Colemêrg a li ser xeta fayê di rojeva Meclisê de ye

  • rojane
  • 11:47 23 Sibat 2023
  • |
img
COLEMÊRG - Parlamenterê HDP’ê Saît Dede têkildarî Colemêrgê ku gelek xetên fayê lê derbas dibin xist rojeva Meclisê. Dede, ji 4 wezaretan pirs kir û wiha got: “Gelo ji bo erdhejeke li Colemêrgê tu tevdîr hatine girtin?” 
 
Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Colemêrgê Saît Dede, têkildarî Colemêrgê ku gelek xetên fayê lê derbas dibin û xetereyeke mezin a erdhejê li ser heye, pêşnûmepirsek da Meclisê. Di pêşnûmepirsê de Dede xwest ku Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu, Wezîrê Bajarvanî û Guherîna Avhewayê Mûrat Kurum, Wezîrê Veguhestin û Binesaziyê Adîl Karaîsmaîloglû û Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca pirsên wî bersiv bide. Dede, di pêşnûmepirsa xwe de xwest ku tevdîrên pêwîst tavilê bên girtin. Dede, xwest ku divê tavilê avahî bên kontrolkirin bê ka li gorî danezana erdhejê hatine çêkirin an na û daxwaza temamkirina kêmaniyan kir. 
 
Di pêşnûmpirsa xwe de Dede ev pir ji 4 wezaretan kir: 
 
"* Di nava 5 salên dawî de li Colemêrg û navçeyên wê di mijara saxlemiyê de venêrîna çend xanî, avahî, kargeh û avadaniyan hatiye kirin? 
 
* Xetereya li ser dibistan û nexweşxaneyan di çi astê de ye? Testa xwelibergirtina erdhejê û nirxandina rîskê hatiye kirin an na? 
 
* Di encama venêrînê de ji bo çend avahiyan biryara hilweşandinê hatiye dayîn? 
 
* Ji bo Colemêrg û navçeyê wê tu projeyên avahiyên komî yên dikarin xwe li ber erdhejê bigirin hene yan na? 
 
* Ji bo ku welatî ji avahiyên xetere li ser heye xelas bibin, li Colemêrgê tu xebatên we yên ‘veguherandina bajar’ hene yan na? 
 
* Ji bo erdhejeke îxtîmal çi xebatên we hene yan na? Li hemberî erdhejeke îxtîmalî çend qadên we yên kombûnê yên lezgîn hene? Rewşa xurek, av, ceyran, germkirin, serşok, daşir û hwd. a van cihên kombûnê çawa ye? 
 
* Heta niha çende avahiyên li Colemêrg û navçeyên wê sûd ji efûya îmarê girtine? 
 
* Gelo hûn dê planên îmarê yên Colemêrg û navçeyên wê li gorî xetên fayê yên çalak nû bikin an na? 
 
* Di erdhejeke îxtîmalî ya li Colemêrgê de ji bo xizmetên cemaweriyê jê bandor nebin, tu planên we yên karesatê hene yan na? 
 
* Heta niha li Colemêrgê çend kes di mijara xebatên lêgerîn-rizgarkirinê de hatine perwerdekirin? Ji ber ku zimanê gelê bajar kurdî ye, dê perwerdeya kurdî bidin xebatkarên lêgerîn-rizgarkirinê yan na? 
 
* Qadên kombûnê yên erdhejê yên Colemêrg û navçeyên wê ku der in? 
 
* Di erdhejeke îxtîmtalî ya li Colemêrg û navçeyê wê de, ji bo çareserkirina pirsgirêka kon û konteyniran tu tevdîr hatine girtin? 
 
* Li şaredariyên qeyûm lê hatine tayînkirin, sepanên jeofîzîkê û etûtên zemîn li gorî qanûnan hatine kirin an na? Gelo we şaredarî kontrol kirine?
 
*Rêyên di navbera Colemêrg û bajarên derdorê de gelek caran ji ber hezazê tên girtin. Di rewşeke îxtîmalî ya erdhejê de ji bo ev rewşa xetere dernekeve holê, gelo hûn dê tu xebatan bikin an na? 
 
*Tenê ji rêyeke mirov dikare bikeve Colemêrgê. Ji bo çêkirina rêyeke din a alternatîf, gelo tu planên we hene yan na? 
 
*Balafirgeha Geverê û xetên fayê li ber hev in. Gelo xetereya ku balafirgeh di erdhejê de xesar bibîne heye yan na? Ji bo pêşîlêgirtina vê tu xebatên we hene yan na? 
 
* Nexweşxane û saziyên tenduristiyê yên li Colemêrgê gelo ji bo erdhejeke îxtîmalî saxlem in an na? Gelo li van avahiyan testa xwelibergirtina erdhejê hatine kirin an na?”
 

Sernavên din

26/02/2023
23:29 Li Meletiyê 3 hezar û 899 avahî hilweşiyan e
20:00 Alîgirên Beşîktaşê bi dirûşma ‘hikûmet îstîfa’ stad hejandin
19:45 Hejmara qurbaniyên erdhejê gihîşt 44 hezar 374 kesan
19:37 Li Mereşê cenaze ji bin kavilan derdikevin: Bi sedan kesên winda hene
19:09 Polîs û zabiteyan zext li welatiyan kirin ku konên xwe rakin
18:30 Li Îtalyayê keştiya penaberan noqî avê bû: Zêdeyî 40 kesî fetisîn
17:08 Ji HDP’ê starta 8’ê Adarê: Em ê li cem jinên li herêmên erdhejê bin
16:40 ÇHD: Polîsan li Antakyayê îşkence li 3 kesan kirin
16:13 Mexdûrê erdhejê: Hêj jî pirsgirêka kon û xurekan heye
15:41 'Ji bo pêşîlêgirtina koçberiyê dem dema piştevaniyê ye’
15:35 HDP’ê ji ber zarokan çapemenî hişyar kir
15:21 Malbata Şenyaşar: Em bêdeng nebûn û dê bêdeng nemînin
15:15 Binpêkirinên li dijî rojnamegeran di dema erdhejê de jî nesekinin!
13:55 AHBAP: Heyva Sor a Tirk 2 hezar û 50 kon firotin me
13:40 Hatîmogûllari: Xelkê Hatayê bifikar e ku ji xaka xwe were derxistin
13:00 Li Iraqê li dijî konvoya lojîstîkê ya DYA’yê êriş hat kirin
12:57 Li qadên kon lê hatine vegirtin nexweşiya gurîbûnê dest pê kir
12:43 Mexdûrê erdhejê ku karkerê înşaetê ye: Berpirsyartî ya şaredariyan e
12:23 Li Semsûrê bûyerên gurîbûnê zêde dibin
12:02 Piştevaniya Mor: Em ê her tim li cem mexdûrên erdhejê bin
11:24 Tûpeke Tunêla Erkenekê tevî xesarê jî vekirî tê hiştin
11:07 Cîranên Ak ew rizgar kir, kurê wî konteynir şand: Bi navê dewletê kes li vir nebû
10:54 Gelo kesekî xwe gihandiye kolanên teng ên Antakyayê?
10:26 Ji Hatîceya bin kavilan sax hatibû derxistin ev 21 roj in tu agahî nayên girtin!
10:26 Ersoy a HDP’î: Divê kesên efûya îmarê derxistin jî bên darizandin
09:50 Piştevaniya TJA’yê ya bi jinên li herêma erdhejê re didome
09:43 Ji bo avahiyê li ser xeta fayê xijiyayî rapora ‘nîvxesar’ dan
09:18 ATK'ê ji bo kesê êrişî cemxaneyan kir rapora 'mesûlîyeta wî ya ceza tam e' amade kir
09:15 Inglîza li Islehiyeyê bi cih bûbû di erdhejê de malbata xwe winda kir
09:02 Gundiyên ku koçberî li wan tê ferzkirin: Em naxwazin dest ji axa xwe berdin
09:01 Der barê daxuyaniya Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê de lêpirsîn hat destpêkirin
09:00 ROJEVA 26’Ê SIBATA 2023’YAN
25/02/2023
20:51 Sedema bêhna ku li Mereşê belav bûye, cenazeyên di bin kavilan de ne
19:18 Di civîna G20'ê de di mijara Ûkraynayê de lihevkirinek çênebû
18:30 Şaredarê AKP'î yê Nûrdaxiyê Okkeş Kavak hat girtin
18:01 Rojnameya Xwebûnê kon li mexdûrên erdhejê belav kirin
17:03 Malbata Şenyaşar: Pirsgirêka mezin a ehlaqê heye
16:56 Li Sergolan û Bazarcixa ku ji erdhejê bi giran bandor bûn gundên li ser piyan man jî hene!
16:43 Fatûreya vînca ku psîkan rizgar kir li komeleyê hat birîn
16:29 Siyasetmedar û parêzeran serdana gundên Semsûrê kirin
16:28 Şaredariya AKP’yî beramberî daîreyan destûra qatên zêde daye
16:04 Kesên li Galeriayê rûdinin ji bo tiştên xwe yên taybet di çalakiyê de ne
15:39 Hat xwestin girtiyê nexweş Cemîl Erdem bê berdan
15:38 Şaredarê Nûrdagiyê yê AKP’î hate binçavkirin
15:26 Girtiyê nexweş ê 82 salî di 2 salan de li 4 girtîgehan gerandine
15:11 Berdana girtiyê ji Mereşê sewqî Manavgatê hate kirin tê astengkirin
14:32 Meclisa Tenduristiyê ya HDK’ê: Hewcedarî bi piştevaniya enternasyonal heye
14:24 Li Nîgdeyê bi pileya 5,3 erdhej çêbû
14:21 Gorur: Bi vê hişmendiyê wê dîsa ewqas qurbanî û wêranî çêbibe
13:47 Dayikên Şemiyê li aqûbeta windayên erdhejê pirsîn
13:46 Walî xeyal dike ku roja duşemê bi Elbistaneke cuda hişyar bibe
13:28 TJA'yê deklarasyona 8'ê Adarê êşkere kir
13:23 Dewleta tirk piştî erdhejê 20 caran êrişî Rojava kir
13:09 Suheyla Qazî koça dawî kir
12:48 Li Qilebanê dîwarê bendavê deriziye, gel bi fikar e: Li gorî Wezaretê xetere nîne
12:47 Erdheja 1966’an li wan vegeriya: Gimgima Mereşê jî hilweşiya
11:56 Di konên xemrî de piştevanî didome
11:55 Malbatên ku naxwazin biçin konbajar bêkon mane
11:18 Di nav xirbeyan de li tiştên xwe digerin
11:01 ‘AFAD nehat, xizmên me gihîştin hawara me’
10:55 Li aşxaneyê xebateke bêatlehî
10:42 Dîrokek serobin bû!
10:32 Li herêmên erdhejê pêdiviyên kesên dezavantajî li ber çav nayên girtin
10:13 'Bi konbajaran dixwazin gel ji civakê îzole bikin'
09:03 Hevşaredarê Wanê Avci: Ger hûn hêza xwe tenê ji bo şer amade bikin, hûn ê di bin kavilan de bimînin
09:02 Rola li jinên mexdûrên erdhejê tê ferzkirin: Xwarin, xwedîkirina zarokan
09:00 Botanî ji bo mexdûran sefer bûn: Deriyên malên xwe ji mexdûrên erdhêjê re vekirine
09:00 ROJEVA 25'Ê SIBATA 2023'YAN
24/02/2023
22:57 Hejmara kesên di erdhejan de jiyana xwe ji dest dane gihîşt 44 hezar û 218'an
21:06 Mexdûrên erdhejê bertek nîşanî AFAD'ê dan: Divê ên we şandine îstifa bikin
20:52 Ji Girtîgeha Kurkçulerê gelek girtî hatin sewqkirin
20:48 Li Sêwazê erdhej çêbû
19:17 Li Amedê ji bo apartmana ku hatibû gotin 'kêmxesar' e, paşê rapora 'pirxesar' hat amadekirin
18:46 Xwediyê otêla hilweşiya Kirçûvalê AKP'î hat girtin
18:26 Koçê HDP'î hat berdan
18:15 Der barê polîsê ku Nîhat kazanhan qetil kir de biryara zevtkirinê
16:53 Li Şêxmeqsûdê teqîn: Kesek mir û du kes birîndar bûn
16:53 Rojnamevan Altûn di 31’emîn qetilkirina salvegera xwe de hate bibîranîn
16:46 Ahmet Bugrur ê ku bi mele re minaqeşe kir li nezaretxaneyê mirî hat dîtin
16:29 Li Cizîrê di kargeha plastîkan de şewat derket
15:54 Alîkariyên ji herêma erdhejê re didomin
15:52 Doza xelata JIN TV: Dadgehê hêj hikûm nedayî dosye girt
15:42 Polîsan konên ji bo mexdûrên erdhejê hatibûn vegirtin rakirin
15:36 Girtîgeha Tîpa T a Îskenderûnê hate valakirin
15:20 Têjikê kûçik ê her du lingên wî şikestîn li benda tedawîkirinê ye
14:38 Fîncanci: Li herêmên erdhejê di xizmeta tenduristiyê de cihekarî heye
14:38 13 pisîkên di Sîteya Galeria’yê de hatin rizgarkirin
14:27 Baroya Îzmîrê: Polîtîkayê cihêkar ên li dijî penaberan nayê qebûlkirin
14:11 Malbatan ji bo hevdîtina bi Îmraliyê re serî li dozgeriyê dan
14:05 Li Amedê ji bo komkirina ‘delîlên’ hilweşîn û xesarê xebata keşfê hate destpêkirin
14:00 Li Amediyê bombeya fosfor hat bikaranîn
13:29 Dilxwazan li 80 gundan kontrola tenduristiyê kirin
13:04 Egîtîm Senê giliyê personelên saziyên cemaweriyê kir
12:45 Malbata Şenyaşar: Dema mijar dibe desthilat dozger nikarin darizînin
12:37 ‘Dixwazin bi nûçeyan rojnamevanan ceza bikin’
12:19 Bijîşkê dilxwaz: Malzemeyên paqijiyê kêm in xetereya şewbê heye
11:29 Muteahîd û şaredarê AKP’yî rê li ber karesatê vekirin
11:00 Pîrê elewiyan Soysuren: Ji bo vejîna mirovahiyê hewcehî bi civakîbûnê heye
10:40 Hevserokê HDP’a Nisêbînê yê berê hate binçavkirin
10:33 Ji Baroya Hatayê ji bo mexdûrên erdhejê rehbera hiqûqê