikin
10:34 Mexdûra erdhejê: Min mala xwe di 27 salan de çêkir lê di 27 saniyeyan de çû
10:04 Mexdûrên erdhejê ji bin kavilan û avahiyên xesareke zêde gihiştinê tiştên xwe derdixînin
09:53 Ji bo avahiyê pirxesar rapora ‘kêmxesar’ dan
09:09 Di konê kufikî de dimînin
09:04 Gulten Kişanak: Dem dema parvekirina êş û hêviyê ye
09:03 Endamê Baretên Azad: Ji bo erdheja Stenbolê divê em rûnên û bi zelalî biaxivin
09:00 Berdevka TAJÊ Elî: PDK jinên êzidî radestî DAIŞ’ê dike
09:00 ROJEVA 28'Ê SIBATA 2023'YAN
27/02/2023
23:02 Cenazeyê fermandarê YBŞ’ê Agir Cefrî hat veşartin
22:17 Li Îzmîrê erdhej çêbû
20:54 Bozgeyîk:Demildest divê hikûmet îstîfa bike
16:53 Li Wanê peywîra endamê Meclisa HDP’ê hate îade kirin
16:46 Li Meletiyê herî kêm 3 kes di bin kavilan de ne
16:17 HDP’ê bersiv da Erdogan: Em heqê xwe li te helal nakin
16:16 Erdoganê li xwe mikur hat helalî xwest
16:08 Plana erdhejê ya AKP’ê: Şîrketa Kalyon dê li bajaran avahiyan çêbike
15:43 35 caran bombeyên fosforê hatine bikaranîn
15:21 DÎK, DAD û HDP’ê serdana mexdûrên erdhejê kirin
15:14 HSD’ê têkildarî teqîna Hesekê daxuyanî da
15:12 Rejîma Îranê kolberek birîndar kir
15:06 Li Edeneyê mînareyên 150 mizgeftan tên hilweşandin
14:33 Ji bo avahiyê dîwarên wî hilweşiyayîn rapora ‘kêmxesar’ hate dayîn
14:28 HDP’ê banga mezinkirina piştevaniyê kir
14:02 Kizilayê xurek jî firotiye AHBAP’ê
13:46 TOP: Gefa îşkenceyê li rêhevalên me tê xwarin
13:12 Bi tacegula reş Kizilayê protesto kirin
13:03 Balafireke bê mirov li Şengalê wesayîtek bombe kir
12:43 Nîjadperestî heta konan jî hat
12:34 Li Meletiyê bi pileya 5,6’ê erdhej çêbû
12:32 Beriya hatina Erdogan kavilên li Elbistanê tên rakirin
12:31 Pira piştevaniyê ya ji Almanyayê ber bi Narliyê ve
12:18 Tiştên xwe ji bin kavilan derdixîne û li mexdûrên erdhejê belav dike
12:08 Li Hesekê teqîn çêbû
12:00 Ji bajar tenê kavil, toz û dûman ma
11:51 Malbata Şenyaşar: Tevî heqîqetê jî dozger erka xwe bi cih nayînin
11:38 15 roj li ber kavilê mala xwe bêkon sekinî
11:34 Kovara Lemanê cih da firotina konan: Kizilay di bin kavilan de ye
11:22 'Hikûmeta Şamê nahêle alîkarî derbasî herêmê bibin’
11:01 Him bi erdhejê him jî bi nijadperestiyê re têdikoşin
10:56 Pitik Zerya di 9’ê sibatê de mir lê nexweşxaneyê weke 6’e sibat qeyd kir
10:55 ‘Wesayîta cenaze nedane, law bavê xwe di hembêza xwe de biriye goristanê’
09:02 Raporên kêmxesar didin mexdûrên erdhejê: Heke kêmxesar be hûn werin rûnin
09:01 Tê xwestin ku taxa welatiyên kurdên elewî bê valakirin
09:01 'Em jî wek Fîganî êdî dibêjin Ax û Fîgan’
09:00 Togrûl: Hişmendiya AKP’ê û MHP’ê ya genî bandora erdhejê mezin kir
09:00 Ji bo bajarên ku li benda erdhejek muhtemel in banga tevdîrgirtinê
09:00 ROJEVA 27'Ê SIBATA 2023'YAN
26/02/2023
23:29 Li Meletiyê 3 hezar û 899 avahî hilweşiyan e
20:00 Alîgirên Beşîktaşê bi dirûşma ‘hikûmet îstîfa’ stad hejandin
19:45 Hejmara qurbaniyên erdhejê gihîşt 44 hezar 374 kesan
19:37 Li Mereşê cenaze ji bin kavilan derdikevin: Bi sedan kesên winda hene
19:09 Polîs û zabiteyan zext li welatiyan kirin ku konên xwe rakin
18:30 Li Îtalyayê keştiya penaberan noqî avê bû: Zêdeyî 40 kesî fetisîn
17:08 Ji HDP’ê starta 8’ê Adarê: Em ê li cem jinên li herêmên erdhejê bin
16:40 ÇHD: Polîsan li Antakyayê îşkence li 3 kesan kirin
16:13 Mexdûrê erdhejê: Hêj jî pirsgirêka kon û xurekan heye
15:41 'Ji bo pêşîlêgirtina koçberiyê dem dema piştevaniyê ye’
15:35 HDP’ê ji ber zarokan çapemenî hişyar kir
15:21 Malbata Şenyaşar: Em bêdeng nebûn û dê bêdeng nemînin
15:15 Binpêkirinên li dijî rojnamegeran di dema erdhejê de jî nesekinin!
13:55 AHBAP: Heyva Sor a Tirk 2 hezar û 50 kon firotin me
13:40 Hatîmogûllari: Xelkê Hatayê bifikar e ku ji xaka xwe were derxistin
13:00 Li Iraqê li dijî konvoya lojîstîkê ya DYA’yê êriş hat kirin
12:57 Li qadên kon lê hatine vegirtin nexweşiya gurîbûnê dest pê kir
12:43 Mexdûrê erdhejê ku karkerê înşaetê ye: Berpirsyartî ya şaredariyan e
12:23 Li Semsûrê bûyerên gurîbûnê zêde dibin
12:02 Piştevaniya Mor: Em ê her tim li cem mexdûrên erdhejê bin
11:24 Tûpeke Tunêla Erkenekê tevî xesarê jî vekirî tê hiştin
11:07 Cîranên Ak ew rizgar kir, kurê wî konteynir şand: Bi navê dewletê kes li vir nebû
10:54 Gelo kesekî xwe gihandiye kolanên teng ên Antakyayê?
10:26 Ji Hatîceya bin kavilan sax hatibû derxistin ev 21 roj in tu agahî nayên girtin!
10:26 Ersoy a HDP’î: Divê kesên efûya îmarê derxistin jî bên darizandin
09:50 Piştevaniya TJA’yê ya bi jinên li herêma erdhejê re didome
09:43 Ji bo avahiyê li ser xeta fayê xijiyayî rapora ‘nîvxesar’ dan
09:18 ATK'ê ji bo kesê êrişî cemxaneyan kir rapora 'mesûlîyeta wî ya ceza tam e' amade kir
09:15 Inglîza li Islehiyeyê bi cih bûbû di erdhejê de malbata xwe winda kir
09:02 Gundiyên ku koçberî li wan tê ferzkirin: Em naxwazin dest ji axa xwe berdin
09:01 Der barê daxuyaniya Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê de lêpirsîn hat destpêkirin
09:00 ROJEVA 26’Ê SIBATA 2023’YAN
25/02/2023
20:51 Sedema bêhna ku li Mereşê belav bûye, cenazeyên di bin kavilan de ne
19:18 Di civîna G20'ê de di mijara Ûkraynayê de lihevkirinek çênebû
18:30 Şaredarê AKP'î yê Nûrdaxiyê Okkeş Kavak hat girtin
18:01 Rojnameya Xwebûnê kon li mexdûrên erdhejê belav kirin
17:03 Malbata Şenyaşar: Pirsgirêka mezin a ehlaqê heye
16:56 Li Sergolan û Bazarcixa ku ji erdhejê bi giran bandor bûn gundên li ser piyan man jî hene!
16:43 Fatûreya vînca ku psîkan rizgar kir li komeleyê hat birîn
16:29 Siyasetmedar û parêzeran serdana gundên Semsûrê kirin
16:28 Şaredariya AKP’yî beramberî daîreyan destûra qatên zêde daye
16:04 Kesên li Galeriayê rûdinin ji bo tiştên xwe yên taybet di çalakiyê de ne
15:39 Hat xwestin girtiyê nexweş Cemîl Erdem bê berdan
15:38 Şaredarê Nûrdagiyê yê AKP’î hate binçavkirin
15:26 Girtiyê nexweş ê 82 salî di 2 salan de li 4 girtîgehan gerandine
15:11 Berdana girtiyê ji Mereşê sewqî Manavgatê hate kirin tê astengkirin
14:32 Meclisa Tenduristiyê ya HDK’ê: Hewcedarî bi piştevaniya enternasyonal heye
14:24 Li Nîgdeyê bi pileya 5,3 erdhej çêbû
14:21 Gorur: Bi vê hişmendiyê wê dîsa ewqas qurbanî û wêranî çêbibe