Hatîmogûllari: Berpirsyarên vê karesatê serokkomar û rayedarên dewletê ne

img
ENQERE - Cîgira Hevseroka Giştî ya HDP’ê Tulay Hatîmogûllari diyar kir ku gel, dijminatiya îktîdarê li cem xwe qeyd kiriye û wiha got: “Em ê heta dawiyê xwedî li xaka xwe derkevin. Berpirsyarên vê karesata mezin, di serî de serokkomar û rayedarên dewletê ne.”
 
Cîgira Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Tulay Hatîmogûllari têkildarî geşedanên di du hefteyên erdhejê de li Meclisê civîna çapemeniyê li dar xist. 
 
‘YA KU EM KUŞTIN HEZKIRINA QESRÊ YA KURSÎ YE’
 
Hatîmogûllari got ku ne erdhej lê sersarî dikuje û wiha got: “Ne erdhejê lê rizîbûna avahiyan, ne kontrolkirina wan em kuşt in. Ne erdhejê lê bêkêriya saziyê dewletê, terkexemiya wan, neleqederbûna wan em kuşt in. Me careke din dît bê ka tişta jê re dibêjin AFAD hundirê wê çiqas vala ye. Sedema sereke ya ewqas mirinan, ev îktîdara qesrê ye ku hundirê Heyva Sor, AFAD û hwd. vala kir, kesên bêliyaqet lê bi cih kir, bêtechîzat hişt û alîgir û xizmên xwe lê tayîn kir. Ya ku em di erdhejê de kuştin, inyeta rejîma qesrê ya li hemberî me û hezkirina wan a kursî bû. Bi zanebûn û bi dilxwazî çavên xwe ji cînayetê re girtin û seferber neragihandin. Bi zanebûn alîkarî asteng kirin û ji hêla leşkeran ve hatin sekinandin. Mezintirîn karesata bi serî vî welatî hatî, rejîma qesrê, rejîma yekzilamî ye.
 
DIVÊ SEROKKOMAR TAVILÊ ÎSTÎFA BIKE
 
Divê Serokkomar Erdogan û tevahiya rayedaran tavilê îstîfa bikin. Di serî de serokên AFAD û Heyva Sor, divê tevek îstîfa bikin. Ji ber ku bûn şirîkê cînayetan. Malbata min li Samandagiyê dijî û taxa me wêran bû. Em tavilê ketin rê. Dema em gihiştin Hatayê, bajar di tariyê de hatibû hiştin. Çawa ku gihiştim Samandagiyê, min bi rayedaran re peywendî danîn. 
 
Di rojên ewil de ne leşker û ne jî polîs li qadê bûn. Di dema hevdîtinan de bûm şahid ku ew jî bi bêçaretiyeke mezin li benda hikûmeta navendî ne. Rojek piştre jî ne tu polîs û ne jî leşker li qadê bûn. Heta ji bo trafîkê jî nedibûn alîkar. Piştre jî îktîdarê got; ‘muxalefet dezenformasyonê û li ser erdhejê siyasetê dike.’ Lê berevajî vê, îktîdara AKP’ê û rejîmê ev yek dikir. Yên ku agahiyên derew belav dikirin berdevkên hikûmetê, serokkomar û wezîrên wan bi xwe bûn. 
 
DEWLET DI ERDHEJÊ DE TUNE BÛ
 
Dewlet li herêma erdhejê tune bû. Heta niha di rewşên wiha de leşker tavilê dadiket qadan. Lê heta du rojan jî qet li qadê xuya nekirin. Wezîrê Parastinê digot; ‘tevahiyan leşkeran li qadê ne û tev li xebatên lêgerîn-rizgarkirinê bûne.’ Lê em li qadê şahidin ku tiştekî wiha tune ye. Derewan dike û tu xebat nehatin destpêkirin. Gel bi xwe bû şahid ku dewlet di erdhejê de tune ye. Heke gotin di cih de be dewlet tune bûbû. Bi zanebûn, bi dilxwazî em terkî mirinê hatin kirin. Lê ew çi bikin jî gel ji gotinên wan bawer nake. Diviya bû AFAD bihata seferberkirin û seferberî bihata ragihandin. Lê nehat ragihandin. Diviya bû hem ji bo saziyan û hem jî ji bo gel seferberî bihata ragihandin. Lê derket holê ku AFAD’eke nava wê vala heye. 
 
Heke ji bajarên nêz ên Behra Spî alîkarî bihata xwestin û makîneyên kar bihatina şandin dê seferberiyeke baş bihata kirin lê ne kirin. Di destê tîma ewil a AFAD’ê de tu tiştek nebû. Her tişt ji me dixwestin. Li ser tîmên AFAD’ê tenê pêşmalkên wan hebûn. Divê rêveberên AFAD’ê tavilê îstîfa bikin. 
 
EFÛYA ÎMARÊ MOHRA LI BIN CÎNAYETAN HATIYE XISTIN E
 
Em li dijî efûya îmarê derketibûn. Me got ku ji bo vê efûyê tu xebat an jî amadekarî nehatine kirin û kesek nikare di wan avahiyan de bimîne. Di dawiya dawî de bi gotina me bû û gelek kesan jiyana xwe ji dest dan. Efûya îmarê, mohra li bin cînayetê hatiye xistin bû. Dê bibe yek ji qirêjiyên vê îktîdarê. 
 
JI BO TORÊN PIŞTEVANIYÊ SPASÎ KIR
 
Dewletê dengê me nebihîst û em li herêmên erdhejê terkî mirinê kirin. Mîna her herêmê, Hatay jî terkî mirinê kir. Bi rastî jî piştevaniya civakî ya li vê derê bû hêviyeke mezin. Ez spasiya tevahiya kesên di torên piştevaniya civakî de cih girtin, ked dayîn û bûn sedem ku mexdûrên erdhejê li jiyanê vegerin,  dikim. Li vê herêmê hilweşîneke mezin heye û ji bo kesên sax mayîn bikarin jiyana xwe bidomînin, hewcehî bi demekî dirêj heye. Lewma divê torên piştevaniya civakî bi awayekî sîstematîk van xebatên xwe bidomînin. Li herêmên erdhejê hêj jî pêdivî bi kon, xurekan, alavên paqijî û hîjyenê hene. Ez ji we rica dikim ku piştevaniya xwe bidomînin. 
 
ÎKTÎDARA KU GEL TERKÎ MIRINÊ KIRÎ
 
Îktîdar, bi bêkêriya xwe, tenê temaşe kir, tu sazî seferber nekir û bi zanebûn û bi dilxwazî mirov terkî mirinê kir. Niha jî hewl didin mudaxaleyî torên piştevaniyê bike. Li Bazarcixê dest danîn ser mekanîzmaya alîkariyê. Ya hûn bi sedema karesatê û van mirovan birînên me derman kirin. Îcar ser re jî hûn wan kesan ceza dikin. Ev e edaleta we? Ev tişt ji we tên lê em ê destûrê nedin vê yekê. Dê gel bertek nîşan bide ji ber ku wan ne hûn lê ew torên piştevaniyê li cem xwe dîtin. Hûn bi mudaxalekirina van torên piştevaniyê re dixwazin cînayeta we ji ewil kirî bidomînin. 
 
Tu hêviyên me ji vê îktîdara gel terkî mirinê kirî nîne û em ne li bendê ne ku îstîfa jî bikin. Lê belê neçarin ku berpirsyariyên xwe yên ji vir û şûnde bi cih bînin. Bila kesên di bin kavilan de mayîn, bêyî ku ziyanê bide laşê wan ji wir derxîne. Ev peywira wan sereke ye. Nexwe dê gelek cenaze parçe bibin û belkî cenazeyên gelek kesan jî di bin kavilan de winda bibin. Bila qet nebe kêleka van mirovan hebe. 
 
EM Ê HETA DAWIYÊ XWEDÎ LI XAKA DERKEVIN
 
Her wiha piştî rakirina kavilan dê dor bê avakirina bajar. Em dibînin ku îktîdar hewl dide bajar pêşkeşî Çeteyan 5 Kesan bike. Em lii vir careke din we hişyar dikin. Newebe ku hûn bi projeyên xwe mirovan terkî mirinê bikin, neçar bikin ku koçber bibin, demografyaya herêmê diguherîne û bajar vediguherîne qada bazirganiyê têxin meriyetê. Em ê destûrê nedin vê. Em ji xaka xwe hez dikin. Dê dîsa li xaka xwe vegerin, li wir careke din jiyanê ava bikin û jinêve saz bikin. Banga me ji bo xelkê bajar ew e ku xaka xwe nefiroşin, axa xwe bernedin. Em heta dawiyê xwedî li xaka xwe derkevin. Di serî de alîkariyên ji bo erdhejê, divê tevahiya saziyên cemaweriyê ji bo mexdûrên erdhejê bên seferberkirin. Newebe ku hûn wan pereyên alîkariyê bixwin. Nexwe em ê wan pereyan di qirika we de bihêlin. 
 
GELÊ ME DIJMINATIYA WE LI CEM XWE NIVÎSANDIYE 
 
Yek ji berdevkên hikûmetê dibêje; ‘em nîşeyên tiştên derheqê serokkomarê me û me de tên gotin digirin.’ Niha birînên me kûr in û hewl didin derman bikin. Hûn bi kîjan curetê van gotinan dikin û nîşeyan digirin. Gelê me nîşeyên xwe girtine. Gelê me dijminatiya we, nîjadperestiya we li cem xwe qeyd kiriye. Dê dîrok ji bîr neke ku we herêmên gelemperî elewî lê dijîn terkî mirinê kirin. Hûn jî vê ji bîr nekin.”
 

Sernavên din

24/02/2023
10:33 Li Îzmîrê mirina biguman a zarokekî
10:12 Sancar: Heke em rê li ber planên xêrnexwaz negirin dê çanda bajarên me biguherînin
09:58 Tenûr bûne stargeha wan
09:43 Agaoglû: Îktîdar bi hedefgirtina penaberan hewl dide terkexemiya xwe veşêre
09:11 Li Girtîgeha Xarpêtê qufla li ser quflê!
09:07 Roja 19'an a erdhejê: Pêdivî bi konan û zexîre heye
09:05 Dê ji sedî 40'ê heqê avahiyan ji gel bê stendin: Wê 20 salên din jî me deyndar bikin
09:01 Sê hevreyên ku piştî 30 salan hatin berdan: Ya ku mirov nêzî azadiyê dike berxwedan e
09:00 ROJEVA 24'Ê SIBATA 2023'YAN
23/02/2023
21:14 Li Semsûrê lîsteya pêdiviyên jinan hat amadekirin
19:46 Li Defneyê bi pileya 5'an erdhejokek çêbû
19:42 8 hezar û 550 erdhejok çêbûne
19:37 Têkildarî avahiyên hilweşiyayî 22 kes hatin girtin
17:39 Sancar: Heqîqeta gel piştevanî ye
16:52 Hevberdevkê Înîsyatîfa Rêza Li Miriyan û Edaletê Erol: Divê dawî li definkirina komî bê
16:27 Kavilên Diyar Galeria bi veşarî tên rakirin: Gelo Tîma Taybet li çi digere?
16:26 Ji Hiqûqnasan Nobeta Edaletê: Em li pişt êrişên nijadperest dewletê dibînin
16:25 AFAD mexdûrên erdhejê deyndar dike
15:55 Ricaya zarokekî: Belkî dawî li şeran bînin û ji bo erdhejên din tevdîran bigirin
15:35 Li Meletiyê li pey hev erdhej çêbûn
15:14 Di weşana zindî de gef li nûçegihanê Halk TV’yê hat xwarin
15:14 HDP’ê kampanya ‘Em malbatan tînin ba hev’ da destpêkirin
15:08 Tevî biryara bêçalaktiyê di rojekê de 74 caran êriş kir
15:00 ‘Doza Akademiya KCK’ê’ hate taloqkirin
14:58 Xetereya Koçê: Bêyî ku ji qadan derkevin divê jiyana nû ava bikin
14:49 Sancar: Em ê li gorî ruhê dîrokê û çandê bajarên xwe ava bikin
14:44 Alîkariyên PAME’yê hatin belavkirin: Dê piştevanî dinyayê biguherîne
14:34 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
14:26 TUÎK’ê îstatîstîkên koronavîrûsê 2 sal piştre eşkere kir
14:07 Partiyên Kurdistanî: Divê Tirkiye berpirsiyariyên xwe bi cih bîne
13:48 Dîroka danişîna rojnamevanên li Enqereyê girtî ne diyar bû
13:41 Ji Eren Keskînê re cezayê hefsê hate xwestin
13:23 Esnafên Pasaja Qapaxliye: Divê rayedar cihekî bo esnafan peyda bikin û mexdûr nekin
12:57 Malbata Şenyaşar: Em li dijî zilmê bêdeng nemînin
12:48 Baroya Îzmîrê ji ber zarokên erdhejê giliyê wezîr Yanik û ÎHH’ê kir
12:48 Sancar li Narliyê çû serdana mexdûrên erdhejê
12:47 Li Agiriyê îdiaya întîharê
12:47 Şaredariya Silopiyayê heqê hatin û çûnê ji mexdûrên erdhejê nastîne
12:47 Jin 8’ê Adarê pêşwazî dikin: Em ê ji bo avakirina jiyana nû li qadan bin
12:06 Ji bin kavilan 150 cenaze derxist: Em bêxwedî bûn, gelê me alîkariya me kir
11:47 Colemêrg a li ser xeta fayê di rojeva Meclisê de ye
11:17 Mexdûrên erdhejê li dijî konbajar in: Gelo ma li Amedê tu cihên din nemabûn?
11:08 Ji AYM’ê derbarê êrişa li dijî Dayikên Şemiyê de biryara ‘binpêkirina maf’ da
11:07 Ji girtiyê bi îşkenceyê kuştin re 14 hezar lîre pereyê xwarinê teblîx kirin!
10:29 Xwe spartin goristana ku xizmên xwe lê defin kirine
10:27 Ûcaman: Konbajarê li kêleka çem dê xetereyên mezin bîne
10:11 Saziyên kurdî bertek nîşanî astengkirina malperên kurdî dan: Ev biryar nayê qebûlkirin
10:05 Odeya mêvanan a mexdûrê erdhejê
09:55 Piştî erdhejê rewşa Defneyê
09:42 Li Botanê kampanya piştevaniya jinan mal bi mal belav dibe
09:13 ‘Rûyê rast ê dewletê hat dîtin'
09:08 Ji malbateke 12 kesî tenê dê û bav man: Min her tim li ber zilmê li ber xwe da
09:00 ROJEVA 23'YÊ SIBATA 2023'YAN
22/02/2023
23:41 340 navnîşanên URL û malperên înternetê hatin astengkirin
23:33 CPJ: Rojnamevanan bi ‘terorîzmê‘ sûcbar nekin
19:27 Twîtterê bêyî hincet hesabê Rojnameya Xwebûnê girt
18:43 Tifaqa Ked û Azadiyê çû serdana mexdûrên erdhejê yên li Antakyayê
18:23 Kesê êrişî HDP'ê kir hat berdan
17:01 Aktîvîstên ekolojiyê: Ev hilweşîn, encama pergala rant û talanê ye
16:57 Piştî çend rojan dema cilêt û eynik dît…
16:27 Raporek têkildarî rewşa zarokên li konan dimînin hat belavkirin
16:15 Endamê SGDF’ê Polat ji ber ‘heqaret li Erdogan kiriye’ hate girtin
16:02 ÎKK’a TMMOB’ê ya Amedê rapora xwe ya erdhejê parve kir
16:01 Li Semsûrê giliyê îşkencekirina dilxwazan hat kirin
16:01 Li Amedê mexdûrên erdhejê bi zorê ji dibistana ku lê dimînin tên derxistin
15:32 ÎKK’a Rihayê ya TMMOB’ê: Divê efûya îmarê ji rojeva welat bê derxistin
15:32 Kiliçdaroglû Li herêma erdhejê ye: Hê jî pêdiviya konan nehatiye dabînkirin
14:54 Buldan bersiv da Erdogan: Ev gel êdî tenê yek rojê jî tehemûla we nake
14:47 ‘Dixwazin bi rakirina bilez a kavilan ser heqîqetê bigirin’
14:36 Komeke parêzeran giliyê 2 jê qeyûm 134 şaredaran kir
14:32 Welatiyê astengdar: Dewlet ji girtina xelkê re jêhatî ye lê dewlet nehat rizgarkirinê
13:57 Li Semsûrê bajarê konteyniran tê avakirin
13:56 Tevî rapora ‘ji bo bikaranînê guncav nîne’ jî nexweşxane hêj tê xebitandin
13:27 Hêj ajalên asê mayîn nehatin rizgarkirin dest bi hilweşandinê kirin
13:05 Biryara OHAL’ê: Qedexeye ku karker ji kar bên derxistin
12:52 Parêzer Tozbey: Dewlet bi radestkirina zarokan a weqfan sûc dike
12:18 Bi rojan tî û birçî li benda alîkariyê man
11:51 Wêneyê ‘dewlet tune ye’!
11:38 Malbata Şenyaşar: Yên ku sûcê mirovahiyê dikin, wê di bîra civakê de neyên ji bîr kirin
11:36 MALÇEP: Em neçarin li gorî şertên xwezayê avahiyan çêkin
11:20 Li Hênê bi pileya 4.5’an erdhej çêbû
11:19 ‘Hewa sar e, merc giran in lê kon nayên şandin’
11:18 Dr. Akengîn: Li herêmên erdhejê pêdivî zêdetir bi jinan heye
10:53 ‘Ji ber ku em kurdên elewî ne alîkariyê nadin me’
10:38 Pirsgirêka konan a Samandagê hêj nehatiye çareserkirin!
10:29 Li Mereşê toz û duman radibe û welatî di konên nelihev de dimînin
10:21 Ji bo pirsgirêka penaberan pêşniyara wezaretê
10:14 Rojnamevana Îranî Abasian: Rêya dîktatoran yek e
09:44 Topuz: Helwesta ‘me eleqedar nake’ dike ku êrişên ser rojnamegerên kurd zêde bibe
09:28 ‘Ne erdhej lê dewlet dikuje'
09:12 Ji Egeyê 31 TIR û 20 kamyon alîkarî hat şandin
09:06 Li Amedê erdhej çêbû
09:04 Muslim: Di erdhejê de rastiya dewleta tirk derket holê
09:01 'Ger dewlet li şûna bombebarankirina çiyayên Kurdistanê, bi hawara gel biçûya ev qas kes nedimirin'
09:00 ROJEVA 22'YÊ SIBATA 2023'YAN
21/02/2023
21:20 Alîkariya xelkê Silêmaniyê gihaşt Rojavayê
20:22 Ahmet Turk: Ger dewlet dewlet bûna, dê ev tişt neqewimiyana
19:50 CÎSST: 17 hezar û 600 girtî bandor ji erdhejê girtine
18:59 Cenazeyê Çîftçiyê ku di şer de jiyana xwe ji dest dabû, hat definkirin
18:03 Li Girtîgeha Islahiyeyê gardiyanan êrişî girtiyan kir