Ji Delegasyonê banga bo Tirkiyeyê: Li Îmraliyê bila serweriya hiqûqê pêk were

  • rojane
  • 12:58 27 Çile 2023
  • |
AMED - Delegasyona Navneteweyî ya Li Dijî Tecrîdê xwest Tirkiye serweriya hiqûqê li Îmraliyê pêk bîne û welatên Ewropa jî mafên mirovan nekin qurbana berjwendiyên aboriyê. 
 
Zêdetirî 22 meh in ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û 3 girtiyên din ên li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê tên ragirtin agahî nayên girtin. Komeke ji 36 kesên hiqûqnas, rojnameger û akademîsyenên ji 7 welatên cuda pêk tê, li dijî tecrîdê “Delegasyona Navneteweyî ya li Dijî Tecrîdê” ava kirin û hatin serdana Tirkiyeyê. Lingê delegasyona ya li Amedê ku ji 12 kesan pêk tê ev 3 roj in li Amedê hevdîtinan dike. Endamên delegasyonê têkildarî hevdîtin û çavdêriyên xwe li Hotêla New Gardenê civîna çapemeniyê li dar xist. 
 
Endamên şandeyê û Hevserokê Giştî yê Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) Bunyamîn Şeker tev li civînê bûn. 
 
‘BILA TECRÎD WERE RAKIRIN’ 
 
Di civînê de ewilî Bunyamîn Şeker axivî û bal kişand ser hevdîtinên şandeyê û wiha got: “Şandeyê bi berfirehî li ser tecrîdkirina birêz Ocalan rawestiya. Wê şande van hevdîtinan û nêrînan bibe Ewropayê. Me di warê siyasî, civakî û hiqûqî de bal kişand ser tecrîdê. Divê demildewt tecrîda li ser birêz Ocalan bê rakirin.” 
 
Endama Şandeyê ji Baroya Romayê parêzer Emma Persichetti jî daxuyanî da û behsa hevdîtinê kir û destnîşan kir ku bi armanca hûrguliyên tecrîdê hîn bibin hatine van hevdîtinan kirine. 
 
FIKARA MALBATAN RAGIHAND 
 
Persichetti derbarê hevdîtinên ku kirine de ev agahî parve kir: “Xizmên girtiyên ji Îmrayê gotin ku ji Adara 2020’an û vir ve agahî ji xizmên xwe nayên, ew jî nizanin sax in yan na, ji têkiliya bi wan re bêpar in. Û ew derd û xema ku li ser wan hîs dikin vedibêjin. Me dayikek dît ku heşt sal in kurê xwe nedîtiye û nehiştiye kurê xwe agahdar bike ku bavê wî nû miriye. Abdullah Ocalan ji 15'ê Sibata 1999'an û vir ve li Girtîgeha Îmraliyê di hucreya yek kesî de tê girtin. Mafê dîtina parêzerên wan di 12 salên ewil de her hefte saetekê hat bisînorkirin. Bi ser de jî her tim astengî li ser bikaranîna vî mafî dihat. Di navbera salên 2011 û 2019’an de parêzerên wî tenê 5 caran serdana wî kirine. Hemû serdan di sala 2019an de pêk hatin. Ji sala 2019’an vir ve parêzerên wî qet nikarin biçin serdana wî. Gelek serlêdanên serdanê hatin redkirin an jî bêbersiv hatin hiştin. Her wiha endamên malbatê nikarin bi rêkûpêk serdana wî bikin. Birêz Abdullah Ocalan ji sala 2014’an û vir ve tenê 5 caran ji aliyê malbatê ve hatiye dîtin. Hevdîtina herî dawî ya rû bi rû di serdana birayê wê de di Adara 2020 de bû. Ev pêwendiya têlefonê ya paşîn e ku di sala 2021’an de destûr tê dayîn, bi tenê yek telefonek destûr tê dayîn. Şert û mercên girtina li Girtîgeha Îmraliyê ya ku me agahdar kir, ji dema dawî ya ji aliyê Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ve tên lêkolînkirin, nîşan dide ku rewşa wan xirab bûye. Wextê ku ji bo têkiliya civakî û çalakiya laşî tê destûr kirin dixuye ku di hefteyê de yek demjimêrek hatiye kêm kirin, pir kêmtir ji dema sînorkirî ya ku dema Dadgehê herî dawî doz lêkolîn kir. Lê belê ev agahî 22 mehên dawîn e.
 
BANGA JI BO WELATÊN EWROPAYÊ 
 
Herî dawî di 25’ê Adara 2021’an de ji ber ku der barê rewşa wan de tu agahî li ber dest nînin, telefona dawîn hat kirin. Em weke parêzer jî ji ber zextên li ser hevkar, parêzer û parêzvanên mafên mirovan ên ku ji ber karê xwe kirine dozên sûcdar, pir bi fikar in. Em bang dikin ku li ser îdiayên binpêkirinên giran ên mafên mirovan ji me re hatine ragihandin, lêpirsînek bi bandor û berfireh bê kirin. Em bang li Tirkiyeyê dikin ku li girtîgeha Îmraliyê serweriiya hiqûqê ji nû ve ava bike û ji welatên Ewropayê jî dixwazin mafên mirovan biparêzin û ji bo berjewendiyên jeopolîtîk û aborî mafên mirovan nekin qurbanî."
 
 

Sernavên din

28/01/2023
18:29 Konferansa Jinan a HDK'ê: Dê sedsala 21'ê bibe sedsala jinê
17:08 HDP li Êlihê bi rêxistinên sivîl re civiya
16:56 Ok ê 74 salî hate girtin
16:48 Delegasyona Navneteweyî: Girava Îmraliyê wek model tê bikaranîn
16:30 Li Colemêrgê bertek hate nîşandan: Girtina Karaman nayê qebûlkirin
16:19 Panela tecrîd, jin û polîtîkayên şerê taybet: Tecrîd wê bi serkeftinê bi dawî bibe
16:08 Rûniştina F: Bila girtiyên nexweş Firat û Emrah Nebîoglû bên berdan
15:53 Ji bo Sevmîş ê bi nexweşiya Wilson ketiye banga berdana lezgîn
15:45 Bi awayekî girseyî serdana şîna Avci kirin
15:41 ‘Rêya aştî û edaletê di Roboskiyê re derbas dibe’
15:41 ÎHD’ê aqûbeta Taniş û Denîz ên HADEP’î pirsî
15:17 Birîndarek qezaya TIR’ê ya Dêrikê wefat kir
15:17 Demîr: Ji bo hilbijartinan kirdeya herî giring jin in
Bûldan: Em xwe amade bikin ku di 14'ê gulanê de têkoşîna jinê serbikeve
15:00 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Şayik û Tayboga pirsîn
14:53 Weşanxaneya Aramê 10 pirtûkên nû çap kirin
14:12 Xizmên windakiriyan aqûbeta Taniş, Denîz û Maltû pirsîn
13:28 Bîrol a HDP'î: Li dijî ferzkirina sîxurtiyê em ê serî netewînin
13:18 Şanoger piştgiriyê didin kampanya ‘Gelê me xezîneya me ye’
13:15 Ji aktîvîstên Rojhilat û Îranê banga çalakiyan: Em derkevin qadan
11:35 Lêgerîna tazî ya li dijî rojnamevanên jin hat redkirin
11:28 Malbata Şenyaşar: Daxwaza me daxwaza milyonan e
10:21 Fermandarê QSD'ê Çekjîn: Di navbera DAIŞ'ê û dewleta Tirk de koordîneyeke eşkere heye
10:17 ‘Biryara hilbijartina pêşwext a desthilatê nîşaneya ku ji ciwanan ditirse ye’
10:16 Akin Bîrdal: Tifaqa Ked û Azadiyê ji bo siberojek ronahî fersend e
09:18 Dozger fezlekeya polîsan bi îdianameyê ve zeliqandiye
09:12 Gilî û gazinên Amedê yên ji bo otobusan: Qeyûm xizmetê nake
09:11 Li Şirnexê Midûriyeta Perwerdehiyê 3 dersên hilbijartî li xwendekaran ferz dike
09:09 Hêzên li pişt komploya li dijî Ocalan
09:02 Delîlên der barê rojnamevan Verîm de tenê rojnamevaniya wî ye
09:02 Serlêdana girtiyê ku 2 saetan îşkence lê hat kirin hat redkirin
09:00 ROJEVA 28'Ê ÇILEYA 2022'YAN
27/01/2023
21:12 Cenazeyê endama YJA-STAR’ê Kûtlak jî radestî malbatê kirin
20:04 Parêzerê kiryar xwest qetilkirina Alturkê rewa bike!
18:43 Li Stenbolê sê jê zarok 4 kes bi awayekî mirî hatin dîtin
18:38 Polîsekî ji malbata xwe 3 kes kuştin
18:01 Serdanên Delegasyona Navneteweyî yên li Amedê bi dawî bûn
15:56 Delegasyona Navneteweyî ya li Dijî Tecrîdê çû serdana TBB û ÇHD’ê
15:45 Şandeyeke ji Iraqê ji bo pirsgirêka avê dê were Tirkiyeyê
15:40 HDP’a Colemêrgê: Gelê me dê alaya serkeftinê li ba bike
15:15 Di kongreya OHD’ê de berteka li dijî tecrîdê
14:58 Şandeya HDP’ê çû serdana Demîrtaş
14:30 Sûdanî bi Macrona re hevdîtin kir
14:22 Hevserokê Tevgera Azadî hate binçavkirin
14:16 Li dijî Balyozxaneya Azerbaycanê ya Tehranê êrişa çekdarî
14:10 Serhildanên gel ên li Îranê di roja 132’yemîn de ne
13:55 Lîstikvana Îranî mîhrîcana fîlman a li Tehranê boykot kir
13:36 Hevdîtinên Delegasyona Navneteweyî ya li Dijî Tecrîdê didomin
13:21 Derheqê Emîne Şenyaşar de 2 dozên nû hatin vekirin
12:58 Ji Delegasyonê banga bo Tirkiyeyê: Li Îmraliyê bila serweriya hiqûqê pêk were
12:56 Li Amedê ji bo nan zem hate kirin
12:55 Malbat û wasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:01 Bi vegotina Abdullah Ocalan komploya navneteweyî
11:04 Nobeta Edaletê di roja 27’emîn de ye: Têkoşîna demokratîk wê bidome
10:19 Mihemedê Efrînî wê li NY'yê giliyê dewleta tirk bike
09:47 Malbatên girtiyên nexweş: Biryara Erdogan durûtî ye
09:02 Berê bê berdan înfaza wî şewitandin: Bi hiqûqa neyartiyê nêzî kurdan dibin
09:02 Lijneya Giştî ya 12'an a HDK'ê: Em ê birêxistinbûyînê mezintir bibin
09:02 Konferansa Komara Demokratîk: Pergaleke din pêkan e
09:01 Dewletê gef li şêniyan xwar: An hûn daran bibirin an jî em ê bi cerdevanan bidin birîn
09:01 Hê jî der barê polîsên ku îşkence li welatiyekî kirin îdianame nehatiye amadekirin
09:00 Tê xwestin ku 15 sal ceza li Hevserokê Giştî yê DBP'ê Bayindir bê birîn
09:00 ROJEVA 27'Ê ÇILEYA 2022'YAN
26/01/2023
23:04 Li Îzmîrê eleqeyeke mezin ji bo konsera Ma Musicê
19:18 Delegasyona Navneteweyî: Têkoşîna gelê kurd têkoşîna demokrasî û mafên mirovan e
17:29 Barzanî û Erdogan li Qesrê li hev kom bûn
17:02 Rêxistina HDP’a Erdexanê kongreya xwe li dar xist
16:58 HDP’ê kampanyaya ‘Xezîneya me gelê me ye’ da destpêkirin
16:30 Delegasyona Navnetewî ya li Dijî Tecrîdê serdana ÎHD’ê û HDP’ê kir
16:19 Di 25’ê çileyê de 14 caran çekên kîmyewî hatin bikaranîn
16:13 Alîkariya ewil a ji bo kampanyaya ‘Xizîneya me gelê me ye’: Ji xwendekar ewqas
15:28 Serhildana gel di roja 131’emîn de ye: Li dijî darvekirinan çalakî
15:23 Dayikên Aştiyê: Divê tavilê tecrîd were rakirin
14:57 Amedspor ji bo forvetê Yasîn Abdîoglû transfer kir
14:53 Derbarê serokên 12 baroyên bakurê Kurdistanê de lêpirsîn hat destpêkirin
14:31 Delegasyona Navneteweyî serdanên xwe didomîne
14:28 Dozger xwest Osman Şiban ê ji helîkopterê hatibû avêtin bê cezakirin
14:13 Kujerê Pakistan Demir dîsa neanîn danişînê
14:02 Xelkê herêmê naxwaze li Çemê Sarimê HES were çêkirin
13:49 Alîkariya xizîneyê ya HDP’ê di 5 rojan de çawa hate xespkirin?
13:47 Cenazeyên 3 endamên YJA-Starê hatin wergirtin
13:33 Delegasyona Navnetewî ya li Dijî Tecrîdê bi siyasetmedaran re civiya
13:07 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
13:04 Hevaşaredarên jin çûn serdana Emîne Şenyaşar
12:53 Di doza leşkeran de piştî 12 salan biryara keşfê hate dayîn
12:37 Hevşaredarê Colemêrgê Karaman ê ceza lê hat birîn, hat girtin
12:27 Bang li Wezareta Dadê kirin ku li dijî tecrîdê peywîra xwe pêk bîne
11:47 Meclisa Ciwanan a HDP’ê: Em ê faşîzma AKP’ê têk bibin û welatek azad ava bikin
11:44 KODAR: Divê têkoşîn ji bo Îran a demokratîk û Kurdistaneke xweser an jî federe pêş bikeve
11:41 AYM’ê daxwaza HDP’ê qebûl nekir
11:17 ‘Astengiya li ber berdana girtiyên nexweş Qanûna Înfazê ye’
11:03 Kekê parlamenterê MHP’ê yê berê û hevjîna xwe li malê mirî hatin dîtin
10:56 Koçyîgît: Îktîdar hewl dide tevahiya Tirkiyeyê veguherîne Girava Îmraliyê
10:27 Israra talankirina Çemê Zorava dewam dike
10:16 Li dijî tecrîdê bajar bi bajar di çalakiya greva birçîbûnê de ne
10:16 Abdullah Ocalan: Komara demokratîk nifteya çareserkirina hemû pirsgirêkan e
09:47 'Giştîname rê li ber rûxandinên Qanûna Înfazê nagire’
09:08 Rojnameger Kawe Fatehî: Divê kurd ji her derê piştgiriya serhildana Rojhilat bikin
09:04 Banga ji bo Konferansa Jinan ya HDK'ê: Em li dor 'jin jiyan azadiyê' kom bibin
09:03 Ji ber ku pere ji girtî re şand der barê wî de doz hat vekirin
09:02 Deriyê sînor heye, lê bazirganî tune ye