Berê bê berdan înfaza wî şewitandin: Bi hiqûqa neyartiyê nêzî kurdan dibin

  • rojane
  • 09:02 27 Çile 2023
  • |
img
AMED - Mehmet Emîn Guzel, birayê girtiyê nexweş Mehmet Denîz Guzel ku 30 sal in girtiye û di 9’ê tebaxa 2022’yan de bi hinceta cezayên hucreyê înfaza wî hatiye şewitandin, bertek nîşanî şewitandina înfazê da û wiha got: “Ev ceza li dijî hiqûqê ye. Li hemberî kurdan hiqûqa neyartiyê tê meşandin.”
 
Li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê zext, tundî û binpêkirina mafên girtiyan her diçe zêde dibin. Girtiyên nexweş nayên berdan û tevî ku cezayê wan qediyaye jî înfaza wan tê şewitandin. Ji girtiyên ku înfaza wan hatiyê şewitandin yek jê jî girtiyê nexweş Mehmet Denîz Guzel e. Guzel, li Girtîgeha Tîpa F a Bolûyê tê ragirtin û ji tebaxa 1992’yan vir ve girtî ye. Guzel, di 9’ê tebaxa 2022’yan de 30 sal cezayên xwe qedandiye, lê bi hinceta cezayên disiplînê înfaza wî hatiye şewitandin. Birayê wî Mehmet Emîn Guzel têkildarî şewitandina înfaza wî de ji ajansa me re axivî û bertek nîşan dan. 
 
Guzel diyar kir ku birayê wî di tebaxa 1992’yan de di navbera navçeya Dara Hênê ya Çewlikê û Lîcê ya Amedê de hatiyê girtin û Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê (DGM) bi hinceta "xerakirina yekitî û yekpareyiya dewletê" cezayê muebedê lê biriye. Guzel bi lêv kir ku piştî ku birayê wî hatiyê girtin çend hefteyan li Çewlikê îşkence lê hatiye kirin û wiha got: “Piştî îşkenceyê ew anîn Girtîgeha Tîpa E ya Amedê. Salekê li vir ma. Pişt re jî ew sirgûnî Girtîgeha Tîpa E ya Bartinê kirin. Ji 1993’yan heta 2000’î li Girtîgeha Bartinê bû. Ji 2000’î heta 2007’an jî li Girtîgeha Kandirayê bû. Pişt re jî ew sirgûnî Girtîgeha Tîpa F a Bolûyê kirin û ji wê rojê heta niha li Bolûyê ye.”
 
‘7 SAL CEZAYÊ WÎ DIRÊJ KIRIN’
 
Guzel anî ziman ku cezayê ku li birayê wî hatiyê birîn li dijî hiqûqê ye û der barê şewitandina înfaza birayê xwe de ev tişt anî ziman: "Dema parêzer li dosyayên wî dinêrin dibêjin gere bi van dosyeyan nehatana girtin, lê cezayê muebedê lê birîn. Dosyayên beraetê bi cezayê muebedê girtin. Di sala 2005’an û 2008-2010’an de 3 caran cezayê hucreyê li birayê min hatiye birîn. Ji van cezayan yek jê bi hinceta ku dirûşm berz kirine lê hatiye birîn û di heman rojê de cardin bi heman hincetê ceza lê hatiye birîn. Her du jî di 2005’an de hatine birîn. Ên din jî bi hinceta ku kameraya li qawîşê dinêrê şikandiyê hatine birîn, lê tiştek wisa tune ye kamera neşikandine, por kirine ji ber ku jiyana wan a taybet bin pê kiriye. Lê wan wekî ku kamera şikandiye ceza lê birîne. Ji ber van cezayan jî tevî ku 30 sal cezayê birayê min qediyaye û diviyabû di 9’ê tebaxa 2022’yan de bihata berdan, înfaza wî hat şewitandin. Me jî li dijî van cezayên hucreyê di sala 2020’an de serî li Wezareta Dadê dabû lê hê ew dosya neçûne Dadgeha Bilind. Dixwazin dosyayê veşêrin. Ji ber ku ew jî dizanin heke dosye biçe Dadgeha Bilind ew ê bê xerakirin. Bi zanebûnî girtina birayê min dirêj dikin, heke ew ceza bê xerakirin birayê min dê bê berdan. Hiqûqnas û kesên ku ew ceza dane pir baş dizanin ku ew ceza li dijî hiqûqê ye. Lê ji ber ku înfaza birayê min hatiye şewitandin, dê 7 salên din ragirtî bimîne.”
 
‘NEKARÎ TEV LI CENAZEYÊ DÊYA MIN BIBE’
 
Bi domdarî Guzel bi lêv kir ku birayê wî di 30 salên xwe yên girtîgehê de her tim li cihên dûr ragirtî maye û wiha pê dê çû: “Di vê pêvajoyê de dê û bavê min jî jiyana xwe ji dest dan. Dê û bavê min demeke dirêj nikaribûn biçin girtîgehê cem wî. Ji ber ku ew jî demeke dirêj nexweş bûn û rê jî dûr bû, nikaribûn biçin. Dêya min di sala 2010’an de jiyana xwe ji dest da û bavê min jî di sala 2014’an de. Dema dêya min jiyana xwe ji dest da, nehiştin birayê min tev li cenaze bibe. Lê ji ber pêvajoya çareseriyê dema bavê min jiyana xwe ji dest da hat tev li cenaze bû. Dêya min demeke dirêj li erdê bû, nikaribû biçe. Herî dawî di sala 2008’an de birayê min dîtîbû. Gelek caran jî me di rê de qeza kir. Çûnûhatin pir zehmet e. Ev yek ji polîtîkaya dewletê ye. Malbatên ku li Amedê dijîn zarokên wan sirgûnî bajarên Tirkiyeyê dikin, girtiyên ku malbatên wan li Stenbolê jî sirgûnî bajarên bakurê Kurdistanê dikin.”
 
‘LI DIJÎ GIRTIYÊN KURD HIQÛQA NEYARTIYÊ TÊ MEŞANDIN’
 
Di berdewamê de Guzel destnîşan kir ku birayê wî jî di nava lîsteya girtiyên nexweş a Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) de ye û der barê pêkanînên li girtîgehê ev tişt anîn ziman: “Nexweşiyên wî yên Hebatîp B û madeyê hene. Ev nexweşîn jî di girtîgehê de li birayê min peyda bûne. Ji ber nexweşiya xwe ya madeyê nikare xwarinên girtîgehê bixwe. Xwarinên ku li girtîgehan didin girtiyan jî ji ne baş in. Tedawiyeke baş jî nayê kirin. Jixwe sewqkirina wan a ji bo nexweşxaneyê, jî wekî îşkenceyê ye. Wan bi awayekî destkelemçekirî dibin nexweşxaneyê. Li wan dixin. Ji ber vê jî gelek girtiyên nexweş naçin nexweşxaneyê. Gelek girtiyên nexweş ji ber ku baş nayên dermankirin jiyana xwe ji dest dan."
 
Guzel bi lêv kir ku divê girtiyên nexweş demildest bên berdan û wiha got: "Bi biryarên Lijneya Rêveberiya Çavderiyê înfaza gelek girtiyan hat şewitandin. Bi hinceta ku di bikaranîna ceyranê de îsraf kirine înfaza girtiyan tê şewitandin, lê girtî heqê ceyrana xwe didin. Ev ceza li dijî hiqûqê ne. Li hemberî girtiyên kurd hiqûqa neyartiyê tê meşandin. Li girtîgehan polîtîkaya qetilkirina girtiyan tê meşandin.”
 
‘JI BER REWŞA BIRAYÊ XWE BI FIKAR IN’
 
Guzel di berdewama axaftina xwe de diyar kir ku binpêkirinên mafan ên li girtîgehan her diçe zêde dibin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji ber vê, em jî ji ber rewşa birayê xwe bi fikar in. Herî dawî ez 2 meh berê çûm cem birayê xwe. Di hevdîtinê de ji min re got, kinc, pirtûk, şimik û hwd. hemû ji girtiyan re sînordar kirine. Anku tenê dikarin şimikekê bi kar bînin. Pirtûk û kincan jî her wiha bi sînorkirî dikarin bigirin. Di van demên dawî de pirtûkên kurdî qebûl nakin. Pirtûkên din jî bi awayekî sînorkirî qebûl dikin. Bi hinceta lêgerînê her tim davêjin ser qawîşan. Xwarin jî mesele ye, yanî porsiyona xwarinê biçûk kirine. Girtîgeh hê jî di bin şert û mercên pandemiye de ne. Spor, atolye, çûn û hatina girtiyan a cem hev hemû qedexe ne. Yanî me bihîstiye ku ser çend hewadariyên girtîgehan hatine girtin.”
 
‘DIVÊ GELÊ KURD XWEDÎ LI GIRTIYAN DERKEVE’
 
Di dawiya axaftina xwe de Guzel bal kişand ser bêdengbûna partiyên siyasî ya ji bo girtîgehan û ev tişt anî ziman: "Divê malbatên girtiyan û gelê kurd xwedî li girtiyan derkevin. Malbatên girtiyan ji bo girtiyên nexweş û girtiyên ku înfaza wan hatiye şewitandin nobeda edaletê dan destpêkirin, lê daxwazên wan bi cih nehatin. Partiyên siyasî, ji bilî HDP'ê tevî ku soz dabûn jî soza xwe bi cih neanîn. Me bi partiya DEVA, CHP, Partiya Saadetê û ya Pêşaroje re hevdîtin pêk anîn. Wan jî got, 'em ê bibin dengê girtiyan' lê tu gav neavêtin. CHP, cara duyem randevû neda malbatên girtiyan. Qala hiqûq û edaletê dikin lê bi vî awayî nikarin hiqûq û edaletê pêk bînin. CHP ku dibêje 'em ê bibin desthilat û heq û hiqûqê pêk bînin' dema mijar dibe girtiyên kurd xwe ker û kor dike.”
 
MA / Mahmût Altintaş - Welat Ekîn

Sernavên din

28/01/2023
18:29 Konferansa Jinan a HDK'ê: Dê sedsala 21'ê bibe sedsala jinê
17:08 HDP li Êlihê bi rêxistinên sivîl re civiya
16:56 Ok ê 74 salî hate girtin
16:48 Delegasyona Navneteweyî: Girava Îmraliyê wek model tê bikaranîn
16:30 Li Colemêrgê bertek hate nîşandan: Girtina Karaman nayê qebûlkirin
16:19 Panela tecrîd, jin û polîtîkayên şerê taybet: Tecrîd wê bi serkeftinê bi dawî bibe
16:08 Rûniştina F: Bila girtiyên nexweş Firat û Emrah Nebîoglû bên berdan
15:53 Ji bo Sevmîş ê bi nexweşiya Wilson ketiye banga berdana lezgîn
15:45 Bi awayekî girseyî serdana şîna Avci kirin
15:41 ‘Rêya aştî û edaletê di Roboskiyê re derbas dibe’
15:41 ÎHD’ê aqûbeta Taniş û Denîz ên HADEP’î pirsî
15:17 Birîndarek qezaya TIR’ê ya Dêrikê wefat kir
15:17 Demîr: Ji bo hilbijartinan kirdeya herî giring jin in
Bûldan: Em xwe amade bikin ku di 14'ê gulanê de têkoşîna jinê serbikeve
15:00 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Şayik û Tayboga pirsîn
14:53 Weşanxaneya Aramê 10 pirtûkên nû çap kirin
14:12 Xizmên windakiriyan aqûbeta Taniş, Denîz û Maltû pirsîn
13:28 Bîrol a HDP'î: Li dijî ferzkirina sîxurtiyê em ê serî netewînin
13:18 Şanoger piştgiriyê didin kampanya ‘Gelê me xezîneya me ye’
13:15 Ji aktîvîstên Rojhilat û Îranê banga çalakiyan: Em derkevin qadan
11:35 Lêgerîna tazî ya li dijî rojnamevanên jin hat redkirin
11:28 Malbata Şenyaşar: Daxwaza me daxwaza milyonan e
10:21 Fermandarê QSD'ê Çekjîn: Di navbera DAIŞ'ê û dewleta Tirk de koordîneyeke eşkere heye
10:17 ‘Biryara hilbijartina pêşwext a desthilatê nîşaneya ku ji ciwanan ditirse ye’
10:16 Akin Bîrdal: Tifaqa Ked û Azadiyê ji bo siberojek ronahî fersend e
09:18 Dozger fezlekeya polîsan bi îdianameyê ve zeliqandiye
09:12 Gilî û gazinên Amedê yên ji bo otobusan: Qeyûm xizmetê nake
09:11 Li Şirnexê Midûriyeta Perwerdehiyê 3 dersên hilbijartî li xwendekaran ferz dike
09:09 Hêzên li pişt komploya li dijî Ocalan
09:02 Delîlên der barê rojnamevan Verîm de tenê rojnamevaniya wî ye
09:02 Serlêdana girtiyê ku 2 saetan îşkence lê hat kirin hat redkirin
09:00 ROJEVA 28'Ê ÇILEYA 2022'YAN
27/01/2023
21:12 Cenazeyê endama YJA-STAR’ê Kûtlak jî radestî malbatê kirin
20:04 Parêzerê kiryar xwest qetilkirina Alturkê rewa bike!
18:43 Li Stenbolê sê jê zarok 4 kes bi awayekî mirî hatin dîtin
18:38 Polîsekî ji malbata xwe 3 kes kuştin
18:01 Serdanên Delegasyona Navneteweyî yên li Amedê bi dawî bûn
15:56 Delegasyona Navneteweyî ya li Dijî Tecrîdê çû serdana TBB û ÇHD’ê
15:45 Şandeyeke ji Iraqê ji bo pirsgirêka avê dê were Tirkiyeyê
15:40 HDP’a Colemêrgê: Gelê me dê alaya serkeftinê li ba bike
15:15 Di kongreya OHD’ê de berteka li dijî tecrîdê
14:58 Şandeya HDP’ê çû serdana Demîrtaş
14:30 Sûdanî bi Macrona re hevdîtin kir
14:22 Hevserokê Tevgera Azadî hate binçavkirin
14:16 Li dijî Balyozxaneya Azerbaycanê ya Tehranê êrişa çekdarî
14:10 Serhildanên gel ên li Îranê di roja 132’yemîn de ne
13:55 Lîstikvana Îranî mîhrîcana fîlman a li Tehranê boykot kir
13:36 Hevdîtinên Delegasyona Navneteweyî ya li Dijî Tecrîdê didomin
13:21 Derheqê Emîne Şenyaşar de 2 dozên nû hatin vekirin
12:58 Ji Delegasyonê banga bo Tirkiyeyê: Li Îmraliyê bila serweriya hiqûqê pêk were
12:56 Li Amedê ji bo nan zem hate kirin
12:55 Malbat û wasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:01 Bi vegotina Abdullah Ocalan komploya navneteweyî
11:04 Nobeta Edaletê di roja 27’emîn de ye: Têkoşîna demokratîk wê bidome
10:19 Mihemedê Efrînî wê li NY'yê giliyê dewleta tirk bike
09:47 Malbatên girtiyên nexweş: Biryara Erdogan durûtî ye
09:02 Berê bê berdan înfaza wî şewitandin: Bi hiqûqa neyartiyê nêzî kurdan dibin
09:02 Lijneya Giştî ya 12'an a HDK'ê: Em ê birêxistinbûyînê mezintir bibin
09:02 Konferansa Komara Demokratîk: Pergaleke din pêkan e
09:01 Dewletê gef li şêniyan xwar: An hûn daran bibirin an jî em ê bi cerdevanan bidin birîn
09:01 Hê jî der barê polîsên ku îşkence li welatiyekî kirin îdianame nehatiye amadekirin
09:00 Tê xwestin ku 15 sal ceza li Hevserokê Giştî yê DBP'ê Bayindir bê birîn
09:00 ROJEVA 27'Ê ÇILEYA 2022'YAN
26/01/2023
23:04 Li Îzmîrê eleqeyeke mezin ji bo konsera Ma Musicê
19:18 Delegasyona Navneteweyî: Têkoşîna gelê kurd têkoşîna demokrasî û mafên mirovan e
17:29 Barzanî û Erdogan li Qesrê li hev kom bûn
17:02 Rêxistina HDP’a Erdexanê kongreya xwe li dar xist
16:58 HDP’ê kampanyaya ‘Xezîneya me gelê me ye’ da destpêkirin
16:30 Delegasyona Navnetewî ya li Dijî Tecrîdê serdana ÎHD’ê û HDP’ê kir
16:19 Di 25’ê çileyê de 14 caran çekên kîmyewî hatin bikaranîn
16:13 Alîkariya ewil a ji bo kampanyaya ‘Xizîneya me gelê me ye’: Ji xwendekar ewqas
15:28 Serhildana gel di roja 131’emîn de ye: Li dijî darvekirinan çalakî
15:23 Dayikên Aştiyê: Divê tavilê tecrîd were rakirin
14:57 Amedspor ji bo forvetê Yasîn Abdîoglû transfer kir
14:53 Derbarê serokên 12 baroyên bakurê Kurdistanê de lêpirsîn hat destpêkirin
14:31 Delegasyona Navneteweyî serdanên xwe didomîne
14:28 Dozger xwest Osman Şiban ê ji helîkopterê hatibû avêtin bê cezakirin
14:13 Kujerê Pakistan Demir dîsa neanîn danişînê
14:02 Xelkê herêmê naxwaze li Çemê Sarimê HES were çêkirin
13:49 Alîkariya xizîneyê ya HDP’ê di 5 rojan de çawa hate xespkirin?
13:47 Cenazeyên 3 endamên YJA-Starê hatin wergirtin
13:33 Delegasyona Navnetewî ya li Dijî Tecrîdê bi siyasetmedaran re civiya
13:07 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
13:04 Hevaşaredarên jin çûn serdana Emîne Şenyaşar
12:53 Di doza leşkeran de piştî 12 salan biryara keşfê hate dayîn
12:37 Hevşaredarê Colemêrgê Karaman ê ceza lê hat birîn, hat girtin
12:27 Bang li Wezareta Dadê kirin ku li dijî tecrîdê peywîra xwe pêk bîne
11:47 Meclisa Ciwanan a HDP’ê: Em ê faşîzma AKP’ê têk bibin û welatek azad ava bikin
11:44 KODAR: Divê têkoşîn ji bo Îran a demokratîk û Kurdistaneke xweser an jî federe pêş bikeve
11:41 AYM’ê daxwaza HDP’ê qebûl nekir
11:17 ‘Astengiya li ber berdana girtiyên nexweş Qanûna Înfazê ye’
11:03 Kekê parlamenterê MHP’ê yê berê û hevjîna xwe li malê mirî hatin dîtin
10:56 Koçyîgît: Îktîdar hewl dide tevahiya Tirkiyeyê veguherîne Girava Îmraliyê
10:27 Israra talankirina Çemê Zorava dewam dike
10:16 Li dijî tecrîdê bajar bi bajar di çalakiya greva birçîbûnê de ne
10:16 Abdullah Ocalan: Komara demokratîk nifteya çareserkirina hemû pirsgirêkan e
09:47 'Giştîname rê li ber rûxandinên Qanûna Înfazê nagire’
09:08 Rojnameger Kawe Fatehî: Divê kurd ji her derê piştgiriya serhildana Rojhilat bikin
09:04 Banga ji bo Konferansa Jinan ya HDK'ê: Em li dor 'jin jiyan azadiyê' kom bibin
09:03 Ji ber ku pere ji girtî re şand der barê wî de doz hat vekirin
09:02 Deriyê sînor heye, lê bazirganî tune ye