Li Amedê hejmara kesên di bin kavilan de mane nayê zanîn

img
AMED – Li Amedê ku ji ber erdhejên Mereşê 7 avahî hilweşiyan, hejmara kesên mirî gihîşt 132'yan û ya birîndaran jî gihîşt 909'an. Hê jî xeber ji gelek kesan nayê girtin. Walîtiya Amedê û rayedarên AFAD'ê hem daneyan belav nakin hem jî tu daxuyaniyê nadin. 
 
Li Amedê ku 7 avahî ji ber erdhejên li Mereşê bi pileya 7,7 û 7,6'an çêbûn hilweşiyan, hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane gihîşt 132'yan û hejmara birîndaran jî gihîşt 909'an. Platforma Parastina Bajêr û Piştevaniyê ya Amedê, li ser hesabên xwe yên medyaya sanal ev agahiyên dawî belav kirin: "Wefat: 132, Tabûrcî: 742, Nexweş: 129, Ên di beşa awarte de: 38, Hejmara giştî ya birîndaran: 909. Ji kerema xwe nêzî avahiyên xesardîtî nebin!" Tê gotin ku li bajêr hê jî gelek kes di bin kavilan de ne. Xizmên kesên ku di bin kavilan de ne, dem bi dem li ser hesabên xwe yên medyaya sanal navan û cihê kavilan radigihînin. 
 
JI APARTMANA IŞIKÊ 2 KES HATIN DERXISTIN
 
LiApartmana Işikê ku 8 qat bû û ji 32 daîreyan pêk tê û li Kolana Senato ya navçeya Rezanê ye, danê sibehê saet di 08.50'yî de cenazeyên M.Ş. û Î.Y. hatin derxistin. Heya niha ji bin kavilên apartmanê 23 cenaze û 23 birîndar hatine derxistin. 
 
JI GALERÎAYÊ 4 KES HATIN DERXISTIN
 
Li navçeya Yenîşehîrê bi şev cenazeyên 4 kesan ji bin kavilên Navenda Kar a Diyar Galeriayê ya 12 qatî hatin derxistin. Heya niha saziyên fermî têkildarî hejmara kesên ji bin kavilên avahiyê hatine derxistin tu daxuyanî belav nekirine. Li gor hin îdiayan heya niha 108 kes ji bin kavilên avahiyê hatine derxistin, lê aqûbeta wan nayê zanîn. 
 
RAGEŞÎ
 
Xizmên kesên di bin kavilan de, ji ber ku xebatên lêgerîn û rizgarkirin bi derengî tên xistin bertekê nîşan didin. Ji ber vê xizmên kesên di bin kavilan de û leşkeran de car carinan rageşî rû dide. Malbat serê sibehê xwestin biçin qada kavilan. Alîkariya gel û kesên ji bajarên derdorê hatine jî tê astengkirin. 
 
PARÊZER LÎSTEYEK BELAV KIR
 
Parêzer Ferîde Laçînê ya li ser Baroya Amedê qeydkirî, li ser hesabê xwe yê medyaya sanal lîsteya 64 kesên ku diyar kiriye di bin kavilên Navenda Kar a Diyar Galeriayê de ne belav kir. Laçînê di peyama xwe de ev agahî û nav belav kirin: "Hevalno tîm çi ji destê wan tê dikin, lê kavileke zehmet e. Ger em karibin tîmên alîkariyê yên ji derveyî welêt hatine bînin Amedê... WEXT PIR KÊM DIBE ÊDÎ
 
Nevroz Erdogan, Hatîce Ozge Tûncay, Serhan Ozdemîr, Sûleyha Ozdemîr, Derîn Çelîk, Şehmûz Elbat, Emîr Ûrakçı, Pelda Aygun, Alî İmran Ensarîoglû, Yûsûf Ozaydın, Fatma Zehra Çetîner, Serpîl Tokdemîr, Hadî Çîçek, Sedef Fatoş Ozdemîr, Ramazan Serhat Akyuz, Samet Ozdemîr, Îrmak Çelîk, Okyanûs Çelîk, Nûrûllah Elbat, Eylul Dayan ve aîlesî, Engîn Nûpelda, Dogrûer aîlesî, Emîrcan Çetîner, Merve Goruş, Maşallah Çeçîk, Ramazan Dûrgûn, Evîn Talay, , Samet Talay, Rozerîn Batmaz, Yasîn Batmaz, Ceylan aîlesî, Sîdar Bûlak, Eda Çaçan, Erdal Çaçan, Denîz Akçan Karan Akçan, Roda Akçan, Lîra Akçan, Halîl Tûna, Serdar Tûna, Sîdar Tûna, Ayhan Tûna, Zeynep Tûna, Zeleyha Bûlak, Kadîr Bûlak, Latîn Bûlak, Berna Erturk, Melîke Alp, Abdûllah Azîz Baver Alp, Bûrak Şahîn Bîryar Turkan, Suleyman Alaş, Mûstafa Yegîn, Alın Yegîn, Suleyman Gunduz ve aîlesî, Makbûle Arslan, Hûsamettîn Arslan, Abdûlkadîr Arslan, Eylem Arslan, Ruya Arslan, Kubra Arslan ve Tahîr Arslan.”
 
3 KES JI APARTMANA CENGÎZLERÊ HATIN DERXISTIN
 
Bi şev ji bin kavilên Apartmana Cengîzlerê ya li Semta Tesîslera ya navçeya Rezanê cenazeyê 3 kesan hat derxistin. Li vê avahiya 7 qatî 24 daîre hebûn. Xebatên lêgerîn û rizgarkirinê didomin. 
 
9 KES JI APARTMANA AKARÊ HATIN DERXISTIN
 
Ji duh bi şev heya niha ji bin kavilên Apartmana Akarê ya 9 qatî ku li Kolana 482'yan a Kolana Emekê ya navçeya Rezanê cenazeyên 9 kesan hat derxistin. Tê derpêşkirin ku bi giştî 130 kes di apartmanê de hebûne. 
 
4 ZAROK Û BAV DI BIN KAVILAN DE NE
 
Malbata Varişê ya ji 6 kesan pêk tê, bi temamî di bin kavilên Apartmana Akarê de ma. Malbat li qata 5'an a avahiyê dima. Heya niha cenazeyê dayik Zeynep Varişê hatiye derxistin. Bav Mûrat, zarokên wî Elanûr, Hêlîn, Mûhammed û Baran VAriş hê di bin kavilan de ne. Nayê zanîn ku bê ferdên mayî yê malbatê sax in an mirî ne. 
 
APARTMANA SOZELÊ
 
Li Apartmana Sozelê ku li Semta Ofîsê ya navçeya Yenîşehîrê ji duh heya niha ji bin kavilan 4 kes bi saxî hatine derxistin. Mirovên ku tu xeberê ji xizmên xwe yên di bin kavilan de nagirin, parastin ku xebat kêm in û tîmên li vir ne xwedî tecrûbe ne. Şêniyekî lki bloka kêlekê ya avahiyê, anî ziman ku avahiya Sozelê tevî terasê 9 qat bûye û di sala 1996'an de hatiye çêkirin. Hin kesên li benda derxistina xizmên xwe yên di bin kavilan de ne, dibêjin Hevjînên hev W. û E. Talay û zaroka wan S. Talay (4) 3 roj in di bin kavilan de ne. Tu agahî bi kesên li wir li benda xizmên xwe ne nayê parvekirin û li derdora kavilan tim zêmarên kurdî olan didin. 
 
 
 
 

Sernavên din

08/06/2023
14:43 Ji bo Tarkut ê Şule qetil kirî cezayê muebbeta giran hate xwestin
14:33 Li Amedê sosretiya tenduristiyê: Nexşwexaneyên diranan emanetî teknîsyenan hatine kirin!
14:24 Gulmez a di pevçûnê de birîndar bûbû hate emeliyatkirin
14:22 Rojnamevan Hafiz Akdemîr hat bibîranîn: Kujerên wî bûne şirîkên AKP-MHP'ê
14:19 Li Mêrdînê jinek hate binçavkirin
14:17 Komîteya Wezîran xwest Yuksekdag û Demîrtaş bên berdan
13:58 Rêxistinên hiqûqê: Can Atalay berdin
13:58 Li Deriyê Gumrukê yê Bajêrgeyê kota hat kêmkirin
13:43 Cezayê pereyan dan Emîne Şenyaşar
13:34 Li Antalyayê dayikên aştiyê hatin binçavkirin
12:53 ÎSÎG: Di 5 mehan de herî kêm 730 karker mirin e
12:53 Endama Meclisa Ciwanan a HDP’ê li Îzmîrê hate binçavkirin
12:45 Di doza Ozturk Turkdogan de biryara beraetê hate dayîn
12:39 ÎHD’ê ji bo Aşkan daxuyanî da: Ev ne qeza lê cînayet e
12:05 Komeleya Wêjekarên Kurd ji bo tevlibûna kongreya xwe bang kir
12:03 Parêzer ji bo biçin cem Ocalan serî li serdozgeriyê dan
11:20 Parlamenterên Partiya Çepên Kesk çûn serdana rojnamegeran
10:51 Li Efrînê niha jî darên hinaran tên talankirin
10:26 Hunergeha Welat klîbek nû belav kir: Klîb behsa bîranîn û bajarê Qamişlo dike
09:58 Partiya Sewz: Tirkiyeyê li Behdînanê zêdetirî 4 milyon dar biriye
09:51 Dolar rabû, lîreyê tirk bêqîmet bû
09:45 Aykol: Heta ku pirsgirêka kurd neyê çareserkirin nikarin Tirkiyeyeke nû ava bikin
09:04 Bijîşkê girtîgehê girtiyê nexweş derman nekir
09:03 Amedî: Heya meseleya şer çareser nebe aborî rast nabe
09:03 Rojnamevan Gozelyuz: Di Çapemeniya Azad de berdewamî esas e
09:01 Ji bo pêşveçûna kirmanckî 6 berhem derçûn: Berxwedan nebe wê ziman bihele
09:01 Erdal Kaya: Min xwest ez bi stand-upê valahiya heyî dagirim
09:00 ROJEVA 8'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
08:53 Ayhan û Gokalp hatin definkirin
08:52 Li Sêrtê şer: Leşkerek hat kuştin
07/06/2023
22:05 Meryem Yildirim hat berdan
21:37 Rojên Ma Muzîkê dest pê kirin
19:52 Li Ispartayê mirineke biguman
19:43 Nûman Kûrtûlmûşê AKP'î bû serokê meclisê
19:39 Rojnamevan Arslan birin Kirşehîrê
19:18 Dibe ku ji çar payên Spanyayê sê pay bibe çolistan
18:52 Di êrişa Tirkiyeyê de agir bi kampa Eyn Îsayê ket
18:34 Li Geverê zarokê ku wesayîta zirxî pêl wî kir jiyana xwe ji dest da
18:20 Li Cizîrê malbata ku hatibû binçavkirin hat berdan
18:09 Doza Vartînîsê hat taloqkirin
17:33 Cenazeyên Gokalp û Ayhan radestî malbatên wan hatin kirin
16:07 Tanrikulu yê HDP’yî dîsa nehat berdan
15:43 Di dema derbasbûna wesayîta leşkerî de teqînek çêbû
15:41 Girtiyê ji bo darizandina adilane dest bi rojiya mirinê kirî rakirin nexweşxaneyê
15:40 Rojnamevan Hafiz Akdemîr dê sibê li kuçeya lê hat kuştin were bibîranîn
15:37 Siyasetmedar Mehmet Çîçek jiyana xwe ji dest da
15:22 Ji bo malbat û cerdevanên xwestin tecawizê veşêrin daxwaza cezakirinê
14:46 Têkoşîna edaletê di roja 807’an de ye: Çavkaniya hemû pirsgirêkan bêedaletî ye
13:45 Ji bo şandeya Doza Kobanê: We pişta xwe spartiye cihekî saxlem
13:14 Sala par li Egeyê 724 binpêkirinên mafên zarokan qewimîne
13:06 Tûran ê HDP’î: Heta ku çavkanî ji bo şer bên veqatandin dê krîza aborî çareser nebe
13:05 Li Rihayê ji bo nan zem hate kirin
13:05 Mutehîdê duyemîn ê Sîteya Ebrar hat girtin
12:54 Parêzer Tûran a bikaranîna çekên kîmyewî anîbû rojevê beraet kir
12:39 Komên paramîlîter li Efrînê 4 kes revandin
12:24 Cenazeyê Akdogan li Wanê hate veşartin
12:17 Meclisa Jinan a HDP'ê û Partiya Çepên Kesk: Em ê têkoşîna xwe xurt bikin
11:31 Tedawiya zaroka 14 salî ku di pîrozbahiyên hilbijartinê de gule bi serê wê ketibû didome
11:00 Malbatên qurbaniyên Komkujiya Pirsûsê hatin darizandin
10:45 Şaredariya AKP’yî nivîsand ku Goristana Ermenan çawa tune bûye
10:11 Li Cizîrê 2 kes hatin binçavkirin
10:05 Lîreyê tirk li hemberî dolar her ku diçe bêhtir bêqîmet dibe
10:04 Kujer hat berdan lê pênûsa Hafiz Akdemîr li erdê nema
10:03 Ciwanê ku hate diyarkirin li Cizîrê întihar kiriye jiyana xwe ji dest da
10:02 Cînayeta kar a li şaredariyê: Karkerê mirî bêsîgorta hatiye xebitandin
09:52 Jinan ji bo serdema nû banga têkoşînê kirin
09:21 Emniyeta Antalyayê nahêle xwendekarên kurd ji bo xwe malan kirê bikin
09:06 Rojnameger Firat Can Arslan hate binçavkirin
09:06 Ozcan: Em ê bi mekanîzmayeke rexneyê ber bi kongreyê ve biçin
09:05 Amedî: Divê di pêvajoya nû de guh li gel bê kirin
09:05 Hevserokê Meclisa Gel a Mexmûrê: Dibe ku hin qanûnên Iraqê biguherin
09:04 Banga ji bo danişîna Makbûle Sevînç
09:03 Hevserokê KCDK-E’yê Koç: Navnîşana çareseriyê Îmrali ye
09:01 16 rojnameger ev saleke girtî ne: Bi awayekî kêfî tên cezakirin
09:00 Rojnameger Şengalî: Şengal qels bibe dê Rojava jî qels bibe
09:00 ROJEVA 7'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
06/06/2023
20:05 Komeleya Dema Jinê serdana MKGP'ê kir
19:50 Li Bedlîsê 8 kes hatin binçavkirin
18:24 Malbatê cenazeyê Akdogan wergirt
17:28 Li Gabarê qirkirina daran
15:57 CHP’ê biryara kongreyê da
15:23 Dewleta tirk êrişî Çiyayê Guherzê kir
15:04 Şenyaşar bang li wezîr Tunç kir: Ji Rihayê dest bi karê xwe bike
14:47 Tê payîn ku zem dê li motorînê bê kirin
14:47 Namzeta Serokatiya Meclisê ya Partiya Çepên Kesk bû Hatîmogûllari
14:22 Cezayê hefsê li rojnamevanê hatibû derbkirin birîn
13:30 Rûsya û Ûkraynayê ji ber êrişa li dijî bendavê hev tawanbar kirin
12:20 DMME’yê Yuksekdag û Demîrtaş mafdar dît
12:19 Şêniyên gund li dijî sepanên DEDAŞ'ê derketin, leşkeran bi bombeyên gazê êriş kirin
11:59 Li Cizîrê temamiya endamên malbatekê hatin binçavkirin
11:48 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serî li serdozgeriyê dan
11:47 Di doza ‘guh nedin ên weke serokkomar ji we pereyan dixwazin’ de biryara beraetê
11:41 Bi hinceta erdhejê cenazeyê Tekmenûray nadin malbata wê
11:23 Ji bo koma cigareyê ya BAT’ê zem hate kirin
11:12 Abdullah Ocalan: AKP, hewl dide Hamasa Kurd ava bike
11:11 Rêveberiya girtîgehê çawa bû sedema mirina girtiyê nexweş Kaplan?
10:32 Akin: Em ê ji bo azadiyê têkoşînê xurttir bimeşînin
10:06 Li Amedê avahiyê xesarekî mezin gihiştibûyê hilweşiya
09:59 Li Emniyeta Nisêbînê çeteya talankirinê derket holê
09:02 ‘Li dijî kedkarên tenduristiyê polîtîkayên tundiyê dimeşînin'