Hêzên li pişt komploya li dijî Ocalan

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan diyar kiribû ku piştî Tirkiye daxilî nav NATO'yê hatiye kirin komplo hatiye çêkirin û gotibû: "Ez ji heqê komployê derdikevim. Ger ez bi ser bikevim dê ne girtiyekî KCK'ê bimîne ne jî girtiyên din. Ev nebe, dê bi pêncî hezar kesî şerê gel çêbibe." 
 
Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi komployeke navdewletî ji 15'ê Sibata 1999'an ve di Girtîgeha Îmrali ya Tîpa F'yê ya de bi awayekî dijwar tê tecrîdkirin û 23 meh in tu agahî jê nayê girtin. Ocalan, ji roja radestî Tirkiyeyê hatiye kirin heya niha 24 sal in li Îmraliyê hêla navdewletî û paşxaneya dîrokî ya komployê aşkere kiriye û di hevdîtinên xwe yên salên navbera 2013-2015'an de têkildarî komployê tespîtên girîng anîbû ziman. 
 
'WÊ JIYAN NE WEKÎ BERÊ BE'
 
Ocalan di hevdîtina xwe ya 23'yê Sibata 2013'an de ya bi Heyeta Îmraliyê re destnîşan kiribû ku heke pêvajoya "Rizgarîya Demokratîk û Avakirina Jîyana Azad" bi ser bikeve, dê komplo pûç bibe û gotibû: "Ez ji heq komployê derdikevim. Ger ez bi ser bikevim dê ne girtiyekî KCK'ê bimîne ne jî girtiyên din. Ev nebe, dê bi pêncî hezar kesî şerê gel çêbibe. Ê bimire wê bimire, ez îşê xwe jê naynim. Lê divê her kes baş zanibe ku em ê ne karibin wekî berê bijîn ne jî wekî berê şer bikin. Ez bi xwe bawer im. Ji bo aştîyeke dîrokî û jiyaneke demokratîk..."
 
‘KOMPLO DÊ SEROBINO BIBE'
 
Ocalan di hevdîtina xwe ya 18'ê Adara 2013'an de destnîşan kiribû ku piştî radestî Tirkiyeyê hatiye kirin hatiye xwestin ku li "rêbertîyek sixte" bê afirandin û wiha axivîbû: "Lê nebû. Bi ser neketin. Niha tişta rast kirin û bi min dest pê kirin. Dev ji vê şaşiya xwe berdan. Dîtin ku ev wisa ne hêsan e. Dê min ji hemû hêzan xalî bikirana û bi ser min de bihatanan. Ev, şaşiyeke dîrokî bû. Operasyonên KCK'ê jî wisan e. Ferzkirina komployê ya hêzên derve bû. Mixabin bi serokwezîr jî dan qebûlkirin. Ew jî berbayî vê ket. Di ser yên Başûr re ceribandin. Di ser BDP'ê re ceribandin, di ser Osman-Botan re ceribandin. Paşê Bûrkay û yên wekî wî ceribandin, lê nebû. Helbet niha guheriye. Giran be jî em ê ji heq vana derkevin. Em ê çareseriyek qanûnî bibînin. Dê ev komplo serobino bibe." 
 
‘KOMPLOYÊ ÇÊDIKIN'
 
Ocalan di hevdîtina xwe ya 21'ê Tîrmeha 2013'an de jî wiha gotibû: "Ji roja Tirkiye daxilî nav NATO'yê hatiye kirin heya niha, polîtîkaya xwe di ser sê lobîyan re çêdikin û pêk tînin. Ev, ji dema Menderes ve wisa ye. Turkeş jî çû, ew perwerde kirin. Di serên salên 90'î de Dogan Gureş çû Londrayê. Gava vegeriya got, 'Çav ji me re şikandin.' PIştî vê tasfiyekirina kurdan dest pê kir. Ev hemû biryarên lobiyan e. A rast beriya wê, derheqê Başûrê Kurdistanê de planên lobîyên cihû hene. Projeya proto-Îsraîl e. Paşê derbarê Filîstînê de jî biryarê didin. Ev hê ji dema Talat Paşa ve bibandor e. Jixwe wan ew gihandin. Mûstafa Kemal jî dorpêç kirin û teslîm girtin. Beranberî Mûsûl-Kerkukê de gotin Komar. Bi vî awayî Mîsakî Mîllîyê xera kirin. Wê çaxê Londra bi piranî di bin destê cihûyan de bû. Ev polîtaka ez anîm vira. Yanî tişta dixwazim bibêjim ev polîtîka hê dewam dike. Divê paşxaneya wê ya dîrokî baş bê fêmkirin. Xwestin di ser dewletkokek neteweyî ya kurd re hemû kurdan etslîm bigirin. Seddam jî ji ber vê tasfiye kirin. Ji sala 1950-60an ve vê polîtîkayê pêk tînin. Qurbanê dawî yê vê polîtîkayê ez im." 
 
Abdullah Ocalan di hevdîtina 9'ê Mijdara 2013'an de jî li ser komploya navdewletî sekinîbû û wiha gotibû: "Ji dema Ozal heya niha ve hêzên komploger berê xwe didin pêvajoya çareseriyê. Daîreya Şerê Taybet ku di bin banê NATO'yê de ew birêxistin kirine, hê jî çalak e. Benikê wan li derve ye. Navenda hêza derve li Ewropa ye, li Rojhilata Navîn e. Ger serokwezîr mînakekê bixwaze, hema bila li Mursî mêze bike. Kî ew quliband, li vira jî heman tişt e. Kî bi ser Menderes, Ozal, Erbakan û Ecevît de çûbe, ew bi xwe ne. Qulibandin, rizandin hê jî derbasdar e. Serokwezîr hema hema ji 7'ê Sibatê xelas bû. A ku ev kir jî Daîreya Şerê Taybet e. Ev Daîreya Şerê Taybet xwe nû dike, xwe pêş dixe. Ên herî nêzî serokwezîr jî di nav vê de ne. Di dema Darbeya 7'ê Sibatê de jî li cem wî bûn. Heya hûn ev qasî serê xwe bi Ocalan re diêşînin, serê xwe bi yên li cem xwe re biêşînin. Aktorên sereke yên qirkirina Ermenî, Suryanî û Rûman jî ew in.
 
 
Ên darbeya ku Dogû Perînçek behsa wê dike jî ev in. Engîn Alan kî ye? Ma ji wan tirê pişta xwe dide kê? Wê koma ez girtim, ew jî di nav de bû. Lê bi komploya CIA'yê û elemanên wê pêk hat. Gava ez ji Rûsyaya Spî derketim, balafira min nikaribû li tu devereke cîhanê daketa. Ji xeynî Naîrobîyê hemû balafirgeh hatibûn girtin. Gava em daketin wir û wan zilaman çavşîn û rûzebanî ez girtim, Engîn Alan jî li cem wan bû. Yanî niha yê ez girtim Engîn Alan e? Ji ber ku Serokê Daîreya Şerê Taybet e, ev yek nîşan dide di nav van pergalan de ye. Ji Erdogan tirê dê ev kes wî nequlipînin. Wekî Îsraîl û yên wekî wê, ev kes jî dikarin darbeyê bikin li hemberî serokwezîr. Tenê tiştek wê karibe wî xelas bike. Divê rêgeza demokratîk esas bigire. Erdogan niha kar bi wê popularîteya xwe ya di nav girseyê de bi rê ve dibe. Lê bila pir xwe nesipêre popularîteyê. Demborî ye. Ji bo mayinde bibe divê demokrasiya radîkal esas bigire.
 
TIFAQA ANTÎ-KURD
 
Heke tifaqa Antî-Kurd bê domandin, dê şer bivê nevê be. Li Sûriyeyê çima dîwar tê lêkirin, ma hûn dîn bûne? Çima têl tên danîn? Çima mayin tên bicihkirin? Hûn dîn bûne? Tekane xwesteka wan kurd li wir nebin xwedî hêz. Lê ger kurd ne li wir bin dê rejîmeke faşîst çêbibe. Ev çi dînîtî ye? Min ji bo çareserkirina vê Komîsyona Mîsakî Mîllî pêşniyar kiribû. Mîsakî Mîllî ji bakurê Helebê dest pê dike. Ji dêvla tu wir bi têlan bigirî, divê tu sînoran rakî. Divê tu yên heyî jî rakî. Ger li Sûriyeyê kurd tune bin, dê hêzeke faşîst a super çêbibe. Ev Esad nas nakin. Ez bîst salan pê re mijûl bûm. Min li ser pişta şêr siyaset kir. Ev, dê Tirkiyeyê pêncî salên din jî eware bikin. Hûn dikarin piştgiriyê bidin PYD'ê û heq ji vê derkevin. Dê ev Amerîkayê, Îsraîlê û Esad bîne hevsengiyekê." 
 
'GLADIYO JI BO RÛXANDINA TIRKIYEYÊ HATIYE AVAKIRIN' 
 
Ocalan di hevdîtina xwe ya 1'ê Hezîrana 2014'an de jî ji bo pêvajoya komployê ya anîna wî ya Tirkiyeyê ev nêrîn anîbû ziman: "Gladioya Tirkiyeyê ji bo rûxandina civaka Tirkiyeyê hat avakirin. Di hemû pêvajoyên derbeyê de xwedî rolek çalak bûn. Rewşa min jî balkêş e. Li Rojhilata Navîn Şamê, li Ewropayê Romayê, li Asyayê Moskovayê û li Afrîkayê Naîrobiyê bifikirin. Ez li navenda çar parzemînan hatim gerandin. Min ji bo tunekirinê birin van kampan. Ha kampên qirkirinê ha ev navendên parzemînan, ha vagonên trênan ha balafirên ez li wan siwar bûm, qet fer nakin. Tişta balkêş, ên ez birim van deran jî bi rewşê dizanibûn. Li Naîrobiyê hema hema ez ji kuştinê rizgar bûm. Beriya wê bi rojekê xwestin ez biçim dêrê yan jî NY'yê. Lê ez derneketim. Rayedarên eskerî yên wê çaxê gotibûn, ger tu derketana derve tu yê bihatana kuştin. 
 
Her wiha gava em çûn balafirgehê bi israr xwestin ez çekê hilgirim. Neyta wan çi bû, nizanim. Lê diyar bû min ê nikaribûn xwe bi çekekê biparasta û ez ê bûbûma hedef. Heke min ew çek têxista ber xwe an ez ê di rêya balafirgehê de yan jî bi komployekê rastgele bihatama gulebarankirin an jî gava ez ji balafirê daketama dê min bikuştana. Ez wê kêliya ku ez li balafirê siwar bûm qet ji bîr nakim. Ez li erdê bûm û Engîn Alan û koma wî wekî qertela ku nêçira xwe zevt kiribe li ser serê min bûn. Lê wan texmîn nedikir ez ê ew qasî rihet bim, lewma heyr man. Paşê çavên min girêdan û sê saet şûn de vekirine. Ew gotinên 'tu bi xêr hatî' qaşo ji bo biçûkxistinê gotine. Aha ev pergala gladioyê, di civîna li Îsraîlê de biryara serokomartiya Cemal Gursel, Cevdet Sûnay û Kenan Evren da. Her kes dizane ku Çîller sîxura CIA'yê ye. Li Londrayê çav ji Dogan Gureş re şikandin. Çar hezar gund hatin şewitandin. Em ji bo vê Komîsyona Heqîqetê dixwazin. Hevrûbûna bi van pergalên gladioyê re pir girîng e. Em ê feraseta bira bi bira dide kuştin aşkere bikin. Hevdîtinên min bi heyetê re kirin jî vê wesfa gladioyê aşkere dike. 
 
ŞER DEST PÊ BIKE, DÊ ENCAMÊN WÊ GIRAN BIN
 
AKP, tişta ku tu partiyan nekir kir, hemû yekîneyên dewletê bi dest xistin. Tenê ferqek wan heye, Tayyîp li dijî derbeyê li ber xwe da. Ez duwazdeh salin li vira ji bo çareserkirina gladioyê çeka vekirî didim. Ez bi xwe dînamîkan amade dikim. AKP jî heya darbeyê berê xwe neda wê, ev yek ferq nekir. Li vira Ergenekonî, Atîlla Ûgûr û hwd. hevdîtin bi min re kirin. Digotin, 'Şer bidomîne, em ê jî çareseriyê bînin.' Wan dixwest, berî gladio wan biqedîne şer bidome. Hêvîdar im ji niha û pê ve em ê hîmê aştiyek mayinde deynin. Ger şer dest pê bike, dê encamên wê giran bin." 
 
MA / Ozgur Paksoy
 
Sibê: Ez ne mehkûmê Tirkiyeyê me, ez mehkûmê komployê me 
 

Sernavên din

25/05/2023
11:33 Tevî bertekan jî 'incommunicado' di meha 27'an de didome
10:51 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdanek nû kirin
10:32 Li Colemêrgê serdegirtinên malan: Bi dehan kes hatin binçavkirin
10:22 Li dijî Mexmûrê êrişeke nû hate destpêkirin
10:22 Beştaş: Em bi motîvasyona xwe vê îktidara ku dijmintiya jinan dike têk bibin
10:21 Şahînoz: Aboriya Tirkiyeyê dişibe tekera teqiyayî
09:56 Dilxwaza EŞÎK’ê Koçak: Parlamentoya herî neteweperest ava bû
09:55 AKP sewalkarî û cotkariyê qedand
09:34 Ji bo tûra duyemîn bang li hilbijêran kirin: Werin em faşîzmê hilweşînin
09:23 Li derveyî welat çend hilbijêran dengê xwe daye?
09:19 'Îşkence veguherî awayê rêveberiyê'
09:03 Ji Dosso Dossî re serbest e ji NÇM'ê re qedexe ye
09:02 Li Hatayê banga ji bo 'çûna ser sindoqan'
09:01 Cotkar nikarin tiştekî bikirin: Heke ew biçin dê her tişt baş bibe
09:00 Di 17 saliya xwe de kurdî hîn bû û da pey dengbêjiyê
09:00 Ji bo hilbijartinê hê neçûne zozanan: Divê her kes dengê xwe bide
09:00 ROJEVA 25'Ê GULANA 2023'YAN
24/05/2023
22:54 Li Solothûrnê ji bo Mexmûrê bang li NY'yê kirin
20:27 Ji MED-DER’ê şahiya belgedayînê
20:08 Ahmet Turk: Divê em dersekê bidin hikûmetê
19:33 Partiya Çepên Kesk û HDP dê helwesta xwe sibê eşkere bikin
18:57 Ji Dayikên Aştiyê banga ji bo xwedîderketina li Mexmûrê
18:41 Xwediyê Îmtiyazê yê MA'yê Çelîk hat berdan
17:55 Koordînastorê MA Musîcê Kanîwar hat berdan
17:30 'Em ê bi hev re vê desthilatê bişînin'
16:57 Seroka Giştî ya Egîtîm Sen’ê Kûrûl li peywîra xwe hate vegerandin
16:39 Li Şirnexê gund bi gund xebatên hilbijartinê
15:58 Derbarê rojnamevan Batihan de lêpirsîna erdhejê hate destpêkirin
15:43 Serokê Baroya Amedê Eren: Axaftinên Soylû sûc in
15:42 Buldan ji bo 28’ê Gulanê bang kir: Em ê bi faşîzmê bidin windakirin | HATE NÛKIRIN
15:38 Bi girseyî serdana şîna Yalçinkaya hat kirin
15:18 Îdamên li Îranê li pêşiya avahiya darazê tên protestokirin
15:16 ÎHD’ê nerazîbûn nîşanî tecawiz û tacîza li dijî zarokan da
15:13 Li Îzmîr û Manîsayê 5 kes hatin berdan
15:02 Tifaqa Azadî û Demokrasiyê ya Kurd: Em ê piştgiriyê bidin Kiliçdaroglû
14:50 Ji rewşenbîr, nivîskar, hunermend û siyasetmedaran bang: Ray bide bila biçe û ev rewşa tarî biqede
14:49 Sancar çû serdana Emîne Şenyaşar
14:34 Ciwanên HDP’î hatin berdan
14:33 Ciwanê ku lê dan: Di mûayeneyê de polîs digot, bijîşk dinivîsand
14:33 MYK’a Partiya Çepên Kesk û HDP’ê dicivin
14:33 Serokê Şaxa Genel Îş a Mêrdînê û malbata wî hatin binçavkirin
14:23 ÎHD: Daxwaza me ya heqîqet û edaletê bi cih bînin
14:14 Li Dêrikê du malbatan li hev xist: 11 kes birîndar bûn
13:42 Akin: Ji bo rawestandina faşîzmê divê teqez em biçin dengdayînê
13:33 Nûçe weke ‘banga rêxistinê’ hate qebûlkirin: 15 sal cezayê hefsê hate xwestin
13:10 Hikûmeta Iraqê hate protestokirin: Hêzên xwe ji Mexmûrê vekişînin
12:39 Li Êlihê serdegirtinên malan
12:39 Daxwaza rakirina şertê kontrola edlî ya parlamenter Dogan hate redkirin
12:38 Li Îzmîrê 12 muzîkjen hatin binçavkirin
12:32 Qeyûm avahiya şaredariyê firot
12:20 Partiya Zafer biryar da ku piştgiriya Kiliçdaroglû bike
12:09 Zaroka ku wesayita zirxî lêxistibû taburcu bû
12:00 Rojnamevan Delal Akyuz hat berdan
11:59 Malbata Şenyaşar: Daraza ku hesabê napirse jî sûcdar e
11:38 Li Rihayê derheqê 33 kesan de lêpirsîn hate destpêkirin
11:19 Alimê olî Înal: Qasî AKP’ê kesekî ev qas zirar neda vî olî
11:03 Serokê AKP’ê bi fermandarê qereqolê re gef li gundiyan xwar
10:42 Ahmet Turk: Tu rewabûna Erdogan nemaye, em ji 14’ê Gulanê xurttir biçin hilbijartinê
10:40 21 salan dengê xwe dida AKP’ê: Guherîn şert e, ez ê dengê xwe bidim Kiliçdaroglû
10:09 Parêzera Ergîn Aktaş: Divê muxalefeta civakî xwedî li girtiyên nexweş derkeve
10:03 Piştî hilbijartinê ava gund hate birîn
09:50 Rewşa dawî ya derveyî welat
09:46 Li gelek bajaran serdegirtinên malan: 22 kes hatin binçavkirin
09:45 Kolanên Wanê: Em ê kesên nasnameya me nas nakin di sindoqê de têk bibin
09:44 Baroya Amedê dê giliyê Zehîr ê AKP’î bike
09:44 Personelê Nexweşxaneya Bismilê dest avêt zarokekî
09:43 Aborînas Altintaş: AKP pesnê xwe bi aboriya sedeqeyê dide
09:08 Rojnamevan Şahînlî: Em ê di rojnamevaniyê de israr bikin
09:07 Bîrol: Tûra duyemîn ne hilbijartin e dê referandûm be
09:07 Banga ji bo tûra duyemîn: Dengek dikare çarenûsa 85 milyon kesî biguherîne
09:06 Parlamentera Partiya Çep a Swêdê Karlqvist: Bêdengiya ji bo tecrîdê cihê şermê ye
09:06 Endamê PADÊ: PDK, Iraq û Tirkiyeyê li ser xeta Mexmûr, Kerkûk û Şengalê li hev kirine
09:01 Mexdurên erdhejê yên Semsûrê: Em êdî guhertinê dixwazin
09:00 Parêzer Kertîş: Tecrîd pirsgirêkeke civakî ye
09:00 ROJEVA 24'Ê GULANÊ YA 2023'YAN
23/05/2023
21:12 Li Edeneyê 12 kes hatin berdan
20:46 Mexmûriyan daxwazên xwe ragihandin rayedaran
20:31 Li Mêrsînê binçavkirin hatin şermezarkirin
18:51 Polîsan ciwanên ku rastî êrişê hatin binçav kir
17:51 Polîs bi kuştinê gef li rojnamevan Yalçin xwar
16:48 Xwediyê Îmtiyazê yê Ajansa Mezopotamya Çelîk hat binçavkirin
16:06 Emîne Şenyaşar: Min bi tenê nehêlin
15:52 DBP’ê bertek nîşanî binçavkirinan da: Dê nekarin bi ser kevin
15:21 Ciwanê hatiye îşkencekirin: Ma gerandina govendê sûc e?
15:11 Welatiyên li Enqereyê hatibûn binçavkirin dema binçavkirina wan hat dirêjkirin
15:02 Di lêpirsîna navenda wê Tekîrdag de nêzî 30 kes hatin binçavkirin
14:40 Li navçeyên Mêrdînê 13 kes hatin binçavkirin
14:04 Tevgera Azadî ji bo Mexmûrê daxwazname da Parlamentoya Iraqê
13:43 Hatîmogûllari bang li hilbijêrên neçûn ser sindoqan kir: Pêşeroja vî welatî di destê we de ye
13:32 Partiya Çepên Kesk ji bo tûra duyemîn li qadê ye
13:29 Biryara sînordarkirinê danîne ser dosyeya rojnamevan Akyuz
13:22 Li Edeneyê û Mêrsînê gelek cih di bin avê de man
13:07 Di operasyona navenda wê Mêrsînê de 24 kes hatin binçavkirin
12:47 Dayika Aştiyê Alagaş jiyana xwe ji dest da
12:00 Yalçinkaya ku li Bestayê jiyana xwe ji dest dabû hate definkirin
12:00 Hejmara kesên li derveyî welat deng didin ji milyonek û nîvan derbas kir
11:59 Ji Şenyaşar banga 28’ê Gulanê: Ji bilî guhertinê tu şansekî me yê din nîne
11:58 Bayindir: Gelê kurd dê Erdogan têk bibe
11:58 MARSÛ’yê taxek bêav hişt
11:31 Rêveberên Mexmûrê: Divê hikumet dest ji dorpêçê berde û guhdariya gel bike