Buldan bersiv da Erdogan: Ev gel êdî tenê yek rojê jî tehemûla we nake

  • rojane
  • 14:54 22 Sibat 2023
  • |
HATAY - Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan gotina Erdogan a “Salekê mihletê bidin me” bi bîr xist û wiha bersiv da: “Dev ji salekê berde, ev welat tenê rojekê jî tehemûla we nake.” 
 
Şandeyeke ku ji Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan, siyasetmedarê kurd Ahmet Turk û nûnerên pêkhateyan pêk dihat, li Hatayê çûn serdana mexdûrên erdhejê. Şandeya ku li Navenda Koordînasyona Krîzê ya li Îskenderûnê çû serdana mexdûrên erdhejê, li wir daxuyanî da. 
 
‘YA KU ME LI SER PÊYAN DIGIRE PIŞTEVANÎ YE’
 
Buldan, ji ewil bo malbatên qurbaniyan sersaxî û ji bo birîndaran jî şîfaya xêrê xwest û wiha got: “Xwedê rehma xwe li hemû kesên jiyana xwe ji dest dane bike û sebrê bide xizmên wan. Em îro ji bo dermankirina birînan û sivikkirina êşan hatin vê derê. Em li vir dîsa bûn şahid bê ka êş û hilweşîneke çiqas mezin heye. Erê rast e êşeke giran, wêraniyeke mezin heye lê li hêla din jî piştevaniyeke xurt heye. Ya ku me li ser pêyan digire jî ev piştevaniye ye. 
 
DIVÊ ZIRARÊ NEDIN CENAZEYAN
 
Di serî de li Hatayê, li hemû deveran gelek kêmasî hene. Em dibînin ku dema xelk li ser kavilan li benda derxistina cenazeyên xizmên xwe disekinin, li hêla din ji ber sermayê dicemidin û gelek mexdûriyetên din dijîn. Gelek kon kêm in, xelk nikare xwe germ bike û xelk li hawarê ye. Pêdivî bi konan heye, hewcehî cihê mayînê heye. Divê cenazeyên di bin kavilan de bên derxistin. Ev bajarên ku di rojên ewil de tu mudaxale lê nehat kirin, tu makîneyên kar lê tunebûn, îro bi makîneyên kar tije bûne da ku kavil bên rakirin. Hawara xizmên kesên di bin kavilan de ew e ku cenaze tavilê bên derxistin. Divê di dema rakirina kavilan de ziyanê nedin cenazeyan û li gorî wecîbeyên olê bên definkirin.” 
 
SEFERBERIYA ÎKTÎDARÊ YA RAKIRINA KAVILAN
 
Yên ku roja ewil li holê xuya nedikirin, îro ji bo rakirina kavilan seferber bûne. Niha li cihê mexdûrên erdhejê û li ser kavilan makîneyên kar bi kar tînin. Her yek ji van kavilan delîleke û ji hêla hiqûqî ve divê beriya lêkolînê neyên rakirin. Ev sûcekî pir mezin e. Heta ku ev lêkolîn neyên kirin, divê ev kavil neyên rakirin. 
 
BERPIRSYAR DÊ TEQEZ HESAB BIDIN
 
Yên ku berpirsyariya wan heyî, yên ku weke tu berpirsyariya wan tune be tevdigerin, bila baş bizanin ku hûn dê hesabê bidin. Bi hezaran mirovên me di bin kavilan de man û hûn dê hesaba vê bidin. Dê gel hesabê ji we bixwaze. Ji ber efûya îmarê dê ji we hesab were pirsîn. Hêj kesên di bin kavilan de nehatin derxistin we kavil rakirin û ji ber vê dê ji we hesab were pirsîn. We bacên erdhejê yên 20 salan anku 40 milyar dolar ji bo kar û barên cuda hatin pûçkirin û dê hesaba vê ji we were pirsîn. Di rewşeke wiha de serokkomar dibêje; ‘salekê mihletê bidin min.’ Em li vir bangî serokkomar dikin; ev welat, ev gel, ev xak û vê erdnîgarî êdî dev ji salekê berde yek rojê jî tehemûla we nake. Dê tu kes weke xelatekê dê salek mihletê nede we. Hûn dê biçin. Ev gel dê ji we hesabê bipirse û hûn dê hesabê bidin û wisa biçin.
 
ÊDÎ DEMA TUNEBÛNA AKP’Ê YA DI QADA SIYASETÊ DE HAT 
 
Yek ji gavên ewil a xelasiya ji van erdhej û karesatan, têkbirina îktîdara AKP-MHP’ê ye. Hemû kes di ferqa van êşên we bi gel dayîn kişandin û zilma we heye. Gelên Tirkiyeyê dê bi vê zanebûnê jî AKP’ê êdî ji qada siyasetê tune bike.  Êdî dema wê hatiye ku em ji bo tunekirina AKP’ê ya ji qada siyasetê bikevin nava tevgerê. Têkoşîn, xwebirêxistinkirin û piştevanî girîng e. Em di ferqa van tevan de ne û ya ku me li ser piyan digire jî ev e. Lê gava ewil a ku divê em biavêjin; têkbirina îktîdara AKP-MHP’ê ye.”
 
Serdanên şandeyê yên li bajar berdewam in.

Sernavên din

26/02/2023
23:29 Li Meletiyê 3 hezar û 899 avahî hilweşiyan e
20:00 Alîgirên Beşîktaşê bi dirûşma ‘hikûmet îstîfa’ stad hejandin
19:45 Hejmara qurbaniyên erdhejê gihîşt 44 hezar 374 kesan
19:37 Li Mereşê cenaze ji bin kavilan derdikevin: Bi sedan kesên winda hene
19:09 Polîs û zabiteyan zext li welatiyan kirin ku konên xwe rakin
18:30 Li Îtalyayê keştiya penaberan noqî avê bû: Zêdeyî 40 kesî fetisîn
17:08 Ji HDP’ê starta 8’ê Adarê: Em ê li cem jinên li herêmên erdhejê bin
16:40 ÇHD: Polîsan li Antakyayê îşkence li 3 kesan kirin
16:13 Mexdûrê erdhejê: Hêj jî pirsgirêka kon û xurekan heye
15:41 'Ji bo pêşîlêgirtina koçberiyê dem dema piştevaniyê ye’
15:35 HDP’ê ji ber zarokan çapemenî hişyar kir
15:21 Malbata Şenyaşar: Em bêdeng nebûn û dê bêdeng nemînin
15:15 Binpêkirinên li dijî rojnamegeran di dema erdhejê de jî nesekinin!
13:55 AHBAP: Heyva Sor a Tirk 2 hezar û 50 kon firotin me
13:40 Hatîmogûllari: Xelkê Hatayê bifikar e ku ji xaka xwe were derxistin
13:00 Li Iraqê li dijî konvoya lojîstîkê ya DYA’yê êriş hat kirin
12:57 Li qadên kon lê hatine vegirtin nexweşiya gurîbûnê dest pê kir
12:43 Mexdûrê erdhejê ku karkerê înşaetê ye: Berpirsyartî ya şaredariyan e
12:23 Li Semsûrê bûyerên gurîbûnê zêde dibin
12:02 Piştevaniya Mor: Em ê her tim li cem mexdûrên erdhejê bin
11:24 Tûpeke Tunêla Erkenekê tevî xesarê jî vekirî tê hiştin
11:07 Cîranên Ak ew rizgar kir, kurê wî konteynir şand: Bi navê dewletê kes li vir nebû
10:54 Gelo kesekî xwe gihandiye kolanên teng ên Antakyayê?
10:26 Ji Hatîceya bin kavilan sax hatibû derxistin ev 21 roj in tu agahî nayên girtin!
10:26 Ersoy a HDP’î: Divê kesên efûya îmarê derxistin jî bên darizandin
09:50 Piştevaniya TJA’yê ya bi jinên li herêma erdhejê re didome
09:43 Ji bo avahiyê li ser xeta fayê xijiyayî rapora ‘nîvxesar’ dan
09:18 ATK'ê ji bo kesê êrişî cemxaneyan kir rapora 'mesûlîyeta wî ya ceza tam e' amade kir
09:15 Inglîza li Islehiyeyê bi cih bûbû di erdhejê de malbata xwe winda kir
09:02 Gundiyên ku koçberî li wan tê ferzkirin: Em naxwazin dest ji axa xwe berdin
09:01 Der barê daxuyaniya Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê de lêpirsîn hat destpêkirin
09:00 ROJEVA 26’Ê SIBATA 2023’YAN
25/02/2023
20:51 Sedema bêhna ku li Mereşê belav bûye, cenazeyên di bin kavilan de ne
19:18 Di civîna G20'ê de di mijara Ûkraynayê de lihevkirinek çênebû
18:30 Şaredarê AKP'î yê Nûrdaxiyê Okkeş Kavak hat girtin
18:01 Rojnameya Xwebûnê kon li mexdûrên erdhejê belav kirin
17:03 Malbata Şenyaşar: Pirsgirêka mezin a ehlaqê heye
16:56 Li Sergolan û Bazarcixa ku ji erdhejê bi giran bandor bûn gundên li ser piyan man jî hene!
16:43 Fatûreya vînca ku psîkan rizgar kir li komeleyê hat birîn
16:29 Siyasetmedar û parêzeran serdana gundên Semsûrê kirin
16:28 Şaredariya AKP’yî beramberî daîreyan destûra qatên zêde daye
16:04 Kesên li Galeriayê rûdinin ji bo tiştên xwe yên taybet di çalakiyê de ne
15:39 Hat xwestin girtiyê nexweş Cemîl Erdem bê berdan
15:38 Şaredarê Nûrdagiyê yê AKP’î hate binçavkirin
15:26 Girtiyê nexweş ê 82 salî di 2 salan de li 4 girtîgehan gerandine
15:11 Berdana girtiyê ji Mereşê sewqî Manavgatê hate kirin tê astengkirin
14:32 Meclisa Tenduristiyê ya HDK’ê: Hewcedarî bi piştevaniya enternasyonal heye
14:24 Li Nîgdeyê bi pileya 5,3 erdhej çêbû
14:21 Gorur: Bi vê hişmendiyê wê dîsa ewqas qurbanî û wêranî çêbibe
13:47 Dayikên Şemiyê li aqûbeta windayên erdhejê pirsîn
13:46 Walî xeyal dike ku roja duşemê bi Elbistaneke cuda hişyar bibe
13:28 TJA'yê deklarasyona 8'ê Adarê êşkere kir
13:23 Dewleta tirk piştî erdhejê 20 caran êrişî Rojava kir
13:09 Suheyla Qazî koça dawî kir
12:48 Li Qilebanê dîwarê bendavê deriziye, gel bi fikar e: Li gorî Wezaretê xetere nîne
12:47 Erdheja 1966’an li wan vegeriya: Gimgima Mereşê jî hilweşiya
11:56 Di konên xemrî de piştevanî didome
11:55 Malbatên ku naxwazin biçin konbajar bêkon mane
11:18 Di nav xirbeyan de li tiştên xwe digerin
11:01 ‘AFAD nehat, xizmên me gihîştin hawara me’
10:55 Li aşxaneyê xebateke bêatlehî
10:42 Dîrokek serobin bû!
10:32 Li herêmên erdhejê pêdiviyên kesên dezavantajî li ber çav nayên girtin
10:13 'Bi konbajaran dixwazin gel ji civakê îzole bikin'
09:03 Hevşaredarê Wanê Avci: Ger hûn hêza xwe tenê ji bo şer amade bikin, hûn ê di bin kavilan de bimînin
09:02 Rola li jinên mexdûrên erdhejê tê ferzkirin: Xwarin, xwedîkirina zarokan
09:00 Botanî ji bo mexdûran sefer bûn: Deriyên malên xwe ji mexdûrên erdhêjê re vekirine
09:00 ROJEVA 25'Ê SIBATA 2023'YAN
24/02/2023
22:57 Hejmara kesên di erdhejan de jiyana xwe ji dest dane gihîşt 44 hezar û 218'an
21:06 Mexdûrên erdhejê bertek nîşanî AFAD'ê dan: Divê ên we şandine îstifa bikin
20:52 Ji Girtîgeha Kurkçulerê gelek girtî hatin sewqkirin
20:48 Li Sêwazê erdhej çêbû
19:17 Li Amedê ji bo apartmana ku hatibû gotin 'kêmxesar' e, paşê rapora 'pirxesar' hat amadekirin
18:46 Xwediyê otêla hilweşiya Kirçûvalê AKP'î hat girtin
18:26 Koçê HDP'î hat berdan
18:15 Der barê polîsê ku Nîhat kazanhan qetil kir de biryara zevtkirinê
16:53 Li Şêxmeqsûdê teqîn: Kesek mir û du kes birîndar bûn
16:53 Rojnamevan Altûn di 31’emîn qetilkirina salvegera xwe de hate bibîranîn
16:46 Ahmet Bugrur ê ku bi mele re minaqeşe kir li nezaretxaneyê mirî hat dîtin
16:29 Li Cizîrê di kargeha plastîkan de şewat derket
15:54 Alîkariyên ji herêma erdhejê re didomin
15:52 Doza xelata JIN TV: Dadgehê hêj hikûm nedayî dosye girt
15:42 Polîsan konên ji bo mexdûrên erdhejê hatibûn vegirtin rakirin
15:36 Girtîgeha Tîpa T a Îskenderûnê hate valakirin
15:20 Têjikê kûçik ê her du lingên wî şikestîn li benda tedawîkirinê ye
14:38 Fîncanci: Li herêmên erdhejê di xizmeta tenduristiyê de cihekarî heye
14:38 13 pisîkên di Sîteya Galeria’yê de hatin rizgarkirin
14:27 Baroya Îzmîrê: Polîtîkayê cihêkar ên li dijî penaberan nayê qebûlkirin
14:11 Malbatan ji bo hevdîtina bi Îmraliyê re serî li dozgeriyê dan
14:05 Li Amedê ji bo komkirina ‘delîlên’ hilweşîn û xesarê xebata keşfê hate destpêkirin
14:00 Li Amediyê bombeya fosfor hat bikaranîn
13:29 Dilxwazan li 80 gundan kontrola tenduristiyê kirin
13:04 Egîtîm Senê giliyê personelên saziyên cemaweriyê kir
12:45 Malbata Şenyaşar: Dema mijar dibe desthilat dozger nikarin darizînin
12:37 ‘Dixwazin bi nûçeyan rojnamevanan ceza bikin’
12:19 Bijîşkê dilxwaz: Malzemeyên paqijiyê kêm in xetereya şewbê heye
11:29 Muteahîd û şaredarê AKP’yî rê li ber karesatê vekirin
11:00 Pîrê elewiyan Soysuren: Ji bo vejîna mirovahiyê hewcehî bi civakîbûnê heye
10:40 Hevserokê HDP’a Nisêbînê yê berê hate binçavkirin
10:33 Ji Baroya Hatayê ji bo mexdûrên erdhejê rehbera hiqûqê