Rêveberiya PADÊ: Tenê Rêveberiya Xweser dikare Şengalê biparêze

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Endamê Meclisa Rêveberiya PADÊ Mûsa Qasim diyar kir ku bi hevkariya PDK'ê, MÎT'a tirk li Şengalê tevnika xwe ya sîxurtiyê bi rêxistin kiriye û wiha got: "Xiyaneta ku îro PDK li êzidiyan dike di dîrokê de kesekî nekiriye. Tekane hêza ku bikare Şengalê biparêze, Rêveberiya Xweser e.” 
 
Di sala 2014'an de bi hevkarî û piştgiriya hin hêzan çeteyên DAIŞ'ê êriş birin Şengalê û bi hezaran êzidî qetil kirin. Gelek jinên ku ketin destê DAIŞ'ê jî di bazaran de hatin firotin. Pişt re bi alikariya HPG'ê Şengal ji DAIŞ'ê hat paqijkirin. Piştî êrişên DAIŞ'ê gefên Tirkiyeyê li ser Şengalê zêde bûn û Tirkiye bi bi hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bi sedan êrişên hewayî li dijî Rêveberiya Xweser û pêşengên Şengalê pêk anîn. Hêzên taybet ên girêdayî Yekîneyên Parastina Şengalê (YBŞ) û hêzên ewlekariyê li dijî tora sîxûran ên girêdayî PDK û MÎT’ê “Operasyona Tolhildanê” li dar xistin. Di encama operasyonê de gelemperiya şebekeya sîxuran derket holê û gelek êrişên hatine kirin jî eşkere bûn. Endamê Meclisa Rêveberiya Partiya Azadî û Demokrasiya Êzidiyan (PADÊ) Mûsa Qasim der barê sîxuran û operasyonê de ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) axivî.
 
'BI DIJMIN RE HEVKARÎ NE KARÊ ÊZIDIYAN E'
 
Mûsa Qasim bal kişand ser rola pêşengên ku di encama êrişan de hatine qetilkirin û got ku êzidî deyndarê wan in û wiha axivî: "Li gel şehadeta hevalên me êşa me dubare bû. Bi dijmin re hevkarî ne karê civaka êzidî ye. Di dîroka êzidiyan de tu carî karê kuştin û teqandinê nehatiye dîtin. Ji ber ku civaka êzidî heta niha têra xwe kuştin û êş dîtine. Yek ji hevalên ku hatine qetilkirin hevalê Dijwar ji roja destpêkê heta dawiyê di nava berxwedanê de bû. Ji Şengalê bigire heta Rojava heval Dijwar şer kir û ber xwe da. Doza keç û xortên êzidî kir. PDK'ê hevalê Dijwar ji xwe re weke dijmin dît. Bi saya wan êzidî hatin rizgarkirin. Wan xwişk û birayên me parastin. Ji bo ku tişteke wiha careke din neyê jiyankirin têkoşiyan. Heval Dijwar û hevalên wî ku hatine şehîdkirin ji bo ku êzidî nebin koleyê tu kesî, hêza wan hebe, meclisên wan hebe, rêveberiyên wan hebin ku xwe bi xwe bi rê ve bibin heta roja dawiyê têkoşiyan. Wan jî dikarî pişta xwe bidana êzidiyan û Şengal terk bikirina. Lê wan ev zilm qebûl nekir. Dijminê me naxwaze ku hêzeke leşkerî ya êzidiyan hebe. Van hevalan tola keç û dayikên me ji DAIŞ'ê hilandin. Ew bûn sterkeke geş a êzidiyan. Bi hemû aliyan alikariya me kirin."
 
'DIXWAZIN ÊZIDIYAN REŞ BIKIN'
 
Qasim anî ziman ku PDK li ser êzidiyan polîtîkayeke taybet dide meşandin û wiha domand: "Ev tişt ji me re gelek balkêş e. Heger mirov li çand û dîroka êzidiyan binêre tiştekî, nepêkan e ku mirov tiştekî wihga bibîne. Ev sixûrtî ji ku derket? Bila gelê me zanibe ku ev hemû pêlîstokên PDK'ê ne. PDK naxwaze ku êzidî serê xwe rake. Niha êzidiyên ku di wargehên di bin kontrola PDK'ê de ne nikarin bi rehetî bibêjin em êzidî ne. Heta ku ji destê wan hat kirin û yê ku ji destê wan nehat jî hê nekirine. Niha jî pêşiya vegera êzidiyan a Şengalê digire. Beriya çend rojan 2 ciwanên êzidî derxistin ser televîzyonê. Wan zanî ku wan bi xwe pêşengê êzidî hedef nişandan û kuştin û rabûn li ser êzidiyan fîlmeke wiha çêkirin. Her du ciwanên êzidî dane ragihandina giştî. Ew kes çi dibêjin? Dibêjin ku, 'PKK'ê ev şer daye destpêkirin.' PKK bi rojan çiya bi çiya meşiya heta ku xwe gihand Şengalê û civaka êzidî ji komkujiyê xelas kir. Bi dehan gerilayên ku hatin Şengalê rizgarkirin di sicneyên PDK'ê de ne. Çawa dibe ku PKK li vir yekî perwerde bike û bibêje here wargehên PDK'ê. Ev tişt li dijî mantiqê mirovî ye. Bi van polîtîkayan dixwazin ku di cîhanê de êzidiyan reş bike." 
 
'KESEK NIKARE HÊVIYA ME BIŞIKÎNE'
 
Mûsa Qasim diyar kir ku di dîroka êzidiyan de kesekî bi qasî PDK'ê xiyanet li wan nekiriye û ev tişt got: "Tişta ku PDK îro li ser êzidiyan dimeşîne di dîrokê de kesekî nekiriye. DAIŞ hat, DAIŞ hêzeke hov bû û li dijî mirovahiyê bû. Komkujiya ku wan kirî jî tu kesî nekiribû. Ew hatin û rasterast şer kirin. Lê PDK'ê xiyanet kir û pişt re hevalên me şehîd xistin. Lê hemû plan û armancên wan vala derketin. Tişta ku wan dixwest ew bû ku Asayîşa Êzidxan, Meclisên Êzidiyan, hêza YBŞ'ê li Şengalê bimîne. Bi vî awayî dijminatiya êzidiyan û Çiyayê Şengalê dikin. Lê belê li hemberî wan em ê bihêztir bibin. Wan hevalê Dijwar şehîd xistin û wisa fikirîn ku dê hêza me têk biçe lê belê bila xwe nexapînin. Em bêtir bihêz bûn. Tiştê ku îro me li ser pêyan dihêle xwîna şehîdên me ye. Çimkî me soz daye wan şehîdan. Weke Rêveberiya Xweser li Şengalê tişta ku me daye ber çavên xwe şehadet e. Kesek nikare hêviya me bişkine û kesek êdî nikare bi hêsanî lingê xwe biavêje Şengalê. Şengal bi xwîna şehîdan hatiye avakirin."
 
'PDK'Ê BI HEVKARIYA MÎT'Ê LÎSTOKEKE LIST'
 
Endamê Meclisa Rêveberiya PADÊ Mûsa Qasim bi lêv kir ku ji bilî Rêveberiya Xweser tu kes nîne ku Şengalê biparêze û wiha berdewam kir: "Ev sîxûr ji çanda êzdatiyê û ji nasnameya xwe derketine. Weke civaka êzidî me heqîqet bi çavê xwe dît. PDK'ê bi hevkariya MÎT'ê li ser Şengalê lîstokeke wisa lîst. Mirov ji van sîxûran re çi bêje kêm e. Mirov bibêje xayîn in kêm e, mirov bêje xwefiroş in kêm e. Bi êrişên li ser Asayîşa Êzidxanê armanc dikirin ku li ber çavê gel reş bikin. Ji bo ku ciwanên êzidiyan xwe ji Asayîşê dûr bikin, ji YBŞ û YJŞ'ê dûr bikin her carê hedef nîşandan. Dizanin ku ev hêz qewet bibe wê bikaribe doza mafê xwe bike. Ew naxwazin ku ev hêz tu caran li ser lingên xwe bisekine. Dixwazin ku hêzên me, rêxistinên me belav bikin. Dixwazin ku Rêveberiya Xweser tune bikin. Bila gelê me baş bizanibe ku ji xeynî Rêveberiya Xweser tu hêzên ku me biparêzin nîn in. Ew nebe dê kî doza mafê me bike?  Ew kesên ku di sala 2014'an de pişta xwe dane me û ev civake radestî DAIŞ'ê kirin dê ew mafê me biparêzin? Ev di xewnên şeva de jî çênabe."
 
'YÊ KU HESAB BIDE MALBATA BARZANE'
 
Qasim bi lêv kir ku malbata Barzanî ji ber ku ji darizandinê ditirse naxwaze ku êzidî bibin xwedî heq û axaftina xwe wiha qedand: “Em weke êzidî destê xwe bidin hev û em ji Rêveberiya Xweser re bibin alîkar em ê bikaribin pêşiya sixûrtiyê bigirin. Ji ber çi PDK îro li ser Şengalê van lîstokan dide meşandin? Ji ber ku dizane ku heger Şengal gihişte heqê xwe yekem kesê ku bên dadgeh kirin û hesab bide malbata Barzaniye. Rêveberiya Xweser gelek bedel dan. Rêveberiya Xweser 400-700 şehîd dane. Ji bilî Rêveberiya Xweser kê şehîd dane? Yê ku Şengal rizgar kirin ev e. Ew çi dixwazin? Hûn naxwazin êzidî bimînin? Heke ku hûn nexwazin wer in em li Şengalê ne. Me heta niha me êrişî li ser axa we nekiriye. Hûn êrişî axa me dikin. Em doza heq jî ji we nakin. Bi vê jî namînin MÎT'ê re dibin hevkar û pêşengên êzidiyan qetil dikin.”
 

Sernavên din

11/06/2023
20:20 Bi afîşan zarokên hatin qetilkirin bi bîr anîn
19:44 Vebijêrka zimanê kurdî li malpera bajarê Bernê hate zêdekirin
19:20 Li Edeneyê bi pileya 4.2 erdhej çêbû
17:34 Du leşker hatin kuştin
17:28 Cenazeyê Arasan li Qendîlê hate veşartin
16:21 Birayê girtiyê hatibû bidarvekirin hate revandin
16:20 Piştî 30 salan hate bajarê xwe: Em deyndarên gelê xwe ne
13:49 Malbata Şenyaşar: Divê bêedaletî bi rêya edaletê were bidawîkirin
13:37 ‘Navenda Bîra Komkujiya Madimakê’ dest bi weşanê kir
13:24 Bîrleşîk Kamu-Îş’ê xwest kêmtirîn mûçe were zêdekirin
13:19 Li Pakistanê lehî rabû: 25 kes mirin
12:39 Tokmak bi zorê bêhnê distîne û rojê tenê dikare saetekê razê
12:15 Li hunermendê hatibû revandin gefa kuştinê hate xwarin
11:36 Di êrişa DAIŞ’ê de 2 leşkerên Iraqê mirin
11:34 Erzirom bi pileya 4,6’ê hejiya
11:31 Tevahiya jiyana Arasan bi têkoşînê derbas bû
11:07 Bakirhan: Ji ber ku em ji xeta xwe hinek dûr ketin me nekarî hedefên xwe pêk bînin
10:01 Her ku krîz kûr dibe hejmara zarokên tên xebitandin jî zêde dibe
09:35 Ji ber 'zêdebûna maliyetê' çêkirina nexweşxaneyê hat sekinandin
09:17 Rûbarê Nerdûşê sê sal in reş diherike: Av kêm bû, cotkarî nema
09:16 Zextên rejîma Îranê yên li hember rojnamevanan zêde bûn
09:00 ‘Jin dê xwedî li mîrateya têkoşînê derkevin'
09:00 Rihayiyan encamên hilbijartinê nirxandin
09:00 ROJEVA 11’Ê HEZÎRANA 2023’YAN
10/06/2023
21:33 Ji KCD'ê banga ji bo Arasan
20:49 Agir bi 700 donim zeviyê genim ket
20:09 Nûnertiya HDP’ê qetilkirina Arasan şermezar kir
18:42 Li Êlihê panela der barê xebatên akademîk ên kurdî de
18:32 Dayikên Şemiyê hatin berdan
18:06 Komeleya Wêjekarên Kurd 2'yemîn kongreya xwe li dar xist
17:56 Li Cûdiyê dar tên birîn
16:16 Bertek nîşanî binçavkirina Hevşaredarên Panosê dan
15:51 ÎHD: Dawî li qedexeya li Qada Galatasarayê bînin
15:51 Li Cizîre hejmara binçavkiriyan gihişt 15'an
15:47 Mexdûrên erdhejê: Bila fatûreyên hatine birîn bên betalkirin
15:37 Bal kişandin ser rewşa tenduristiyê ya girtiyên nexweş Balci, Poyraz û Sari
14:47 Rojnamevan Firat Can Arslan hate berdan
14:47 Ji bo doza Komkujiya Garê bang hate kirin
14:06 Xizmên Windayan li kujerên Gok û Akbulut pirsîn
13:42 Bayindir: Em ê bi guhdarkirina gelê xwe têkoşînê mezin bikin
13:36 Çalakiya Dayikên Şemiyê vê carê jî bi hinceta maça Lîga Şampiyonan hat astengkirin
13:12 Sancar: Em ê berpirsiyariya xwe bêkêmanî bicih bînin
11:34 Li Mêrdînê heqê rê hat bihakirin
11:29 Dadgehê biryara qedexeya Meşa Gemlikê ya Walîtiyê betal kir
10:46 Li Enqereyê di fabrîkaya roketan de teqîn: 5 kes mirin
10:38 Di debra genim de pirsgirêka cotkaran a depoyê heye
10:36 Malbata Şenyaşar: Divê lêborînê ji edaletê bixwazin û dest bi kar bikin
10:14 Rojnamevan Muftuoglû binpêkirinên li Girtîgeha Sîncanê ya Jinan nivîsand
09:56 Rojnamevan Arslan sewqî edliyeyê kirin
09:29 Ji ber ‘sindoqa winda’ doz li rojnamevan Kanbal hate vekirin
09:03 Kuçeyên Amedê ji zarokên tên xebitandin xalî nabin
09:01 Ajokar: Dixwazin mesrefên hilbijartinê ji berîka me derxin
09:00 ROJEVA 10'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
08:32 Huseyîn Arasan ê êrişa çekdarî lê hatibû kirin jiyana xwe ji dest da
08:27 Li Mêrdînê karkerê ku pano bi ser de ket jiyana xwe ji dest da
09/06/2023
20:47 Danişîna doza zaroka hat qetilkirin hat taloqkirin
17:54 Piştî 30 salan ji girtîgehê derket
16:38 Rojnameger Arslan 3 roj in di bin çavan de ye
15:30 Daneyên kesane li ser înternetê hatin belavkirin
15:21 Li Meclisê daxuyaniya ji bo Erdem Aşkan: Berpirsyarên wê derxin holê
15:18 Şenyaşar li Meclisê daxuyaniya ewil da: Bila Wezîrê Dadê xwedî li sonda xwe derkeve
14:21 HDP’ê bertek nîşanî binçavkirina hevşaredaran da
14:15 Sercerdevanê ku tundî li hevjîna xwe kir mir
14:10 Emîne Şenyaşar: Heta edalet pêk tê em ê têkoşîna xwe bidomînin
14:09 DÎSK: Meaş divê li gorî reqamên enflasyona sexte yên TUÎK’ê neyê diyarkirin
13:55 ‘Bila Can Atalay bê berdan’
13:21 Kesê li Silêmaniyê êriş lê hat kirin Huseyîn Arasan e
12:49 Jinek li Îzmîrê hat qetilkirin
12:23 Biryara ‘anîna bi zorê’ ya der barê dayika Şenyaşar de hate rakirin
12:03 Komeleya Wêjekarên Kurd pirtûkên helbest û çîrokan amade kirin
11:55 Dayikên Aştiyê hatin berdan
11:47 Malbata Ocalan û girtiyên din ji bo hevdîtinê serî li serdozgeriyê dan
11:46 Di Doza Kobanê de daxwaza berdanê hat redkirin
11:31 Li Cizîre gelek kes hatin binçavkirin: Polîsan tundî li welatiyan kir
11:17 El Nîno dest pê kir
11:17 Sûîqest li endamê Komeleya Karkerên Mezopotamyayê hate kirin
11:03 Sercerdevan hewl da hevjîna xwe qetil bike
10:58 Sarisozen: Îktîdar dê dest bi êrişeke îdeolojîk bike
10:12 Hevşaredarên Panosê hatin binçavkirin
10:12 Ajokarên pereyên xwe wernegirtin kontak girtin
09:59 Du bira ku girtiyên nexweş in terkî mirinê tên kirin
09:51 ‘Em ê bi têkoşîna rêxistinî li dijî tabloya dijberiya jinê bisekinin’
09:35 Hevseroka MA TUHAY-DER’ê Demîr: Tecrîd bi têkoşînê dikare were bidawîkirin
09:02 Parlamentera ciwan Bêrîtan Guneş: Divê em rêya guherînê bibînin
09:02 Parilti yê ku 30 sal in girtiye nayê berdan
09:02 Gelê Wanê: Divê partiya me di bin sîwanekê de kom bibe
09:02 'Heta meseleya kurd çareser nebe aborî rast nabe'
09:00 ROJEVA 9'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
08:56 Ji bo benzîn û motorînê zem hate kirin
08:48 Erkan weke Seroka Banka Navendî hate tayînkirin
08/06/2023
22:51 Walîtiya Amedê heya 15 rojan herêmeke Licê qedexe kir
22:20 Li Cizîrê 2 kes hatin girtin
20:55 Li Edliyeya Farqînê polîsan îşkence li zarokekî kirin
20:03 Kadîr Şeker hat berdan
19:03 Çawîşê ku Aşkanê pênc salî kuşt hat berdan
18:43 Li îzmîrê 5 jin hatin berdan
17:46 Ji rojnamevan Gok nameyeke 'vala': Gava azadiya fikr û ramanê çêbibe dê bê temamkirin
16:49 Yagiz li Nisêbînê bi çîçek û tililiyan hate pêşwazîkirin
15:42 Rojnamevan Arslan ji piştevaniya bo rojnamevanên girtî tê sûcdarkirin
14:54 Rapora ÎHD’ê: Wesayîtên zirxî di 15 salan de 44 kes kuştin e