AFAD piştî 17 saetan çû ser kavilan

img
DÎLOK - Li Dîlokê gel ji bo xwe bigihînin xizmên xwe şeva xwe li ber kavilên avahiyan derbas kirin. AFAD'ê jî piştî 17 saetan dest bi xebatên lêgerîn û rizgarkirinê kirin. Mexdûrên erdhejê gotin: "Xanî bi ser serê te de hilweşiayye, xema kê ye." 
 
Erdheja Bazarcixa Mereşê ku duh çêbû, bandoreke pir mezin li bajarê Dîlokê kir. Li gor agahiyên ewil ên li bajêr, 553 avahî hilweşiyane, herî kêm 200 kes jiyana xwe ji dest dane û herî zêde navçeyên Îslahiye û Nûrdaxiyê bandor ji erdhejê girtin. Li navenda bajêr 11 avahî hilweşiyane. Welatiyên li ber kavilên Apartmana Golgelerê li benda xebereke xêrê sekinîn, bertekên xwe yên li dijî desthilatê bînîn ziman. Welatiyan got: "Bi ziman pêşengê cîhanê ye. Ka pêşengtî?"
 
Di erdheja li Dîlokê de hûrguliya herî balkêş jî ew bû ku welatî li stasyonên sotemeniyê ketibûn rêzê. Li bajêr ji ber ku market girtî bûn, ji bo nan û avê peyda bikin berê xwe dan market û dikanên biçûk. Welatiyên li deverên vala yên bajêr kom bûn, li dor agirê ku vêxistin şeva xwe derbas kirin. 
 
Tê gotin ku 50 kes di bin kavilên Apartmana Golgelerê de ne. Ewilî welatiyan mudaxileyî kavilên avahiyê kirin û duh ber destê sibehê xwe gihandin 5 kesan. Hat diyarkirin ku di xebatên lêgerîn û rizgarkirinê yên li kavilên vê avahiyê de heya êvarî tu kes nehatine rizgarkirin û dîtin. 
 
Apartmana Golgelerê duh serê sibehê saet di 04.17'an de hilweşiya, lê AFAD ancax saet di 20.01'ê de gihaşt kavilên avahiyê. Tîmên lêgerîn û rizgarkirinê ku li gor dengan hereket kirin, saet di 21:55'an de xwe gihandin cenazeyê du kesan. 
 
3 KES SAX IN
 
Tîmên AFAD'ê di kavilan de korîdora jiyanê vekirin û saet di 22.01'ê de pirsîn "Kes heye?" Piştî bersiva "Erê", cihên deng jê hat hat tespîtkirin û xebatên ji bo rizgarkirina her 3 kesan heya ber destê sibehê dewam kirin. 
 
Şaredariya Şehîtkamîlê konek û 3-5 mase danîn nêzî kavilan, lê bi tu awayî li rewşa welatiyan nepirsîn. Ji ber vê welatî jî bi dar û êzingên ji nava kavilan hatin derxistin şewitandin û xwe li ber wan germ kirin. Mexdûrên erdhejê yên li ber agir, ragihandin ku ji AKP'ê û şaredariyan tu kes nehatine cem wan û nerazîbûna xwe wiha anîn ziman: "Ma dê li ku bin, niha civînan çêdikin. Ketin etra ku dê gel çawa bi rayan bixapînin. Ava te tune ye, xaniyê te bi ser serê te hilweşiyaye, xema kê ye. Ma li vir zilamekî şaredariyê heye? Ji niha û pê ve ray may tune ye. Êdî bes e, 20 sal in em bûn mih." 
 
'BI ZIMAN PÊŞENGEKÎ ME YÊ CÎHANÊ HEYE'
 
Selçûk Boylû ku pîra wî û xaltîka wî di bin kavilan de ne got: "Em ji serê sibehês aet di 05.00'an de li vir in. Tu şaredarî nehatine. Ne şaredariya mezin ne jî Şaredariya Şehîtkamîlê. Tenê koneke eletewş anîn. Em xwe li ber agirê êzingên ji bin kavilan hatine derxistin germ dikin." Boylû anî ziman ku li herêmê tu xebat tune ne û got: "Xebat tune ye. Ji 5'ê sibehê heya nîvro gel, polîs û notirvan di nava kavilan de xebitîn. AFAd saet di 20.01'ê de hat. Bi ziman pêşengekî me yê cîhanê ye." 
 
KES NEHAT
 
Necmettîn Tekîn jî ku sê biraziyên wî di bin kavilan de ne got: "Rewşa me li holê ye. Em êzingan ji nava kavilan derdixin. Zart û zêç, extiyar di bin kavilan de ne. Kezeba me dişewite. Erdhej serê sibehê saet di 4'an de çêbû. Ez ji wê çaxê ve li vir im. Xebat bi bivirekî, bi keraneyekî û bi bêrekê hat kirin. Kemçe hat, lê tiştek nekir. Xebatkarên tu şaredariyan nehatin. Heya nîvro tu fêdeya wê çênebû. Êvarî gava AFAD hatt çend cenaze hatin derxistin. Xwe gihandin çend kesên sax û dê wan derxînin." 
 
Tekîn destnîşan kir ku mirov 20 saet in di nava kavilan de ne û got: "Tu alîkarî nehatiye kirin. Ne qeymeqam, ne walî, ne jî parlementera tu kes nehatin. Tenê xizmeta deverên zengînan dikin." 
 
MA / Mujdat Can

Sernavên din

06/06/2023
09:01 Li Akbelenê piştî hilbijartinê zext zêde bûn
09:00 ROJEVA 6'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
05/06/2023
21:56 Îbrahîm Kalin bû serokê MÎT’ê yê nû
21:48 Gulmez a bi giranî brîndar bûbû piştî 40 rojan anîn nexweşxaneyê
21:39 Endamên Komeleya Çand û Hunerê ya Binevşê hatin berdan
18:37 Kesên ku di 5’ê hezîranê de hatibûn qetilkirin hatin bibîranîn
17:52 Li Tûzlayê cînayeta kar
16:43 Rejîma Îranê kolberek qetil kir
16:15 Jina ku ji polîstiyê îstîfa kir bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
15:54 HDP’ê bang li ciwanan kir: Tev li pêvajoya veguherînê bibin
15:36 Şaxa ÎHD’a Mêrsînê binpêkirinên li bajar parve kir
14:43 Endamên MYK’a CHP’ê ya nû diyar bûn
14:42 Edîbe Şahîn hate berdan
14:33 Ji dosyeya KCD’ê ya Rihayê piştî 4 salan beraet bû
14:26 Li Amedê 52 kesên li konbajar diman jehrî bûn
14:13 Di doza Onur Can Yaser de li her polîsekî 6 sal ceza hate birîn
13:47 Doza tecawizê ya li cemaetê taloqî 17’ê tîrmehê hat kirin
13:13 Ferît Şenyaşar: Em ê pankarta ‘edaletê’ li Meclisê daliqînin
13:10 Sekretera Jinan a Giştî ya SES’ê Atabey hate berdan
13:02 Li gorî TUÎK’ê di meha gulanê de enflasyon ji sedî 39,59 e
12:51 Li 4 bajaran lehî rabûn: 2 kesan jiyana xwe ji dest dan
12:47 Di doza rojnameger Olçen de dê xwe li benda biryara ‘girtinê’ bigirin
12:40 HDP’ê qurbaniyên komkujiya 5’ê Hezîranê bi bîr anî
12:32 Ûçar: Têkoşînek pir xurt li pêşiya me ye
11:04 Jina astengdar a serokê terîqetê destdirêjî lê kiribû întîhar kir
10:09 Jongerden: Heta ku pirsgirêka kurd çareser nebe Tirkiye demokratîk nabe
09:59 Li Meclisê pêvajoya hilbijartina serokatiyê dest pê dike
09:21 'Çare ne şer, demokrasî ye'
09:19 Rojnameya Xwebûnê bi manşet ‘Tecrîd li dijî hebûna kurdan e’ derket
09:03 Dolar derket 21 lîreyan
09:02 Cixare hatin bihakirin
09:00 Banga beşdarbûna 5’emîn Rojên Ma Muzîkê
09:00 ROJEVA 5'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
08:54 Tirkiyeyê li Şarbajêrê bi SÎHA’yan êriş kir
08:52 Li Cizîrê cerdevanek di wesayîta xwe de mirî hate dîtin
04/06/2023
22:25 Bûldan û Sancar daxuyandin ku dê di kongreyê de nebin namzet
21:46 Li Licê liv û tevgera helîkopteran
21:42 Dengbêj Şakiro hat bibîranîn
21:24 Berxwedana mexmûriyan bi ser ket: Artêşa Iraqê vekişiya
17:15 Erdogan bi Sekreterê Giştî yê NATO'yê Stoltenberg re civiya
16:02 TJA: Em ê li dijî zimanê mêr têbikoşin
15:47 Kongreya MEBYA-DER'ê: Gelê kurd di paş de gav neavêt
15:14 Di nav 5 rojan de 167 êrîş pêk hatin
15:01 Li Xarpêtê karkerekî kana medenê jiyana ji xwe ji dest da
13:54 Serdema Soylû bi dawî bû
13:06 Malbata Şenyaşar: Ji zilmê re bêdeng nemînin
12:54 Wezîrê Karên Derve yê Suriyeyê serdana Bexdayê kir
12:16 Berxwedana Mexmûrê ket roja 16'an
11:20 Birîndarên 5'ê Hezîranê: Divê piştgirên komkujiyê bên darizandin
10:38 Çînê ji bo Asya-Pasîfîkê Amerîka hişyar kir
09:00 Ciwan: An civakeke ekolojîk an jî tunebûn
09:00 ROJEVA 4'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
03/06/2023
22:54 Erdogan qabîneya nû eşkere kir
20:08 Şenyaşar: Wê her kes hesabê sûcê xwe bide
20:00 Ji CÎSST'ê konferansa 'Pandemî û Girtîgeh': Tecrîd girantir bû
19:28 Rênas Jiyan: Ez nikarim cih nedim êş û azara kurdan
17:08 Dayikên Şemiyê yên hatin binçavkirin, hatin berdan
17:00 Qeyûm navê parka kurdî da jêbirin
16:15 Dayikên Şemiyê: Em ê dest ji Qada Galatasarayê bernedin
15:25 Erdogan sond xwar
15:19 ‘Xetere li ser jiyana girtiya nexweş Tenzîle Acar e’
14:55 Di kongreya TUHAY-DER’ê de bertek nîşanî tecrîda li Îmraliyê hate dayîn
14:37 Girtiyê nexweş Emen nayê tedawîkirin
14:27 Piştî ku hatin revandin agahî jê nehatin wergirtin
13:14 Li Licê operasyona leşkerî
12:35 Polîsan dîsa Dayikên Şemiyê binçav kirin
12:29 29 sal in aqûbeta wan ne diyar e!
12:19 Balafirên şer ên Tirkiyeyê gundê Amêdiyê bombebaran kirin
11:29 Meclisa Partiyê ya CHP’ê civiya
11:18 Di qezaya trenê ya li Hindistanê de hejmara miriyan derket 288 kesan
10:19 Berxwedana xelkê Mexmûrê di roja 15'emîn de berdewam dike
10:06 Qeyûm eraziyên şaredariyê da ber firotinê
09:37 Nêçîrvan Barzanî dê beşdarî merasîma sondxwarinê ya Erdogan bibe
09:37 Taş ê ji sedî 62 astengdarê zîhnî ye bi nivîsên li ser dîwaran hate sûcdarkirin
09:07 Rojnamevan Yalçin: Em ê nivîsandina heqîqetê bidomînin
09:00 Polat: Tecrîd feraseta dewletê ya sedsalî ye
09:00 Kurê girtiyê nexweş Ozkan: Bavê min tê tecrîdkirin
09:00 ROJEVA 3'YÊ HEZÎRANA 2023'YAN
02/06/2023
23:14 Li Îzmîrê 6 ciwan hatin girtin
21:28 Li Biradostê mayin teqiya: Kesek mir, kesek jî birîndar bû
21:14 WHO: Li Sûdanê xetereya şewbê zêde dibe
21:06 Li Başûr di Gulanê de 3 zarok û jinek hatine qetilkirin
20:11 KCDP: Di Gulanê de 40 jin hatine kuştin
16:32 Şahidên Komkujiya Dêrsimê Çîçe û Dûman jiyana xwe ji dest dan
16:18 Pisporê girtîgehan O'Haern: Tecrîdek mîna ya Îmraliyê li cihekî din nîne
15:57 ÎHD: Hewcehî bi makeqanûneke nû heye
15:49 Cerdevanên ku tev li operasyonê nebûn çekên wan hatin desteserkirin
14:21 Li meclisê torena sondxwarinê dest pê kir
14:21 Komeleyên Dêrsimê bertek nîşanî êrişa otobusê da
14:00 Melîk û Ayyildiz hatin bibîranîn
13:45 Emîne Şenyaşar: Edliyeya Rihayê êdî bûye mala me
13:11 Malbata Ocalan û girtiyên din ji bo hevdîtinê serî li serdozgeriyê dan
12:34 Jinek li Bodrûmê bi awayek guman mir
12:23 Partiya Çepên Kesk wezîfeyên li Meclisê eşkere kir
12:23 Karayilan: Muxatabên pirsgirêka kurd ne partî lê dewlet in
11:25 Hejmara nû ya Newaya Jin derket
11:05 Berxwedana Mexmûrê di roja 14’an de didome
10:43 ‘Li dijî êrişên pergalê divê bi kurdan re bibin yek’
10:24 Di meha gulanê de 8 caran çekên qedexe hatin bikaranîn
09:54 Bersûc parastina ‘tehrîkê’ nekir lê bi hinceta ‘tehrîkê’ cezayê wî hate daxistin