Saziyên kurdî bertek nîşanî astengkirina malperên kurdî dan: Ev biryar nayê qebûlkirin

  • rojane
  • 10:11 23 Sibat 2023
  • |
img
AMED - Komele û saziyên kurdî bi daxuyaniyekê bertek nîşanî asteng kirin û girtina malperên kurdî dan û wiha gotin: “Em vê biryarê qebûl nakin, em ê weke niha, ji niha û pê ve jî di her şert û mercî de xwedî li zimanê xwe, çapemeniya azad û weşana bi kurdî derkevin.”
 
Bi daxwaza Midûriyeta Giştî ya Polîsan, Dadgeriya Ceza ya Sulhê ya 4'an a Enqereyê 340 hesabên Twitter, Telegram û Youtubeyê ku MA Kurdî, Xwebûn, Ronahî TV, Aryen TV, Nûçe TV di nav de gelek malperên dîjîtal ên bi kurdî asteng kirin û girtin. Komele û saziyên kurdî têkildarî asteng kirin û girtina malperên kurdî daxuyanîyek nivîskî parve kirin. Komele û saziyên kurdî bertek nîşanî astengkirin û girtina malperên kurdî dan û bang li hemû kurdan û derdorên mirovahîparêz kir ku li dijî vê biryarê têkoşîna parastin û pêşvebirina zimanê kurdî, çapemeniya azad û weşanên bi kurdî xurtir bikin.
 
Daxuyaniya komele û saziyên kurdî wiha ye: 
 
“2 rojan beriya niha 21'ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê bû. Wateya bingehîn a vê rojê parastin û pêşxistina hemû zimanên zikmakî yên li cîhanê ne. Lê derketiye holê ku li ser daxwaza dadgehên dewleta tirk a heman rojê hê ku rojek li ser derbas nebûyî, anku di 22'yê sibatê de, hesabên dijîtal ên rojnameya hefteyane Xwebûnê, Ajansa Mezopotamyayê, Ronahî TV, Aryen TV, Nûçe TV di nav de gelek malperên dijîtal ên bi kurdî weşanê dikin ji aliyê Saziya Teknolojî û Ragihandinê ya Tirkiyeyê ve bi hincetên pûç hatine astengkirin û mafê agahîgirtina bi kurdî hatiye binpêkirin. 
 
ÊRIŞÊN LI SER KURDÎ BI AWAYEKÎ SÎSTEMATÎK BERDEWAM DIKIN
 
Ev ne cara yekê ye ku rojname, malper û weşanên kurdî tên astengkirin. Ev yek encama nêzîkatiyên dijminane yên li dijî ziman, çapemenî û weşana kurdî û nirxên neteweya kurd e. Di heman demê de ji ber ku di 21ê sibatê de bi boneya Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê daxuyaniya çapemeniyê dane derbarê saziyên zimanê kurdî de lêpirsîn hatiye  destpêkirin. Bi van hewldanên faşîzan jî gelek aşkera tê dîtin ku tunehesibandin, qedexekirin, bişaftin, êriş û jiholêrakirina zimanê kurdî û nirxên neteweya kurd bi awayekî sîstematîk hê berdewam dikin. 
 
XWESTIN BIRYAR DEMILDEST BÊ BETALKIRIN
 
Em wek saziyên zimên vê kiryara li dijî mirovahiyê bi tundî şermezar dikin û dixwazin ku ev biryara li dijî mirovahiyê û li dijî zagon û peymanên navneteweyî demildest bê betalkirin. Berovajiyê vê yekê, zimanê kurdî wek zimanekî fermî bê qebûlkirin, bibe zimanê perwerdehiyê û li her qada jiyanê serbest azad be, çapemenî û weşana bi kurdî ji her milî ve serbest û azad be. 
 
‘TU HÊZ NIKARE ZIMANÊ  ME TUNE BIKE’
 
Zimanê kurdî rûmet, hebûn û nasnameya me kurdan e. Tu hêz nikare zimanê me tune bike. Em ê wek heta niha, ji niha û pê de jî di her şert û mercî de li zimanê xwe, çapemeniya azad û weşanên bi kurdî xwedî derkevin.
 
BANGAWAZÎ
 
Bi vê boneyê, em bang li hemû kurdan û derdorên mirovahîparêz dikin ku têkoşîna parastin û pêşvebirina zimanê kurdî, çapemeniya azad û weşanên bi kurdî xurtir bikin.
 
Navên saziyên ku di binê daxuyaniyê de îmzeya wan heye wiha ne: Kovara Destar, Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Arî, Komeleya Wêjekarên Kurd, Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Arsîsayê, Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Botanê, Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Avestayê, Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Ankayê, Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Feradê, Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Birca Belekê, Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Mezopotamyayê, Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê, Enstîtuya Kurdî ya Amedê, Înstîtuya Kurdî ya li Stockholmê, Enstîtûya Kurdî ya li Elmanyayê, Enstîtuya Kurdî ya Brukselê û Enstîtuya Kurdî ya Swîsreyê îmzeyên wan binî vê daxuyaniyê ye. 
 

Sernavên din

26/02/2023
23:29 Li Meletiyê 3 hezar û 899 avahî hilweşiyan e
20:00 Alîgirên Beşîktaşê bi dirûşma ‘hikûmet îstîfa’ stad hejandin
19:45 Hejmara qurbaniyên erdhejê gihîşt 44 hezar 374 kesan
19:37 Li Mereşê cenaze ji bin kavilan derdikevin: Bi sedan kesên winda hene
19:09 Polîs û zabiteyan zext li welatiyan kirin ku konên xwe rakin
18:30 Li Îtalyayê keştiya penaberan noqî avê bû: Zêdeyî 40 kesî fetisîn
17:08 Ji HDP’ê starta 8’ê Adarê: Em ê li cem jinên li herêmên erdhejê bin
16:40 ÇHD: Polîsan li Antakyayê îşkence li 3 kesan kirin
16:13 Mexdûrê erdhejê: Hêj jî pirsgirêka kon û xurekan heye
15:41 'Ji bo pêşîlêgirtina koçberiyê dem dema piştevaniyê ye’
15:35 HDP’ê ji ber zarokan çapemenî hişyar kir
15:21 Malbata Şenyaşar: Em bêdeng nebûn û dê bêdeng nemînin
15:15 Binpêkirinên li dijî rojnamegeran di dema erdhejê de jî nesekinin!
13:55 AHBAP: Heyva Sor a Tirk 2 hezar û 50 kon firotin me
13:40 Hatîmogûllari: Xelkê Hatayê bifikar e ku ji xaka xwe were derxistin
13:00 Li Iraqê li dijî konvoya lojîstîkê ya DYA’yê êriş hat kirin
12:57 Li qadên kon lê hatine vegirtin nexweşiya gurîbûnê dest pê kir
12:43 Mexdûrê erdhejê ku karkerê înşaetê ye: Berpirsyartî ya şaredariyan e
12:23 Li Semsûrê bûyerên gurîbûnê zêde dibin
12:02 Piştevaniya Mor: Em ê her tim li cem mexdûrên erdhejê bin
11:24 Tûpeke Tunêla Erkenekê tevî xesarê jî vekirî tê hiştin
11:07 Cîranên Ak ew rizgar kir, kurê wî konteynir şand: Bi navê dewletê kes li vir nebû
10:54 Gelo kesekî xwe gihandiye kolanên teng ên Antakyayê?
10:26 Ji Hatîceya bin kavilan sax hatibû derxistin ev 21 roj in tu agahî nayên girtin!
10:26 Ersoy a HDP’î: Divê kesên efûya îmarê derxistin jî bên darizandin
09:50 Piştevaniya TJA’yê ya bi jinên li herêma erdhejê re didome
09:43 Ji bo avahiyê li ser xeta fayê xijiyayî rapora ‘nîvxesar’ dan
09:18 ATK'ê ji bo kesê êrişî cemxaneyan kir rapora 'mesûlîyeta wî ya ceza tam e' amade kir
09:15 Inglîza li Islehiyeyê bi cih bûbû di erdhejê de malbata xwe winda kir
09:02 Gundiyên ku koçberî li wan tê ferzkirin: Em naxwazin dest ji axa xwe berdin
09:01 Der barê daxuyaniya Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê de lêpirsîn hat destpêkirin
09:00 ROJEVA 26’Ê SIBATA 2023’YAN
25/02/2023
20:51 Sedema bêhna ku li Mereşê belav bûye, cenazeyên di bin kavilan de ne
19:18 Di civîna G20'ê de di mijara Ûkraynayê de lihevkirinek çênebû
18:30 Şaredarê AKP'î yê Nûrdaxiyê Okkeş Kavak hat girtin
18:01 Rojnameya Xwebûnê kon li mexdûrên erdhejê belav kirin
17:03 Malbata Şenyaşar: Pirsgirêka mezin a ehlaqê heye
16:56 Li Sergolan û Bazarcixa ku ji erdhejê bi giran bandor bûn gundên li ser piyan man jî hene!
16:43 Fatûreya vînca ku psîkan rizgar kir li komeleyê hat birîn
16:29 Siyasetmedar û parêzeran serdana gundên Semsûrê kirin
16:28 Şaredariya AKP’yî beramberî daîreyan destûra qatên zêde daye
16:04 Kesên li Galeriayê rûdinin ji bo tiştên xwe yên taybet di çalakiyê de ne
15:39 Hat xwestin girtiyê nexweş Cemîl Erdem bê berdan
15:38 Şaredarê Nûrdagiyê yê AKP’î hate binçavkirin
15:26 Girtiyê nexweş ê 82 salî di 2 salan de li 4 girtîgehan gerandine
15:11 Berdana girtiyê ji Mereşê sewqî Manavgatê hate kirin tê astengkirin
14:32 Meclisa Tenduristiyê ya HDK’ê: Hewcedarî bi piştevaniya enternasyonal heye
14:24 Li Nîgdeyê bi pileya 5,3 erdhej çêbû
14:21 Gorur: Bi vê hişmendiyê wê dîsa ewqas qurbanî û wêranî çêbibe
13:47 Dayikên Şemiyê li aqûbeta windayên erdhejê pirsîn
13:46 Walî xeyal dike ku roja duşemê bi Elbistaneke cuda hişyar bibe
13:28 TJA'yê deklarasyona 8'ê Adarê êşkere kir
13:23 Dewleta tirk piştî erdhejê 20 caran êrişî Rojava kir
13:09 Suheyla Qazî koça dawî kir
12:48 Li Qilebanê dîwarê bendavê deriziye, gel bi fikar e: Li gorî Wezaretê xetere nîne
12:47 Erdheja 1966’an li wan vegeriya: Gimgima Mereşê jî hilweşiya
11:56 Di konên xemrî de piştevanî didome
11:55 Malbatên ku naxwazin biçin konbajar bêkon mane
11:18 Di nav xirbeyan de li tiştên xwe digerin
11:01 ‘AFAD nehat, xizmên me gihîştin hawara me’
10:55 Li aşxaneyê xebateke bêatlehî
10:42 Dîrokek serobin bû!
10:32 Li herêmên erdhejê pêdiviyên kesên dezavantajî li ber çav nayên girtin
10:13 'Bi konbajaran dixwazin gel ji civakê îzole bikin'
09:03 Hevşaredarê Wanê Avci: Ger hûn hêza xwe tenê ji bo şer amade bikin, hûn ê di bin kavilan de bimînin
09:02 Rola li jinên mexdûrên erdhejê tê ferzkirin: Xwarin, xwedîkirina zarokan
09:00 Botanî ji bo mexdûran sefer bûn: Deriyên malên xwe ji mexdûrên erdhêjê re vekirine
09:00 ROJEVA 25'Ê SIBATA 2023'YAN
24/02/2023
22:57 Hejmara kesên di erdhejan de jiyana xwe ji dest dane gihîşt 44 hezar û 218'an
21:06 Mexdûrên erdhejê bertek nîşanî AFAD'ê dan: Divê ên we şandine îstifa bikin
20:52 Ji Girtîgeha Kurkçulerê gelek girtî hatin sewqkirin
20:48 Li Sêwazê erdhej çêbû
19:17 Li Amedê ji bo apartmana ku hatibû gotin 'kêmxesar' e, paşê rapora 'pirxesar' hat amadekirin
18:46 Xwediyê otêla hilweşiya Kirçûvalê AKP'î hat girtin
18:26 Koçê HDP'î hat berdan
18:15 Der barê polîsê ku Nîhat kazanhan qetil kir de biryara zevtkirinê
16:53 Li Şêxmeqsûdê teqîn: Kesek mir û du kes birîndar bûn
16:53 Rojnamevan Altûn di 31’emîn qetilkirina salvegera xwe de hate bibîranîn
16:46 Ahmet Bugrur ê ku bi mele re minaqeşe kir li nezaretxaneyê mirî hat dîtin
16:29 Li Cizîrê di kargeha plastîkan de şewat derket
15:54 Alîkariyên ji herêma erdhejê re didomin
15:52 Doza xelata JIN TV: Dadgehê hêj hikûm nedayî dosye girt
15:42 Polîsan konên ji bo mexdûrên erdhejê hatibûn vegirtin rakirin
15:36 Girtîgeha Tîpa T a Îskenderûnê hate valakirin
15:20 Têjikê kûçik ê her du lingên wî şikestîn li benda tedawîkirinê ye
14:38 Fîncanci: Li herêmên erdhejê di xizmeta tenduristiyê de cihekarî heye
14:38 13 pisîkên di Sîteya Galeria’yê de hatin rizgarkirin
14:27 Baroya Îzmîrê: Polîtîkayê cihêkar ên li dijî penaberan nayê qebûlkirin
14:11 Malbatan ji bo hevdîtina bi Îmraliyê re serî li dozgeriyê dan
14:05 Li Amedê ji bo komkirina ‘delîlên’ hilweşîn û xesarê xebata keşfê hate destpêkirin
14:00 Li Amediyê bombeya fosfor hat bikaranîn
13:29 Dilxwazan li 80 gundan kontrola tenduristiyê kirin
13:04 Egîtîm Senê giliyê personelên saziyên cemaweriyê kir
12:45 Malbata Şenyaşar: Dema mijar dibe desthilat dozger nikarin darizînin
12:37 ‘Dixwazin bi nûçeyan rojnamevanan ceza bikin’
12:19 Bijîşkê dilxwaz: Malzemeyên paqijiyê kêm in xetereya şewbê heye
11:29 Muteahîd û şaredarê AKP’yî rê li ber karesatê vekirin
11:00 Pîrê elewiyan Soysuren: Ji bo vejîna mirovahiyê hewcehî bi civakîbûnê heye
10:40 Hevserokê HDP’a Nisêbînê yê berê hate binçavkirin
10:33 Ji Baroya Hatayê ji bo mexdûrên erdhejê rehbera hiqûqê