Muslim: Di erdhejê de rastiya dewleta tirk derket holê

  • rojane
  • 09:04 22 Sibat 2023
  • |
RIHA -  Hevserokê PYD’ê Salih Muslim têkildarî êrişên Tirkiyeyê yên li dijî Rojavayê anî ziman ku Tirkiye ji dêvla ku alîkariya mexdûrên erdhejê bike êrişên xwe yên li dijî Bakur û Rojhilatê Suriyeyê didomîne û got: “Divê erdhejê de heqîqeta dewleta tirk û rejima Sûriyeyê derket holê.”
 
Li Kurdistan, Tirkiye û Sûriyeyê bandorên erdhejên Mereşê yên di 6'ê Sibatê de çêbûn, didomin. Heta niha zêdetirî 42 hezar kesî jiyana xwe ji dest daye û hê jî gelek kes di bin kavilan de hene. Welatiyên ku di erdhejê de mexdûr bûne jî li benda alîkariyê ne. Lê tevî vê kereseta mezin ku hê jî bandora wê didome, Tirkiye ji dêvla ku alîkariya mexdûrên erdhejê bike, êrişî Rojavayê dike. Di van êrişên Tirkiyeyê de 2 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dan û Tirkiye gefên xwe yên bi Balafirên Biçek ên Bêmirov (SÎHA) ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomîne.
 
Hevserokê Partiya Yekitiya Demokrat (PYD) Salih Muslîm têkildarî kareseta li Kurdistanê çêbû û êrişên Tirkiyeyê ji ajansa me re axivî. 
 
‘ERDHEJ NE TENÊ XWEZAYÎ YE, SIYASÎ YE JÎ’
 
Salih Muslim di destpêka axaftina xwe de sersaxî ji bo malbatên kesên ku di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane xwest û bi lêv kir ku gelê kurd di vê karesatê de piştevaniyeke mezin nîşan daye. Muslim anî ziman ku ew jî ji ber vê piştevaniya gelê kurd ku nîşan daye kêfxweş in û axaftina xwe wiha domand: “Em hevî dikin ku em karibin di demeke nêz de ji heq vê karesata hatiye serê Kurdistanê derkevin. Erdhej ne tenê erdhejeke xwezayî ye, erdhejeke siyasî ye jî. Divê her kes nas bike. Di vê erdhejê de heqîqeta dewleta tirk, heqîqeta rejima Sûriyeyê derket holê. Heqîqeta wan a ku çawa li gel dinêrin derket holê. Ji ber ku yên di bin kavilan de kurd bûn, alîkariya wan nekirin û xwestin wan tune bikin. Ev heqîqet derket holê. Divê em nas bikin. Her wiha alîkariya ku ji bo erdhejê ji dewleta tirk re hatiye jî di destê AFAD’ê de ye, nedane gel, gişt veşartine. Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi derfetên xwe yên kêm, bi çend şaredariyên ku di destê wê de mane, xwest alîkariya gel bike lê ew jî ji aliyê dewleta tirk ve tê astengkirin.”
 
‘TEVÎ VÊ KARESATÊ JÎ BERPIRSYARIYÊ NAGIRIN SER XWE’
 
Muslim bal kişand ser xemsariya Tirkiyeyê ya ji bo erdhejê jî û ev tişt gotin: “Di vê karesatê de ku bi 10 hezaran kesî jiyana xwe ji dest da, ew tu berpirsyariyê nagirin ser xwe û diavêjin ser stuye xwedê. Dibe ku bi mirina wan kesan kêfxweş jî bibin. Dema ev karesat qewimî, demekê dirêj saziya dewletê AFAD ku berpirsyar e, alîkariya gel nekir. Tevî ku 13 roj di ser karesatê re derbas bûne, hê jî gundên ku tu kes neçûnê hene. Lê gelê kurd xwe gihand alîkariya kesên di bin kavilan de. Gelê kurd li gelek bajarên Kurdistanê kom bû û çû alîkarî birayê xwe kir.  AFAD jî yek ji saziya dewleta faşîşt e, ne ji bo alîkariyê ji bo çewisandinê ava bûye. Ew jî girêdayî Soylû ye. Soylû jî mirovekî faşîşt e, çi çete li Tirkiye hene ew wan xwedî dike û ew jî girêdayî Erdogan e. Em jî ketine nav lepên van kesan. Ji ber vê jî em ne li benda alîkariya wan in.”
 
‘DIXWAZIN DEMOGRAFIYÊ BIGUHERÎNIN’
 
Muslum di berdewama axaftina xwe de diyar kir ku erdhejê bandor li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye yên Helebe û navçeya Cindirês a Efrînê kiriye û got ku Rêveberiya Xweser jî ji bo mexdûrên erdhejê alîkarî ji gel re şandiye lê ew alîkarî ji aliyê Tirkiye û rejima Sûriyeyê ve hatine astengkirin. Muslim bandora erdhejê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wiha ragihand: “Roja ku erdhej çûbû, me hewl da xwe bigihînin wan, lê me nekarî. Yek di destê çeteyan de ye yek jî di destê rejimê de ye. Her duyan jî nehişt. Di encama erdhejê de nêzî hezar kesî li Cindirêsê jiyana xwe ji dest da. Ji ber ku ew der ji me re girtiye tu agahiyeke baş em nikarin ji wir bigirin. Cindirês ji bo çandiniyê cihekî baş e û stratejîk e. Di bin hinceta erdhejê de konên penaberan li wê derê vergirtine. Çadir vegirtine ku wan li wir bi cih bikin. Projeya wan ew e ku bajaran çêkin. Du roj berê balyozê Qeterê çû Cindirêsê, ji bo projeyekê. Ew proje jî wekî ‘bajarê rûmet’ bi nav kirine. Dixwazin li Cindirêsê çêkin. Yên ku ji derve hatine jî dixwazin li wir bi cih bikin. Bi vê yekê dixwazin ereban li wir bi cih bikin û demografiya wir biguherînin. Dema yên ku di bin kavilan de kurd bin, alîkariya wan nakin û dixwazin tune bibin. Gelê me yê Cindirêse bi dîmenên ku parve dikin dibêjin tu alîkarî ji me re nehatiye, alîkariya ku em dişînin jî ji aliyê dewleta tirk ve tê astengkirin. Anku zilmekî wisa tê meşandin. Heta niha jî hê gelek kes di bin kavilan de ne.”
 
‘DEWLETA TIRK 2 WELATIYÊN SIVÎL QETIL KIRIN’
 
Muslim têkildarî êrişên Tirkiyeyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî destnîşan kir ku tevî karesata mezin jî Tirkiyeyê êrişen xwe yên li dijî Rojavayê ranewestandine û wiha got: “Di encama van êrişan de welatiyekî sivîl ku 3 zarokên wî hebûn, Mahmûd Beşar, şehîd xistin. Yanî wisa tevdigerin ku êdî rêya ku em rojekê li rûyê hev du binerin jî nehêlin. Em ê çawa vê yekê û bi dehan tiştên wisa ku wan kirine ji bîr bikin. Duh dîsa topbaranên wan li heremê hebûn, dibêjin ew karê çeteyên wan in, na em bawer nakin. Çeteyên wan nikarin guleyekê jî bêyî wan biavêjin. Duh ji aliyê Eyn Îsayê topbaranên wan hebûn. Her wiha Til Rifat ku di erdhejê de bandor bibû jî topbaran kirin û welatiyekî sivîl yê 70 salî jî li wir şehîd ket. Lê divê em li dijî vê yekê pişta xwe nedin neyaran û birînên xwe bi xwe derman bikin, tişta ku ji me te xwestin jî ev e.”
 
‘HEKE ŞEREK BÊ DESTPÊKIRIN WÊ NE HÊSAN BE’
 
Muslim di berdewama axaftina xwe de bi lêv kir li djî van êrişan amadekariyên wan jî hene û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ew polîtikayên dewletê yên êrişê ne nû ne, bi deh salan e van polîtikayan bi awayekî zirav tên meşandin. Li ser tevahiya Kurdistanê heman polîtikayê dimeşînin. Ev 7 sal in ku em her tim di şer de ne. Ji ber wê dikarin her tiştî bikin. Ji bo hilbijartinê desthilatdar ji bo desthiltadariya xwe dirêj bike, dikarê şerî derxe. Bê guman li dijî van êrişan amadekariyên me jî hene. Anku heke şerek bê destpêkirin, wê ne hesan be, gelê me tevî van êrişan jî ji gundên xwe dernakevin, tevdîrên xwe girtine. Hezên me û gelê me têra xwe hene û parastina xwe jî kirine. Lê divê em jî her tim ji bo şer amade bin.”
 
‘HÊZÊN GARANTOR NE JI BO ARAMIYÊ JI BO BERJEWENDIYAN LI VIR IN’
 
Muslim der barê bêdengbûna hezên garantor a ji bo van êrişan jî diyar kir ku hezên garantor ne ji bo aramiyê, lê ji bo berjewendiyên xwe li herême ne û ev tişt anîn ziman: “Hezên garantor heta niha ji van êrişan re bêdeng in. Bi taybetî jî Rûsya tu carî deng nake. Ew êrişa ku li Kobanê pêk hat jî li ser wargehên Rûsyayê pêk hat. Rûsya jî dibîne, tê xuyakirin ku gişt jî dixwazin ji kurdan xilas bibin. Yên ku heta niha alîkariya kurdan kirine jî ji bo berjewendiyên xwe alîkarî kirine. 30 leşkerên Rûsyayê jî li wan deran hatin kuştin, lê Rûsya tu carî ranegihand ku leşkerên wan jî hatine kuştin. Hezên garantor ji bo kuştin êenebin li wir in, lê dema mijar dibe kurd xwe ji kuştinan re ker dikin. Ereb dixwazin kurd tune bibin, tirk dixwazin tune bin, bi sed salan e jî dixwazin weke ermen, suryanî, pontûs tunekirin, kurdan jî tune bikin.”
 
‘KURDÊN KU MIRÎ DIHESIBANDIN RABÛN SER PÊYAN’
 
Muslim destnîşan kir ku sedemeke êrişan jî hişyarbûna kurdan e û wiha pê dê çû: “Projeyên tunekirina kurdan ên dewleta tirk hene û ev sed sal in li ser kurdan dimeşînin. Ereb jî her wiha dema rejîma Baasê ku çawa dixwestin heremên kurdan vala bikin û gel birçî bihêlin ku koçber bibin, ereban bi cih bikin niha jî bi heman xwestekê ne. Projeyên hemûyan jî li Kurdistanê hene. Hemûyan jî li ser kurdan plansaziya xwe kiribûn ku kurd êdî tune dibin, lê kurd tune nebûn û îro xwedî projeyekê ne, êdî heşyar bûne û gelên derdora xwe jî hişyar dikin. Projeya demokratîkbûnê li Rojavayê xistin pratîkê. Ji ber vê jî dijminatiya wan a li dijî kurdan hê zêde dibe. Ew dibêjin, me hûn di dîrokê de tune kirin, hûn dimirin, lê îro hûn çawa rabûne ser pêyan û gelên derdorê jî li dijî me radikin ser pêyan. Sedema êrişên li tevahî Kurdistanê jî ew hişyarbûna kurdan e, ji ber vê dixwazin tola xwe ya dîrokî ji kurdan hilînin."
 
‘LI DIJÎ ÊRIŞAN DIVÊ EM YEKITIYA XWE ÇÊKIN’
 
Muslim anî ziman ku rastiya êrişan tunekirina hemû kurdan e û li dijî van êrişan ya pêwîst yekitî û yekrêziya kurdan e. Muslim axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Yên ku dibin hedefa dewleta tirk jî pêşengên vê têkoşînê ne. Lê kurd kirine dorê, kî serî hildide dixwazin wan tune bikin. Piştî ku kurdê serhildêr tune bikin jî dor dê were kurdên din. Divê berî her tiştî em vê yekê bi gelê xwe bidin fêmkirin. Di nav wezîrên Tirkiyeyê de çend tirk hene, piranî ji kurdên me ne, tevî ku yên tê xwest tune bibin gelê wan e, dîsa jî xizmetê ji dewleta tirk re dikin. Heke meriv heqîqeta dijmin û heqîqeta armanca wan nas bike divê meriv tevdîrê jî bigre. Heta niha tişta anîne serê me, dibêjin 'em kurdên xirab dikujin, em kurdên baş ku bi me re ne nakujin.' Lê dê wan jî bikujin. Ji bo wê jî divê em xwe bi rêxistin bikin, xwe hişyar bikin û gelên derdora xwe jî hişyar bikin. Dîplomasiya siyasetê jî li ser vê esasê bimeşînin. Kesên ku biratiyê û jiyana hevpar qebûl dikin divê em wan bihêz bikin. Dewletên din jî li berjewendiyên xwe dinêrin. Em nebêjin ku filan dewlet dê alîkariya me bike, hemû netew-dewlet li berjewendiyên xwe dinêrin. Ew li çekên xwe dinêrin, ne xema wan e ku kurd, ermenî an jî asûrî hatine kuştin. Li dijî van êriş û polîtikayan divê em yekîtiya xwe û hêza xwe çêkin. Wê demö em dikarin tiştekî bikin.”
 
MA / Mahmût Altintaş

Sernavên din

26/02/2023
23:29 Li Meletiyê 3 hezar û 899 avahî hilweşiyan e
20:00 Alîgirên Beşîktaşê bi dirûşma ‘hikûmet îstîfa’ stad hejandin
19:45 Hejmara qurbaniyên erdhejê gihîşt 44 hezar 374 kesan
19:37 Li Mereşê cenaze ji bin kavilan derdikevin: Bi sedan kesên winda hene
19:09 Polîs û zabiteyan zext li welatiyan kirin ku konên xwe rakin
18:30 Li Îtalyayê keştiya penaberan noqî avê bû: Zêdeyî 40 kesî fetisîn
17:08 Ji HDP’ê starta 8’ê Adarê: Em ê li cem jinên li herêmên erdhejê bin
16:40 ÇHD: Polîsan li Antakyayê îşkence li 3 kesan kirin
16:13 Mexdûrê erdhejê: Hêj jî pirsgirêka kon û xurekan heye
15:41 'Ji bo pêşîlêgirtina koçberiyê dem dema piştevaniyê ye’
15:35 HDP’ê ji ber zarokan çapemenî hişyar kir
15:21 Malbata Şenyaşar: Em bêdeng nebûn û dê bêdeng nemînin
15:15 Binpêkirinên li dijî rojnamegeran di dema erdhejê de jî nesekinin!
13:55 AHBAP: Heyva Sor a Tirk 2 hezar û 50 kon firotin me
13:40 Hatîmogûllari: Xelkê Hatayê bifikar e ku ji xaka xwe were derxistin
13:00 Li Iraqê li dijî konvoya lojîstîkê ya DYA’yê êriş hat kirin
12:57 Li qadên kon lê hatine vegirtin nexweşiya gurîbûnê dest pê kir
12:43 Mexdûrê erdhejê ku karkerê înşaetê ye: Berpirsyartî ya şaredariyan e
12:23 Li Semsûrê bûyerên gurîbûnê zêde dibin
12:02 Piştevaniya Mor: Em ê her tim li cem mexdûrên erdhejê bin
11:24 Tûpeke Tunêla Erkenekê tevî xesarê jî vekirî tê hiştin
11:07 Cîranên Ak ew rizgar kir, kurê wî konteynir şand: Bi navê dewletê kes li vir nebû
10:54 Gelo kesekî xwe gihandiye kolanên teng ên Antakyayê?
10:26 Ji Hatîceya bin kavilan sax hatibû derxistin ev 21 roj in tu agahî nayên girtin!
10:26 Ersoy a HDP’î: Divê kesên efûya îmarê derxistin jî bên darizandin
09:50 Piştevaniya TJA’yê ya bi jinên li herêma erdhejê re didome
09:43 Ji bo avahiyê li ser xeta fayê xijiyayî rapora ‘nîvxesar’ dan
09:18 ATK'ê ji bo kesê êrişî cemxaneyan kir rapora 'mesûlîyeta wî ya ceza tam e' amade kir
09:15 Inglîza li Islehiyeyê bi cih bûbû di erdhejê de malbata xwe winda kir
09:02 Gundiyên ku koçberî li wan tê ferzkirin: Em naxwazin dest ji axa xwe berdin
09:01 Der barê daxuyaniya Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê de lêpirsîn hat destpêkirin
09:00 ROJEVA 26’Ê SIBATA 2023’YAN
25/02/2023
20:51 Sedema bêhna ku li Mereşê belav bûye, cenazeyên di bin kavilan de ne
19:18 Di civîna G20'ê de di mijara Ûkraynayê de lihevkirinek çênebû
18:30 Şaredarê AKP'î yê Nûrdaxiyê Okkeş Kavak hat girtin
18:01 Rojnameya Xwebûnê kon li mexdûrên erdhejê belav kirin
17:03 Malbata Şenyaşar: Pirsgirêka mezin a ehlaqê heye
16:56 Li Sergolan û Bazarcixa ku ji erdhejê bi giran bandor bûn gundên li ser piyan man jî hene!
16:43 Fatûreya vînca ku psîkan rizgar kir li komeleyê hat birîn
16:29 Siyasetmedar û parêzeran serdana gundên Semsûrê kirin
16:28 Şaredariya AKP’yî beramberî daîreyan destûra qatên zêde daye
16:04 Kesên li Galeriayê rûdinin ji bo tiştên xwe yên taybet di çalakiyê de ne
15:39 Hat xwestin girtiyê nexweş Cemîl Erdem bê berdan
15:38 Şaredarê Nûrdagiyê yê AKP’î hate binçavkirin
15:26 Girtiyê nexweş ê 82 salî di 2 salan de li 4 girtîgehan gerandine
15:11 Berdana girtiyê ji Mereşê sewqî Manavgatê hate kirin tê astengkirin
14:32 Meclisa Tenduristiyê ya HDK’ê: Hewcedarî bi piştevaniya enternasyonal heye
14:24 Li Nîgdeyê bi pileya 5,3 erdhej çêbû
14:21 Gorur: Bi vê hişmendiyê wê dîsa ewqas qurbanî û wêranî çêbibe
13:47 Dayikên Şemiyê li aqûbeta windayên erdhejê pirsîn
13:46 Walî xeyal dike ku roja duşemê bi Elbistaneke cuda hişyar bibe
13:28 TJA'yê deklarasyona 8'ê Adarê êşkere kir
13:23 Dewleta tirk piştî erdhejê 20 caran êrişî Rojava kir
13:09 Suheyla Qazî koça dawî kir
12:48 Li Qilebanê dîwarê bendavê deriziye, gel bi fikar e: Li gorî Wezaretê xetere nîne
12:47 Erdheja 1966’an li wan vegeriya: Gimgima Mereşê jî hilweşiya
11:56 Di konên xemrî de piştevanî didome
11:55 Malbatên ku naxwazin biçin konbajar bêkon mane
11:18 Di nav xirbeyan de li tiştên xwe digerin
11:01 ‘AFAD nehat, xizmên me gihîştin hawara me’
10:55 Li aşxaneyê xebateke bêatlehî
10:42 Dîrokek serobin bû!
10:32 Li herêmên erdhejê pêdiviyên kesên dezavantajî li ber çav nayên girtin
10:13 'Bi konbajaran dixwazin gel ji civakê îzole bikin'
09:03 Hevşaredarê Wanê Avci: Ger hûn hêza xwe tenê ji bo şer amade bikin, hûn ê di bin kavilan de bimînin
09:02 Rola li jinên mexdûrên erdhejê tê ferzkirin: Xwarin, xwedîkirina zarokan
09:00 Botanî ji bo mexdûran sefer bûn: Deriyên malên xwe ji mexdûrên erdhêjê re vekirine
09:00 ROJEVA 25'Ê SIBATA 2023'YAN
24/02/2023
22:57 Hejmara kesên di erdhejan de jiyana xwe ji dest dane gihîşt 44 hezar û 218'an
21:06 Mexdûrên erdhejê bertek nîşanî AFAD'ê dan: Divê ên we şandine îstifa bikin
20:52 Ji Girtîgeha Kurkçulerê gelek girtî hatin sewqkirin
20:48 Li Sêwazê erdhej çêbû
19:17 Li Amedê ji bo apartmana ku hatibû gotin 'kêmxesar' e, paşê rapora 'pirxesar' hat amadekirin
18:46 Xwediyê otêla hilweşiya Kirçûvalê AKP'î hat girtin
18:26 Koçê HDP'î hat berdan
18:15 Der barê polîsê ku Nîhat kazanhan qetil kir de biryara zevtkirinê
16:53 Li Şêxmeqsûdê teqîn: Kesek mir û du kes birîndar bûn
16:53 Rojnamevan Altûn di 31’emîn qetilkirina salvegera xwe de hate bibîranîn
16:46 Ahmet Bugrur ê ku bi mele re minaqeşe kir li nezaretxaneyê mirî hat dîtin
16:29 Li Cizîrê di kargeha plastîkan de şewat derket
15:54 Alîkariyên ji herêma erdhejê re didomin
15:52 Doza xelata JIN TV: Dadgehê hêj hikûm nedayî dosye girt
15:42 Polîsan konên ji bo mexdûrên erdhejê hatibûn vegirtin rakirin
15:36 Girtîgeha Tîpa T a Îskenderûnê hate valakirin
15:20 Têjikê kûçik ê her du lingên wî şikestîn li benda tedawîkirinê ye
14:38 Fîncanci: Li herêmên erdhejê di xizmeta tenduristiyê de cihekarî heye
14:38 13 pisîkên di Sîteya Galeria’yê de hatin rizgarkirin
14:27 Baroya Îzmîrê: Polîtîkayê cihêkar ên li dijî penaberan nayê qebûlkirin
14:11 Malbatan ji bo hevdîtina bi Îmraliyê re serî li dozgeriyê dan
14:05 Li Amedê ji bo komkirina ‘delîlên’ hilweşîn û xesarê xebata keşfê hate destpêkirin
14:00 Li Amediyê bombeya fosfor hat bikaranîn
13:29 Dilxwazan li 80 gundan kontrola tenduristiyê kirin
13:04 Egîtîm Senê giliyê personelên saziyên cemaweriyê kir
12:45 Malbata Şenyaşar: Dema mijar dibe desthilat dozger nikarin darizînin
12:37 ‘Dixwazin bi nûçeyan rojnamevanan ceza bikin’
12:19 Bijîşkê dilxwaz: Malzemeyên paqijiyê kêm in xetereya şewbê heye
11:29 Muteahîd û şaredarê AKP’yî rê li ber karesatê vekirin
11:00 Pîrê elewiyan Soysuren: Ji bo vejîna mirovahiyê hewcehî bi civakîbûnê heye
10:40 Hevserokê HDP’a Nisêbînê yê berê hate binçavkirin
10:33 Ji Baroya Hatayê ji bo mexdûrên erdhejê rehbera hiqûqê