Li navenda erdhejê cenaze li korîdorên nexweşxaneyan tên sekinandin

img

MEREŞ – Li Bazarcixa Mereşê cenazeyên 60 kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane, li korîdorên nexweşxaneyê tên sekinandin.

Erdheja li Bazarcixa Mereşê ya bi pileya 7,7’an, li gelek bajarên Kurdistanê bû cihê rûxandineke mezin. Erdhejên li dû hev du çêdibin li Amed, Riha, Meletî, Osmaniye, Mêrdîn, Edene, Hatay û Semsûrê bû cihê karesateke mezin. Em Ajansa Mezopotamyayê ku ewil gihaştin navenda erdhejê Bazarcixê, me texrîbata li navçeyê, sekinandina cenazeyan li korîdorên nexweşxaneyê û mexdûriyeta welatiyên di bin kavilan de li cihê cih raçav kir. Tiştên li vê navenda erdhejê diqewimin, li cihekî 20 kîlometre dûrî navçeyê bi derfetên kêm tên ragihandin.

EKÎBA EWIL PIŞTÎ 15 SAETAN HAT NAVÇEYÊ

Ekîbên AFAD’ê û makîneyên karî saet di 19.00’an de hatin navçeyê. Çendî BAzarcix navenda erdhejê ye jî, ekîbên hatine heya niha li vir li 4 avahiyên hilweşiyayî dest bi xebata lêgerîn û rizgarkirinê kirine. Ekîbên AFAD’ê ku tenê li Kolana Handosê ya navçeyê dest bi xebatan kirine, li avahiyeke ku qatên wê yên navê hilweşiyane bi awayê qulkirinê dixebitin.

Ekîbên ku dane êvarî hatin avahiyeke hilweşiyayî ya li Taxa Ahmet Bozlakê, hewl didin 3 kesên ku tên gotin di bin kavilan de ne xelas bikin.

Ekîbên ku xwe gihandine qata 4’an a avahiyê, ji vir birîndarekî xelas kirin. Welatiyê ku hê jî tirsa erdhejê li ser wî ye û birîndar e, li kuçeya ku avahiya malbata wî lê ye sekiniye. Her wiha li heman kuçeyê li 3 avahiyên din jî xebatên ronîkirinê û lêgerîn û rizgarkirinê hatin destpêkirin. Her wiha li gelek avahiyên hilweşiyayî ku gelek kes di bin kavilên wan de ne hê jî xebatên lêgerîn û rizgarkirinê nehatine destpêkirin

CENAZE LI KORÎDORÊN NEXWEŞXANEYÊ NE

Li nexweşxaneya dewletê ya navçeyê jî ku nû hatiye çêkirin texrîbatek mezin çêbûye. Lê dîsa jî li nexweşxaneyê xizmet didome. 60 cenazeyên extiyar, ciwan û zarokan ên ji bin kavilan hatine derxistin di nava betaniyan de li korîdorên nexweşxaneyê hatine sekinandin. Serbijîşkê nexweşxaneyê ku me hevdştin pê re kir, heya niha nêzî 300 serlêdan hatine kirin. Serbijîşk da zanîn ku heya niha li navçeyê 60 kesî jiyana xwe ji dest daye û got ku tenê xizmeta kesên birîndar dikin. Gava serbijşk ev tişt radigihandin mirî û birîndar hê jî dihatin veguhastin. Her wiha gelek extiyar jî li korîdorên nexweşxaneyê ji bo dermankirina sekinîne.

HÊ JÎ KON NEHATINE

Hê jî gelek kes li derdora nexweşxaneyê ne û gelek kes jî di wesayîtên xwe de û di qamyonetan de ne ku ser wan bi brandayan girtine . Li navçeyê tenê wesayîteke mobîl a li ber qeymeqamtiyê çay bixukuvît û şorbeyê belav dike. Heya niha kon û zexîre negihaştine navçeyê. Li navçeyê ku hemû kargeh girtî ne, mexdûrên erdhejê dest nedane berekî marketan jî.

GEL BI GILÎ Û GAZINC E: QEY ROJNAMEVAN TUNE NE?

Welatiyên ku di bin şiliyê de ne, ji ber xetereya hilweşandinê nakevin bin sivernekên avahiyan jî. Welatiyên k udi vê sar û seqemê de xwe li ber agirê êzingan germ dikin, bertek nîşanî guhnedêriya rayedaran didin. Hemşîreyên li nexweşxaneyê jî bertek nîşanî vê yekê dan û gotin: “Ma qey rojnamevan tune ne? NAvenda erdhejê ev der e, lê kes eleqedar nabe. Hebe tune be bajarên derdorên. Ne alîkarî ne jî ekîbên lêgerîn û rizgarkirinê şandine vira.”

Her wiha dane êvarî du wesayîtên AFAD’ê û du makîneyên karî berê xwe dan navçeya Golbaşi ya Semsûrê.

MA / Abdurrahman Gok - Azad Altay

Sernavên din

06/06/2023
09:01 Li Akbelenê piştî hilbijartinê zext zêde bûn
09:00 ROJEVA 6'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
05/06/2023
21:56 Îbrahîm Kalin bû serokê MÎT’ê yê nû
21:48 Gulmez a bi giranî brîndar bûbû piştî 40 rojan anîn nexweşxaneyê
21:39 Endamên Komeleya Çand û Hunerê ya Binevşê hatin berdan
18:37 Kesên ku di 5’ê hezîranê de hatibûn qetilkirin hatin bibîranîn
17:52 Li Tûzlayê cînayeta kar
16:43 Rejîma Îranê kolberek qetil kir
16:15 Jina ku ji polîstiyê îstîfa kir bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
15:54 HDP’ê bang li ciwanan kir: Tev li pêvajoya veguherînê bibin
15:36 Şaxa ÎHD’a Mêrsînê binpêkirinên li bajar parve kir
14:43 Endamên MYK’a CHP’ê ya nû diyar bûn
14:42 Edîbe Şahîn hate berdan
14:33 Ji dosyeya KCD’ê ya Rihayê piştî 4 salan beraet bû
14:26 Li Amedê 52 kesên li konbajar diman jehrî bûn
14:13 Di doza Onur Can Yaser de li her polîsekî 6 sal ceza hate birîn
13:47 Doza tecawizê ya li cemaetê taloqî 17’ê tîrmehê hat kirin
13:13 Ferît Şenyaşar: Em ê pankarta ‘edaletê’ li Meclisê daliqînin
13:10 Sekretera Jinan a Giştî ya SES’ê Atabey hate berdan
13:02 Li gorî TUÎK’ê di meha gulanê de enflasyon ji sedî 39,59 e
12:51 Li 4 bajaran lehî rabûn: 2 kesan jiyana xwe ji dest dan
12:47 Di doza rojnameger Olçen de dê xwe li benda biryara ‘girtinê’ bigirin
12:40 HDP’ê qurbaniyên komkujiya 5’ê Hezîranê bi bîr anî
12:32 Ûçar: Têkoşînek pir xurt li pêşiya me ye
11:04 Jina astengdar a serokê terîqetê destdirêjî lê kiribû întîhar kir
10:09 Jongerden: Heta ku pirsgirêka kurd çareser nebe Tirkiye demokratîk nabe
09:59 Li Meclisê pêvajoya hilbijartina serokatiyê dest pê dike
09:21 'Çare ne şer, demokrasî ye'
09:19 Rojnameya Xwebûnê bi manşet ‘Tecrîd li dijî hebûna kurdan e’ derket
09:03 Dolar derket 21 lîreyan
09:02 Cixare hatin bihakirin
09:00 Banga beşdarbûna 5’emîn Rojên Ma Muzîkê
09:00 ROJEVA 5'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
08:54 Tirkiyeyê li Şarbajêrê bi SÎHA’yan êriş kir
08:52 Li Cizîrê cerdevanek di wesayîta xwe de mirî hate dîtin
04/06/2023
22:25 Bûldan û Sancar daxuyandin ku dê di kongreyê de nebin namzet
21:46 Li Licê liv û tevgera helîkopteran
21:42 Dengbêj Şakiro hat bibîranîn
21:24 Berxwedana mexmûriyan bi ser ket: Artêşa Iraqê vekişiya
17:15 Erdogan bi Sekreterê Giştî yê NATO'yê Stoltenberg re civiya
16:02 TJA: Em ê li dijî zimanê mêr têbikoşin
15:47 Kongreya MEBYA-DER'ê: Gelê kurd di paş de gav neavêt
15:14 Di nav 5 rojan de 167 êrîş pêk hatin
15:01 Li Xarpêtê karkerekî kana medenê jiyana ji xwe ji dest da
13:54 Serdema Soylû bi dawî bû
13:06 Malbata Şenyaşar: Ji zilmê re bêdeng nemînin
12:54 Wezîrê Karên Derve yê Suriyeyê serdana Bexdayê kir
12:16 Berxwedana Mexmûrê ket roja 16'an
11:20 Birîndarên 5'ê Hezîranê: Divê piştgirên komkujiyê bên darizandin
10:38 Çînê ji bo Asya-Pasîfîkê Amerîka hişyar kir
09:00 Ciwan: An civakeke ekolojîk an jî tunebûn
09:00 ROJEVA 4'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
03/06/2023
22:54 Erdogan qabîneya nû eşkere kir
20:08 Şenyaşar: Wê her kes hesabê sûcê xwe bide
20:00 Ji CÎSST'ê konferansa 'Pandemî û Girtîgeh': Tecrîd girantir bû
19:28 Rênas Jiyan: Ez nikarim cih nedim êş û azara kurdan
17:08 Dayikên Şemiyê yên hatin binçavkirin, hatin berdan
17:00 Qeyûm navê parka kurdî da jêbirin
16:15 Dayikên Şemiyê: Em ê dest ji Qada Galatasarayê bernedin
15:25 Erdogan sond xwar
15:19 ‘Xetere li ser jiyana girtiya nexweş Tenzîle Acar e’
14:55 Di kongreya TUHAY-DER’ê de bertek nîşanî tecrîda li Îmraliyê hate dayîn
14:37 Girtiyê nexweş Emen nayê tedawîkirin
14:27 Piştî ku hatin revandin agahî jê nehatin wergirtin
13:14 Li Licê operasyona leşkerî
12:35 Polîsan dîsa Dayikên Şemiyê binçav kirin
12:29 29 sal in aqûbeta wan ne diyar e!
12:19 Balafirên şer ên Tirkiyeyê gundê Amêdiyê bombebaran kirin
11:29 Meclisa Partiyê ya CHP’ê civiya
11:18 Di qezaya trenê ya li Hindistanê de hejmara miriyan derket 288 kesan
10:19 Berxwedana xelkê Mexmûrê di roja 15'emîn de berdewam dike
10:06 Qeyûm eraziyên şaredariyê da ber firotinê
09:37 Nêçîrvan Barzanî dê beşdarî merasîma sondxwarinê ya Erdogan bibe
09:37 Taş ê ji sedî 62 astengdarê zîhnî ye bi nivîsên li ser dîwaran hate sûcdarkirin
09:07 Rojnamevan Yalçin: Em ê nivîsandina heqîqetê bidomînin
09:00 Polat: Tecrîd feraseta dewletê ya sedsalî ye
09:00 Kurê girtiyê nexweş Ozkan: Bavê min tê tecrîdkirin
09:00 ROJEVA 3'YÊ HEZÎRANA 2023'YAN
02/06/2023
23:14 Li Îzmîrê 6 ciwan hatin girtin
21:28 Li Biradostê mayin teqiya: Kesek mir, kesek jî birîndar bû
21:14 WHO: Li Sûdanê xetereya şewbê zêde dibe
21:06 Li Başûr di Gulanê de 3 zarok û jinek hatine qetilkirin
20:11 KCDP: Di Gulanê de 40 jin hatine kuştin
16:32 Şahidên Komkujiya Dêrsimê Çîçe û Dûman jiyana xwe ji dest dan
16:18 Pisporê girtîgehan O'Haern: Tecrîdek mîna ya Îmraliyê li cihekî din nîne
15:57 ÎHD: Hewcehî bi makeqanûneke nû heye
15:49 Cerdevanên ku tev li operasyonê nebûn çekên wan hatin desteserkirin
14:21 Li meclisê torena sondxwarinê dest pê kir
14:21 Komeleyên Dêrsimê bertek nîşanî êrişa otobusê da
14:00 Melîk û Ayyildiz hatin bibîranîn
13:45 Emîne Şenyaşar: Edliyeya Rihayê êdî bûye mala me
13:11 Malbata Ocalan û girtiyên din ji bo hevdîtinê serî li serdozgeriyê dan
12:34 Jinek li Bodrûmê bi awayek guman mir
12:23 Partiya Çepên Kesk wezîfeyên li Meclisê eşkere kir
12:23 Karayilan: Muxatabên pirsgirêka kurd ne partî lê dewlet in
11:25 Hejmara nû ya Newaya Jin derket
11:05 Berxwedana Mexmûrê di roja 14’an de didome
10:43 ‘Li dijî êrişên pergalê divê bi kurdan re bibin yek’
10:24 Di meha gulanê de 8 caran çekên qedexe hatin bikaranîn
09:54 Bersûc parastina ‘tehrîkê’ nekir lê bi hinceta ‘tehrîkê’ cezayê wî hate daxistin