Mojust cihêkariya li herêmên erdhejê veguhezand Neteweyên Yekbûyî

  • rojane
  • 14:37 15 Sibat 2023
  • |
img
CENEVRE - Weqfa Çavdêriya Edaletê ya Navnetewî ya Mezopotamyayê (Mojust) ku navenda wê li Cenevreyê ye cihêkarî û êrişên li dijî penaberan û welatiyên sivîl ji aliyê polîs û leşkeran ve li herêmên erdhejê hatin kirin, veguhezand Neteweyên Yekbûyî. 
 
Weqfa Çavdêriya Edaletê ya Navnetewî ya Mezopotamyayê (International Fondation Mezopotamia Observatory of Justice-Mojust) ku navenda wê li Cenevreyê ye têkildarî erdhejên ku li Kurdistan, Tirkiyeyê û Sûriyeyê çêbûn û heta niha li gorî daneyên hatine parvekirin kut ê gotin 40 hezar mirov jiyana xwe ji dest daye, serî li Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) da. Mojust diyar kir ku alîkarî û pişteavniyek navneteweyî di astek zêde hatiye kirin û hikûmetê xebatên alîkarî û rizgarkirinê koordîne nekiriye. Her wiha di serlêdanê de hat destnîşankirin ku bi awayên cuda gihandina alîkariyê ya netewî û navneteweyî hatiye astengkirin. 
 
ASTENGKIRINA ALÎKARIYÊ 
 
Mojust di serlêdana xwe de bal kişand ser astengkirina alîkarî û piştevaniyê ya herêmên erdhejê û bi taybetî alîkariya hatiye xwestin bo herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û di warê cihêkariya rizgarkirinê û alîkariyê de jî gelek rapor gihîştine ber destên wan û îşaretî daxuyaniyên hikûmetê ku têkildarî mijarê dane kir. 
 
BALÊ KIŞAND SER CIHÊKARIYÊ 
 
Mojust her wiha di serlêdana xwe de balê kişand ser cihêkariya li herêmên bi piraniya wê kurdên elewî lê dijîn û bûne mexdûrên erdhejê û welatî ji ber nasnameya xwe netewî û baweriyê bi cihêkariyê re rûbirû mane. Weqfê ango Mojustê di serlêdana xwe de balê kişand ser êrişên ku polîs û leşkeran li herêmên erdhejê li welatî û penaberan kiriye û gelek mirov bi îşkenceyê re rûbirû mane. Mojust di serlêdanê de behsa biryara Rewşa Awarte (OHAL) ku ji bo herêmên erdhejê hatiye ragihandin kir û ji ber vê biryara OHAL’ê alîkariya gelek kesan û saziyan jî hatiye desteserkirin. Mojust da zanîn ku hikûmeta Tirkiyeyê Twittera ku cihên gelek mirovên di bin xirbeyan de radigihand jî asteng kiriye. 
 
REWŞA GIRTÎGEHAN 
 
Mojust balê kişand ser rewşa girtîgehan û di asta ku tê xwestin de girtî û malbatên wan ên li herêmên erdhejê dimînin pêwendiyek birêkûpêk danenîne. 
 
‘PEYMAN TUNE HATINE HESIBANDIN’ 
 
Mojust di serlêdanê de destnîşan kir ku Tirkiyeyê peymanên navneteweyî tune hesibandiye û di rewşek ku drama mirovî qewimî ye de alîkarî hatine astengkirin, cihêkarî hatiye kirin, li dijî sivîlan îşkenceyê pêk hatine û sûcê li dijî mirovahiyê hatiye kirin. Mojust di derbarê van mijaran de xwest ku yekîneyên eleqedar ên Neteweyên Yekbûyî (NY) demildest bikevin tevgerê û divê ji bo alîkariya navneteweyî bigihîje mexdûran mekanîzmeyek şopandinê ava bike. 
 
BANGA PIŞTEVANIYÊ 
 
Weqfê di daxuyaniya ku li ser malpera xwe weşandiye de destnîşan kir ku hê jî bi milyonan mirov li benda alîkariyê ye û bang li her kesî kir ku piştevaniya mexdûrên erdhejê bikin. 
 
MA / Ruştu Demîrkaya 
 

Sernavên din

27/06/2023
09:01 Li Meletiyê gundên kurdên elewî bi şîrketên kana keviran hatine dorpêçkirin
09:00 ROJEVA 27'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
26/06/2023
21:06 Hunermend Hesen Zîrek hat bibîranin
20:37 Prîgojîn: Dê Wagner di 1'ê Tîrmehê de xwe fesix bike
20:30 Kûra dolar û zêr zêde dibe
16:50 KCD: Bi tecrîda li Îmraliyê re hiqûqa navxweyî û navneteweyî tê binpêkirin
16:47 Li Efrînê 4 kes hatin revandin
16:04 Zilamê ku zaroka 2 salî tacîz kiribû hate girtin
15:24 Merdan Yanardag hate binçavkirin
15:03 Bûroya Hiqûqê ya Sedsalê: Li gorî biryara tevdîrê ya NY’yê tevbigerin, îşkenceyê bi dawî bikin
14:59 ‘Tecrîda li Îmraliyê di nava civakê de rê li ber fikaran vedike’
14:41 Darên Zozanên Şênê ji ber baregehên leşkerî tên birîn
14:38 Di dema sewqkirinê de hemû amûrên girtî Yîgît şikestin
14:03 Pirtûka bi navê ‘Guliyên Ji Bêhna Şimamokan’ derket
13:56 Sammerfeld: Jinên kurd ji bo berxwedanê hêz didin
13:18 Greva birçîbûnê ya Dag û Er di roja 40'emîn de ye
13:17 Dolarî 26 lîre derbas kir
12:12 Raportora NY’ê: Êrişên li dijî parêzeran zêde dibin
12:05 Malbata Şenyaşar: Heke edalet pêk neyê em ê nobeda xwe bibin Enqereyê
12:01 100 kesên binçavkirî hatin berdan
11:33 Li ser sînorê Başûr û Bakur bi pileya 4.7 erdhej çêbû
11:08 Di sala 2022’yan de 83 girtiyan bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan
10:40 Li Amedê ji bo veguhestinê zem hate kirin
10:39 Li Hondurasê derketina derve hate qedexekirin
10:33 Di doza Mîraç Mîroglû de biryar dê li gorî leza wesayîtê were dayîn!
09:25 Rojnameya Xwebûnê di manşeta vê hefteyê de cih da êrişên Tirkiyeyê
09:08 Germbûna kûrewî kir ku Baxçeyên Hewselê bibe cih û warê cureyên çûkan
09:02 ‘Di Girtîgeha Bolûyê de maf nîn in’
09:01 Xwezaya Meletiyê bi raporên ÇED'ê tê talankirin
09:01 Çakas: Sedemê binpêkirinên li girtîgehan tecrîda Îmraliyê ye
09:01 Jinan li dijî êrişên dewleta tirk banga têkoşîna yekgirtî kirin
09:00 ROJEVA 26'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
08:58 Ji bo Midûriyeta Giştî ya Emniyetê kesekî nû hate tayînkirin
25/06/2023
23:39 Li Mereşê bi pileya 3.4 erdhej çêbû
23:34 Yanardag: Tecrîda li dijî Ocalan bêhiqûqî ye divê bê rakirin
21:41 Midûrê navenda rehabîlîtasyonê bi madeyên hişbirê ve hate girtin
19:03 Ji bo Dûrmûş a li Zapê jiyana xwe ji dest da şîn hate danîn
16:40 Endamê PM’a HDP’ê Teker hate girtin
16:40 Li Şengalê Koordînasyona Hêz û Pêkhateyên Neteweyî hate avakirin
15:58 Zarokê ku dewleta tirk birîndar kiribû jiyana xwe ji dest da
15:54 Kazim Koyuncu li ser gora xwe hat bibîranîn
15:33 Malbata Şenyaşar: Daraz xwe li kerr û laliyê dide
15:32 Hejmara kesên ji ber şerê li Bismilê hatine girtin zêde bû
15:01 Jinan li Silêmaniyê bang kir: Dê felsefeya ‘Jin, jiyan, azadî' hêj mezintir bibe
14:35 Li Idlibê êrişa hewayî: 7 kes mirin
14:27 Peywireke nû dan ‘keça manewî’ ya Erdogan ku neguhêzbarên şaredariyê xesp kirine
13:24 Jinên katalonyayî: Rizgarî, bi têkoşîna azadiyê pêkane
12:34 DBP’ê kongreya awarte li dar xist
12:10 Ji ber êrişa nîjadperest a li Trabzonê tu kes nehatiye binçavkirin
11:43 Komên paramîlîter li Efrînê welatiyek revandin û zevî şewitandin
11:33 Girtiyên li dijî binpêkirinan derdikevin careke din tên cezakirin
11:30 Şahidê Komkujiya Licê: Dibe ku doz betal bibe lê hêj bi dawî nebûye
10:36 Prîgojîn ji Rostovê derket
10:31 ‘Desthilat bi ÇEDES’ê dixwaze kadroyên oldar bigehîne’
10:31 Rojnameger Bulut bang li rêxistinên mafan kir: Li dijî îşkenceyê bi peywira xwe rabin
09:57 Turan: Heta pirsgirêka kurd neyê çareserkirin dê krîz çareser nebin
09:20 Cîgirê qeyûm ê ji mirina karkerekî berpirsyar hêj li ser peywira xwe ye!
09:02 Germavên Şirnexê dan ber firotinê
09:01 Di TOKÎ'yan de nikarin nefesê bistînin
09:00 Berdana wî 5 caran hatibû taloqkirin: Li girtîgehê pêkanînên dîlgirtinê tên meşandin
09:00 Ehmed Xoce yê PYD'î: Armanca êrişan civaka demokratîk e
09:00 ROJEVA 25’Ê HEZÎRANA 2023’YAN
24/06/2023
22:38 'Tirş û Tehl' li Amedê bû
21:50 Prîgojîn, banga Lûkaşenko qebûl kir
20:50 Tenduristiya Dag û Er her diçe xirabtir dibe
20:34 Pirtûkxaneya Jinên Kurd û Navenda Lêkolîn û Arşîvê hat vekirin
16:08 Balafirên Tirkiyeyê gundên Amêdiyê bombebaran kirin
15:37 ‘Girtiyê nexweş Kaya yê ji sedî 93’ê astengdar e bila were berdan’
14:59 TUAY-DER: Divê rojeva me ya sereke tecrîd be
14:59 Li Edeneyê bi pileya 3.8 erdhej çêbû
14:50 ÎHD: Dawî li qedexeya Galatasarayê bînin
14:22 Pirtûkxaneya Jinên Kurd tê vekirin: Dîroka jinan a nayê dîtin dê bê nivîsîn
13:00 Çalakiya Dayikên Şemiyê hate astengkirin
12:47 Xizmên Windayan û ÎHD’ê li Amed û Êlihê li aqûbeta windayan û li kujeran pirsîn
12:20 Rêxistina Efûyê ji bo 7 kesan banga çalakiya lezgîn kir
12:04 Rojnamevan Bûlût: Girtiyên mûayeneya bikelemçe qebûl nakin nayên tedawîkirin
11:46 ‘Berxwedana dayê ya bibiryardarî wê edaletê bîne welat’
11:24 Astana çare nîne: Kurd nebin çareserî jî nîne
11:14 Li dijî artêşa Rûs serhildana çekdarî: Rewşa bialoz berdewam dike
10:56 Li Dîlokê qezaya trafîkê: 6 kesan jiyana xwe ji dest da
10:53 Ozdemîr: Dema ku faîl leşker û polîs bin bi rêbazek cihê tên darizandin
10:12 Li ser HDK û HDP’ê operasyonên sîstematîk didomin: Em ê dest ji têkoşîna xwe bernedin
09:57 Hevala wê ya têkoşînê Derwêş vegot: Her tim li herî pêş bû
09:56 Midûrê Girtîgeha Amedê ya Jimara 2’yan guherî, binpêkirin jî zêde bûn
09:06 Asadî: Jinên afxan dê dest ji têkoşîna xwe bernedin
09:04 Hejmara zêde ya amûrên birîna sînyalê li Şirnexê jiyana gel ditevizîne
09:02 Înfaza cezayê Aysel Tûglûk saleke din jî hat taloqkirin
09:02 Li Girtîgeha Sîncanê ya Jinan lêgerînên li qawîşan veguherîne îşkenceyê
09:02 Greva birçîbûnê di roja 12'an de ye
09:01 Mesref zêde dibin, sewalvan dest ji karê xwe berdidin
09:01 Li Meletiyê piştî erdhejê kirêyên xaniyan 5 qat zêde bûne
09:00 ROJEVA 24'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
23/06/2023
22:04 Li Almanya û Holandayê êrişên Tirkiyeyê hatin şermezarkirin
18:58 Tirkiyeyê êrişî Eyn Îsayê kir: Agir bi zeviyan ket
18:30 108 şengalî vegeriyan warê xwe
17:46 Saziyên ziman êrişên li ser kurdî şermezar kirin
17:35 Der barê îdianameya rojnamevan Orûç de biryara bêrayetiyê
17:30 Îdianameya rojnamevan Gok hat qebûlkirin: Nûçeyên wî sûc hatine hesibandin
16:47 Li Şaredariya AKP’î çalakiya dest ji kar berdanê
16:12 HDP: Darazê ji polîsên îşkencekar re got ‘em li pişt we ne’