Beştaş: Em ê di 14’ê Gulanê de bersiva kompasê bidin

img
ENQERE – Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş diyar kir ku doza girtina partiya wan, “kompaseke” ji hêla îktîdara AKP-MHP’ê ve hatiye amadekirin e û wiha got: “Em ê bersiva vê di 14’ê Gulanê de pir xurt bidin.” 
 
Serokwekîla Koma Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Meclisê daxuyanî da û rojevên heyî nirxand. 
 
Beştaş, analîz û îstatîstikên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) yê parve kir û wiha got: “Serlêdan herî zêde ji Tirkiyeyê hatine kirin. 20 hezar û 100 doz niha li DMME’yê ne. Ev doz li welêt hatine vekirin. Tirkiye di bêedaletî û bêhiqûqiyê de li ser hev rekoran derbas dike. Di vê mijarê de her tim di îstatîstîkên navneteweyî de dibe rêza yekemîn. Heman kesên di bêhiqûqî û bêedaletiyê de sînoran nas nakin, di demên dawî de biryarên DMME’yê jî nas nakin. Biryarên DMME’yê yên têkildarî Yuksekdag, Demîrtaş, Kavala û ya têkildarî ‘Mafê hêviyê’ yê birêz Ocalan çendek mînakên ji van in. Yek ji rekorên din jî koçberiya ji Tirkiyeyê ye. Piştî Sûriye, Efxanistan, Iraq û Pakistanê, herî zêde kes ji Tirkiyeyê bo îltîcayê serî li welatên Ewropayê didin. Sedema vê ya herî mezin jî ew e ku demokrasî, edalet, liyaqet, mafê jiyanê û azadiya fikr û xwedîfadekirinê nîne.” 
 
‘EM Ê ÎKTÎDARA DEREWAN TÊK BIBIN’
 
Bi domdarî Beştaş got ku îktîdara AKP-MHP’ê li ser derewan hatiye avakirin û wiha domand: “Em ê vê îktîdara li ser derewan hatiye avakirin têk bibin. Ji ber ku siyasetmedarên AKP’î li welatên Ewropayê gotinên nefretê pêş dixin, gel li dijî hev sor dikin û sûcê nîjadperestiyê dikin, hikûmetên Almanya û Hollandayê neçar man ku tevdîran bigirin. Ji ber gotinên siyasetmedarên AKP’î yên li dijî kurdan û muxalîfan ku kesan teşwîqî nîjadperestî û sûcan dike, Almanyayê weke gefeke mezin nirxand û tevdîr girt. Mixabin ev ziman û siyaseta wan li Tirkiyeyê bênavber didome. Daraz jî van gotinan rewa dike.
 
BIRYARÊN WELATÊN EWROPÎ
 
Her wiha serokên Ewropayê naxwazin bibin amûra propagandaya hilbijartinê ya Erdogan. Cara ewil e ji bo mitîng û xwepêşandanan biryar dan ku divê destûr bê girtin. Xuyaye ku Erdogan ne tenê li Tirkiyeyê lê li Ewropayê jî bi tenê dimîne. Sedema neçariya destûrxwestinê ji ber zîhniyeta AKP’ê, zimanê wê û nîjadperestiya wê ye. Ev 7 sal in li Wanê hemû xebatên propagandayê yên partiya me bênavber tên qedexekirin. Lê dê têkoşîna me ya li dijî vê nîjadperestiyê bidome. 
 
DOZA GIRTINÊ
 
Derheqê partiya me de dozeke girtinê heye. Li ser kampanyayê hate vekirin. Pêşengtiya wê jî Bahçelî dike. Piştî wî jî Erdogan û berdevkên wî tên. Bêguman ev doza girtinê tenê li ser daxwaza MHP’ê nehat vekirin. Mimkin nîne ku haya Erdogan û Bahçelî di mijareke wiha girîng de ji hev nebe. Anku biryareke hevpar e. Êdî Doza Kobanê ya girtina HDP’ê veguheriye dozên skandalê. Serdozgerê Komarê yê Dadgeha Bilind ku ji Bahçelî tûjtir e, li pêşiya AYM’ê mîna wezîrê karên hundir diaxive. Ji bîr kiriye ku hiqûqnas e. Tekane têgehekê hiqûqî ji devê wî dernakeve. Bi nirxandinên siyasî kir ku hesabên me bên bloqekirin. Li vir çi dike? Dîtin ku doza kompasê ya Kobanê bi têrî doza girtinê nake. Lewma biryar dan ku lîstikeke din bilîzin. 
 
BANG LI ŞAHIDÊ NEPEN DIKIN
 
Serdozgerê Komarê yê Dadgeha Bilind ji bo bloqekirina hesabên HDP’ê cara sêyemîn di 13’ê kanûna 2022’yan de serî li AYM’ê da. AYM’ê di 29’ê kanûnê de jê re got ku di nava 5 rojan de delîlên di destê xwe de bîne. Ev nivîs bi tenê nîşan dide ku ji bo bloqekirina hesaban tiştek di destê wan de nebû. AYM’ê sedemên şênber daxwaz kir. Serdozger jî keta nava lêgerîna delîlan û di 31’ê kanûna 2022’yan de ku me tevekan ji bo sala nû amadekarî dikir û her dever girtî de tiştek bû. Şahidekî nepen tînin edliyeyê. Vî şahidî ji bo rojnamegeran tînin. Lê êdî çi bibe ev kes derheqê doza girtinê de îfadeyan dide. Mîna senaryoya fîlmekî ye. Serdozger di 2’yê çileya 2023’yan de van îfadeyan bilezûbez dişîne. Ji emniyetê belgeyên îfadeyê dixwaze û wan jî îfadeyeke ji 100 rûpelan pêk tê şandine. Ev belge di 3’yê çileyê de ji AYM’ê re tên şandin û AYM jî di 5’ê çileyê de biryara bloqekirinê dide. 
 
GELO ÇI EDALET DI VÊ DE HEYE 
 
Gelo çi edalet di vir de heye û kîjan aliyê wê dibe delîl? Bi vekirî lîstikan dilîzin. Hewcehî bi veşartina kompasê jî nabînin. Gelo ev şahid ev du sal in çima neaxivîbû? Hûn vê kompasê ne ji bo vê dozê lê li demokrasiyê dikin. Kompasa li dijî gelê kurd û gelên Tirkiyeyê ye. Piştî gotina AYM’ê ya ‘ez ê biryara roja hilbijartinê bidim’ jî nîşan dide bê ka kompaseke çiqas mezin e. AKP’ê têkiliya xwe ya bi hiqûqê re qut kiriye û bi van kompasan nîşan dide ku çîroka wê qediyaye. Çîroka wan jî hîle û kompas in. Em ê bersiva wan di 14’ê Gulanê de pir xurt bidin. Pir kêm ma ye.” 
 

Sernavên din

01/02/2023
10:09 Rojnamevan Balekanî: Gengaze ku çalakiyên li Îran û Rojhilat veguherin şoreşê
10:04 Ma Muzîkê konsera roja yekemîn û duyemîn diyarî Egîdê Cimo û Mahmut Kizil kir
09:37 Gotin 'Hûn nikarin roja me tarî' bikin û komployê pûç kirin!
09:04 Dê Meşa Gemlîkê li Edeneyê bi girseyî bê pêşwazîkirin
09:01 Banga ji bo beşdariya Meşa Gemlîkê: Em li dijî tecrîdê derkevin
09:00 ROJEVA 1'Ê SIBATA 2023'YAN
31/01/2023
21:02 Di êrişa li Pakistanê de hejmara miriyan zêde dibe
20:06 Bi dehan malbat vegeriyan Şengalê
18:24 Îmzeyên ji bo PKK'ê radestî KE'yê hatin kirin
16:17 Doza qezaya Dêrikê: Divê her kesê bi qisûr werin darizandin
16:01 Bavê ku keça xwe kuşt hate girtin
16:01 Dema binçavkirinê ya rojnameger Altay cara 3’yemîn hate dirêjkirin
15:48 Temellî: Paradîgmaya Abdullah Ocalan rêya derketina ji krîzê ye
15:18 Derbarê rojnamevan Kartal de doza ‘dişibê’ hat vekirin
15:00 Li Çemçoyê bombeyên qedexekirî hatin bikaranîn
14:26 Li Girtîgeha Espiyeyê çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem hate destpêkirin
14:14 Ji jinên girtî yên Rojhilat name: Cezayên darvekirinan rawestînin
14:14 KODAR’ê ji bo mexdûrên erdheja Xoyê banga alîkariyê kir
14:07 Danişîna doza rojnamevan Çelîk û Yayla hate taloqkirin
14:06 Buldan: Li hemberî hemleyên HDP’ê hûn dê mat bibin
13:57 Heta 15 salan cezayê hefsê ji hiqûqzan Gumuş re hat xwestin
13:17 Peywirdarên ku li deriyê sînor tundî li jinekê kirin ji kar hatin dûrxistin
13:05 Danişîna doza rojnamevan Gultekîn hat taloqkirin
12:57 Ji ber mija zêde ya li Şirnexê welatiyan zehmetî kişandin
12:47 Danişîna doza rojnamevan Çoban hat taloqkirin
12:45 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:41 Berxwedana gel a li Îranê didome
12:12 Bazirganiya derve lê kêmiyê da û TUÎK’ê nekarî veşêre: Ji sedî 137 zêde bû
12:02 Malbata Şenyaşar: Mazlûm tên darizandin
12:01 Doza ‘Qanûna Sansurê’ ya ewil derbarê rojnamevan Aygul de hat vekirin
11:44 Nobeta Edaletê di roja 29’an de ye: Deriyên Îmraliyê vekin
11:26 Bi sedemê jiberçûyîna madeyê kîmyewî 2 karkeran jiyana xwe ji dest da
11:19 Di doza polîsê bersûc de emniyetê delîl ji holê rakir
11:16 Li Hezexê mirina bi guman a jinekê
11:05 Li Kantona Şehbayê ku ambargo lê didome pirsgirêka derman û germkirinê heye
11:04 Piştî 30 salan vegeriya Rojava: Ez bi felsefeya Ocalan li ser pêya mam
10:54 Li Deriyê Sînor ê Xabûrê tundî li jinekê hate kirin
10:42 Ji bo girtiyan ‘terîfeya xanî’ di Rojnameya Fermî de hate weşandin
10:17 2 sal cezayê hefsê li rojnamevana bi bavê Jîna Emînî re axivî birîn
09:34 Dayika Aktaş ê li Îmraliyê: Kurê min mirî ye sax e em nizanin
09:03 Der barê jinên şidetê protesto kirin de lêpirsîn hat destpêkirin
09:02 Parêzer Erîşen: Rewşa girtîgehan xirab e, dibe ku mirin zêde bibin
09:01 ‘Bi protokoleke veşarî tê birêvebirin, li cîhanê mînakeke wekî wê tune ye'
09:00 ROJEVA 31'Ê ÇILEYA 2023'YAN
08:50 Koma Ma’yê li Amedê konsereke bicoş lidarxist
30/01/2023
21:12 Li Pakîstanê teqîn: Herî kêm 44 kes mirin
20:33 Agir bi kampa Kebertoyê ket
17:01 Gokkan: Ez red dikim ku li dadgeheke bêalîtiya xwe winda kiriye parastinê bikim
16:12 Danişîna doza êrişa li dijî saziyên elewiyan hat lidarxistin
16:11 Binpêkirinên li Girtîgeha Panosê ji Bozdag pirsî
15:38 ‘Tifaqa Milet’ ji bo nedîtina kurdan tifaq e!
15:38 Parêzerên doza Weqfa Hîranûrê: Divê ku dadgeh ji dozê vekişe
14:31 Beştaş: Em ê di 14’ê Gulanê de bersiva kompasê bidin
14:24 Serhildana li Rojhilat û Îranê 135 roj li pey xwe hişt
13:50 Di erdheja Xoyê de 7 kes mirin û zêdetirî 800 kes jî birîndar bûne
13:45 Xeta têkoşîna HDK’ê ya serdema nû: Li dijî feraseta yekperest, piranîparêziya civakî
13:30 Li Colemêrgê rêya 39 gund û mezrayan hat girtin
13:16 Blinken: Operasyona leşkerî ya li ser rojavayê Kurdistanê wê nebe berjewendiyên tu kesî
13:04 Dadgehê hêceta cezakirinê spart xala 283’yemîn a TCK’ê
12:59 Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar: Dê hesaba vê zilmê were pirsîn
12:54 Ji DYA’yê bo welatiyên xwe yên li Tirkiyeyê: Dibe ku êrişên bersivdayînê pêk werin
12:16 Nobeta Edaletê ya ji bo Îmraliyê: Bayê aştiyê ji Îmraliyê re derbas dibe
10:39 ‘Tecrîd bi berxwedanê dikare bê rakirin’
10:12 Dadgehê ji bo projeya veguherîna bajêr a Kaynartepeyê got: Li dijî qanûnê ye
09:46 Parêzerê Ocalan ê îtalî Angelelli: Pêwîste mirovahî vî mirovê hêja biparêze
09:26 Wezîrê Karên Derve yê DYA’yê Blinken hate Rojhilata Navîn
09:04 Rojnamevan Qelenî: Wê li Rojhilat û Îranê gel li dijî rejîmê her li ser pêyan be
09:02 Hevjîna girtiyê nexweş: Bila Wezîrê Dadê soza xwe bi cih bîne
09:01 Komplogeran winda kirin, paradîgmaya Ocalan gerdûnî bû
09:00 ROJEVA 30'Ê ÇILEYA 2023'YAN
29/01/2023
23:47 Dema binçavkirina rojnamevan Altay hate dirêjkirin
23:37 HDP’a Amedê li Sûrê bi gel re civiya
22:41 Li Şêrawa mayîn teqiya: Zarokekî jiyana xwe ji dest da
21:09 Sancar: Dara HDP’ê wê Komara Demokratîk ava bike
19:43 Hevberdevkên HDK’ê: Têkoşîna Rêya Sêyemîn êdî bivê nevê ye
17:08 Li Colemêrgê Şêx Ubeydûllah Nehrî hate bibîranîn
16:43 Atolyeya Wêjeyê bi dawî bû
16:36 Amedsporê li sehaya xwe Şanliurfaspor 1-0 têk bir
15:42 Li Zelandaya Nû lehî rabû: 4 kes mirin
15:01 Rejîma Îranê du sal cezayê hefsê da rojnameger Merûfyan
14:53 Hêzên paramîlîter li Efrînê welatiyek revandin
14:47 Talîban ezmûnên zanîngehê li jinan qedexe kir
14:41 Hevserokê Tevgera Azadî Ebdula hate berdan
12:40 Di erdeheja li Xoyê de bi sedan kes birîndar bûn
11:49 Li Şengalê li dijî tora sîxûran operasyon: Hevkariya MÎT û PDK’ê
11:27 Nobeta Malbata Şenyaşar di roja 692'yan de didome
11:16 Foza Yûsif: Tirkiyeyê li hinek herêman DAIŞ çalak kir
10:57 Koma Ma dê ji bo piştevaniya bi HDP’ê re bistre
10:55 Lijneya Giştî ya HDK’ê: Mirovahiya mezin li rêya xwe digere
10:25 Abdullah Ocalan: Em ê mîna berê nejîn
09:25 Rojnameger Rojîn Altay hate binçavkirin
09:24 Li şûna komirê kevir li xelkê Şirnexê hatin belavkirin!
09:04 Fatûreyên sala nû hatin: Me gaz dît biha bû, me petrol dît biha bû
09:03 Serhed bi hesrata berfê ye: Hişkesalî herêmê diqilqilîne
09:02 Ev aş ne bi pereyan, bi kunciyan digere
09:01 Canpolat ê ku gelek karker ji kar derxistibûn cardin tayînî şaredariyê hat kirin
09:00 ROJEVA 29'Ê ÇILEYA 2022'YAN
28/01/2023
21:00 Li Amedê konsera Kasim Taşdogan
20:54 Delegasyona Navneteweyî ya Li Dijî Tecrîdê: Divê pergala Îmraliyê bê fesixkirin
18:29 Konferansa Jinan a HDK'ê: Dê sedsala 21'ê bibe sedsala jinê