Tîm tune ne ji navçe û gundan agahî nayên girtin

img

NAVENDA NÛÇEYAN - Hejmara kesên di erdheja navenda wê Mereş de jiyana xwe ji dest dan gihişt nêzî 4 hezaran. Li 10 bajaran bi hezaran kesên di bin kavilan de hene. Hêj tîmên xelaskirin û rizgarkirinê neçûne bi sedan herêmên ku di erdhejê de hilweşiyan e û ji gundan jî tu agahî nayên girtin. 

 
Erdheja navenda wê Mereş ku bi pileya 7,7 û 7,6 çêbû û bandor li 10 bajaran kir heta niha nêzî 4 hezaran kesan jiyana xwe ji dest dan. Li Mereş, Dîlok, Meletî, Semsûr, Riha, Amed, Xarpêt, Osmaniye, Edene û Hatayê bi hezaran kes hêj di bin kavilan de ne.  Hat ragihandin ku ekîbên rizgarkirinê ne têrker in û li hin navçeyan jî xebatên lêgerîn û rizgarkirinê nehatine kirin. Li gelek navçe û gundan agahî nayên girtin. Her ku diçe berteka welatiyan veduguhere serhildanê. Ji bo kesên di bin enkazê de saetên krîtîk dest pê kirin. Li gelek bajêr û navçeyan maşîneyên ku enkazan rakin jî nayên dîtin. 
  
SEMSÛR
 
Li Semsûra ku bi awayekî dijwar ji erdhejê bi bandor bû xebatên xelaskirinê hêj nehatin destpêkirin. Li navçe û bajarên ku bi sedan kez di bin kavilan de ne gel bi derfetên xwe xebatên lêgerîn û xelaskirinê dane destpêkirin. Li gorî agahiyên hatin bidestxisitn, hêj tîmên xelaskirin û lêgerînê ne şandine û ji gundên girêdayî navend û navçeyan jî agahî nayê bidestxistin. Ji xebatên lêgerîn-rizgarkirinê yên ji aliyê gel ve bi derfetên xwe tên meşandin, encamên bi bandor nikarin bên bidestxistin. Welatiyên ku şeva xwe di nava sermayê de derbas dikin, bê av û birçî dimînin, bi dilxwazî li bendê ne ku yên di binê xirbeyan de mane bên rakirin. 
 
DÎLOK
 
Li navçeya Islahiye ya Dîlokê ku erdhejê herî zêde bandorê lê kir, asta hilweşandinê ku diçe giran dibe. Tevî ku bi ser erdehejê re rojek derbas bûye jî hêj li navçeya Islahiyeyê xebatên lêgerîn û xelaskirinê nehatine destpêkirin. Li navçeya ku ji sedî 80 avahî lê hilweşiyan e gel bi awayekî neçar li benda tîmên xelaskirin û rizgarkirinê ne. Welatiyekî ku li İslahiyeyê em pê re axivîn, wiha got: “Rojeke bavê min di bin kavilan de ye û li benda xelaskirinê ye. Di saetên serê sibê de jî dengê wî ji binê kavilan dihat lê niha nayê. Ji ber ku tîmên rizgarkirin û xelaskirinê nayên bawere temamê mirovan wê ji ber sarmayê jiyana xwe ji dest didin. Welatiyekî din diyar kir ku li ser kavilan bi awayekî bêçare disekinin û wiha got: “Di destê me de ji bo em kavilan rakin tevirek jî nîne”. Dîsa ji gundên navçeya Islahiye ya bi temamî ser û bin bûye jî tu agahî nayên girtin. Nayê zanîn ku ka li gundan asta kavilan çiye. Li navçeya Nûrdagi ku xesareke mezin lê heye jî AFAD piştî 17 saetan gihişt herêmê û tenê li herêmekê xebatan dike.
 
MEREŞ
 
Li navçeya Bazarcix a Mereşê ku navenda erhejeyê jî gelek kesan jiyana xwe ji dest daye. Bazarcixiyên bi şev bi barîna berf û baraneke zêde de derbas kirin heta niha tu piştgiriyeke girîng negirtine. Li navçeya ku tîm lê kêm in, cenaze li bendê ne ku di bin kavilan de bên derxistin. Li bajarê ku avahiyan zirareke mezin dîtiye hema bêje ji beşeke pir biçûk navçeyan re tîmên alîkariyê hatin şandin. Di heman demê de ji navçe û gundên din tu agahî nayên girtin. Bi taybetî jî dîmenên ku ji gundên Bazarcixê yên li ser medyaya dîjîtal hatine parvekirin dil şewat in.
 
Dîsa li navçeya Elbîstan û gundên wê hema bêje xebat tune ye. Ji ber barîna berfê ya ji duh bi şev ve berdewam dike, nikarin xwe bigihînin gundan û li gelek gundan kavil ji aliyê gel ve tên rakirin. 
 
MELETΠ
 
Li navenda Meletî û bi taybetî jî navçeya Şîro bi sedan avahî hilweşiyan û tê texmînkirin ku gelek kes di bin kavilan de ne. Li bajarê ku heta niha xebateke bi bandor a lêgerîn û xelaskirinê nehate kirin gel li benda alîkariyê ye. Welatiyên ku tevî barîna berfê jî heta serê sibê li benda rizgarkirina xizmên xwe man bertek nîşanî desthilatê dan. Hate diyarkirin ku li navçeya Argan a Meletiyê ya hema bêja hemû xanî hilweşiyane xebatên lêgerînê û rizgarkirinê nehatine kirin. Bi taybetî Taxa Oren a ku xanî bi temamî hilweşiyane alîkarî hêj negihiştiyê. Ji gundên girêdayî bajar jî tu agahî nayên girtin. 
 
AMED 
 
Li Amedê di 23 avahiyên hilweşiyan de xebatên lêgerîn û rizgarkirinê berdewam dikin. Li gelemperiya bajêr hejmara miriyan ji 50’yan derbas bû. Li bajêrê hejmara birîndaran gihiştiye 600’an nayê zanîn ku çend kes di bin kavilan de ye. Platforma Piştevanî û Parastina Bajêr a Amedê jî li ser hesabên xwe yên medyaya dîjîtal ragihand ku hejmara miriyan 83, hejmara kesên giran birîndar bûyî 19 û hejmara birîndarên din 759 e. Nayê zanîn ku li Amed û navçeyên wê zirar di çi astê de ye. 
 
RIHA  
 
Li Riha û navçeyên wê jî gelek avahî hilweşiyan. Li navenda bajêr û navçeyên Hewag, Bêrecûk û Pirsûsê jî 60 avahî hilweşiyan. Ji kesên ji bin kavilan hatin derxistin jî 43 kes jiyana xwe ji dest da. Ji sedan zêdetir kes jî birîndar bûn. Xebatên rakirina kavilan li Taxa Bahçelîevler, Xaçerêya Ûçaksavar, li Taxa 24 Metre Yol û Yenîşehîrê berdewam dikin, ji navçeyên Hewag, Xelfetî, Bêrecûk, Pirsûsê re jî hêj tîm nehatine şandin. Li navçeyan gel bi derfetên xwe xebatên rakirina kavilan dikin. Ji gundan jî agahî nayên girtin. 
 
HATAY
 
Li Hataya ku ji ber erdhejê herî zêde avahî li hilweşiyan jî hêj ji gelek herêman re tîmên xelaskirin û rizgarkirinê neşandine. Li bajarê ku bi hezaran kesên di bin hezazê de gel bi şev li kolanan man. Tîmên ku tevî hemû bangawaziyan negihiştin bajêr, bajêr bi bêçarebûna xwe re rûbirû man. Li Hataya ku tê texmînkirin wê encamên giran ên hilweşandinê derkevin holê nayê zanîn ku çend kes di bin sedan avahiyên hatine hilweşandin de mane. Tê diyarkirin ku wê bi xebatên xelaskirin û rizgarkirinê tabloya giran a li bajêr derkeve holê. Li gund û navçeyên bajêr ên din jî tu agahî nayê girtin û tîmên xelaskirin û rizgarkirinê jî negihiştinê. 
 
EDENE
 
Li Edeneyê jî 11 avahiyan zirar dît û hate diyarkirin ku heta niha 50 kesan jiyana xwe ji dest dane. Edeneyiyan jî weke li herêmên din ên erdhej lê pêkhat şev li derve derbas kirin. Li bajarê ku dibistan, avahiyên wargehan, eywanên sporan û qada fûarê jî di nav de 173 cih weke qadên komkirinê yên lezgîn hatin diyarkirin jî xebatên lêgerîn û rizgarkirinê bi tîmên bisînor ve tên kirin. Nayê zanîn ku li gundên Edeneyê erdhejê bandoreke çawa kiriye. 
 
OSMANIYE
 
Li Osmaniyeya ku yek ji bajarekî ku erdhejê bandor lê kir jî li gorî daxuyaniya Walîtiyê ya dawî 131 kesan jiyana xwe ji dest dan û bi sedan avahî hatin hilweşandin. Di xebatên lêgerîn û rizgarkirinê yên ji aliyê welatiyên xwedî hejmareke kêm a tîman ve hat meşandin de, piştî bi qasî 26 saetan kesek ji bin xirbeyê avahiyekê rizgar bû. Ji gundên herêmê jî agahî nayên girtin. 
 
 

Sernavên din

06/06/2023
09:01 Li Akbelenê piştî hilbijartinê zext zêde bûn
09:00 ROJEVA 6'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
05/06/2023
21:56 Îbrahîm Kalin bû serokê MÎT’ê yê nû
21:48 Gulmez a bi giranî brîndar bûbû piştî 40 rojan anîn nexweşxaneyê
21:39 Endamên Komeleya Çand û Hunerê ya Binevşê hatin berdan
18:37 Kesên ku di 5’ê hezîranê de hatibûn qetilkirin hatin bibîranîn
17:52 Li Tûzlayê cînayeta kar
16:43 Rejîma Îranê kolberek qetil kir
16:15 Jina ku ji polîstiyê îstîfa kir bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
15:54 HDP’ê bang li ciwanan kir: Tev li pêvajoya veguherînê bibin
15:36 Şaxa ÎHD’a Mêrsînê binpêkirinên li bajar parve kir
14:43 Endamên MYK’a CHP’ê ya nû diyar bûn
14:42 Edîbe Şahîn hate berdan
14:33 Ji dosyeya KCD’ê ya Rihayê piştî 4 salan beraet bû
14:26 Li Amedê 52 kesên li konbajar diman jehrî bûn
14:13 Di doza Onur Can Yaser de li her polîsekî 6 sal ceza hate birîn
13:47 Doza tecawizê ya li cemaetê taloqî 17’ê tîrmehê hat kirin
13:13 Ferît Şenyaşar: Em ê pankarta ‘edaletê’ li Meclisê daliqînin
13:10 Sekretera Jinan a Giştî ya SES’ê Atabey hate berdan
13:02 Li gorî TUÎK’ê di meha gulanê de enflasyon ji sedî 39,59 e
12:51 Li 4 bajaran lehî rabûn: 2 kesan jiyana xwe ji dest dan
12:47 Di doza rojnameger Olçen de dê xwe li benda biryara ‘girtinê’ bigirin
12:40 HDP’ê qurbaniyên komkujiya 5’ê Hezîranê bi bîr anî
12:32 Ûçar: Têkoşînek pir xurt li pêşiya me ye
11:04 Jina astengdar a serokê terîqetê destdirêjî lê kiribû întîhar kir
10:09 Jongerden: Heta ku pirsgirêka kurd çareser nebe Tirkiye demokratîk nabe
09:59 Li Meclisê pêvajoya hilbijartina serokatiyê dest pê dike
09:21 'Çare ne şer, demokrasî ye'
09:19 Rojnameya Xwebûnê bi manşet ‘Tecrîd li dijî hebûna kurdan e’ derket
09:03 Dolar derket 21 lîreyan
09:02 Cixare hatin bihakirin
09:00 Banga beşdarbûna 5’emîn Rojên Ma Muzîkê
09:00 ROJEVA 5'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
08:54 Tirkiyeyê li Şarbajêrê bi SÎHA’yan êriş kir
08:52 Li Cizîrê cerdevanek di wesayîta xwe de mirî hate dîtin
04/06/2023
22:25 Bûldan û Sancar daxuyandin ku dê di kongreyê de nebin namzet
21:46 Li Licê liv û tevgera helîkopteran
21:42 Dengbêj Şakiro hat bibîranîn
21:24 Berxwedana mexmûriyan bi ser ket: Artêşa Iraqê vekişiya
17:15 Erdogan bi Sekreterê Giştî yê NATO'yê Stoltenberg re civiya
16:02 TJA: Em ê li dijî zimanê mêr têbikoşin
15:47 Kongreya MEBYA-DER'ê: Gelê kurd di paş de gav neavêt
15:14 Di nav 5 rojan de 167 êrîş pêk hatin
15:01 Li Xarpêtê karkerekî kana medenê jiyana ji xwe ji dest da
13:54 Serdema Soylû bi dawî bû
13:06 Malbata Şenyaşar: Ji zilmê re bêdeng nemînin
12:54 Wezîrê Karên Derve yê Suriyeyê serdana Bexdayê kir
12:16 Berxwedana Mexmûrê ket roja 16'an
11:20 Birîndarên 5'ê Hezîranê: Divê piştgirên komkujiyê bên darizandin
10:38 Çînê ji bo Asya-Pasîfîkê Amerîka hişyar kir
09:00 Ciwan: An civakeke ekolojîk an jî tunebûn
09:00 ROJEVA 4'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
03/06/2023
22:54 Erdogan qabîneya nû eşkere kir
20:08 Şenyaşar: Wê her kes hesabê sûcê xwe bide
20:00 Ji CÎSST'ê konferansa 'Pandemî û Girtîgeh': Tecrîd girantir bû
19:28 Rênas Jiyan: Ez nikarim cih nedim êş û azara kurdan
17:08 Dayikên Şemiyê yên hatin binçavkirin, hatin berdan
17:00 Qeyûm navê parka kurdî da jêbirin
16:15 Dayikên Şemiyê: Em ê dest ji Qada Galatasarayê bernedin
15:25 Erdogan sond xwar
15:19 ‘Xetere li ser jiyana girtiya nexweş Tenzîle Acar e’
14:55 Di kongreya TUHAY-DER’ê de bertek nîşanî tecrîda li Îmraliyê hate dayîn
14:37 Girtiyê nexweş Emen nayê tedawîkirin
14:27 Piştî ku hatin revandin agahî jê nehatin wergirtin
13:14 Li Licê operasyona leşkerî
12:35 Polîsan dîsa Dayikên Şemiyê binçav kirin
12:29 29 sal in aqûbeta wan ne diyar e!
12:19 Balafirên şer ên Tirkiyeyê gundê Amêdiyê bombebaran kirin
11:29 Meclisa Partiyê ya CHP’ê civiya
11:18 Di qezaya trenê ya li Hindistanê de hejmara miriyan derket 288 kesan
10:19 Berxwedana xelkê Mexmûrê di roja 15'emîn de berdewam dike
10:06 Qeyûm eraziyên şaredariyê da ber firotinê
09:37 Nêçîrvan Barzanî dê beşdarî merasîma sondxwarinê ya Erdogan bibe
09:37 Taş ê ji sedî 62 astengdarê zîhnî ye bi nivîsên li ser dîwaran hate sûcdarkirin
09:07 Rojnamevan Yalçin: Em ê nivîsandina heqîqetê bidomînin
09:00 Polat: Tecrîd feraseta dewletê ya sedsalî ye
09:00 Kurê girtiyê nexweş Ozkan: Bavê min tê tecrîdkirin
09:00 ROJEVA 3'YÊ HEZÎRANA 2023'YAN
02/06/2023
23:14 Li Îzmîrê 6 ciwan hatin girtin
21:28 Li Biradostê mayin teqiya: Kesek mir, kesek jî birîndar bû
21:14 WHO: Li Sûdanê xetereya şewbê zêde dibe
21:06 Li Başûr di Gulanê de 3 zarok û jinek hatine qetilkirin
20:11 KCDP: Di Gulanê de 40 jin hatine kuştin
16:32 Şahidên Komkujiya Dêrsimê Çîçe û Dûman jiyana xwe ji dest dan
16:18 Pisporê girtîgehan O'Haern: Tecrîdek mîna ya Îmraliyê li cihekî din nîne
15:57 ÎHD: Hewcehî bi makeqanûneke nû heye
15:49 Cerdevanên ku tev li operasyonê nebûn çekên wan hatin desteserkirin
14:21 Li meclisê torena sondxwarinê dest pê kir
14:21 Komeleyên Dêrsimê bertek nîşanî êrişa otobusê da
14:00 Melîk û Ayyildiz hatin bibîranîn
13:45 Emîne Şenyaşar: Edliyeya Rihayê êdî bûye mala me
13:11 Malbata Ocalan û girtiyên din ji bo hevdîtinê serî li serdozgeriyê dan
12:34 Jinek li Bodrûmê bi awayek guman mir
12:23 Partiya Çepên Kesk wezîfeyên li Meclisê eşkere kir
12:23 Karayilan: Muxatabên pirsgirêka kurd ne partî lê dewlet in
11:25 Hejmara nû ya Newaya Jin derket
11:05 Berxwedana Mexmûrê di roja 14’an de didome
10:43 ‘Li dijî êrişên pergalê divê bi kurdan re bibin yek’
10:24 Di meha gulanê de 8 caran çekên qedexe hatin bikaranîn
09:54 Bersûc parastina ‘tehrîkê’ nekir lê bi hinceta ‘tehrîkê’ cezayê wî hate daxistin