Encu: Desthilat ketiye etra xelaskirina îtibara xwe ya di bin kavilan de

  • rojane
  • 10:09 20 Sibat 2023
  • |
img
STENBOL - Hevserokê HDP'a Stenbolê Ferhat Encu diyar kir ku gel ji roja ewil ve ji bo mexdûrên erdhejê seferber bûye û got: "Me ji bertek û hêrsa gel fêm kir ku dewlet û desthilat di bin wan kavilan de man." 
 
Gel ji bo birînên mexdûrên erdhejên Mereşê bicebirîne ji heft saliyan heta heftê saliyan sefer bû. Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Stenbolê jî, di roja ewil a erdhejê de Navenda Koordînasyona Krîzê ya Herêma Marmarayê ava kir û ket nava hewldanan. Di çarçoveya xebatan de tevî 250 dilxwazan 50 TIR alîkarî hat şandin û ji bo 150 malbatên ku koçî Stenbolê kirin jî cihê mayinê hat peydekirin. 
 
Hevserokê HDP'a Stenbolê Ferhat Encu, piştevaniya ji bo erdhejê nirxand. 
 
PIŞTEVANÎ Û RÊXISTINBÛYÎN
 
Encu diyar kir ku ji kêliya ku erdhej çêbûye Navenda Giştî ya HDP'ê pêşî komîsyonên rêxistinbûyînê ava kiriye û paşê ew veguherandiye koordînasyonên krîza erdhejê û got ku bi van koordînasyonan re tevgeriyene. Encu destnîşan kir ku di vê karesata mezin de bi xebatan piştevaniyeke mezin bi rêxistin kirine. 
 
Encu bilêv kir ku berpirsê vê rewşa derketiye holê desthilat e û got ku wan ji hêrs û berteka gel fêm kiriye ku dewlet û desthilat di bin kavilan de mane. 
 
JI STENBOLÊ 250 TIR
 
Encu têkildarî xebatên koordînasyona krîzê de jî ev tişt ragihandin: "Roja ewil me lîsteya pêdiviyên bingehîn amade kir. Ewilî me lîsteya kon, zexîre, betanî, av, mont, pêlav û sobeyan çêkir. Paşê me ev lîste bi raya giştî re parve kir. Gelê me jî di dest de çi hebû anîn avahiyên navçeyê. Tevî hemû astengiyan jî me ji Herêma Marmarayê 50 TIR alîkarî û 250 hevalên dilxwaz şandin Dîlok, Semsûr, Hatay û Mereşê. Me li Stenbolê koordînasyoneke mezin çêkir û ji bo pêdiviyên gelê xwe seferberiyek da destpêkirin. 
 
ALÎKARÎ JI BO 150 MALBATAN
 
Her wiha me serdana 150 malbatên ji herêma erdhejê hatin Stenbolê kir. Ji xeynî cihê mayinê me pêdiviyên wan peyde kirin." Encu destnîşan kir ku dê alîkarî û piştevaniya wan bidome. 
 
ATOLYEYA ÇÊKIRINA KONAN
 
Encu ragihand ne dewlet ne jî desthilat pirsgirêka konan çareser nekiriye û got ku ji ber vê wan atolyeya çêkirina konan ava kiriye. Encu wiha domand: "Ji bo peydekirina pêdiviyên gelê li herêma erdhejê, me ji bo demeke kurt atolyeyek ava kir û em niha li wê atolyeyê konan çêdikin. Gelek sîparîş hatin dayîn û ew sîparîş tên." 
 
DEWLET Û SAZIYÊN WÊ
 
Encu destnîşan kir ku dewlet tevî hemû saziyên xwe bi bin ketiye û got: "Ger ne ji saziyên sivîl û piştevaniyê bûna em ê bi karesateke hîn mezintir re rû bi rû bimana. Saziyên dewletê piştî roja pêncan çûn hin herêman û hê jî neçûne hin deveran. Lewma ji bo jiholêrakirina vê mexdûriyetê gel piştevaniyeke mezin birêxistin kir û ji bo cebirandina birînan û peydekirina pêdiviyan têkoşiya." 
 
FERASETA QEYÛM
 
Encu tayinkirina qeyûm a ji bo Navenda Koordînasyona Krîzê ya li Bazarcixa Mereşê jî bibîr xist û got ku careke din bi tayinkirina qeyûm zirar dan aştiya civakî. 
 
Encu kampanyaya ku di weşana zindî de hatiye kirin jî bibîr xist û got: "Madem ev qas pereyên we hebûn, çima we ew nexistin dewrê û lazmatiyên gel peyde nekirin? Desthilat bi awayekî populîst xwe da ber bazarê. Bi lsîtikên wiha di ekranên televîzyonan de mirov kom kirin. Lê dê nikaribe wê îtibara xwe ya di bin kavilan de xelas bike." 
 
BANGAWAZÎ
 
Encu ji bo piştevaniyê bang li her kesî kir û got: "Em careke din bang dikin ku ji bo peydekirina lazmatiyan divê alîkarî bidome." 
 
MA / Esra Solîn Dal 

Sernavên din

24/02/2023
10:33 Li Îzmîrê mirina biguman a zarokekî
10:12 Sancar: Heke em rê li ber planên xêrnexwaz negirin dê çanda bajarên me biguherînin
09:58 Tenûr bûne stargeha wan
09:43 Agaoglû: Îktîdar bi hedefgirtina penaberan hewl dide terkexemiya xwe veşêre
09:11 Li Girtîgeha Xarpêtê qufla li ser quflê!
09:07 Roja 19'an a erdhejê: Pêdivî bi konan û zexîre heye
09:05 Dê ji sedî 40'ê heqê avahiyan ji gel bê stendin: Wê 20 salên din jî me deyndar bikin
09:01 Sê hevreyên ku piştî 30 salan hatin berdan: Ya ku mirov nêzî azadiyê dike berxwedan e
09:00 ROJEVA 24'Ê SIBATA 2023'YAN
23/02/2023
21:14 Li Semsûrê lîsteya pêdiviyên jinan hat amadekirin
19:46 Li Defneyê bi pileya 5'an erdhejokek çêbû
19:42 8 hezar û 550 erdhejok çêbûne
19:37 Têkildarî avahiyên hilweşiyayî 22 kes hatin girtin
17:39 Sancar: Heqîqeta gel piştevanî ye
16:52 Hevberdevkê Înîsyatîfa Rêza Li Miriyan û Edaletê Erol: Divê dawî li definkirina komî bê
16:27 Kavilên Diyar Galeria bi veşarî tên rakirin: Gelo Tîma Taybet li çi digere?
16:26 Ji Hiqûqnasan Nobeta Edaletê: Em li pişt êrişên nijadperest dewletê dibînin
16:25 AFAD mexdûrên erdhejê deyndar dike
15:55 Ricaya zarokekî: Belkî dawî li şeran bînin û ji bo erdhejên din tevdîran bigirin
15:35 Li Meletiyê li pey hev erdhej çêbûn
15:14 Di weşana zindî de gef li nûçegihanê Halk TV’yê hat xwarin
15:14 HDP’ê kampanya ‘Em malbatan tînin ba hev’ da destpêkirin
15:08 Tevî biryara bêçalaktiyê di rojekê de 74 caran êriş kir
15:00 ‘Doza Akademiya KCK’ê’ hate taloqkirin
14:58 Xetereya Koçê: Bêyî ku ji qadan derkevin divê jiyana nû ava bikin
14:49 Sancar: Em ê li gorî ruhê dîrokê û çandê bajarên xwe ava bikin
14:44 Alîkariyên PAME’yê hatin belavkirin: Dê piştevanî dinyayê biguherîne
14:34 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
14:26 TUÎK’ê îstatîstîkên koronavîrûsê 2 sal piştre eşkere kir
14:07 Partiyên Kurdistanî: Divê Tirkiye berpirsiyariyên xwe bi cih bîne
13:48 Dîroka danişîna rojnamevanên li Enqereyê girtî ne diyar bû
13:41 Ji Eren Keskînê re cezayê hefsê hate xwestin
13:23 Esnafên Pasaja Qapaxliye: Divê rayedar cihekî bo esnafan peyda bikin û mexdûr nekin
12:57 Malbata Şenyaşar: Em li dijî zilmê bêdeng nemînin
12:48 Baroya Îzmîrê ji ber zarokên erdhejê giliyê wezîr Yanik û ÎHH’ê kir
12:48 Sancar li Narliyê çû serdana mexdûrên erdhejê
12:47 Li Agiriyê îdiaya întîharê
12:47 Şaredariya Silopiyayê heqê hatin û çûnê ji mexdûrên erdhejê nastîne
12:47 Jin 8’ê Adarê pêşwazî dikin: Em ê ji bo avakirina jiyana nû li qadan bin
12:06 Ji bin kavilan 150 cenaze derxist: Em bêxwedî bûn, gelê me alîkariya me kir
11:47 Colemêrg a li ser xeta fayê di rojeva Meclisê de ye
11:17 Mexdûrên erdhejê li dijî konbajar in: Gelo ma li Amedê tu cihên din nemabûn?
11:08 Ji AYM’ê derbarê êrişa li dijî Dayikên Şemiyê de biryara ‘binpêkirina maf’ da
11:07 Ji girtiyê bi îşkenceyê kuştin re 14 hezar lîre pereyê xwarinê teblîx kirin!
10:29 Xwe spartin goristana ku xizmên xwe lê defin kirine
10:27 Ûcaman: Konbajarê li kêleka çem dê xetereyên mezin bîne
10:11 Saziyên kurdî bertek nîşanî astengkirina malperên kurdî dan: Ev biryar nayê qebûlkirin
10:05 Odeya mêvanan a mexdûrê erdhejê
09:55 Piştî erdhejê rewşa Defneyê
09:42 Li Botanê kampanya piştevaniya jinan mal bi mal belav dibe
09:13 ‘Rûyê rast ê dewletê hat dîtin'
09:08 Ji malbateke 12 kesî tenê dê û bav man: Min her tim li ber zilmê li ber xwe da
09:00 ROJEVA 23'YÊ SIBATA 2023'YAN
22/02/2023
23:41 340 navnîşanên URL û malperên înternetê hatin astengkirin
23:33 CPJ: Rojnamevanan bi ‘terorîzmê‘ sûcbar nekin
19:27 Twîtterê bêyî hincet hesabê Rojnameya Xwebûnê girt
18:43 Tifaqa Ked û Azadiyê çû serdana mexdûrên erdhejê yên li Antakyayê
18:23 Kesê êrişî HDP'ê kir hat berdan
17:01 Aktîvîstên ekolojiyê: Ev hilweşîn, encama pergala rant û talanê ye
16:57 Piştî çend rojan dema cilêt û eynik dît…
16:27 Raporek têkildarî rewşa zarokên li konan dimînin hat belavkirin
16:15 Endamê SGDF’ê Polat ji ber ‘heqaret li Erdogan kiriye’ hate girtin
16:02 ÎKK’a TMMOB’ê ya Amedê rapora xwe ya erdhejê parve kir
16:01 Li Semsûrê giliyê îşkencekirina dilxwazan hat kirin
16:01 Li Amedê mexdûrên erdhejê bi zorê ji dibistana ku lê dimînin tên derxistin
15:32 ÎKK’a Rihayê ya TMMOB’ê: Divê efûya îmarê ji rojeva welat bê derxistin
15:32 Kiliçdaroglû Li herêma erdhejê ye: Hê jî pêdiviya konan nehatiye dabînkirin
14:54 Buldan bersiv da Erdogan: Ev gel êdî tenê yek rojê jî tehemûla we nake
14:47 ‘Dixwazin bi rakirina bilez a kavilan ser heqîqetê bigirin’
14:36 Komeke parêzeran giliyê 2 jê qeyûm 134 şaredaran kir
14:32 Welatiyê astengdar: Dewlet ji girtina xelkê re jêhatî ye lê dewlet nehat rizgarkirinê
13:57 Li Semsûrê bajarê konteyniran tê avakirin
13:56 Tevî rapora ‘ji bo bikaranînê guncav nîne’ jî nexweşxane hêj tê xebitandin
13:27 Hêj ajalên asê mayîn nehatin rizgarkirin dest bi hilweşandinê kirin
13:05 Biryara OHAL’ê: Qedexeye ku karker ji kar bên derxistin
12:52 Parêzer Tozbey: Dewlet bi radestkirina zarokan a weqfan sûc dike
12:18 Bi rojan tî û birçî li benda alîkariyê man
11:51 Wêneyê ‘dewlet tune ye’!
11:38 Malbata Şenyaşar: Yên ku sûcê mirovahiyê dikin, wê di bîra civakê de neyên ji bîr kirin
11:36 MALÇEP: Em neçarin li gorî şertên xwezayê avahiyan çêkin
11:20 Li Hênê bi pileya 4.5’an erdhej çêbû
11:19 ‘Hewa sar e, merc giran in lê kon nayên şandin’
11:18 Dr. Akengîn: Li herêmên erdhejê pêdivî zêdetir bi jinan heye
10:53 ‘Ji ber ku em kurdên elewî ne alîkariyê nadin me’
10:38 Pirsgirêka konan a Samandagê hêj nehatiye çareserkirin!
10:29 Li Mereşê toz û duman radibe û welatî di konên nelihev de dimînin
10:21 Ji bo pirsgirêka penaberan pêşniyara wezaretê
10:14 Rojnamevana Îranî Abasian: Rêya dîktatoran yek e
09:44 Topuz: Helwesta ‘me eleqedar nake’ dike ku êrişên ser rojnamegerên kurd zêde bibe
09:28 ‘Ne erdhej lê dewlet dikuje'
09:12 Ji Egeyê 31 TIR û 20 kamyon alîkarî hat şandin
09:06 Li Amedê erdhej çêbû
09:04 Muslim: Di erdhejê de rastiya dewleta tirk derket holê
09:01 'Ger dewlet li şûna bombebarankirina çiyayên Kurdistanê, bi hawara gel biçûya ev qas kes nedimirin'
09:00 ROJEVA 22'YÊ SIBATA 2023'YAN
21/02/2023
21:20 Alîkariya xelkê Silêmaniyê gihaşt Rojavayê
20:22 Ahmet Turk: Ger dewlet dewlet bûna, dê ev tişt neqewimiyana
19:50 CÎSST: 17 hezar û 600 girtî bandor ji erdhejê girtine
18:59 Cenazeyê Çîftçiyê ku di şer de jiyana xwe ji dest dabû, hat definkirin
18:03 Li Girtîgeha Islahiyeyê gardiyanan êrişî girtiyan kir