Operatorê li Semsûrê cenazeyan vedişêre: Goristan her tiştî vedibêje

  • rojane
  • 11:06 15 Sibat 2023
  • |
SEMSÛR - Operatorê kepçeyê ku bi dilxwazî hate Semsûrê kesên ji bin kavilan derdixîne û vedişêre, diyar kir ku li dijî tiştên dîtine krîza giriyê derbas kiriye û got: “Ez bi kepçeyê bi ser hezaran mirovan de axê dirijînim. Goristan her tiştî vedibêje.”
 
Li Semsûra ku yek ji bajarên ji erdhejê zirareke herî giran dît, hêj jî mirov ji bin kavilan tên derxistin. Li gorî agahiyên ku ne fermî hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane gihişt 11 hezaran. Ji ber tîmên lêgerîn û rizgarkirinê dereng man bi sedan kesên ji bin kavilan deng derdixist jiyana xwe ji dest dan. Hêj jî ji bin kavilan cenaze tên derxistin. Li gorî Wezareta Derdor, Bajarvanî û Guhertina Avhewayê hejmara avahiyên ku bi lezgîn bên hilweşandin, xesareke giran û avahiyên hilweşiyayî weke 5 hezar hatin tespîtkirin. Li bajarê ku texrîbateke mezin lê pêk hatiye, dîmenên ku cenaze bi komî tên veşartin hene û qada li Goristana Yenî ku ji bo kesên jiyana xwe ji dest dane hatiye amade kirin her ku diçe fireh dibe. Li goristana ku carna 100 û carna jî 150 kes di carekê de tên veşartin, ji bo her mirovekî parçeyek ji hesin an jî kevirekî deynin ber serê goran wan. 
 
Operatorên ku di karê veşartinê de dixebitin jî zehmetiyan dikişinin. Operatorê kepçeyê Selahattîn Sonmez ê bi dilxwazî ji navçeya Anamûr a Mêrsînê hat bajêr û di karê veşartina cenazeyan de dixebite, serpatiya xwe vegot.
 
‘DIVÊ EV DER BÊ DÎTIN’
 
Sonmez, anî ziman ku di roja duyemîn a erdhejê de gihiştiye bajêr û wiha got: “Dema em hatin em qet li benda dîmenekî wisa nebûn. Ev der weke qada şer bû. Her der hilweşiya bû. Hêj negihiştibûn gelek cihan. Dema em hatin me serî li AFAD’ê da. Me maşîneyên xwe û agahiyên nasnameyê dan wan. Wan jî em arasteyî goristanê kirin. Em li goristanê ji serê sibê heta êvarî xebitîn. Em êvarî jî çûn ser kavilan û alîkariya kesên li wir kir. Ez nikarim tiştên qewimîn vebêjim. Rewşa vê goristanê her tiştî vedibêje.” Sonmez, da zanîn ku operatorên li ser enkazî mecbûr man ku 24 saetan bixebitin û wiha berdewam kir: “Divê ev der bê dîtin. Min di jiyana xwe de dîmenekî wisa nedîtiye. Li Semsûrê avahiyeke bê xesar nîne. Di avahiya herî baş de jî derizîn heye.”
 
Sonmez, anî ziman ku dema goran dikolin rêzên dirêj vedikin û qadeke 150 mîtro dikolin û wiha pê de çû: “Em hemû cenazeyan li rex hev vedişêrin. Şaredariyê got wisa bikin. Mirovan bertek nîşanî veşartina cenazeyan a bi kovayê kepçeyê yê pêşiyê dan lê ji bo demildest veşêrin mecbûr in wisa bikin. Ji ber ku hem ji aliyê tenduristiyê hem jî ji aliyê bêhnê girîng e.”
 
‘MIN KRÎZÊN GIRÎNÊ DERBAS KIRIN’
 
Sonmez, anî ziman ku ji roja hatî vir ve li dijî tiştên dîtine krîza giriyê derbas kiriye û wiha lê zêde kir: “Ne tiştekî hesan e. 3-4 rojan krîzen giriyê derbas kirin. Bavê min û diya min bi telefonê digerin ez hincetekê dibînim û digirim. Ji ber ku dema dibêjin tu ‘çi dikî’ ji çavên min hêsir dibarin. Gelek zehmet e ku ji wan re bêjim çi dikim. Ji ber ku bi kepçeyê bi ser hezaran mirovan de axê dirijînim û rewşa malbatên wan dibînim. Min tu car mirov evqas bêçare nedîtibûn. Em nikarin raz in.”
 
‘PSÎKOLOJIYÊ MA XERA BÛ’
 
Sonmez, di berdewama axaftina xwe de ev tişt gotin: “Me di yek carê de 150 kes veşartin. Psîkolojiya me xera bû. Dîmenên goristanan ên di înternetê de digerin hemû yên vê derê ne. Qasî ku ji destê me tê em hewl didin bêyî ku mirovan bişikînin karê xwe bikin lê ev yek ne pêkane.”
 
Sonmez, da zanîn ku xebat giran didomin û hêj mirov di bin kavilan de ne û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Dema em hatin li cihê em lê diman jêrtir apartmanek hebû hêj li wir dixebitin.”
 
MA / Ahmet Kanbal – Omer Akin

Sernavên din

23/06/2023
16:11 ‘Girtîgeh hişyariyê didin’
15:02 Li Dayika Aştiyê Turkekul 6 sal û 3 meh cezayê hefsê birîn
14:28 Tarim Orkam-Sen çû serdana Emîne Şenyaşar
14:06 Li rojnamegerên li dijî girtina hempîşeyên xwe derketin doz hate vekirin
13:31 Leşkerek ku di şer de birîndar bûbû mir
13:11 Dozger îdianameya rojnamevan Gok û Orûç şand dadgehê
13:04 Îdianameya rojnameger Canozer: Nûçe weke sûc hatin dîtin
12:34 Malbata Ocalan û girtiyên din ji bo hevdîtinê serî li serdozgeriyê dan
12:20 VEDAŞ’ê saetên ceyranê yên sîteyan di qaseyan de bi cih kirin
10:58 Rojnameger Bêrîtan Canozer hate berdan
09:54 Bi milyonan lîre hatin xerckirin lê balafir ji cihê xwe nalivin!
09:47 Li dijî êrişan banga yekitiyê: Ji xeynî berxwedanê tu rêyek din nîn e
09:40 Li girtîgehê mirina biguman: Hate îdiakirin ku sewqî nexweşxaneyê nekirine
09:09 Dermanên girtiyê nexweş nadinê
09:07 Jin amadekariyên serdema nû dikin: Em ê rêxistinbûyînê xurt bikin
09:07 Erdogan roj diyar kiribû: Lê 3 hezar û 845 roj in av tune ye!
09:06 Bang li baroyan kir: Li dijî tecrîdê rabin
09:03 27 meh in ji Ocalan agahî nayê girtin: Divê li dijî tecrîdê xetên têkoşînê bên birêxistinkirin
09:00 Ji Kizilayê sosretî: Hûn xizmê şehîdan in?
09:00 ROJEVA 23'YÊ HEZÎRANA 2023'YAN
08:54 3 polîsên li Licê îşkence li zarokekî kiribûn hatin berdan
08:52 Dolarî 25 lîre derbas kir!
08:34 Li Çorlûyê cînayeta kar
22/06/2023
23:46 Ciwanan tecrîda Îmraliyê protesto kir
23:41 Li Kopenhag û Stockholmê êrişên Tirkiyeyê hatin şermezarkirin
20:42 Viyana cara çaran bû bajarê herî baş ê cîhanê
19:02 Li Amedê êrişên Tirkiyeyê hatin şermezarkirin
18:06 Li Bismilê agir bi çewliga mirîşkan ket: 12 hezar û 500 mirîşk mirin
16:55 Hejmara kesên ji ber şerê li Bismilê hatine girtin derket 6’an
16:45 Li Êlihê derbarê 25 kesan de biryara beraetê hat dayîn
16:38 Ji bo kana mermerê ya li Geliyê Zîlanê biryara betalkirinê
16:20 TJA’yê êrişa li Qamişloyê protesto kir: Divê rê li ber van êrişan were girtin
16:03 ÎHD’ê bertek nîşanî betal kirina Doza Licê da
15:34 Midûrê VASKÎ, personel û polîsan li şêniyên gund xistin
15:20 Piştî zêdekirina faîzê dolar rabû û 24 lîre derbas kir
15:06 Banka Navendî faîza polîtîkayê derxist ji sedî 15’ê
15:01 Aydenîz: Êriş li dijî destkeftiyên jinan û azadiya kurdan e
14:31 ‘2’yê tîrmeha 1993’yan ji bo desthilata siyasî roja şermê ye’
14:19 Dadgehê îşkencekirina zarokan parast û cezayê bersûcan xera kir
14:18 HDP’a Edeneyê: Qetilkirina Derwêş, Şiwêş û Tûma sûcekî li dijî mirovahiyê ye
13:59 Ji siyasetmedar Emîne Ayna re ceza hat xwestin
13:49 Şenyaşar: Divê berpirsyarên mirina zarok Dakak hesabê bidin
13:36 Daxwaza berdana girtiyê nexweş Ozkan hat redkirin
13:32 Dadgehê doza ji bo eşkerekirina cihê gora Şêx Seîd red kir
13:19 Malbata Şenyaşar: Em ê dev ji lêgerîna edaletê bernedin
13:13 Doza Komkujiya Liceyê: Leşkerê bersûc mir, doz betal bû
12:23 Tifaqa Kurd a Azadî û Demokrasiyê: Divê NY û YE helwest nîşanî Tirkiyeyê bidin
11:55 Çawişê pispor ê di pevçûnê de birîndar bûbû mir
11:54 Doza nûçegihanên Vice News hat taloqkirin
11:43 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
10:53 Rapora nexweşxaneyê ya ji bo girtiyê nexweş Ozkan: Li ser jiyana wî xetere heye
10:46 Girtiyan bi şewitandina qawişê binpêkirinên mafan şermezar kirin
10:20 Ji AYM’ê bo 9 partiyên siyasî venêrîna darayî
10:04 ‘Ji jinên Rojava ku li dijî DAIŞ’ê li ber xwe dan ditirsin’
09:54 ‘Divê li dijî krîzên heyî azadiya fîzîkî ya Ocalan pêk bê’
09:01 'Yên kedê didin rêncber in, ên qezenc dikin hinardekar in'
09:00 'Em ê li dijî operasyonên AKP'ê xwe li qadan birêxistin bikin'
09:00 Hûn: Em ê têkoşîna xwe bi xwerexnekirinê xurt bikin
09:00 Şakar: Pirsgirêka sereke tecrîd e, divê her kes bibe parçeyeke çareseriyê
09:00 ROJEVA 22'YÊ HEZÎRANA 2023'YAN
21/06/2023
22:24 Yusra Derwêş, Leyman Şiwêş û Firat Tuma hatin definkirin
19:15 Şadiye Manap ji girtîgehê derket
17:32 Danişîna doza jinên ku di 1'ê Îlonê de hatibûn binçavkirin hat taloqkirin
16:51 Partiya Çepên Kesk xwest Meclis têkildarî dersa kurdî lêkolînê bike
16:26 ‘Darên li Geliyê Godernê bi kîjan sedemê tên birîn?’
16:25 Hevdîtinên Astanayê bi biryarên li dijî Rêveberiya Xweser bi dawî bûn
15:58 Ji Mêrdînê bertek nîşanî êrişê dan: Divê Tirkiye ji Rojava derkeve
15:53 Beştaş: Tirkiye bi SÎHA’yan sivîlan qetil dike
15:08 Derbarê Manapê de biryara beraetê hate dayîn
15:08 TJA’yê bertek nîşanî êrişan da: Têkoşîna azadiyê ya jinan di hedefê de ye
13:56 Li Amedê bekçiyan li hev xist: 2 kes hatin kuştin
13:33 HDP’ê ji bo Kirmizi daxuyanî da: Îşkenceyê bi dawî bikin
13:24 Wezîrê Parastinê: Civîna bi Barzanî re dê bi xwe re encamên erênî bîne
12:17 Jinên Bakur êrişên li ser Rojava şermezar kirin
11:59 Girtiyên li Girtîgeha Kirikkaleyê têkildarî binpêkirinan name şandin
11:42 Malbata Şenyaşar: Wezîr hate guhertin lê bêedaletî didome
10:46 Li Colemêrgê çalakî û xwepêşandan bi hinceta Kovîd-19’ê hatin qedexekirin!
10:34 Dîroka jinan a veşartî nexş dike
10:01 Ji ber êrişa zayendî derheqê şaredarê AKP’î de lêpirsîn hate destpêkirin
10:01 Li Antakyayê di bin kavilê avahiyekê de cenazeyê jinekê hate dîtin
09:52 Çawişê pispor ê Uytun qetil kirî dê bi sûcê ‘texsîrê’ bê darizandin!
09:48 Dayika Dag ê di çalakiya greva birçîbûnê de: Hûn nikarin bi zextê serî bidin tewandin
09:43 Derhêner Karaman: Sedema qedexekirina lîstikan zimanê kurdî ye
09:08 Xwezaparêz Qeredaxî: Çekên kîmyewî başûrê Kurdistanê ber bi çolbûnê ve dibin
09:07 Dayikên Şemiyê dê careke din serî li AYM'ê bidin
09:06 Demîr: Azadiya fîzîkî ya Ocalan şert e
09:05 Hatine asta ku dest ji sewalvaniyê berdin: Nexweşîna tebeqê, bihabûn, koçberî...
09:02 Ji ber dîmenên dijhiqûqî ceza li hunermendê kurd hat birîn
09:01 Mele Abdûlbarî Tîryakî: Di nava piraniya pirsgirêkên welatê me de tiliya pergalê heye
09:00 ROJEVA 21'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
20/06/2023
22:26 KCD'ê der barê êrişa li Rojavayê de bang li raya giştî ya cîhanê kir
21:17 Di doza qezaya li Dêrikê de kesek hat berdan
20:54 Komkujiya Pirsûsê 95 meh li dû xwe hiştin
20:01 Doza 38 HDK'iyan hat taloqkirin
19:35 HDP'ê êrişa li ser Rojavayê şermezar kir
16:56 Dosyeya Mîraç Mîroglû ji nû ve dê ji bo ATK’ê bê şandin
16:20 Hevseroka Kantona Qamişloyê Derwêş di êrişa SÎHA’yan de jiyana xwe ji dest da
16:17 Terîqetan xwest û dadgehê nûçeyên têkildarî mirina biguman a Dakak asteng kir
16:01 Barzaniyê bi Erdogan re hevdîtin kir: Em li ser pêşxistina têkiliyan axivîn
16:00 Di lêpirsîna şerê li Bismilê de 3 kes hatin girtin