‘Cara ewil HDP’iyan bi hawara gundê me hatin’

  • rojane
  • 16:14 20 Sibat 2023
  • |
img
DÎLOK - Yek ji şêniyên gundê Hîsarê da zanîn ku tevî dîwarên mala wî qelişîne jî rapora “Nîvxesar” hatiye dayîn û wiha got: “Ji ewil HDP’î bi hawara me hatin ku her tim weke kesên ‘terorîst’ bi me dabûn naskirin.” 
 
Li gundên navçeya Nûrdagi ya Dîlokê ji sedî 80’î avahiyan hilweşiyan. Kavilên avahiyan, hêj mîna roja ewil li cihê xwe disekinin. Nifûsa gundê Hîsarê 350 e û di erdhejê de 25 welatiyan jiyana xwe ji dest dan. Ji sedî 90’î avahiyên gund xesareke mezin gihiştê. Her wiha 40 avahî hilweşiyan û 50 avahiyên li rex wan jî nema dikare kesek tê de bijî.  
 
BIRAZIYÊ XWE WINDA KIR
 
Piştî erdhejê, şêniyên gund li gorî derfetên xwe hewl dan jiyana xwe bidomînin. Ji şêniyên gund Veysî Çîrçîr ku biraziyê wî di erdhejê de jiyana xwe ji dest da wiha dibêje: “Em pir xemgîn in. 4 zarokên biraziyê min sêwî man. Piştî erdhejê tenê 10 malên ku mirov bikare tê de bijî man. Yên din jî yan herifîn an jî xesar tê de çêbû.” 
 
‘EM 5 ROJAN LI DERVE RAZAN’
 
Çîrçîr, bi domdarî ev tişt anî ziman: “Dema erdhej çêbûyî, deriyê mala me hate girtin. Min xwe ji pacê avêt. Min tavilê derî şikand û zarokên xwe ji malê derxistin. Min ew derbasî qadeke vala ya gund kirin. Piştre jî ez û zarokên xwe 5 rojan li derve man. Ez 5 rojan li ser paletê razam. Ez tenê nebûm. Zarok jî li cem min hebûn. Pir berf dibariya û zarok pir dicemidîn. Lê tiştek ji destê me nedihat.”
 
JI BO MALA HERIFÎ RAPORA ‘NÎVXESAR’ HAT DAYÎN
 
Di berdewamê de Çîrçîr got ku 5 rojan kon bo wan nehatin şandin û wiha pê de çû: “Hêj niha jî em pirsgirêka av û ceyranê dijîn. Piştre kon hatin dayîn lê ji ber sermayê hewa ma nayê. Li hêla din tîmên tespîtkirina xesarê hatin û ji bo mala min rapora ‘nîvxesar’ dan. Piştî vê ez bi gelek kesan re axivîm û tevan jî berevajî vê gotin. Tîmên herî dawî hatin jî gotin; ‘êdî kesek nikare di vê malê de bij.’ Ji ber ku çep û rastên wê qelişî ne. Niha jî ji ber erdhejokan cihên qelişîn hildiweşin. Lewma zarok ditirsin bikevin avahî. Ji ber ku ev mala dê bi ser me de biherife. Tevî vê yekê jî tîmên tespîtkirina xesarê gotin; ‘dikare li vê malê bê rûniştin.’”
 
HDP XERAB HATIYE NÎŞANDAN
 
Çîrçîr, daxuyand ku ji ewil HDP’ê alîkarî ji bo gundê wan biriye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ji roja ewil heta niha HDP’ê bo me alîkarî anîn. TIR’ên ji Silopiya, Cizîr û Mêrdînê hatin. Piştre jî ji bajarên me yên cuda hatin. Ji ewil HDP’î bi hawara me hatin ku weke ‘terorîst’ nîşanî me dabûn. Kesên rûken, xwîngerm bûn. Sobe, cih û betaniye dan me. Wekî ji me re hatine vegotin nebûn. Ji bo me tu propaganda jî nekirin. Ew kes xerab bi me dayîne naskirin. Xwedî ji tevan jî razî be. Ez yek bi yek spasiya tevan jî dikim.”
 
MA / Îbrahîm Irmak

Sernavên din

12/07/2023
09:01 Endamê NRLS Direhî: Heke yekitiya kurdan pêk neyê Lozan wê dubarê bibe
09:00 ROJEVA 12'Ê TÎRMEHA 2023'YAN
11/07/2023
23:54 Fîdan a ku berdana wê hatibû taloqkirin ji girtîgehê derket
21:59 Êrişî gundekî Efrînê hat kirin
18:16 Rojnamevan Şahîn: Ji bo nûçeyên der barê kurdan de pêdivî bi talîmatê tune ye!
16:55 Rojnameger Ertaş: Zimanê gelê kurd tê darizandin
16:41 Rojnameger Bûlût: Nasnameya me ya kurdî tê darizandin
16:26 Îdianameya Merdan Yanardag hate redkirin
16:21 Malbata Şenyaşar: Yên ku komkujî kirine li derva ne lê rojnameger di girtîgehê de ne
15:37 Dayikên Aştiyê hatin beraetkirin
15:20 Di bûyera kuştina Temel de 3 kesên din hatin binçavkirin
15:01 Rojnamegerê girtî Çelîk: Li vir rojnamegerî tê darizandin
14:28 Ji bo Yazici li Qelqeliyê mewlîd hate dayîn: Em xwedî li girtiyan derkevin
14:13 Li Behra Egeyê erdhej çêbû
14:12 Karkeran li gelek bajaran dev ji kar berdan
13:53 Uçar: Kedkarên çapemeniyê ji ber rastiyan nivîsandine 13 meh in girtî ne
13:46 Hevserokê DFG’ê Altan: Em ne sûcdar in lê dozdar in
13:21 HDP’ê binçavkirina cotkaran şermezar kir
12:46 Wesayîta zirxî li texsiyê xist: Kesek mir
12:23 Rêxistinên ked û pîşeyî çûn serdana Partiya Çepên Kesk
12:18 Li ber Edliyeya Amedê daxuyanî: Rojnamegerên girtî berdin
11:56 Doza rojnamegeran: Hevjîna dozgerê îdianame amade kirî endama şandeyê ye
11:30 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Ocalan re serî li serdozgeriyê dan
10:29 Çalakiya Dag û Er di roja 55’an de didome
10:17 ‘Binpêkirinên mafan ên li girtîgehan ji tecrîdê qut nîn in’
10:11 Danişîna rojnamevanan dest pê kir
09:58 Ebû Hanzala yê ji DAIŞ’ê dihat darizandin hat berdan
09:57 Ji dadgehê bo DEDAŞ’ê agahiyeke nexweş
09:52 Civînên bi gel re didomin: Divê partî li gorî paradîgmayê tevbigere
09:52 Berwarî: Şer encamê nayîne çareserî li gel birêz Ocalan pêkan e
09:22 Welatiyên Wanê: Her ku em bêdeng dimînin tecrîd girantir dibe
09:16 2 bira ketine xefika tiryakê: Li Pirsûsê tiryak weke nan û penêr tê firotin
09:00 ROJEVA 11'Ê TÎRMEHA 2023'YAN
08:57 Danişîna doza rojnamevanên girtî dest pê dike
10/07/2023
20:33 Vedat Aydin li ser gora xwe hat bibîranîn
18:27 Rapora rojnamevanên girtî: Divê bên berdan
18:00 Ji bo 3 rojnamevanên girtî serî li AYM'ê hat dayîn
17:41 Li Agiriyê îmamek bi sûcê 'dest avêtiye zarokekê' hat girtin
17:17 Li Girtîgeha Antalyayê girtiyên nexweş nabin nexweşxaneyê
16:36 'Em bi têkoşînê dikarin bêdengiya navneteweyî ya li hemberî Îmraliyê bişikînin'
16:31 ÎHD: Demildest divê rojnamevanên girtî bên berdan
15:01 Hezexiyên bê av man qeyûm protesto kirin
14:30 Li Êlihê qeza: 4 kes mirin
14:27 HDP’ê Alî Îsmaîl Korkmaz bibîr anî
14:21 KON-MED: Li dijî tecrîdê em bi ruhê seferberiyê dakevin qadan
13:24 Hat xwestin li polîsê ku Cîhan Can qetil kir ceza bê birîn
13:10 Li Xîzanê bi sedan dar ji kokê de hatin rakirin
12:44 Şenyaşar: Heke edalet pêk neyê ez ê li ber Wezarata Dadê rûnêm
12:38 HDP û Partiya Çepên Kesk dê li 8 herêman civînên gel li dar bixe
10:46 Xwebûn bi manşeta 'Ji bêdengiyê cesaret digirin' derket
10:42 Dolar bû 26.17 TL
10:36 Doza cerdevanê ku dest dirêjî zarokekê kir hat taloqkirin
10:30 Danişîna ewil a doza rojnamevanan sibê ye
10:10 Rejîma Îranê siyasetmedar Galvanî bi îşeknceyê qetil kir
10:01 Çalakiya Dag û Er di roja 54'emîn de ye
09:48 Li Çînê êrişî pêşdibistanê hat kirin: 6 kes mirin
09:03 Abdullah Ocalan: Divê xitimandina li pêşiya pirsgirêka kurd were vekirin
09:03 ÇGD û TGS’ê ji bo rojnamevanên girtî bang kirin: Em sibê li Amedê bin
09:02 Mesrefên cotkaran du sê qat zêde bûye, qezenc wekî berê ye
09:00 Li Rojava huner xwe li ser esasê Modernîteya Demokratîk ji nû ve saz dike'
09:00 ROJEVA 10'Ê TÎRMEHA 2023'YAN
08:58 Li Pasûrê cerdevan gefê li gundiyan dixwin
08:48 KNK'ê ji bo Abdullah Ocalan bang li YE û NY'yê kir
09/07/2023
23:44 Kubra Y. ji nihêrîna awarte hat derxistin: Bila Mehmet Alî Yurt bê cezakirin
21:32 Piştî civîna YNK-PDK'ê daxuyanî
21:24 Du leşker hatin kuştin
20:24 Di civînên gel de pêşniyaza rêxistinbûna ji xwecihî li HDP'ê û Partiya Çepên Kesk hat kirin
18:49 ÎHD'a Enqereyê rêveberiya xwe ya nû bijart
17:00 Li Rojava bi hezaran kes ji bo Abdullah Ocalan daketin qadan
15:20 Malbata Şenyaşar: Edaleta em lê digerin ji bo her kesî ye
15:02 Zema KDV'ê li benzîn û motorînê hate kirin
14:55 Şahida nepen ‘Cesur Yurek' îcar jî li Almanyayê xelkê dişêlîne
14:14 Parêzeran ji bo Îmraliyê serî li NY’yê dan
13:04 Li du deverên Marmarîsê şewat derket
12:44 Li Behra Reş lehî rabûn: Jinekê jiyana xwe ji dest da
12:44 Çalakiya Dag û Er di roja 53'yemîn de didome
12:14 Dervîş ku 8 sal in rastî her cureyên îşkenceyê hat niha li malbata xwe digere
11:42 Piştî 30 salên girtîgehê vegeriya bajarê xwe
11:41 Cenazeyê girtiyê nexweş Yazici hate definkirin
10:59 Iraq û Îranê ji bo avakirina qereqoleke hevpar a li ser sînor lihev kirin
10:43 Hejmara zarokên tên zewicandin zêde bû: Mekanîzmayên parastinê nayên bikaranîn
10:19 Danişîna faîlê tecawizê cerdevan Babat sibe tê lidarxistin
09:55 Li Amedê hewldana astengkirina konsera kurdî
09:50 Minîbûs wergeriya: 4 kes mirin û 10 kes birîndar bûn
09:42 Rojnameger Roj: Tirkiye li Efrînê Weqfa Barzanî weke aparat bi kar tîne
09:16 Tenduristiya Halîse Aksoyê xirab dibe
09:15 Hevserokê DFG'ê ê girtî Altan: Em ê di 11'ê Tîrmehê de hesab bipirsin
09:13 Komeleya Birca Belek dest bi serdema nû ya perwerdehiya ziman kir
09:00 ROJEVA 9'Ê TÎRMEHA 2023'YAN
08/07/2023
23:11 30 roj berê ji bo Yazici gotine 'dikare di girtîgehê de bimîne'!
22:46 Li Sêgirgê cenazeyê ciwanekî hat dîtin
21:26 Cenazeyê girtiyê nexweş Yazici hat wergirtin
19:22 Li Êlihê jinek hat qetilkirin
17:59 Girtiyê nexweş Bişar Yazici jiyana xwe ji dest da
17:55 Ji bo Tekîndag û Kiran şîn hat danîn
17:09 Zarokek 13 salî li Êlihê di ava çem de xeniqî
17:02 Di civîna jinan de têkoşîna li dijî tecrîdê hat destnîşankirin
16:37 DFG’ê banga beşdariya danişîna 15 rojnamevanên kurd ên girtî kir
15:56 Çevîrmen: Rewşa girtiyên nexweş her ku diçe xera dibe
15:56 Cara duyemîn daxwaza rojnamevanê girtî Ertaş hat redkirin