Ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan kampanyaya îmzeyan hate destpêkirin

  • rojane
  • 16:08 22 Çile 2023
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Înîsiyatîfa Gel a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Înîsiyatîfa Azadî ji bo Abdullah Ocalan-Sûriyeyê ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan û li dijî tecrîdê kampanyaya îmzeyan da destpêkirin. 
 
Înîsiyatîfa Gel a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li pêşiya avahiya Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) a li Qamişloyê daxuyaniyek da û ragihand ku ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û azadiya wî ya fîzîkî kampanyaya îmzeyan dane destpêkirin. 
 
Kampanyaya îmzeyan bi hevkariya Înîsiyatîfa Azadî ji bo Abdullah Ocalan-Sûriyeyê hatiye destpêkirin. Daxuyanî ji hêla Xufran Kewkeb û Mistefa Ehmed Kurdî ve hate xwendin. Gelek kesên kurd, ereb, ermen û suryan tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de hat gotin ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dixwazin ku tecrîda girankirî ya li ser Abdullah Ocalan bi dawî bibe û bi awayeke fîzîkî azad bibe. 
 
AGAHÎ NAYÊN GIRTIN 
 
Di daxuyaniyê de peyama gelên herêmê ya ji bo Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) hate bicihkirin. 
 
Di peyamê de wiha hat gotin:
 
“Weke gel û pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo rewşa Rêber Ocalan fikarên me hene. Ev nêzî 22 meh in rewşa Rêbertiyê nayê zanîn. Em tu agahiyên têkildarî rastiya hebûna wî ya fîzîkî yan jî sedemek qanûnî ku vê rewşê ronî dike û vê bêdengiyê şîrove dike, nagirin.
 
Rê nedan ku pênc parêzerên di 2’yê gulanê û 7’ê tebaxa 2019’an de ji bo hevîditinê serlêdan kiribûn, bi Rêber Ocalan re hevdîtinê bikin. Tê zanîn ku hevdîtina herî dawî di 27’ê Tîrmeha 2011’an de bû. Ji lewre, gelê kurd û dostên wan li seranserê cîhanê, bi taybet malbata Rêber Ocalan li ser negirtina tu agahiyekê ji Rêbertî ji dema peywendiya bi rêya telefonê ya di 25’ê adara 2021’an de, pir bi fikar in. 
 
BÊDENGIYA WE METIRSIYÊN ME ZÊDETIR KIRIN
 
Rapora we ya têkildarî serdana we ji bo Rêber Ocalan li Girtîgeha Îmraliyê ku di 5’ê tebaxa 2021’an de hatibû belavkirin, di nava gelê me de hat pêşwazîkirin û rêz jê re hate nîşandan. Ji ber ku we tê de tecrîda mutleq a li ser peywendiya Rêber Ocalan û her sê girtiyên din bi derve re, wekî cureyekî girtinê hesibandibû û we diyar kiribû ku ev rewş nayê qebûlkirin ji ber ku li dijî pîvanên navneteweyî yên mafên mirovan e.
 
Lê belê serdana we ya dawîn û pêkneanîna hevdîtinê bi girtiyan re û bidestnexistina agahiyên zelal têkildarî rewşa dawî ya Rêber Ocalan, metirsiyên me li hember rewşa tenduristî û fîzîkî ya Rêbertî zdêetir kirin.
 
BINPÊKIRINÊN QANÛNÎ
 
Hemû hincetên dewleta tirk ên ji bo rewakirina kiriyarên wê yên îşkenceya fîzîkî û derûnî li dijî Rêber Ocalan, neheq in. Karê wê di vê der barê de sîstematîk e û dijberî bendên madeya /1/ a Lihevkirina Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ye ya li gorî pîvanên lihevkirina NY’ê hatî ragihandin.
 
Îşkenceya li djiî Rêber Ocalan ne tenê bi rêya bêparhiştina wî ji mafên wî ye lê belê îşkenceyeke duqat e. Ev îşkenceya duqatî xwedî bandorên xirab e li gorî madeya /5/ a Danezana Mafên Mirovan a Cîhanê ya 1948’an, madeya /7/ a Hevpeymana Mafên Sivîl û Siyasî ya Navneteweyî ya sala 1966`an, Danezana Komeleya Giştî ya NY’ê ya 9’ê Cotmeha 1975’an. Li gorî madeyên /2/ û /4/ yên Lihevkirina Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ku dewleta tirk jî li ser îmze kiriye û aliyekî wê ye, divê tedbîrên zagonsaz an rêveberî yan jî dadwerî di qanûnên xwe yên hundirîn de bi cih bike, da ku rê li îşkenceyê bigire û van kiryarên îşkenceyê li gorî van qanûnan wekî  ‘sûc’ bên hesibandin.”
 
HEMLEYA KOMKIRINA ÎMZEYAN
 
Înîsiyatîfa Gel a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bang kir ku lezê bidin girtina tevdîran ya li gorî Qanûna Navneteweyî ku baweriya gelan bi civaka fermî ya navneteweyî xurt dike û wiha got : “Ji bo vê, divê li ser bidawîkirina tecrîda li ser birêz Ocalan bê bidawîkirin, hevdîtina bi parêzeran re neyê astengkirin û ji bo serbestberdana wî di demek nêz de kar bê kirin. Bi vê rengî dirustiya rêxistina we ya parastina mafên mirovan bê mîsogerkirin û teqezkirin.”
 
Tê payîn ku hemleya îmzeyan heta 15’ê Sibatê (24’emîn salvegera Komploya Navneteweyî ya li dijî Abdullah Ocalan) dewam bike.
 
Piştî komkirina îmzeyan ji gund, bajarok û bajarên Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, dê wesîqeya îmzeyan radestî Înîsiyatîfa ji bo Azadiya Abdullah Ocalan a Sûriyeyê bên kirin û ew jî dê radestî CPT’yê bike. 
 

Sernavên din

26/01/2023
09:01 Keleha berxwedana jinan: Em ê dest ji Kobanê bernedin
09:00 ROJEVA 26'Ê ÇILEYA 2022'YAN
25/01/2023
20:40 Çalakiya ‘Azadî Ji Bo Abdullah Ocalan’ di meha 25’emîn de ye
18:36 Delegasyona Navneteweyî hevdîtin bi ÎHD û Baroya Stenbolê re kir
16:55 Pêkhateyên jinan ên Tifaqa Ked û Azadiyê hatin ba hev
16:10 Ji Baroya Agiriyê rapora Girtîgeha Panosê: Di odeya singêr de îşkence
15:57 Ji OHD, ÇHD û ÎHD’ê ‘Rapora binpêkirina mafê çalakiya li dijî tecrîdê’
15:30 Taniş û Denîz hatin bibîranîn
15:27 Baroya Wanê: Qedexekirina çalakî û xwepêşandana li dijî makeqanûnê ye
15:19 Dozger ji bo alîkariya xezîneya HDP’ê qut bibe, şahidê veşarî ku lê digeriya dît!
15:05 Delegasyona Li Dijî Tecrîdê serdana TTB’ê û TÎHV’ê kir
14:54 Têkildarî mirina bi guman a Muhbet C. biryara nepeniyê hate dayîn
14:51 Derbarê Yenî Yaşamê de lêpirsîn hat destpêkirin
14:48 Delegasyona Navneteweyî bi malbatên girtiyên li Îmraliyê re hevdîtin kir
14:27 Amadekariyên 12’emîn Lijneya Giştî ya HDK’ê xelas bûn
14:04 Doza Fîrdevs Babat: Dadgehê daxwaza faîl a veguhestina dozê hewaleyî Wezareta Dadê kir
13:40 Bernameya Konferansa Komara Demokratîk diyar bû
13:31 Çalakiya li ber Konseya Ewropayê berdewam dikin
13:15 Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar di roja 688’an de didome
13:07 Şandeya navneteweyî serdana parêzerên Abdullah Ocalan kir
12:53 Li Erxeniyê komkujiya sewalan
11:52 Nobeta Edaletê: Çima li Îmraliyê hiqûqa şexsî di meriyetê de ye?
11:48 Doza rojnamevan Ayşegul Dogan hat taloqkirin
11:22 Agahînegirtina ji Îmraliyê 22 meh li pey xwe hişt
11:05 Komploya 15'ê Sibatê: Dê ji 2 baskan ber bi Gemlîkê ve meş bê lidarxistin
10:47 Li Egeyê tundiya zilam: Jinek hat qetilkirin
10:04 Delegasyona Navneteweyî ya Li Dijî Tecrîdê li Tirkiyeyê ye
09:53 ‘Kobanê qibleya me ye, divê em ji hemû êrişan biparêzin’
09:52 AYM dê sibê têkildarî daxwaza HDP’ê bicive
09:32 ‘Tecrîd bêhiqûqîtî ye, Ocalan mifteya aştiyê ye'
09:24 Kobanêya hilweşiyayî ji nû ve hat avakirin
09:03 Mamosteya MED-DER'ê: Armanc ne jidil e ku encam jî jidil be
09:00 ROJEVA 25'Ê ÇILEYA 2022'YAN
24/01/2023
22:18 Li Colemêrgê mirineke bi guman
22:15 Çalakiya ji bo azadiya Abdullah Ocalan a li ber Konseya Ewropayê didome
21:34 Tifaqa Ked û Azadiyê dê bi namzetê hevpar beşdarî hilbijartinê bibe
17:55 Dozger ji 'rawestandina' xizmên girtiyan re ceza xwest
17:14 Demîrê ku Yewnanistanê ew radestî Tirkiyeyê kiribû hat girtin
16:49 Danişîna biryarê ya Rojbîn Çetîn taloqî 23'ê adarê bû
16:26 Li Agiriyê 2 leşker mirin
16:21 Doza ku 46 parêzerên Abdullah Ocalan jê tên darizandin taloq bû
16:10 Bernameya meha sibatê ya Şanoya Bajêr a Amedê aşkera bû
16:06 Li Hezexê dayika 50 salî hat girtin
15:55 Li Êlihê karkerê ku di înşaatê de ket jiyana xwe ji dest da
15:49 Li Sêrtê ciwanê ku hat angaştkirin întihar kiriye jiyana xwe ji dest da
15:40 Tifaqa Ked û Azadiyê bi rojeva hilbijartinê li hev civiya
14:37 Li Bismil ji 12 kesên hatibûn binçavkirin 10 jê hatin girtin
14:29 Li herêmên Çemço ve Sîdayê êrîşên biçekên kîmyewî pêk hatin
14:20 HDP: Li Îzmîrê li dijî partiya me xebatên şerê taybet tên meşandin
13:19 Li Agiriyê 2 gundî û şivanek hatin kuştin
13:03 Malbata Şenyaşar: Em heqê xwe li kesên bêdeng dimînin helal nakin
12:47 Nobeta Edaletê ya li dijî tecrîda Îmraliyê: Em bi hev re deng derbixin
12:35 Finlandiya: Divê ji bo hevdîtinên NATO'yê navber bê dayîn
12:05 Hêzên Şengalê gelek sîxurên MÎT û PDK’ê binçav kirin
10:52 Li dijî biryara bloqekirina HDP dest bi kampanyayekê dike
10:30 Ji ber bertek nîşanî zextan didin gefa sewqkirinê li girtiyan tê xwarin
09:35 Ma Musîcê konser da hezaran
09:06 22 sal in tu xeber ji Taniş û Denîz nayê girtin
09:04 Soza hilbijartinê ya Erdogan 'rêya duble' 20 sal in nehatiye temamkirin
09:04 Serokê Baroya Wanê Ozaraz: Divê li Îmraliyê hiqûq bê pêkanîn
09:03 Rojnivîska berxwedana dîrokî ya Kobanê
09:02 Prz. Tum: Bila TBB li dijî tecrîdê gavekê biavêje
09:01 Siyasetmedarên jin ên Botanê: Gelê me dê seltenata AKP'ê û MHP'ê hilweşîne
09:00 ROJEVA 24'YÊ ÇILEYA 2022'YAN
08:32 Li Hezexê jinek hate binçavkirin
23/01/2023
22:23 Rojnamevan Verîm ku Yûnanîstanê ew radestî Tirkiyeyê kir hat girtin
21:43 Li Cezayîrê helîkopter ket erdê: 3 leşker mirin
18:39 Li Amedê zilamekî jinekê birîndar kir
18:07 Li ber KE'yê çalakiya li dijî tecrîda li Îmraliyê
17:50 Ji ber komkujiya li Mêrdînê 4 kes hatin girtin
15:54 Li girtîgehên Behra Reş û Dumluyê mafên tenduristî û ewlehiyê tên binpêkirin
14:33 Binpêkirina ‘Mafê hêviyê’ ji Wezîrê Dadê hat pirsîn
13:32 AKP’ê di 2022’yan de tenê pêşnûmepirsek da Meclisê
13:19 AYM dê ji bo daxwaza HDP’ê di 25’ê çileyê de bicive
12:53 Ji bo Akar ê xwe şewitandibû li ser dîwaran nivîs hate nivîsîn
12:52 Ferît Şenyaşar: Li vir fermana serdestan pêk tê
12:35 Ji bo Îmraliyê Nobeta Edaletê: Sûcê li dijî mirovahiyê tê kirin
12:05 Li Girtîgeha Xarpêtê 15 girtî hatin derbkirin
11:58 Ji bo gumanbarên komkujiya li Mêrdînê daxwaza girtinê
11:46 Li Çiyayê Amanosê gelek dar hatin birîn
11:30 Xizmên serokê AKP’a Farqînê ji ber esrarê hatin girtin
10:03 KNK: Divê statu û ewlehiya Şengalê bê misogerkirin
09:26 Navên kesên li Şêxmeqsûdê jiyana xwe ji dest dan diyar bûn
09:06 Rojnameya Xwebûnê dê di roja ziman de şahiyekê li dar bixe
09:06 Li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ne: Divê her kes li ber tecrîdê rabe
09:05 Malbata Emîn Ozkan: Beriya giştînameyê divê ATK ji holê were rakirin
09:04 Li Giyadînê metirsiya siyanûrê: Wê hemû Kurdistan were jehrîkirin
09:04 Parlamenterê HDP’ê Eksîk: Tecrîd rêbazek îşkenceyê ye
09:03 Du birayên nexweş nayên berdan: Birînên wan bêderman in
09:02 Tosûn: Giştînameya Wezareta Dadê çareseriyê nayîne
09:01 Kela berxwedanê: Kobanê
09:00 ROJEVA 23'YÊ ÇILEYA 2023'YAN
22/01/2023
21:55 Li Kocaeliyê li malekê teqîn rû da: 2 jê giran 5 kes birîndar bûn
21:48 Tayyîp Erdogan û Tansû Çîller mil dane milên hev!
21:35 Ciwan li Stenbolê ji bo Abdullah Ocalan meşiyan
21:25 Li Kadikoyê ‘Dîwana Dengbêjan’ hat sazkirin
19:08 HDP û pêkhateyên xwe civiyan
16:12 Komîsyona Gel û Baweriyan a HDP’ê bertek nîşanî şewitandina Qur’anê da
16:08 Ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan kampanyaya îmzeyan hate destpêkirin
15:55 HPG’ê têkildarî komkujiya li Mêrdînê daxuyanî da